Ji Enqereyê peyama 1'ê Îlonê: Tevgera aştiyê peywîreke jiyanî ye

img
ENQERE - Di mitînga ji aliyê Hêzên Ked û Demokrasiyê ve li Anitparkê hate lidarxistin de, hate destnîşankirin ku avakirina tevgera aştiyê ya li dijî şer peywîreke jiyanî ye. 
 
Mitînga 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê ya bi pêşengtiya Hêzên Ked û Demokrasiyê ya bi şîara “Dagirkerî dê têk biçe, yên li ber xwe didin dê serbikevin” li Anitparqê dest pê kir. Rêxistinên ked û demokrasiyê, partiyên siyasî, saziyên sivîl û welatî tev li mitîngê bûn. 
 
Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fîlîz Kerestecîoglû, Mehmet Ruştu Tiryakî, Sendîkaya Hemû Teqawîtan, Partiya Komunîsta Kurdistan (KKP) Hewldana 78’an a Enqereyê, Alinterî, Partiya Kedê (EMEP) Federasyona Şoreşgerên 78’an, Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Komeleya Elewiyan a Demokratîk (DAD), Odeya Tabîban a Enqereyê (ATO), Partiya Kedkarên Sosyalîst (SEP), Partiya Jinûve Avakirinê ya Sosyalîst (SYKP), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Partiya Tevgera Kedkaran,  Komeleya Piştgiriya bi Enqereyê re, Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP), Partiya Pêşeroja Kesk û Çep, Partiya Şoreşger, Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP) cihê xwe girtin.
 
ŞERÎ BISEKINÎNE, JIYANA  AZAD AVA BIKE’
 
Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) bi êlegên li ser ÎHD dinivîsand, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî bi pankartên “Şer dide windakirin, aştî dide qezenckirin”, “şerî bisekinîne, jiyana azad ava bike” ketin qadê. 
 
Komeleya Mafên Mirovan bi yêlegên li ser ÎHD  dinivîsand, HDP bi pankartên “Şer dide windakirin, aştî dide qezenckirin”, “Şerî bisekinîne, jiyana azad ava bike” ketin qadê. Di korteja HDP’ê de dovizên “Ji bo jinên hevserokatiyê diparêzin azadî”, “Kuştinen jinan polîtîk in”, “Ji Makbûle Ozer re azadî”, “Ji Nûdem Dûrak re azadî” û wêneyên Denîz Poyraz hatin hilgirtin. 
 
Di qadê de gelek caran “Ji şer re na, aştî a niha”, “Bijî biratiya gelan”, “Ji kedkaran re butçe, ne ji şer re” hatin berzkirin. 
 
Mitîng bi rêzgirtinê dest pê kir û bi xwendina nivîsa Hêzên Ked û Demokrasiyê amade kiribûn domiya. Tirkiya nivîsa ku hatibû amadekirin ji rêveberê Komeleya 10’ê Cotmahê Îhsan Seylan, Kurdiya wê jî rêvebera HDP'ê Mahabat Akin xwend. 
 
Akin, bal kişand ku îro li seranserî cîhanê şer û pevçûnên çekdarî didomin û wiha got: "Ji Afrikayê heta Amerîkaya Latîn, ji Asyayê heta Rojhilata Navîn di qadeke fireh de şer didomin. Bi taybetî şerên ji Ûkraynayê heta Yemen, Sûrîye û Lîbyayê, şert û mercên jîyanî, rewşa aborî û sîyasî ya kedkar û gelan dixe bin xetereyê. Şerê Sûrîyeyê yê ku Tirkiye jî tê de bû teref, şer gur kir, bi hêzên xwe yên leşkerî bû mudaxil û dagirker, ji bo gelên Sûrîyeyê encamên pir giran derxist holê. Biryara tevîbûna şerê Sûrîyeyê, tenê ne tercîha AKP’ê ye, ji bo ku bûrjûvazîya pawankar a Tirkîyeyê bibe hêzeke herêmî û dagirkerîya ekonomîk, polîtîk û leşkerî pêk bîne ev encam derket holê. Êrîş û dagirîyên li ser Rojava û Başûrê ernîgarîya kurdan û Bakurê Sûrîyeyê, avakirina baregeh û cihên kontrolê, ketina şerê Lîbyayê, avakirina baregehên Somalî û Qatarê, hêzên leşkerî yên li Qibrisê û mudaxaleyên li ser sîyaseta Qibrisê û bernameyên perwerdehîya leşkerî ya li dehan welatan nîşaneyên heman armancê ne. Çîna sermayeyê ya Tirkîyeyê, di rêveberîya AKP’ê de li ser xwîn, hêstir û mirina mirovan bilind dibe."
 
