Li Kadikoyê bi sedan kesî li dijî şer îşaret bi aştiyê kir

img

STENBOL -  Li Kadikoyê bi sedan kes bi boneya 1'ê Îlonê li hev civiyan û li dijî şer îşaret bi aştiyê kir. Her wiha polîsan mudaxileyî girseyê kir û gelek kes binçav kirin. 

 
Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê yên Stenbolê bi boneya 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê li Qada Îskele ya Kadikoyê bi dirûşmeya "Şer windakirin, aştî serketin e" çalakiyek girseyî li dar xist. Hêzên kedê, karker, siyasetmedar, endamên Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê, xizmên girtiyan ên Nobeda Edaletê, Dayikên Şemiyê, nûnerên saziyên jinan, parêzer, parêzvanên mafên mirovan, jin, ciwan û gelek kes beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de pankartên li ser "Jin jiyan azadî", "Jin jiyan aştî”, “Ne şer, ne dagirkerî, ne çek, ne polîtîkayên berfirehkirinê, aştî”, “Azadî ji kurdan re, aştî ji Rojhilata Navîn re”, “Bimire şovenîzma neteweya serdest" nivîsandî hatin vekirin. Bi sedan kesên bi ala û tilîliyên xwe li qadê kom bûn dirûşmeyên "Şer na, aştî", "Li dijî faşîzmê mil bi mil" berz kirin.
 
WELATIYAN BERTEK NÎŞANÎ BINÇAVKIRINÊ DAN
 
Polîsan bi bariyeran derdora qada ku çalakî lê hat lidarxistin girt. Qad bi gelek wesayîtên binçavkirinê û wesayîtên TOMA'yê hat dorpêçkirin û li têketina qadê noqteyên lêgerînê hatin çêkirin. Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) xwestin li ber Îskeleya Emînonûyê kortejekê çêbikin. Dayikên Aştiyê, xizmên girtiyan ên Nobeda Edaletê û gelek jinan ên di korteja TJA'yê de, dowîzên li ser "Şer mirin û aştî jiyan e" û "Jin jiyan azadî" nivîsandî hilgirtin. Endamên TJA'yê yên ku polîsan destûr neda wan ku li ber îskeleyê bimeşin, li vir hatin dorpêçkirin. Di vê navberê de dayik û jinan jî dirûşmeyên "Em dayik in, em aştîxwaz in" û "Aştî" berz kirin. Rojnamegerên ku dîmen digirtin jî ji aliyê polîsan ve hatin derbkirin û ji qadê hatin dûrxistin.
 
Piştre Dayika Aştiyê Zeynep Calihan û rojnamegera bi navê Zîlan jî di nav de 4 kes hatin derbkirin û polîsan ji paş de destên wan kelemçe kirin û ew binçavkirin. Dema ku polîsan hewl dida bi darê zorê wan li wesayîtê siwar bikin, bi sedan kesên li qadê bi berzkirina dirûşmeyên "Dayik rûmeta me ne", "Bijî berxwedana dayikan" û "Jin jiyan azadî" bertek nîşanî binçavkirinê dan.
 
'SILAV SILAV HEZAR SILAV JI ÎMRALIYÊ RE'
 
Girseya li qadê demek dirêj li dijî "komkujî û îşkenceyên li girtîgehan" dirûşme berz kirin. Bi sedan kes bi dirûşmeya "Silav silav ji Îmraliyê re hezar silav" Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan silav kirin. Her wiha girseyê ji bo Hakan Arslan ê ku 7 sal şûn de cenazeyê wî di kîsikekî de radestî bavê wî hat kirin, dirûşmeyên "Hakan Arslan Nemir e" û "Şehîd Namirin" berz kirin.
 
‘DAYIK RÛMETA ME NE'
 
Li aliyê din girseya li qadê jî diyar kir ku heta dayik neyên wê çalakiyê li dar nexin û got: “Em binçavkirina dayikên doza aştiyê dikin qebûl nakin.” Di vê navê de girseyê jî tim û tim dirûşmeyên "Bijî berxwedana zindanan", "Girtiyên siyasî rûmeta me ne", "Bijî berxwedana dayikan", "Jin jiyan azadî", "AKP wê hesab bide gel" berz kirin. Piştre bi sedan kesên li qadê ji bo kesên di binçavan de bînin bi dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan”, “Li dijî faşîzmê mil bi mil” û  “Kurdistan wê ji faşîzmê re bibe goristan” ber bi Îskeleya Emînonuyê ve meşiyan. 
 
Jineke ku li ber Îskeleya Emînonuyê alaya HDP'ê hilgirtibû jî bi îşkenceyê hat binçavkirin. Paşê Dayikên Aştiyê û xizmên girtiyan ên Nobeda Edaletê jî di nav de nêzî 75 kes hatin binçavkirin û destên wan ji paş ve hat kelemçekirin. 
 
