Konferansa Kurdî dê sibe li Qamişloyê dest pê bike

  • rojane
  • 11:32 25 Nîsan 2025
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Sibe dê li Qamişloyê bi beşdariya zêdetirî 400 delegeyan “Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî li Rojavayê Kurdistanê” were lidarxistin. 
 
Konferansa Kurdên li rojavayê Kurdistanê ku bi salan e nîqaşên wê dihatin kirin, sibe tê lidarxistin. Konferans, dê bi navê “Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî li Rojavayê Kurdistanê” li Parka Azadî ya bajarê Qamişloyê were lidarxistin.
 
Li gorî agahiyên komîteya amadekar, wê nûnerên tevahiya partiyên Kurd, rêxistinên jin û ciwanan, kesayet, rewşenbîr, hunermend û oldarên li rojavayê Kurdistanê, kesayetên Kurd ên ji bajarên Şam, Heleb, Hema, Bab û Ezazê tev li konferansê bibin.
 
Ji bakurê Kurdistanê jî şandeya DEM Partiyê, ji başûrê Kurdistanê nûnerên partî û rêxistinan jî wê di konferansê de amade bin.
 
Her wiha wê ji rojhilatê Kurdistanê, Başûr û derveyî welat jî peyamên partî û rêxistinên Kurd werin xwendin.
 
BEŞA YEKEM JI RAGIHANDÊ RE VEKIRÎ YE
 
Konferans, dê saet di 10.00’an de bi xêrhatina mêvanan û hilbijartina dîwanê dest pê bike. Piştre wê axaftina vekirinê ji aliyê Fermandarê Giştî yê HSD’ê Mazlum Ebdî ve were kirin.
 
Piştî axaftina vekirinê, wê mêvan li ser mijarê nêrîn û nirxandinên xwe bikin. Her wiha peyamên ji bo konferansê hatine şandin bên xwendin.
 
REŞNIVÎSA YEKRÊZIYÊ WÊ BÊ ERÊKIRIN
 
Piştî axaftina vekirinê û nirxandinên mêvanan, dê konferans ji ragihandinê re girtî dom bike.
 
Di herîkîna konferansê de wê reşnivîsa yekrêziya Kurd ku berê li ser gotûbêj hatibûn kirin, dê bê nirxandin û nîqaş li ser bên kirin. Di encama nîqaşan de wê rengê dawî were dayîn û bê erêkirin.
 
Di dawiya konferansê de wê encamname bi daxuyaniyekê ji raya giştî re were aşkerakirin.
 
ELEQEYA RAGIHANDINÊ
 
Ji bo konferansê hemû saziyên ragihandinê yên Kurdistanî û biyanî hatine vexwendin. Li gorî komîteya amadekar, wê li ser navê zêdetirî 60 saziyên ragihandinê derdora 200 rojnamevan konferansê bişopînin.
 
Konferans wê rojekê dewam bike.