Newroza Qersê: Li dijî tecrîdê êdî tehemûla me nema ye

img
QERS - Parlamentera HDP’ê Gulistan Kiliç Koçyîgît di Newroza Qersê de axivî û wiha got: “Ev 23 meh in tu agahî ji birêz Ocalan nayên girtin. Naxwazin hêviya aştiyê çêbibe. Li dijî tecrîda li ser birêz Ocalan êdî tehemûla me nema ye.” 
 
Yek ji navendên Newrozê ku bi pêşengtiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Çep a Kesk tê pîrozkirin jî Qers e. Newroz, bi dirûşma “Her der Newroz, her dem azadî” li Gara Qersê hat pîrozkirin. Tevî barîna berfê û hewayê sar jî bi sedan welatî hatin ba hev û bo coşeke mezin Newroz pîroz kirin. Welatiyên ji gundan hatin, ji ber berfê xwe bi zehmetî gihandin navendê. Welatî, ji du noqteyan ketin qada Newrozê. Li qada Newrozê girseyê bênavber dirûşma “Bijî Newroz” berz kirin. Gelek xwendekarên zanîngehê jî tev li pîrozbahiyê bûn. Pîrozbahiya Newrozê piştî deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. 
 
Hevserokê HDP’a Qersê Cengîz Anli ji ewil axivî û wiha got: “Xelkê Qersê her tim xwedî li vîna xwe derket û dê derkeve jî. Bi destên hev bigirin û xwedî li vîna xwe derkevin. Em Newroza xwe diyarî berxwedêrên zindanan û qurbaniyên erdhejê dikin.” 
 
PAYLAN: EM TÊKOŞÎNA RÛMETÊ DIDIN
 
Parlamenterê HDP’ê Garo Paylan jî diyar kir ku rojên zehmet derbas dikin û ev tişt anî ziman: “Lê tevî vê jî em li dijî zilmê li ber xwe didin û ser pêyan e. Tevî zilma zalim jî we gavek paşve neavêt. Em kurd in, tirk in, terekeme ne û beriya her tişekî mirov in. Tevî hemû hewldanên parçekirinê jî me li dijî zilmê bi hev re li ber xwe da û dê bi hev re li ber xwe bidin. Em ê roja 14’ê gulanê weke cejnekî pîroz bikin û dawî li vê tarîtiyê bînin. Ew dibêjin qey dema bi hezaran kes xistin zindanan em ê bitirsin û paşve gavê biavêjin. Em têkoşîna rûmetê didin. Em ê li Tirkiyeyê wekheviyê pêk bînin. Em bi hev re dê bi ser kevin. Xwe amade bikin ku heta roja hilbijartinê em bi hev re bixebitin.” 
 
‘NEWROZA HESABPIRSÎNÊ’
 
Piştre jî Parlamentera HDP’ê Gulistan Kiliç Koçyîgît bi dirûşma “jin, jiyan, azadî” derket ser dikê û wiha axivî: “Ji ber erdhejê em vê Newrozê xemgîn pêşwazî dikin. Em di şînê de ne û bihêrs in. Em dizanin bê ka kê em kuştine. Vê îktîdara faşîst em kuştin. Vê îktîdara ku rantxwir, vê îktîdara mirov û xwezayê tune dihesibîne em kuştin. Em heqê xwe li we helal nakin û hûn dê hesabê bidin. Em vê Newrozê weke Newroza hesabpirsînê pîroz dikin.” 
 
‘TEHEMÛLA KURDAN NEMA YE’
 
Bi domdarî Koçyîgît bal kişand ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev bû 23 meh em tu agahiyan ji birêz Abdullah Ocalan nagirin. Deriyên Îmraliyê hatine girtin. Naxwazin dengê birêz Ocalan were bihîstin û hêviya aştiyê çêbibe. Êdî tehemûla gelê kurd ji tecrîdê re nema ye. Ji bo ku tecrîd bi dawî bibe û girtiyên siyasî bên berdan em ê di 14’ê gulanê de bi ser kevin.” 
 
Piştî axaftinan jî agirê Newrozê hate vêxistin. Pîrozbahiya Newrozê bi stranên hunermend Kasim Taşdogan bi dawî bû. 
 

