Birayê girtiyê nexweş Yalçin: Ev meseleya hemû civakê ye

img

AMED – Fuat Yalçin, birayê girtiyê nexweş Adnan Yalçin ê 26 sal in girtiye, diyar kir ku nexweşînên giran li birayê wî peyda bûne, lê dîsa jî nayê berdan. Yalçin ji bo rewşa girtiyên nexweş bang kir: Ev pirsgirek a hemû civakê ye. Heta gel xwedî li girtîgehan dernekeve û piştgiriyê nede dê tu encamek bi dest nekeve."

 
Li gor rapora Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) li Tirkiyeyê 651 jê girtiyên nexweşiya wan giran bi giştî hezar û 517 girtiyên nexweş hene. Girtiyên nexweş, her çend nexweşiyên wan giran in û raporên wan ên "nikarin di girtîgehê de bimînin" hene jî nayên berdan û gelek ji wan di girtîgehê de jiyana xwe ji dest didin. Ji van girtiyan yek jê jî Adnan Yalçin e. 
 
Yalçin, di sala 1996’an de ji ber kar û barên xwe yên siyasî li Mêrsînê hatiye û ew şandine Girtîgeha Konyayê ya Tipa E'yê. Yalçin, salekê li Konyayê maye û piştre ew sirgûnî Girtîgeha Kurkçuler a Edeneyê kirine. Piştî 4 salan li vir dimîne bi dorê sirgûnî girtîgeha Nevşehîr, Mereş, Dîlok, Ceyhan a Edeneyê Goksû ya Mereşê, Semsûr, Çewligê û Amedê hatiye kirin û ji vir jî di sala 2016'an de sirgûnî Dîlokê hatiye kirin. Yalçin ku niha di Girtîgeha Dîlokê ya Tîpa H'yê de ye, di 26 salên girtîgehê de gelek nexweşîn lê peyda bûne. 
 
BI MIRINE RE RÛ BI RÛ NE
 
Fûat Yalçin, birayê Adnan Yalçin, anî ziman ku birayê wî di sala 1996’an de hatiyê girtin û heya niha sirgûnî gelek girtîgehan hatiye kirin. Yalçin da zanîn ku birayê wî berî bê girtin siheta wî baş bûye, lê di girtîgehê de gelek nexweşî lê peyda bûne. Yalçin diyar kir ku heya niha ji bo berdana birayê xwe gelek caran selrêdan kirine lê tu encam wernegirtine û wiha got: “Nexweşiya penceşêrê derbas kir, qeyrana dil derbas kir. Zerik pê re heye, fitiq pê re heye. Ji ber penceşêrê, ji roviyên xwe emeliyat bû û hê jî tenduristiya wî nebaş e. Girtiyên nexweş nayên dermankirin. Em malbat pê re eleqedar dibin, lê ji aliyê dewletê ve tu çareyek tune ye. Em dibînin ku her roj ji girtîgehan tabût dertên. Daxwaza me ew e ku girtiyên nexweş bên berdan û bên dermankirin. Me gelek caran serdan kirin û daxwazname şandin, lê heta niha tu encamek bi dest neketiye. Girtiyan nabin nexweşxaneyê û derman nakin, wan bi mirinê re rû bir û dihêlin. Heke girtiyên nexweş neyên berdan wê her roj cenaze ji girtîgehan derkevin.”
 
‘BIRYARÊN ATK'Ê SIYASÎ NE’
 
Di berdewama axaftina xwe de Yalçin anî ziman ku birayê wî sewqî Saziya Tiba  Edlî (ATK) ya Stenbolê hatiye kirin, lê dîsa jî nehatiye berdan. Yalçin destnîşan kir ku biryarên ATK'ê ne li gor hiqûq û edaletê ne û wiha bertêk nîşan da: “Ew biryar tevahî siyasî ne. Heke ne siyasî bûna, girtiyekî nexweş tevî ku nexweşiya wî giranê û nexweşiya pênceşêre derbas kiriye wê bihata berdan. Birayê min got 'ez neçûma baştir bû', guh lê nekirine. 5 rojan di rê de mane. Lê tu encamek jê derneket.” 
 
