‘Jin dê pêşengtiyê ji avakirina Rêya 3’yemîn re bikin’

  • jin
  • 09:09 30 Cotmeh 2023
  • |
img
STENBOL - Jinan diyar kirin ku di serî de tecrîd, çareseriya hemû krîzan xeta Rêya 3’yemîn e û anîn ziman ku dê pêşêngtiyê ji avakirina Rêya 3’yemîn re bikin. 
 
Lijneya Jinan a Rêveberiya Herêmî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) beriya konferansa rêveberiyên herêmî ya dê di 12’ê mijdarê de li dar bixin, li Stenbolê atolyeyeke ku serenavên “Rêya Sêyemîn, Tifaq û Rêxistinkirin” hatin nîqaşkirin lidarxist. Rêvebera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Stenbolê Turkan Aşçi, Hevseroka HDP’a Kocaeliyê Aynûr Santo û hunermenda Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) Baran Bozyel ên tev li atolyeyê bûn têkildarî avakirina Rêya 3’yemîn û polîtîkaya tecrîdê ji ajansa me re axivîn. 
 
RÊYA 3’YEMÎN 
 
Rêvebera HDP’a Stenbolê Turkan Aşçi, diyar kir ku Rêya 3’yemîn felsefeyeke ku xwedî bingeheke dîrokî û fikrî ye û anî ziman ku ev li Rojhilata Navîn konfederalîzm e, li Tirkiyeyê jî avakirina demokrasiya radîkal e. Aşçi, bi lêv kir ku bi tecrîda girankirî ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hewl didin mudaxileyî polîtîkaya Rêya 3’yemîn bê kirin û diyar kir ku di aliyê muxalefeta civakî de jin her tim bûne hêza pêşeng. 
 
Aşçi, axaftina xwe wiha domand: “Ji ber ku yek ji nasnameyên tune tên hesibandin jî nasnameya jinan e. Ji ber vê yekê qada ku îtîraz herî xurt lê derdikevin û pergalên kevneşopî herî zêde mudaxileyî wê dikin e. Jinan bi Şoreşa Rojava re li Rojhilata Navîn Rêya 3’yemîn ava kirin. Li Îranê jî ev hêz bi serhildanên di kesayeta Jîna Emînî de pêk hatin derketin holê. Rewşeke bi dirûşma ‘Jin jiyan azadî’ bûye vîn heye. Dibe ku ‘Jin jiyan azadî’ bi berxwedana li Îranê re bibe gerdûnî lê tevgera jinên kurd ji salên 2000’î ve bi vê dirûşmê armanc kiriye ku xwe bi rêxistin bike. Ez di wê baweriyê de me ku qasî vîneke xurt derkeve holê, em ê Rêya 3’yemîn ava bikin.”
 
QIRKIRINA ÇAND Û JINÊ 
 
Hunermenda NÇM’ê Baran Bozyel jî anî ziman ku li Tirkiyeyê tecrîdeke ji şexsî belavî civakê bûye heye û destnîşan kir ku rêya rakirina vê tecrîdê di xeta Rêya 3’yemîn de derbas dibe. Bozyel, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Têkoşîna li dijî qirkirina çand û jinê, bêeslbûna ciwanan û dijwarkirina şeran bi paradîgmaya ‘demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinê’ pêkane. Bi giştî tişta ku em esas digirin jin û çand in, ji ber ku li cihê çand lê nebe civakeke tendurist nabe.” Bozyel, diyar kir ku ji dîrokê heta roja me hemû desthilat ewilî mudaxileyî qada çand û hunerê kirine û wiha got: “Hunermend û rewşenbîr pêşengên civakê ne. Lê pêvajoya em tê re derbas dibin hunermend û rewşenbîr hatine asta ku nikarin hunera xwe bi cih bînin. Bi perspektîfa Rêya 3’yemîn li dijî qirkirina çandî jî pêşketin dikare pêk were.”
 
‘JIN DÊ PÊŞENGTIYÊ BIKIN’ 
 
Hevseroka HDP’a Kocaeliyê Aynûr Santo jî diyar kir ku Rêya 3’yemîn di heman demê de nûnertiya wekhev e û wiha got: “Li Rojhilata Navîn a şer û xwîn tu carî lê kêm nabin, şoreşa hişmendiyê bi Rêya 3’yemîn pêkan e. Jin çawa xwedî li Şoreşa Rojava derketin dê ji avakirina Rêya Sêyemîn re jî pêşengtiyê bikin. Em ê ji bo ev xet belavî hemû civakê bibe têbikoşin. Em ê xebatên avakirinê li Tirkiyeyê û Kurdistanê bi rêxistinkirina herêmî re bidomînin. Jin dê pêşengtiya vê bikin. Em ê bi hemû tevgerên jinan ên cîhanê re vê hişmendiyê belav bikin. Em ê serbikevin.”
 