Sernavên din

23/03/2023
12:58 Li Wanê xebatên hilbijartinê dest pê kirin: Agahiyên navnîşanên xwe kontrol bikin
12:35 Li Mereşê bi pileya 5.3 erdhej çêbû
11:58 Malbata Şenyaşar: Em bi hêvî ne ku wê meha Remezanê edaletê bîne
11:27 NPG: Dixwazin beriya hilbijartinê şer bidin desptêkirin
11:10 Navendeke terapiyê ya di hundirê çiyê de: Şikeftên Xwê
10:53 65 sal e sefariya ji ermenan maye dike
10:41 Xaniyê ku rapora kêmxesar dabûnê hilweşiya
10:15 Fezlekeya rakirina parêzbendiya Aydenîz di rojeva Meclisê de ye
10:02 Doza Pirtûkxaneya Ûmût veguhezandin AYM’ê
09:02 Mexdûrên erdhejê bêpaşîv rojî girtin
09:02 Li Îzmîrê avahiyên 45 nexweşxaneyan bi xetereyê re rû bi rû ne
09:01 'Em nikarin ji bo meha Remezanê jî tiştekî bikirin'
09:00 Kursiya biteker nedane girtiyê ku destekî wî û lingekî wî tune ne
09:00 Rojnamevan Naroûyî: Gelê Îranê dê her li qadan be
09:00 ROJEVA 23'YÊ ADARA 2023'YAN
08:59 Li gundê Kulice yê di navbera Mahabad û Bokanê de coşa Newrozê
08:44 Derbarê îşkenceya li Licê de lêpirsîn hat destpêkirin
22/03/2023
22:07 Li Gever û Rûbarokê Newroz hat pîrozkirin
21:01 Li Qoserê du malbatên xeydan li hev hatin
19:48 Hevserokê Giştî yê DBP'ê Bayindir ji girtîgehê derket
19:28 Girtiyê nexweş Abdulhalîm Kirtay piştî 30 salan ji girtîgehê derket
18:42 Li ber NY'yê daxwaza ji bo azadiya Abdullah Ocalan
17:45 Bernamzatê HDP'ê Ferît Şenyaşar: Ez ê bibim dengê hemû kesên ku rastî bêedaletiye hatine
16:59 MSD: Berpirsyarê komkujiya li Efrînê dewleta tirk û amûrên wê ne
16:48 Hevşaredarên Êlihê: Em ê dawî li vê pergala zilmê bînin
16:40 Baroya Amedê polîsên îşkence li zarok kirine gilî kir
16:30 Sancar û Klingbeil daxuyaniya hevpar da: Zextên siyasî nayên qebûlkirin
16:22 Ferît Şenyaşar ji bo bernamzetiya HDP’ê serlêdan kir
16:07 Li dijî Buroya Têkiliyan a Hilbijartinê ya HDP’ê êriş hate kirin
15:58 Mazlum Ebdî: Em ê heta dawiyê Şoreşa Rojava biparêzin
15:15 10 DAIŞ’î li Kerkûkê hatin girtin
15:13 Zarok îşkence kirin, gef li bavê wî xwarin: Hûn Torosên Spî dixwazin!
14:39 Danişîna peywirdarê cemaweriyê ku zarokek tacîz kiribû hate taloqkirin
14:18 Tifaqa Ked û Azadiyê: Em ê vê pergalê biguherînin
14:17 Ji bo dosyaya jinên binçavkirî biryara bisînorkirinê hate dayîn
14:03 6 kesên beriya Newrozê li Amedê hatibûn binçavkirin hatin berdan
13:56 Malbata Şenyaşar: Yildiz di bin parastina parlamenterê AKP’î de emeliyat bûye
13:51 ‘Di dîrokê de cara ewile Gola Wanê ewqas vedikişe’
13:08 Li Hezexê du malbat bi şer çûn: 10 kes birîndar bûn
12:43 Hevserokê Giştî yê DBP’ê Bayindir hate tehliyekirin
12:25 Ji bo rojnamegerên girtî Xelata Rojnamegeriyê ya Metîn Goktepe
12:20 Kesên di Newroza Amedê de hatibûn binçavkirin hatin berdan
11:59 Li ser gora Jîna Emînî meşaleya Newrozê hate vêxistin
11:38 Tifaqa Ked û Azadiyê namzetê Serokkomariyê dernaxîne: Em ê hesabê bipirsin
11:24 Li bajarên Ewropayê coşa Newrozê
11:15 Nûçeya giliya derbarê cîgirê serbijîşk de hate astengkirin
10:56 AYM’ê serlêdana HDP’ê qebûl nekir
10:56 Li Îzmîrê 7 kes hatin binçavkirin
10:44 Piştî 30 salên girtîgehê niha li qada Newroza Amedê ye: Bedela me dayî vala neçûye