'TIRKIYE DIXWAZE PERGALA XWESERIYÊ YA ROJAVA PERÇE BIKE'
 
Akin, diyar kir ku li Tirkîyeyê, polîtîkayên derve û hundir ên desthilatîya sîyasî, bi demê re û bi girêdayî berjewendîyên maddî dibe ku biguhere wiha berdewam kir: "Lê belê polîtîkaya sereke û naguhere ew e ku li Tirkîyeyê û derveyî Tirkîyeyê înkarkirin û tunekirina hebûn, ziman û çanda kurdan e. Ger ev ne pêkan be ku were kirin, wê demê tunekirina vîna kurdan û sazî û dezgehên wan ên sîyasî dibe armanc. Di encama van polîtîkayên biisrar û domdar ên serwerên Tirkîyeyê de, bi dehan salan e ku şer didome, bi deh hezaran mirov seqet man û mirin, bi milyonan kurd hatin koçkirin, çavkanîya aborî tê hebakirin, ji ber vê yekê jî şert û mercên kedkaran her ku diçe xerab dibe û xizanî, bêkarî, şovenîzm zêde dibe, maf û azadî qels dibin. Dewleta Tirkîyeyê, heman polîtîkayên xwe li Rojava û Başûr jî bi xedarî dimeşîne. Dixwaze ku pergala xweserîyê ya Rojava ya ku li ser azadîya jinê, wekhevîya gelan û sekuler perçe bike û ji hole rake.Versîyoneke din a vê polîtîkayê jî li başûr tê meşandin. Li ser Herêmên ku di bin kontrola tevgera azadîya kurdan de  ye bi domdarî êrîşên leşkerî tên kirin. Li vê herêmê bi dehan cihên kontrolê û baregeh hatine avakirin. Li ser erdê Iraqê yê fermî, bi awayekî fiêlî qadeke dagirîyê çêdike. Ji alîyê din ve li herêmê, berjewendîyên berpirsîyarên şer ên mîna Tirkîye, hêzên herêmî û gerdînî, bûne sedema qirkirin û sirgûna Kurd, Êzidî, Ereb, Ermen û Suryan. Her wiha bûne sedema gelek sûcên mirovahîyê."
 
JI BO WEKHEVÎ Û AZADIYA GELAN: AŞITÎ
 
Akin, axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: "Aşitî: Daxwaza bilez û jîyanî, aşitî daxwazeke hevpar e û daxwaza kesên kedkar, gelên ku wekhevî û azadî dixwazin, civaka elewî û bawerîyên din e. Şer, ji bo gelan hilweşan, mirin û qirkirin e. Ji bo kedkaran jî xizanî, bêkarî, tunekirina jîyana ciwanan û pêşeroja wan e. Ji ber vê yekê, pêwîst e ku tevgereke aşitîyê ya ku bi milyonan pêk tê û tê de kedkar, civatên bawerîyan, ciwan, jin, LGBTÎ+ cih digirin were avakirin. Ev jî peywireke bilez û jîyanî ya hemû hêzên demokrat, welatparêz, şoreşger û sosyalîstan e. Ji bo têkoşîna li hemberî xizanî û hejarîyê; AŞITÎ, ji bo wekhevî û azadîya gelan; AŞITÎ, ji bo çareserîya demokratîk û sîyasî ya pirsgirêka Kurd; AŞITÎ, ji bo ku ciwan bi awayekî hêvîdar li pêşerojê binihêrin; AŞITÎ, ji bo ku tundîya mêran jî tê de û hemû cure tundî ji holê rabin; AŞITÎ, ji bo ku têkoşîna li hemberî kedxwarîya kapîtalîst bi pêş bixin; AŞITÎ
ji bo maf û azadîyên me bi pêş bikeve; AŞITÎ."
 
Piştî xwendina metnê hevpar dirûşmeyên li dijî şer bilind bûn. Mitîng bi derketina ser dikê ya Koma Gazel bi dawî bû. 
 