 
 

Sernavên din

16/11/2023
17:27 Li Silopiyayê ji bo jinan dîwana dengbêjan
17:00 Qeyûmê Qersê zirara ji ber daxistina fiyetê ava vexwarinê derketî ji endamên meclisê xwest
16:50 Parêzer Safali hate definkirin: Erdal nirxê hemû civakê bû
16:33 Li Qoserê ji bo Meşa Azadiyê bang hate kirin
16:13 HEDEP’ê ji bo cînayeta Dînk daxwaza ‘civîna giştî’ kir
16:11 Sayyîgît: Israra di polîtîkaya tecrîdê de îktîdarê dixitimîne
15:48 DBP'ê û HEDEP'ê du malbat li hev anîn
15:31 Hatîmogûllari: Em ji malbata Hrant Dînk lêborînê dixwazin
15:18 Hejmara duyemîn a ‘Bultena Tecrîdê’ hate weşandin
15:13 Kapan ê piştî 30 salan ji girtîgehê derket bi tilîliyan hate pêşwazîkirin
14:19 Ji wezîrê parastinê pirsî: Li ku derê, çiqas çekên kîmyewî hatine bikaranîn?
14:12 Ji bo Meşa Gemlîkê li Rihayê civînên gel hatin lidarxistin
14:05 Ji bo navên darbekaran ji qadên cemaweriyê bên rakirin pêşniyarqanûn da meclisê
13:50 Doza Kobanê: Ma ji ber twîtekê muebbed tê dayîn?
13:14 Parlamenterê Partiya Îyî'yê yê Enqereyê Beker ji partiya xwe îstîfa kir
13:09 HEDEP’ê bi daxwaza ‘tavilê li Îmraliyê hevdîtinê bike’ serî li ÎHÎK’ê da
12:21 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:41 Hevalên Hrant: Ên kujeran diparêzin hevkarên cînayetê ne!
11:40 Faîlê ku Fîdda Ûzûn qetil kir hate girtin
11:34 Bakirhan: Divê em li dijî hêzên paramîlîter yên pergalê têbikoşin
11:34 Wekîlên HEDEP’î di hevdîtinên bûdçeyê de Guler protesto kirin
11:13 Ji Stenbolê bo Meşa Azadiyê bang: Em ber bi azadiyê ve gav diavêjin
10:44 Estûkyan: Faşîstekî me yê ku bikare di MHP’ê de navdar bibe çêbû
09:34 Hevdîtina Abdullah Ocalan a bi parêzeran re ji bo 6 mehên din hate qedexekirin
09:19 Ji bo Meşa Azadiyê bang li gelên Tirkiyeyê kirin
09:17 Parêzerê Dayikên Aştiyê Erdal Safali jiyana xwe ji dest da
09:16 Danîşina doza kujerê ku Leyla Karaaslan û 3 keçên wê qetil kir sibê ye
09:14 Li Şirnexê 8 sal in avahiyên welatiyan radestî wan nekirine
09:13 Li Çiyayê Cûdiyê bi dînamîtan qirkirina ekolojiyê
09:11 Hevserokê TÛAY-DER'ê: Meşa Azadiyê dê rê li ber aştiyê veke
09:09 Qeyûm bi milyon û 385 hezar TL'yan ala stendin
09:08 Li Îranê rojnamevanî: Nûçe derew be tu azad î, rast be tu girtî yî!
09:04 Abdullah Ocalan: Ez di oxira wê de bimirim jî ez ê nêrînên xwe bêjim
09:01 Qeyûmê Geverê şaredarî milyarek û 280 milyon TL di bin deyn de hiştiye
09:00 Malbata Ocalan ji bo Meşa Azadiyê bang kir: Me pir bêriya wî kiriye
09:00 ROJEVA 16'Ê MIJDARA 2023'YAN
15/11/2023
23:44 Li navçeyên Stenbolê ji bo Meşa Gemlîkê civînên gel
22:21 'Wê hesap neyê dayîn" li Silopiyayê hat lîstin
22:12 Kujerê Hrant Dînk, Ogun Samast hat berdan
21:15 Kapan piştî 30 sal û 7 mehan ji girtîgehê derket
20:32 Bakirhan li Amedê ye: Divê hemû sazî di warê tecrîdê de hesas bin
19:29 Kurdistanî ji bo azadiya Abdullah Ocalan li ber avahiya NY’ê li hev civiyan
18:41 Komeleya Wêjekarên Kurd: Em ê berxwedana nivîskarên di zindanan de berbiçav bikin
16:47 Li Cizîrê civîna gel: Dem dema azadkirina Ocalan e
16:27 Seyîd Riza û hevalên wî hatin bibîranîn: We serî netewand, me jî netewand
15:56 Li Pirsûsê salvegera tayînkirina qeyûm hat protestokirin
15:56 Xwişk û birayên polîsan gef lê xwaribûn hatin berdan
15:47 Rojnameger Candemîr ji doza ‘agahiyên nerast parve dike’ beraet kir
15:41 Civînên ji bo ‘Meşa Azadiyê’: Rêya têkbirina tecrîdê berxwedan e
15:16 Li dijî baregeha Eyn Esedê bi droneyan êriş hate kirin
14:41 Ji kedkaran daxwaza ‘bûdçeya gel’
14:15 Bakirhan gazî AKP’ê kir: Hûn nikarin bi hişê Bahçelî pirsgirêka kurd çareser bikin
13:53 Li Rihayê jina ducanî hat qetilkirin
13:28 Ji nivîskarên girtî re kart û name hatin şandin: Rojên azad nêzîk in
13:16 Bakirhan li Misircê bi girseyî hat pêşwazîkirin: Divê her kes ji bo yekitiya neteweyî bixebite
12:57 Rêveberê rêxistina sûc Çakici gef li Gergerlîoglû xwar
12:38 Wezîr Tunç têkildarî serlêdanên şexsî daxuyanî da
11:58 Meclisa Jinan a HEDEP’ê dê starta 25'ê Mijdarê li ber Girtîgeha Sîncanê bide
11:44 Lîreyê tirk dihele: Euro bû 31.19 TL
10:37 Banga bo Meşa Azadiyê: Ji bo çareseriyê divê Abdullah Ocalan azad bibe
10:28 Nivîskarên girtî vegotin: Nivîsandin, înada di têkoşînê de ye
10:26 Li Girtîgeha Rihayê ya Tîpa T’yê mirina bi guman
09:21 Careke din Gemlîk careke din daxwaza ji bo azadiyê
09:14 Edîtorê Rojnewsê: Hemû kesên bi pênûseke azad dinivîsin di hedefa PDK’ê de ne
09:11 Qeyûmên Cizîrê 40 mal û milkên şaredariyê firotin
09:08 Parêzer Şen: AYM jî û Dadgeha Bilind jî şirîkên bêhiqûqîtiya li Îmraliyê ne
09:06 Li Îranê darvekirin zêde dibin
09:04 Li Girtîgeha Tîpa S’yê ya Manavgatê silavdayîna girtiyan hatiye qedexekirin!
09:01 ‘Divê Abdullah Ocalan bi awayeke fizîkî tev li pêvajoyê bibe’
09:00 ROJEVA 15'Ê MIJDARA 2023'YAN
14/11/2023
22:01 Doza Kobanê: Dozger îfadeya şahidê veşarî dirêj kiriye
21:49 Hatîmogûllari: Ji bilî têkoşîna bihevre rêbaz tune ye
21:19 Şahidê veşarî yê doza HDK'ê: Ez kesî nas nakim
19:04 Di 24 saliya xwe de hat girtin, di 54 saliya xwe de ji girtîgehê derket
16:29 Danişîna doza Ozgur Gundemê hate taloqkirin
15:17 Xwendekaran li dijî zexta ‘sîxûrtiyê’ serî li ÎHD’ê dan
15:16 Ji bo dîmenên têkildarî mirina pitik Tevrîz vê carê jî gotin ‘kamera xerabe’ ye
15:07 Êrişî gora Ûgûr Kaymaz û bavê wî hat kirin
14:55 Doza Kobanê: Xencera suîqestker di bin cubeyê dadger de hatiye veşartin
14:52 Doza 'Sê jinên azad' hat taloqkirin
14:20 Banga ji bo Meşa Azadiyê: Rêya me rêya azadiyê ye
14:15 Dê ji bo nivîskarên di zindanan de hin çalakî bên lidarxistin
13:20 Doza Aktar bi sedema ‘şandeya demkî’ hat taloqkirin
13:07 Bakirhan bang li Meclisê kir: Em ji bo destûreke bingehîn a demokratîk amade ne
12:25 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê dîsa serlêdan kirin
12:04 Îranê cezayê darvekirinê da du çalakgerên serhildana 'