Walî û Şaredarî bûn yek û dawî li karê 300 îşportavan anîn
- aborî-ked
- 10:37 15/11/2019
Midûreyat Polîsan a Enqereyê, dawî li karê 300 îşportavanên li Kizilayê di saetên êvaran de dezgehan vedikin û alav û amûran difiroşin anî. Her çend Walîtiya Enqereyê ev yek red kir jî rayedarekî şaredariya Çankayayê diyar kir ku "Vekirina Îşporta li vir sûc e."