‘BI SIRGÛNKIRINÊ MALBAT JÎ TÊN CEZA KIRIN’
 
Yalçin bilêv kir ku neberdana girtiyên nexweş bi tena serê xwe îşkence ye û wiha pê dê çû: “Îşkence ne tenê fîzîkî ye, heke tu girtiyêkî nexweş 26 salan di zindanê de bihêlî, ev bi tena serê xwe îşkence ye. Birayê min heya niha sirgûnî bi dehan girtîgehan hatiye kirin. Herî dawî jî ji Girtîgeha Amedê sirgûnî Girtîgeha Dîlokê ya Tipa L kirin û ji wir jî piştî 4-5 mehan ew sirgûnî Girtîgeha Dîlokê ya Tipa H'yê kirin. Sirgûnkirina girtiyan di heman demê de cezakirina malbatan e jî. Hem ji aliyê aborî hem jî ji aliyê rê malbat zehmetiyan dikişînin. Helbet malbat wê erkê bicih tînin. Em jî mehê carekê diçin ji bo hevdîtinê û hefte carekê jî li ser telefon bi hev re diaxivin.”
 
BERXWEDANA LI ZINDANAN
 
Yalçin diyar kir ku dewlet bi polîtikayên sirgûnê dixwaze tekoşîna girtiyan bişkîne û axaftina xwe wiha domand. “Armanc ew e ku girtiyan ji fikir û ramanên wan dûr bixin. Lê 26 sal e ne birayê min û ne jî girtiyên din di fikir û ramanên xwe de bi qasî serê derziyê jî paş de gav neavêtine û li hemberî wan di nav berxwedanek bêhempa de ne. Dîrokek zindanê heye, ji  salên 1980’yî heta niha zindan bûye cihê berxwedanê. Girtiyan bi berxwedanê mafê xwe bi dest xistine. Dewletê tu car negotiye ku ew mafê we ye. Ew berxwedan hê jî berdewam e. “
 
BANGAWAZÎ
 
Di dawiya axaftina xwe de Yalçin bal kişand ser çalakiya "Nobeda Edaletê" ku xizmên girtiyan ji bo berdana girtiyên nexweş û girtiyên înfazên wan tên şewitandin li dar dixin û ji bo xwedî derketina li girtiyan bang kir: “Ev pirsgirek a hemû  civakê ye. Lewma divê hemû civak xwedî li girtiyên nexweş derkeve ku daxwazên malbatên girtiyan bi cih bên. Heta gel xwedî li girtîgehan dernekeve û piştgiriyê nede dê tu encamek bi dest nekeve. Ji ber wê divê tevahiya civakê li hemberî vê pirgsirêkê bertekê nîşan bide."
 