Sernavên din

07/09/2022
10:12 Ferhad Şamî: Li Kampa Holê nifşê sêyemîn ê herî xeternak ê DAIŞ`ê radibe
09:02 Amedî: Girtiyên nexweş ji ber kurdbûna xwe nayên berdan
09:02 Astengiyên şirîdên zer ên qeyûm!
09:02 Bertekên li dijî girtina Guzelê: Ev perpitînên dawî yên desthilatê ne
09:00 ROJEVA 7'Ê ÎLONA 2022'YAN
06/09/2022
21:56 Gokhan Yildirim: Xeta berxwedanê mirov bi ser dixe
20:30 Li Omeriya 4 esker û cerdevanek birîndar bûn
19:51 Danişîna doza rojnamevan Kaya hat taloqkirin
17:59 Di doza Hêlîn Şenê de daxwaza ji bo girtina bersûc cardin hat redkirin
17:12 Tanrikûlû yê şahid ew nas nekir bi hedef nîşandana Soylû hate girtin
17:04 Di teqîna li Pîşesaziya Dîlokê de 2 karker jiyana xwe ji dest dan
16:57 ‘Bila daxwazên girtiyên di çalakiya greva birçîbûnê de bên bicihanîn’
16:11 Li Semsûrê û Stenbolê şermezarkirin: Semra Guzel iradeya me ye!
15:44 Doza Kobanê: Pirsgirêka kurd wê bi îtîrafkaran çareser bibe?
15:25 ‘Cara çaran e bi heman îdiayan têm girtin’
15:03 Li Girtîgeha Bafrayê mafên bingehîn tên binpêkirin!
14:04 Jinên HDP’î: Gelê kurd tu car serî netewandiye natewîne jî
13:20 ’Girtî bi destê dewletê tên qetilkirin’
13:14 Li Girtîgeha Jinan a Amedê mirineke biguman
12:35 Li Rihayê qezaya trafîkê çêbû: 2 kes mirin
12:15 Malbatên girtiyan: Heke Wezîre Edaletê nikarê erka xwe bi cih bîne bila îstîfa bike
12:07 Gelo Mobeseyê kuştina Kara qeyd kir?
12:03 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:46 Li herêma Omeriya şer û pevçûnên dijwar diqewimin
11:44 Malbata Şenyaşar: Yên ku tişta pêwîst nakin şirîkên vê zilmê ne
11:22 Tifaqa Ked û Azadiyê: Dem dema tacîdarkirina têkoşînê ya bi serkeftinê ye
09:57 Hêzên PDK’ê li Xelîfanê êrişî komeke endamên HPG’ê kir
09:08 Rojnameyan nadin rojnamevanên girtî
09:07 Ji bo meşa li dijî qirkirina xwezayê bang kirin: Em jiyanê biparêzin
09:06 Başaran: Ya li hemberî Guzelê hat kirin wêneyê rejîma faşîst bû
09:05 'Dibêjin 'çûk jî li ser sînor nafirin', lê ev tiryak çawa ji sînor derbas dibe?'
09:05 Pîlotê teqawidbûyî Altan: Çareseriya li Sûriyeyê ne Esad e ne jî Erdogan e
09:00 ROJEVA 6'Ê ÎLONA 2022'YAN
05/09/2022
21:41 Li Rihayê jinek hat qetilkirin
21:14 Gokhan Yildirim ê di rojiya mirinê de hat berdan
20:04 Li Wanê mirineke bi guman
20:02 Di skorskya ket de çawîşekî pispor miriye
19:33 ÎHD’ê kesên ku îşkence li Guzelê kirin gilî kir
18:45 Herêma Omeriya bi balafirên şer hat bombekirin
17:43 Di salvegera erdheja Licê de erdhejên gengaz bibîr xistin
17:17 Siyasetmedarê kurd Alver jiyana xwe ji dest da
17:06 Polîsê ku Adem Kara kuşt hate girtin
16:51 Ozkan ê ji nexweşxaneyê derxistin bi kelemçeyê birin girtîgehê
16:32 Greva birçîbûnê ya girtiyên nexweş di roja 9’emîn de ye
16:25 Malbatên girtiyan ji Sîncanê bang kirin: Bêhiqûqiyan bi dawî bikin
15:59 Nerazîbûnên Semra Guzel: Kurd serî natewînin
15:31 ‘Bila kuştina Adem Kara bê ronîkirin’
15:25 Ji bo Meşa Cûdî bang kirin: Hemanên ekolojîk bi şer ji holê tê rakirin
14:11 Semra Guzel: Muxalefet jî perçeyek ji vî karî ye
13:01 Ferît Şenyaşar: Ev şerma rayedarên dewletê ye
