NAVENDA NÛÇEYAN - Bi sedan kesên li Qada El Kerama ya Siwêdayê kom bûn, xwestin ku kesên hatine revandiyan bên berdan.
Bi sedan şêniyên Siwêdayê xwepêşandanek li Qada El Kerama li dar xistin. Xwepêşandêran daxwaza serbestberdana tevahî kesên hatine revandin kirin û xwestin ku der barê sûcên ku di Tîrmehê de hatine kirin, lêpirsîneke navneteweyî ya serbixwe bê vekirin.
Xwepêşandêran pankartên li dijî hikumeta veguhêz vekirin û daxwaza mafên çarenûsê kir.