Ji bo bîranîna Kaytan û Altûn a li Amedê bang hate kirin

  • rojane
  • 16:32 15 Gulan 2025
  • |
img

AMED - Kadroyên pêşeng ên PKK’ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn dê di 18’ê Gulanê de li Amedê bên bibîranîn. Ji bo bîranînê, banga tevlibûnê hate kirin. 

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) dê ji bo kadroyên pêşeng ên PKK’ê Alî Haydar Kaytan û Rizan Altûn, di 18’ê Gulanê de li Qada Şêx Seîd bîranînê li dar bixin. 
 
Wekîlên DEM Partiyê, hevserokên bajar ên DBP û DEM Partiyê û endamên Meclisa Partiyê ji bo tevlibûna bîranînê li her 17 navçeyên Amedê derî bi derî geriyan û gel vexwendin bîranînê. Her wiha 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî li gel pîroz kirin. 
 
Wekîla DEM Partiyê ya Amedê Adalet Kaya ku di xebatê de cih digirt, got: “Em bang li her kesî dikin ku beşdarî bîranîna di şexsê Alî Haydar Kaytan û Rîza Altûn de ji bo hemû kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane, bibin.”