12:38 ‘Doza Çepikan’ a jinan dê sibê bê dîtin
11:58 ANF: Di 3 rojan de 3 helîkopter hatin xistin
11:30 Di êrişên Tirkiyê de 110 sivîlan jiyana xwe ji dest dan
11:14 Bêcezatî tundiyê zêde dike: Di meha tebaxê de 30 jin û 6 zarok hatin qetilkirin
10:56 Wezareta Parastinê: Helîkoptereke Skorsky ji ber ‘pirsgirêkên teknîkî’ ket
10:32 Girtiyê nexweşê giran Ozkan ê 83 salî rakirin nexweşxaneyê
09:02 Şîrketên madenê xwezaya Pîranê wêran dikin
09:01 Turk: Hewldana dîmenên sertewandinê nîşaneya dijminatiya kurdan e
09:01 ‘Semra Guzel nîşan da ku kurd û jin serî natewînin’
09:00 20 rojnamevan bi îbareya ‘veşarî’ hatine fîşkirin
09:00 ROJEVA 5'Ê ÎLONA 2022'YAN
04/09/2022
23:55 Xelatên Tûrnûvaya Kemal Kûrkût diyarî rojnamevanên girtî hat kirin
19:38 Polîsan di binçavan de gefa kuştinê li ciwanê HDP’yî xwarin
18:23 Ji Semra Guzel peyam: Biryar siyasî ye, em ê bi ser bikevin
17:04 Hate îdiakirin ku jina ciwan întîhar kiriye
16:29 Li Metînayê piştî bombebaranê şewat derket
16:19 7 partî û rêxistin: Em ê xwedî li vîna gel derkevin
16:08 ‘Em ê heta dawî vîna xwe biparêzin’
15:12 Baroya Şirnexê û Colemêrgê ji bo Semra Guzelê daxuyanî da
15:02 DAKAP: Bila desthilata mêr baş bizanibe ku em jin serî natewînin
13:35 Bûldan: Semra Guzel serê xwe netewand, ji desthilatê re bû ders
12:27 Malbata Şenyaşar: Em tenê edaletê dixwazin
12:26 Li Zapê helîkoptereke din hate xistin
12:06 DFG: 2 rojnamevanên din hatin girtin, hejmara rojnamevanên girtî derket 79'an
11:31 ‘Semra Guzel vîna 6 milyon hilbijêran e’
10:50 Bi çekê gef li rojnamevanan xwarin: Divê rêxistinê pîşeyî deng derxînin
10:03 Li Wanê bikaranîna hişbirê zêde bûye: Li ber deriyê dibistanan tê firotin
09:08 Rojnamevanê girtî Ataman: Lêgerîna tazî li min kirin
09:06 Li girtîgehê silavdayîn jî hatiye qedexekirin!
09:05 Li dijî lîsteya terorê 23 hezar îmze berhev kirine
09:01 Midûra Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Silopiyayê: Li herêmê tundî tê nixumandin
09:00 29 sal derbas bûn: Hem êşa wî hem jî serbilindiya wî mezin e
09:00 ROJEVA 4'Ê ÎLONA 2022'YAN
03/09/2022
22:55 Parlementera HDP'ê Semra Guzel hat girtin
22:17 Semra Guzel: Xwestin serî bitewînim, lê min netewand
20:12 Semra Guzel bi daxwaza girtinê sewqî dadgeriyê hat kirin
18:59 Îfadeya Semra Guzelê ya li dozgeriyê bi dawî bû
18:49 Binçavkirina Semra Guzelê şermezar kirin
16:59 Di çalakiya malbatên girtiyan de tundî û binçavkirin
16:36 Li Zapê helîkopterek Skorsky hat xistin
16:32 Li Stenbol, Îzmîr û Enqereyê banga berdana girtiyên nexweş kirin
16:32 Li Êlihê li kujerên Sîncar, Kiliç û Ozdemîr hatin pirsîn
15:26 Hewldan ku serê Semra Guzel bitewînin
14:57 Erdogan, bi Putin re axivî
14:51 Dayikên Şemiyê dê giliyê polîsên êriş birin ser wan bikin
13:43 Hat îdiakirin ku li Hezexê 2 leşker bi ‘xeletî’ birîndar bûne
13:24 Baroya Mêrdînê: Divê ji bo kuştina Kara lêpirsîn bê destpêkirin
13:17 Xizmên Windakiriyan xwestin kujerên Hatîce Atalay bên dîtin
12:58 Meclisa Jinan a HDP’ê: Semra Guzel îradeya me ye
12:51 Ji bo serlêdanên Xelatên Rojnamegeriyê yên Mûsa Anter hefteyek ma