10:28 Polîsan destên zarokê ku bi lêdanê anîn ber mirinê girêdan û avêtin çem!
09:47 Jinan ji bo azadiya Ocalan bang kirin: Em ê tecrîdê bişkînin
09:01 ‘Azadiya Abdullah Ocalan azadiya me ye'
09:00 ROJEVA 22'YÊ ADARA 2023'YAN
21/03/2023
21:54 Li Amedê polîsan dest danî ser cil û bergên kurdî yên zarokekî 3 salî
21:11 Li Bandirmayê agirê Newrozê
20:24 Ciwanan piştî pîrozbahiyê meşek li dar xist
19:12 Oranê ku li girtîgehê jiyana xwe ji dest da hat veşartin
18:14 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîrozbahiyên Newrozê bi dawî bûn
18:09 Li Cizîrê bi hezaran kes piştî Newrozê meşiyan
17:06 Li bajarê Nagihan Akarsel agirê Newrozê hate vêxistin
16:51 Li Rojhilat pîrozbahiyên Newrozê
16:51 Newroza Cizîra Botan: Em kurd in, li vir in û kes nikare pêşiya me bigire
16:34 Li Girtîgeha Sîncanê girtiyekî jiyana xwe ji dest da
16:26 Sancar bang li sedhezaran kir: Ji Newrozê re merhaba, ji îktîdara AKP’ê re elweda
16:25 Danişîna doza Çelîk û Akin hate taloqkirin
16:11 Gelan li Çanakkaleyê Newroz pîroz kir: Em ê bi hev re bi ser bikevin
16:09 Li ser rêya Colemêrg û Wanê qezaya trafîkê çêbû
15:56 Li Newroza Amedê posterên Ocalan hatin vekirin
15:50 Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk: Dengê Ocalan bû hêviya azadiyê
15:25 Li Herêma Egeyê civîna bi rojeva ‘hilbijartinê’
15:19 Ji Bafil Talabanî bo Newrozê Amedê peyam: Siyasetmedar û rêberên me berdin
15:07 Nisêbîna rengîn agirê azadiyê pêxist: Gel azadiya birêz Ocalan dixwaze
14:56 Malbata Şenyaşar: Bijî têkoşîna me ya mafdar
14:54 Akdag: Berxwedan bi ruhê Mazlum Dogan didome
14:12 Elewiyan li Edeneyê Newroz pîroz kirin
14:02 Di Newroza Amedê de peyamên yekitiya neteweyî
13:59 ‘Em ê bi agirê Newrozê biherikin ser sindoqan’
13:56 Ji Mizrakli nameya Newrozê: Teqez em ê bi ser bikevin
13:48 Temel: Tecrîd wê rabe û em ê dengê Ocalan bibihîzin
13:29 Newroza Golanê: Dengê me li çar aliyê cîhanê tê bihîstin
13:20 Kûrkût li cihê lê hat qetilkirin hate bibîranîn
13:06 Deklarasyona 2013’an bi bîr xist: Newroz îradeya çareseriyê ye
12:56 Ahmet Turk: Ev Newroz newroza azadkirina birêz Ocalan e
12:38 Di Newroza fînalê de agirê serhildanê cara 2635’emîn hate vêxistin
12:07 Newroza fînalê dest pê kir: Amed bû lehî û herikî qada Newrozê
11:23 Li Hatayê ji bo demekî dest danîn ser cihên çandiniyê
11:22 Li Qada Newrozê hêrsa li dijî tecrîdê
11:21 Gelê Cizîra Botan bi ruhê azadiyê Newrozê pîroz dike
11:07 Li 9 navendan agirê Newrozê tê hilkirin | ZINDÎ
11:01 Bi hezaran bazîdî bi meşaleyan ber bi qada Newrozê ve dimeşin
10:48 Nisêbîna rengîn bi berzkirina dirûşmeyan diherike qada Newrozê
10:40 Li Parka Newrozê dîmenên dagirkeriyê!
10:32 Xelkê Amedê pêl bi pêl diherike qada Newrozê
10:23 Li Antalyayê gelek kes hatin binçavkirin
09:15 Li Qendîlê Newroz bi coş hate pîrozkirin
09:11 Li Swîsreyê pîrozbahiyên Newrozê
09:00 ROJEVA 21'Ê ADARA 2023'YAN
20/03/2023
23:58 Ciwanan li Pirsûsê bi dirûşmeyên 'Bijî Serok Apo' Newroz pîroz kir
22:35 Li Efrînê 4 kurd hatin qetilkirin
21:18 Navê 42 zarokên ku mexdûrên erdhejê ne nayê zanîn