‘Karkerên ji ber vîrûsê bimirin, cînayeta kare’
- aborî-ked
- 10:18 31/3/2020
Parlamentera HDP’ê Şevîn Coşkûn, diyar kir ku li Bendava Alpaslan a Mûşê li dijî şewba vîrûsa koronayê bergirî nehatine girtin û wiha bertek nîşan da: “Ger karkerek tenê jî, ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest bide, berpirsiyarî hikumet û karderên. Ev mirin wê bibin wateya cînayetên kar.”