Li Mûglayê li pey hev erdhej çêbûn

  • rojane
  • 09:49 30 Nîsan 2025
  • |
img

MÛGLA - Li Marmarîsê bi pileya 3.8 û li Datçayê jî bi pileya 4.4’ê erdhej çêbûn. 

Îro di danê sibehê de li Mûglayê 2 erdhej çêbûn. AFAD’ê ragihand ku navçeya Marmarîsê bi pileya 3.8’ê hejiyaye. 
 
Saet di 08.36'ê de jî li navçeya Datçayê erdhej çêbû. AFAD’ê ragihand ku erdhej bi pileya 4.4 û 14.57 km’an di bin erdê de çêbûye