Dayika girtiyê nexweş di qezayê de jiyana xwe ji dest da

  • rojane
  • 08:43 16 Gulan 2025
  • |
img
MÊRDÎN - Dayika girtiya nexweş Elîf Denîzê, Mizgîn Denîz ku endama Meclisa Şaredariya Nisêbînê ye, di qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest da. 
 
Endama Meclisa Şaredariya Nisêbîn a Mêrdînê Mizgîn Denîz (51) dema şevê din li ser rêya Midyadê dixwest derbasî aliyê din ê rêyê bibe, otomobîlekê lê xist û bi giranî birîndar bû. Mizgîn Denîz, bi ambulansa hatiye cihê bûyerê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê lê tevî mudaxileyan jî nehate xelaskirin û jiyana xwe ji dest da. 
 
Keça Mizgîn Denîzê Elîf Denîz yek ji girtiyên nexweş e û li Girtîgeha Jinan a Bunyan a Kayseriyê tê ragirtin.