ENQERE - Serokê Meclisê Nûman Kûrtûlmûş daxuyand ku ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd wê li meclisê komîsyonek were avakirin û ev komîsyon wê di hefteya ewil a meha Tebaxê de dest bi xebatê bike.
Serokê Meclisê Nûman Kûrtûlmûş ê ku beşdarî Şeşemîn Konferansa Serokên Parlamentoyên Cîhanê yê li bajarê Cenevre yê Swîsreyê hat lidarxistin bû, bi rojnamevanan re axivî.
Kûrtûlmûş têkildarî komîsyona wê ji bo çareseriya pirsgirêka kurd li meclisê bê avakirin axivî û got ku wê hefteya ewil a meha Tebaxê dest bi xebatan bike. Kûrtûlmûş wiha got: “Bi berdana çekan re berpisyarî dikeve ser TBMM’ê. Wekî hatiye plankirin pêvajo didome. Berdana çekan didome. Ev komîsyon wê bi pêvajoya çekberdanê re hinek sererastkirinên qanûnî bike. Ev ne zemînek e ku nîqaşên polîtîk bê kirin. Ev pêvajoyek e ku 86 mîlyon gelê me bi hev re ji bo ev pirsgirêk ji holê rabe bi fedekarî wê bixebite. Dema meclis vebe em ê hefteya ewil bikin bernameya xwe. Xebatên komîsyonê wê hefteya ewil a meha Tebaxê dest pê bike.”