Sernavên din

07/09/2022
10:12 Ferhad Şamî: Li Kampa Holê nifşê sêyemîn ê herî xeternak ê DAIŞ`ê radibe
09:02 Amedî: Girtiyên nexweş ji ber kurdbûna xwe nayên berdan
09:02 Astengiyên şirîdên zer ên qeyûm!
09:02 Bertekên li dijî girtina Guzelê: Ev perpitînên dawî yên desthilatê ne
09:00 ROJEVA 7'Ê ÎLONA 2022'YAN
06/09/2022
21:56 Gokhan Yildirim: Xeta berxwedanê mirov bi ser dixe
20:30 Li Omeriya 4 esker û cerdevanek birîndar bûn
19:51 Danişîna doza rojnamevan Kaya hat taloqkirin
17:59 Di doza Hêlîn Şenê de daxwaza ji bo girtina bersûc cardin hat redkirin
17:12 Tanrikûlû yê şahid ew nas nekir bi hedef nîşandana Soylû hate girtin
17:04 Di teqîna li Pîşesaziya Dîlokê de 2 karker jiyana xwe ji dest dan
16:57 ‘Bila daxwazên girtiyên di çalakiya greva birçîbûnê de bên bicihanîn’
16:11 Li Semsûrê û Stenbolê şermezarkirin: Semra Guzel iradeya me ye!
15:44 Doza Kobanê: Pirsgirêka kurd wê bi îtîrafkaran çareser bibe?
15:25 ‘Cara çaran e bi heman îdiayan têm girtin’
15:03 Li Girtîgeha Bafrayê mafên bingehîn tên binpêkirin!
14:04 Jinên HDP’î: Gelê kurd tu car serî netewandiye natewîne jî
13:20 ’Girtî bi destê dewletê tên qetilkirin’
13:14 Li Girtîgeha Jinan a Amedê mirineke biguman
12:35 Li Rihayê qezaya trafîkê çêbû: 2 kes mirin
12:15 Malbatên girtiyan: Heke Wezîre Edaletê nikarê erka xwe bi cih bîne bila îstîfa bike
12:07 Gelo Mobeseyê kuştina Kara qeyd kir?
12:03 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:46 Li herêma Omeriya şer û pevçûnên dijwar diqewimin
11:44 Malbata Şenyaşar: Yên ku tişta pêwîst nakin şirîkên vê zilmê ne
11:22 Tifaqa Ked û Azadiyê: Dem dema tacîdarkirina têkoşînê ya bi serkeftinê ye
09:57 Hêzên PDK’ê li Xelîfanê êrişî komeke endamên HPG’ê kir
09:08 Rojnameyan nadin rojnamevanên girtî
09:07 Ji bo meşa li dijî qirkirina xwezayê bang kirin: Em jiyanê biparêzin
09:06 Başaran: Ya li hemberî Guzelê hat kirin wêneyê rejîma faşîst bû
09:05 'Dibêjin 'çûk jî li ser sînor nafirin', lê ev tiryak çawa ji sînor derbas dibe?'
09:05 Pîlotê teqawidbûyî Altan: Çareseriya li Sûriyeyê ne Esad e ne jî Erdogan e
09:00 ROJEVA 6'Ê ÎLONA 2022'YAN
05/09/2022
21:41 Li Rihayê jinek hat qetilkirin
21:14 Gokhan Yildirim ê di rojiya mirinê de hat berdan
20:04 Li Wanê mirineke bi guman
20:02 Di skorskya ket de çawîşekî pispor miriye
19:33 ÎHD’ê kesên ku îşkence li Guzelê kirin gilî kir
18:45 Herêma Omeriya bi balafirên şer hat bombekirin
17:43 Di salvegera erdheja Licê de erdhejên gengaz bibîr xistin
17:17 Siyasetmedarê kurd Alver jiyana xwe ji dest da
17:06 Polîsê ku Adem Kara kuşt hate girtin
16:51 Ozkan ê ji nexweşxaneyê derxistin bi kelemçeyê birin girtîgehê
16:32 Greva birçîbûnê ya girtiyên nexweş di roja 9’emîn de ye
16:25 Malbatên girtiyan ji Sîncanê bang kirin: Bêhiqûqiyan bi dawî bikin
15:59 Nerazîbûnên Semra Guzel: Kurd serî natewînin
15:31 ‘Bila kuştina Adem Kara bê ronîkirin’
15:25 Ji bo Meşa Cûdî bang kirin: Hemanên ekolojîk bi şer ji holê tê rakirin
14:11 Semra Guzel: Muxalefet jî perçeyek ji vî karî ye
13:01 Ferît Şenyaşar: Ev şerma rayedarên dewletê ye
