Li Xakûrkê teqîn: 3 cerdevan birîndar bûn

  • rojane
  • 11:44 21 Nîsan 2025
  • |
img
COLEMÊRG - Hat zanîn ku duh li Xakûrkê teqîn çêbû û 3 cerdevan birîndar bûn. 
 
Hat zanîn ku li qada Xakûrkê ya Herêma Federe ya Kurdistanê teqînek çêbû û 3 cerdevan birîndar bûn. Hat zanîn ku dema cerdevanan kuleyên leşkerî û dîwar çêdikirin teqîn pêk hatiye. 
 
Cerdevanên birîndar Ahmet Kurt, Servan Işkin û Mûsa Sungur rakirin nexweşxaneyên Rûbarok û Geverê yên Colemêrgê. 
 
Têkildarî teqînê heta niha tu daxuyanî nehatine dayin.