Li qadê dirûşmeyên "Bijî berxwedana zindanan", "Kurdistan wê ji faşîzmê re bibe goristan", "AKP wê hesab bide gel" hatin berzkirin. Girseyê destnîşan kir ku ew binçavkirina Dayikên Aştiyê û xizmên girtiyan û nêzî 80 kesên din şermezar dike û ji ber vê dê daxuyaniyê nede. Girseyê çalakiya xwe bi berzkirina dirûşmeya "Bijî berxwedana dayikan" û bi tilîliyan bi dawî kir. 

Sernavên din

07/09/2022
10:12 Ferhad Şamî: Li Kampa Holê nifşê sêyemîn ê herî xeternak ê DAIŞ`ê radibe
09:02 Amedî: Girtiyên nexweş ji ber kurdbûna xwe nayên berdan
09:02 Astengiyên şirîdên zer ên qeyûm!
09:02 Bertekên li dijî girtina Guzelê: Ev perpitînên dawî yên desthilatê ne
09:00 ROJEVA 7'Ê ÎLONA 2022'YAN
06/09/2022
21:56 Gokhan Yildirim: Xeta berxwedanê mirov bi ser dixe
20:30 Li Omeriya 4 esker û cerdevanek birîndar bûn
19:51 Danişîna doza rojnamevan Kaya hat taloqkirin
17:59 Di doza Hêlîn Şenê de daxwaza ji bo girtina bersûc cardin hat redkirin
17:12 Tanrikûlû yê şahid ew nas nekir bi hedef nîşandana Soylû hate girtin
17:04 Di teqîna li Pîşesaziya Dîlokê de 2 karker jiyana xwe ji dest dan
16:57 ‘Bila daxwazên girtiyên di çalakiya greva birçîbûnê de bên bicihanîn’
16:11 Li Semsûrê û Stenbolê şermezarkirin: Semra Guzel iradeya me ye!
15:44 Doza Kobanê: Pirsgirêka kurd wê bi îtîrafkaran çareser bibe?
15:25 ‘Cara çaran e bi heman îdiayan têm girtin’
15:03 Li Girtîgeha Bafrayê mafên bingehîn tên binpêkirin!
14:04 Jinên HDP’î: Gelê kurd tu car serî netewandiye natewîne jî
13:20 ’Girtî bi destê dewletê tên qetilkirin’
13:14 Li Girtîgeha Jinan a Amedê mirineke biguman
12:35 Li Rihayê qezaya trafîkê çêbû: 2 kes mirin
12:15 Malbatên girtiyan: Heke Wezîre Edaletê nikarê erka xwe bi cih bîne bila îstîfa bike
12:07 Gelo Mobeseyê kuştina Kara qeyd kir?
12:03 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:46 Li herêma Omeriya şer û pevçûnên dijwar diqewimin
11:44 Malbata Şenyaşar: Yên ku tişta pêwîst nakin şirîkên vê zilmê ne
11:22 Tifaqa Ked û Azadiyê: Dem dema tacîdarkirina têkoşînê ya bi serkeftinê ye
09:57 Hêzên PDK’ê li Xelîfanê êrişî komeke endamên HPG’ê kir
09:08 Rojnameyan nadin rojnamevanên girtî
09:07 Ji bo meşa li dijî qirkirina xwezayê bang kirin: Em jiyanê biparêzin
09:06 Başaran: Ya li hemberî Guzelê hat kirin wêneyê rejîma faşîst bû
09:05 'Dibêjin 'çûk jî li ser sînor nafirin', lê ev tiryak çawa ji sînor derbas dibe?'
09:05 Pîlotê teqawidbûyî Altan: Çareseriya li Sûriyeyê ne Esad e ne jî Erdogan e
09:00 ROJEVA 6'Ê ÎLONA 2022'YAN
05/09/2022
21:41 Li Rihayê jinek hat qetilkirin
21:14 Gokhan Yildirim ê di rojiya mirinê de hat berdan
20:04 Li Wanê mirineke bi guman
20:02 Di skorskya ket de çawîşekî pispor miriye
19:33 ÎHD’ê kesên ku îşkence li Guzelê kirin gilî kir
18:45 Herêma Omeriya bi balafirên şer hat bombekirin
17:43 Di salvegera erdheja Licê de erdhejên gengaz bibîr xistin
17:17 Siyasetmedarê kurd Alver jiyana xwe ji dest da
17:06 Polîsê ku Adem Kara kuşt hate girtin
16:51 Ozkan ê ji nexweşxaneyê derxistin bi kelemçeyê birin girtîgehê
16:32 Greva birçîbûnê ya girtiyên nexweş di roja 9’emîn de ye
16:25 Malbatên girtiyan ji Sîncanê bang kirin: Bêhiqûqiyan bi dawî bikin
15:59 Nerazîbûnên Semra Guzel: Kurd serî natewînin
15:31 ‘Bila kuştina Adem Kara bê ronîkirin’
