Şîna Pelîn Yilmazê bi girseyî hate ziyaretkirin

  • rojane
  • 13:35 30 Nîsan 2025
  • |
img

WAN - Şîna Pelîn Yilmazê ku hate ragihandin li Herêma Federe ya Kurdistanê jiyana xwe ji dest daye, bi girseyî hate ziyaretkirin. 

 
Ji bo yek ji pêşengên têkoşîna azadiyê ya jinên Kurd Pelîn Yilmaz (Pelîn Zozan) ku hat ragihandin li Herêma Federe ya Kurdistanê jiyana xwe ji dest daye, li bajarê wê Wanê şîn hate danîn. Malbata Pelîn Yilmazê, li mala xwe ya li Taxa Karşiyaka ya navçeya Rêya Armîşê şîn danî. 
 
Rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî yên li bajar jî bi pêşengtiya Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Kesên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirin re (MEBYA-DER) çûn serdana şînê. Bi sedan kes bi dirûşma “Şehîd namirin” çûn cihê şînê û ji malbatê re sersaxî xwest. 
 
Di daxuyaniya PAJK’ê de hatibû ragihandin ku Pelîn Yilmaz, di 27’ê Çileya 2025’an de li Herêma Federe ya Kurdistanê jiyana xwe ji dest daye. PAJK’ê, got: “Têkoşîna rêhevala me Pelînê dê bi têkoşîna rêhevalên wê û jinên her roj ji bo azadiyê li ser pêyane mezin bibe.” 
 
Koordînasyona PAJK’ê, destnîşan kir ku Pelîn Yilmaz ku di demên berê de di Konseya Rêveber a KJK’ê de cih digirt, 23 salan ji bo avakirina dinyayeke ku ji û gel tê de azad dijîn, têkoşiyaye.