STENBOL - Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê de 12 kes bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatin binçavkirin.
Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê de 12 kes hatin binçavkirin. Dozgeriyê, di çarçoveya lêpirsînê de ji bo 21 kesan biryara binçavkirinê da. Di danê sibehê de polîsan bi awayekî hemwext bi ser 19 malan de girtin. Di encama serdegirtinên malan de 12 kes hatin binçkavkrin. Di nav binçavkiriyan de endamên Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) jî hene.
Serdozgeriyê, têkildarî mijarê daxuyanî da û got ku der heqê 21 kesan de bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" biryara binçavkirinê hatiye dayin. Serdozgeriyê got ku di vê çarçoveyê de bi ser 19 malan de hatiye girtin, 12 kes hatine binçavkirin.
