Jin pêşengtiya seferberiya ‘bangê’ dikin

  • jin
  • 09:30 30 Nîsan 2025
  • |
img
AMED - Ji rêveberên Rêxistina DEM Partiyê ya Amedê Gulîz Kaya diyar kir ku xebatên wan ên ji bo civakîkirina banga Abdullah Ocalan didomin û got: “Em bang li her kesî dikin ku tev li vê têkoşînê bibin.” 
 
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” kir. Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) jî ji bo civakîkirina banga Abdullah Ocalan seferberî dabû destpêkirin û hêj didome. Di vê çarçoveyê de li gelek bajaran gelek mal hatin ziyaretkirin. 
 
'EM Ê CIVAKA DEMOKRATÎK VEBÊJIN’
 
Ji rêveberên Rêxistina DEM Partiyê ya Amedê Gulîz Kaya ku xebatên xwe li Amedê didomîne, diyar kir ku herî zêde jin ji neçareserkirina pirsgirêka Kurd bibandor dibin û bedelê didin. Gulîz Kaya, got: “Em bi hêvî û hesreteke mezin xwedî li bangê derketin. Jin, xwedî li paradîgmaya birêz Ocalan derketin. Di avakirina civaka azad û demokratîk de jin dê xwedî roleke çalak bin. Meclisa me ya jinan xebatek dabû destpêkirin. Meclisa me bi jinan re hevdîtin kir. Temamiya van hevdîtinan gelek erênî derbas bûn. Daxwaza her kesî aştiya vî welatî ye. Em amade ne. Em ê têkoşîna xwe bi perspektîfa birêz Abdullah Ocalan bidomînin.” 
 
Bi domdarî Gulîz Kaya destnîşan kir ku li Amedê serferberiyeke mezin a rêxistinkirinê dane destpêkirin û wiha pê de çû: “Em qala 275 hezar malan dikin. Em ê yek bi yek biçin tevahiya van malan, dê bi hemû derdoran re ser aştiyê biaxivin. Em ê der heqê civaka demokratîk de biaxivin. Divê çawa be? Em ê li ser vê biaxivin. Em ê pêşniyar û pirsên wan nîqaş bikin. Em ê ne tenê bi girseya xwe re, dê bi hemû derdoran re nîqaş bikin. Em ê li Amedê biçin hemû malan.” 
 
‘TU ÎDEOLOJIYÊN BÊYÎ JINAN NIKARIN BI SER KEVIN’ 
 
Di berdewamê de Gulîz Kaya anî ziman ku her ku civak demokratîk dibe komar jî demokratîk dibe û axaftina xwe wiha qedand: “Ji ber ku her tişt ji ewil ji civakê dest pê dike. Dê xwe ji herêmê ber bi navendê ve birêxistin bikin. Tu mekanîzmayên ku li navenda wê jin nebin, nikarin bitendurist pêş bikevin. Mimkin nîne ku tu îdeolojiyên bêyî jin bikarin bi ser kevin. Nîviya civakê ji jinan pêk tê. Weke kesên civak afirandî, em di navenda tevgerê de ne. Em ê her tim wisa jî bin. Jin dê tevî ciwanan aştiyê ava bikin. Em ê di demekî herî kin de bi hêz, enerjî û hêviya xwe vê pêvajoyê temam bikin. Ji bo hemû gelan girîngiya aştiyê mezin e û pêwîstiyeke. Ji ber şeran bedelên giran hatin dayin. Beşeke mezin a aboriyê ji bo şer hate xerckirin. Fikra jiyaneke wekhev, adilane û azad jî me tevekan bi kelecan dike. Hêviyeke mezin dide. Em bang li her kesî dikin ku li dora vê têkoşînê bicivin.”