15:25 Ji bo Meşa Cûdî bang kirin: Hemanên ekolojîk bi şer ji holê tê rakirin
14:11 Semra Guzel: Muxalefet jî perçeyek ji vî karî ye
13:01 Ferît Şenyaşar: Ev şerma rayedarên dewletê ye
12:38 ‘Doza Çepikan’ a jinan dê sibê bê dîtin
11:58 ANF: Di 3 rojan de 3 helîkopter hatin xistin
11:30 Di êrişên Tirkiyê de 110 sivîlan jiyana xwe ji dest dan
11:14 Bêcezatî tundiyê zêde dike: Di meha tebaxê de 30 jin û 6 zarok hatin qetilkirin
10:56 Wezareta Parastinê: Helîkoptereke Skorsky ji ber ‘pirsgirêkên teknîkî’ ket
10:32 Girtiyê nexweşê giran Ozkan ê 83 salî rakirin nexweşxaneyê
09:02 Şîrketên madenê xwezaya Pîranê wêran dikin
09:01 Turk: Hewldana dîmenên sertewandinê nîşaneya dijminatiya kurdan e
09:01 ‘Semra Guzel nîşan da ku kurd û jin serî natewînin’
09:00 20 rojnamevan bi îbareya ‘veşarî’ hatine fîşkirin
09:00 ROJEVA 5'Ê ÎLONA 2022'YAN
04/09/2022
23:55 Xelatên Tûrnûvaya Kemal Kûrkût diyarî rojnamevanên girtî hat kirin
19:38 Polîsan di binçavan de gefa kuştinê li ciwanê HDP’yî xwarin
18:23 Ji Semra Guzel peyam: Biryar siyasî ye, em ê bi ser bikevin
17:04 Hate îdiakirin ku jina ciwan întîhar kiriye
16:29 Li Metînayê piştî bombebaranê şewat derket
16:19 7 partî û rêxistin: Em ê xwedî li vîna gel derkevin
16:08 ‘Em ê heta dawî vîna xwe biparêzin’
15:12 Baroya Şirnexê û Colemêrgê ji bo Semra Guzelê daxuyanî da
15:02 DAKAP: Bila desthilata mêr baş bizanibe ku em jin serî natewînin
13:35 Bûldan: Semra Guzel serê xwe netewand, ji desthilatê re bû ders
12:27 Malbata Şenyaşar: Em tenê edaletê dixwazin
12:26 Li Zapê helîkoptereke din hate xistin
12:06 DFG: 2 rojnamevanên din hatin girtin, hejmara rojnamevanên girtî derket 79'an
11:31 ‘Semra Guzel vîna 6 milyon hilbijêran e’
10:50 Bi çekê gef li rojnamevanan xwarin: Divê rêxistinê pîşeyî deng derxînin
10:03 Li Wanê bikaranîna hişbirê zêde bûye: Li ber deriyê dibistanan tê firotin
09:08 Rojnamevanê girtî Ataman: Lêgerîna tazî li min kirin
09:06 Li girtîgehê silavdayîn jî hatiye qedexekirin!
09:05 Li dijî lîsteya terorê 23 hezar îmze berhev kirine
09:01 Midûra Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Silopiyayê: Li herêmê tundî tê nixumandin
09:00 29 sal derbas bûn: Hem êşa wî hem jî serbilindiya wî mezin e
09:00 ROJEVA 4'Ê ÎLONA 2022'YAN
03/09/2022
22:55 Parlementera HDP'ê Semra Guzel hat girtin
22:17 Semra Guzel: Xwestin serî bitewînim, lê min netewand
20:12 Semra Guzel bi daxwaza girtinê sewqî dadgeriyê hat kirin
18:59 Îfadeya Semra Guzelê ya li dozgeriyê bi dawî bû
18:49 Binçavkirina Semra Guzelê şermezar kirin
16:59 Di çalakiya malbatên girtiyan de tundî û binçavkirin
16:36 Li Zapê helîkopterek Skorsky hat xistin
16:32 Li Stenbol, Îzmîr û Enqereyê banga berdana girtiyên nexweş kirin
16:32 Li Êlihê li kujerên Sîncar, Kiliç û Ozdemîr hatin pirsîn
15:26 Hewldan ku serê Semra Guzel bitewînin
14:57 Erdogan, bi Putin re axivî
14:51 Dayikên Şemiyê dê giliyê polîsên êriş birin ser wan bikin
13:43 Hat îdiakirin ku li Hezexê 2 leşker bi ‘xeletî’ birîndar bûne
13:24 Baroya Mêrdînê: Divê ji bo kuştina Kara lêpirsîn bê destpêkirin
13:17 Xizmên Windakiriyan xwestin kujerên Hatîce Atalay bên dîtin
12:58 Meclisa Jinan a HDP’ê: Semra Guzel îradeya me ye
12:51 Ji bo serlêdanên Xelatên Rojnamegeriyê yên Mûsa Anter hefteyek ma