12:38 ‘Doza Çepikan’ a jinan dê sibê bê dîtin
11:58 ANF: Di 3 rojan de 3 helîkopter hatin xistin
11:30 Di êrişên Tirkiyê de 110 sivîlan jiyana xwe ji dest dan
11:14 Bêcezatî tundiyê zêde dike: Di meha tebaxê de 30 jin û 6 zarok hatin qetilkirin
10:56 Wezareta Parastinê: Helîkoptereke Skorsky ji ber ‘pirsgirêkên teknîkî’ ket
10:32 Girtiyê nexweşê giran Ozkan ê 83 salî rakirin nexweşxaneyê
09:02 Şîrketên madenê xwezaya Pîranê wêran dikin
09:01 Turk: Hewldana dîmenên sertewandinê nîşaneya dijminatiya kurdan e
09:01 ‘Semra Guzel nîşan da ku kurd û jin serî natewînin’
09:00 20 rojnamevan bi îbareya ‘veşarî’ hatine fîşkirin
09:00 ROJEVA 5'Ê ÎLONA 2022'YAN
04/09/2022
23:55 Xelatên Tûrnûvaya Kemal Kûrkût diyarî rojnamevanên girtî hat kirin
19:38 Polîsan di binçavan de gefa kuştinê li ciwanê HDP’yî xwarin
18:23 Ji Semra Guzel peyam: Biryar siyasî ye, em ê bi ser bikevin
17:04 Hate îdiakirin ku jina ciwan întîhar kiriye
16:29 Li Metînayê piştî bombebaranê şewat derket
16:19 7 partî û rêxistin: Em ê xwedî li vîna gel derkevin
16:08 ‘Em ê heta dawî vîna xwe biparêzin’
15:12 Baroya Şirnexê û Colemêrgê ji bo Semra Guzelê daxuyanî da
15:02 DAKAP: Bila desthilata mêr baş bizanibe ku em jin serî natewînin
13:35 Bûldan: Semra Guzel serê xwe netewand, ji desthilatê re bû ders
12:27 Malbata Şenyaşar: Em tenê edaletê dixwazin
12:26 Li Zapê helîkoptereke din hate xistin
12:06 DFG: 2 rojnamevanên din hatin girtin, hejmara rojnamevanên girtî derket 79'an
11:31 ‘Semra Guzel vîna 6 milyon hilbijêran e’
10:50 Bi çekê gef li rojnamevanan xwarin: Divê rêxistinê pîşeyî deng derxînin
10:03 Li Wanê bikaranîna hişbirê zêde bûye: Li ber deriyê dibistanan tê firotin
09:08 Rojnamevanê girtî Ataman: Lêgerîna tazî li min kirin
09:06 Li girtîgehê silavdayîn jî hatiye qedexekirin!
09:05 Li dijî lîsteya terorê 23 hezar îmze berhev kirine
09:01 Midûra Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Silopiyayê: Li herêmê tundî tê nixumandin
09:00 29 sal derbas bûn: Hem êşa wî hem jî serbilindiya wî mezin e
09:00 ROJEVA 4'Ê ÎLONA 2022'YAN
03/09/2022
22:55 Parlementera HDP'ê Semra Guzel hat girtin
22:17 Semra Guzel: Xwestin serî bitewînim, lê min netewand
20:12 Semra Guzel bi daxwaza girtinê sewqî dadgeriyê hat kirin
18:59 Îfadeya Semra Guzelê ya li dozgeriyê bi dawî bû
18:49 Binçavkirina Semra Guzelê şermezar kirin
16:59 Di çalakiya malbatên girtiyan de tundî û binçavkirin
16:36 Li Zapê helîkopterek Skorsky hat xistin
16:32 Li Stenbol, Îzmîr û Enqereyê banga berdana girtiyên nexweş kirin
16:32 Li Êlihê li kujerên Sîncar, Kiliç û Ozdemîr hatin pirsîn
15:26 Hewldan ku serê Semra Guzel bitewînin
14:57 Erdogan, bi Putin re axivî
14:51 Dayikên Şemiyê dê giliyê polîsên êriş birin ser wan bikin
13:43 Hat îdiakirin ku li Hezexê 2 leşker bi ‘xeletî’ birîndar bûne
13:24 Baroya Mêrdînê: Divê ji bo kuştina Kara lêpirsîn bê destpêkirin
13:17 Xizmên Windakiriyan xwestin kujerên Hatîce Atalay bên dîtin
12:58 Meclisa Jinan a HDP’ê: Semra Guzel îradeya me ye
12:51 Ji bo serlêdanên Xelatên Rojnamegeriyê yên Mûsa Anter hefteyek ma