Di doza qetilkirina Cîhan Can de dê mutalaa bê amadekirin

  • rojane
  • 13:17 30 Nîsan 2025
  • |
img

AMED - Di doza polîs Hakan Avci de ku bi otobûsa bizirx dabû ser Endezyarê Înşaetê Cîhan Can û qetil kiribû, biryar hate dayin ku ji bo amadekirina mutalaayê dosya ji dozger re bê şandin. 

 
Doza polîsê bi navê Hakan Avci ku bi otobûsa bizirx dabû ser Endezyarê Înşaetê Cîhan Can û qetil kiribû, didome. Bersûc Avci bi sûcê “Bi qisûra xwe bû sedema mirinê” tê darizandin. Danişîna duyemîn a dozê ku jinûve tê lidarxistin, li 11’emîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Amedê hat lidarxistin. Bersûc Avci ku ji ber lêpirsîna “FETO”yê ji peywirê hatiye avêtin û parêzerên wî bi rêya SEGBÎS’ê tev li danişînê bûn. Malbata Cîhan Can jî li eywana danişînê amade bû. 
 
POLÎS: EZ POŞMANIM 
 
Avci, diyar kir ku ew ji ber bûyerê “poşman e” û got: “Piştî bûyerê jiyana min jî ji gelek aliyan ve guherî. Min nekarî karê xwe jî bikim. Bi tu awayî qesdeke min nabe.” 
 
MALBATA CAN XWEST BERSÛC BÊ CEZAKIRIN
 
Piştre jî li malbata Can hate guhdarîkirin. Kekê Can, Netûllah Can got ku ew gilîdar in. Can, wiha domand: “Zirarên me yên madî û manewî nehatin tanzîmkirin û em li pey vê jî nînin. Em dixwazin bi cezayê herî giran bê cezakirin.” 
 
Xwişka Can, Gurbet Duşuncelî jî bertek nîşanî gotinên polîsê bersûc da û got: “Jiyana me tune bû.” Birayê Can, Şefîk Can jî got ew gilîdar e. Dayika Can, Hayriye Can jî got: “Sê caran bi wesayîtê ser zarokê min ê bêguneh re hatiye û çûye. Bila were girtin.” Xwişka Can, Aysel Yildizhan jî got: “Kefn li birayê min kir û wî bi xwe jî cilên spî li xwe kiriye. Gelek lê hatiye.” 
 
Dadger, anî ziman ku ew û dozger bi demkî li dosyayê dinihêrin û biryar da ku ji bo mutalaa were amadekirin, dosya ji dozger re were şandin. Danişîna dozê taloqî 7’ê Tîrmehê hate kirin. 
 
DER HEQÊ DOZÊ DE 
 
Di sala 2019’an de polîsê bi navê Hakan Avci bi otobûsa bizirx li endezyar Cîhan Can xist û qetil kir. Têkildarî mijarê bi sedema “Ji ber qisûra xwe bûye sedema mirinê” doz hate vekirin. Danişîna dozê li 11’emîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Amedê hate lidarxistin. Kekên Can û parêzerê wî Fûat Coşacak di danişînê de amade bûn. Bersûc Hakan Avci tev li danişînê nebû. 
 
Di rûniştina berê de dozgerê komarê diyar kiribû ku li gorî rapora Saziya Tipa Edlî (ATK) polîsê bersûc Avci ji sedî 100 biqisûr e û xwestibû Avic bi sûcê jê tê sûcdarkirin bê cezakirin. Dozgerî di vê danişînê de jî heman mutalaa dubare kir. 
 
Têkildarî darizandinê îfadeyên herî dawî yên kekên Can û parêzerê wî hate guhdarîkirin. Kekên Can û parêzer Coşacak diyar kirin ku sûcê bersûc kiriye neguhere û xwestin bi cezayê hefsê were cezakirin. Parêzerê bersûc jî xwest ku miwekîlê wî were berdan. 
 
Piştî parastinan, dadgehê biryar xwe da. Dadgehê bi sedema “Ji ber qisûra xwe bûye sedema mirina Cîhan Can” 3 sal cezayê hefsê da. Lê belê cezayê bersûc Avci ji 6 paran yekî daxist û ev cezaye veguherand cezayê pereyan. Dadgehê biryar da ku Avci 21 hezar û 200 TL’an bide.