Doza Kazanhan: Polîsê bersûc ê firarî piştî her danişînê li edliyeyê geriyaye

  • rojane
  • 14:24 30 Nîsan 2025
  • |
img

ŞIRNEX - Di doza qetilkirina Nîhat Kazanhan de biryar hate dayin ku li kesê xeta telefonê ya polîsê bersûc Mehmet Nûrbakî Goçmez bi kar anî were guhdarîkirin. 

 
Zarokê bi navê Nîhat Kazanhan ê 12 salî, di 14’ê Çileya sala 2015’an de li navçeya Cizîrê ya Şirnexê ji hêla polîsê tevgera taybet Mehmet Nûrbakî Goçmez ve hate qetilkirin. Di dozê de Goçmez jinûve tê darizandin. Li gel ku ji bo girtina polîs Goçmez biryara bultena sor hatiye dayin jî ev nêzî saleke nehatiye girtin. Danişîna doza bersûc Goçmez li 12’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Cizîrê hat lidarxistin. Malbata Kazanhan, siyasetmedarên DBP û DEM Partiyî jî danişîn şopandin. 
 
'EM EDALETÊ DIXWAZIN’ 
 
Danişîn, bi tespîtkirina nasnameyan dest pê kir. Piştre jî bavê Kazanhan, Mehmet Emîn Kazanhan axivî. Kazanhan, got ku faîl hêj nehatiye girtin û wiha domand: “Li gel ku di qeydên HTS’ê de aşkera ye ka faîl li ku ye jî nehatiye girtin. Em dixwazin faîl demildest were girtin.” Dayika Kazanhan, Ayşe Kazanhan jî got: “Êdî baweriya min a bi edaletê nemaye. Ez edaletê dixwazim, hûn dizanin ka faîl li ku ye. Hema carekê jî be xwe têxin şûna min. Zarokên we jî hene. Ez dixwazim faîl were darizandin.” 
 
Hevberdevka Komîsyona Jin û Zarokan a Baroya Şirnexê Emîne Ozdemîr jî xwest ku faîl were girtin. 
 
'PIŞTÎ HER DANIŞÎNÊ LI EDLIYEYÊ GERIYAYE’ 
 
Piştre jî parêzerê dosyayê Rojhat Dîlsîz axivî. Dîlsîz, diyar kir ku di dosyayên faîlên wan hêzên ewlekariyê de faîl bi zirxê darazê tên parastin û got: “Ev 11 sal in em ji bo ceza li faîl were birîn têdikoşin. Bersûcê ku pişta xwe bi nasnameya polîstiyê germ dikir, reviya û hêj nehatiye girtin. Zêdetirî saleke der heqê wî de biryara girtinê hatiye dayin lê ev biryar nayê cîbicîkirin. Daxwaza me ya qeydên HTS’ê hate qebûlkirin. Û telefona bersûc niha vekirî ye. Gelo ev kes hêza xwe ji ku digire? Îxtîmaleke mezine dema ji noqteyên polîsan derbas dibe, qerta polîstiyê nîşan dide û derbas dibe. Pir balkêş e ku piştî her danişînê li edliyeyê geriyaye. Heke ev kes ewqas rehet be ku li sedan kesan bigere, wê demê ev tê wê maneyê ku ev kes tê parastin. Wî mafî di xwe de dibîne ku bi rehetî di nava civakê de bigere. Em dixwazin qeydên HTS û bankê bên lêkolînkirin, navnîşanên xizmên wî bên dîtin û bên lêkolînkirin.” 
 
Piştî parastinan, dozger xwest ku xwe li benda cîbicîkirina biryara lêgerînê ya bi bultena sor bigirin. 
 
Şandeya dadgehê diyar kir ku hejmara telefonê ya di qeydên HTS’ê de ji hêla bersûc ve nayê bikaranîn û biryar da ku kesê ev xeta telefonê bi kar di anî di rûniştina din de weke şahid lê were guhdarîkirin. Daxwazên parêzeran jî hatin redkirin. 
 
Danişîna dozê taloqî 17’ê Îlonê hate kirin.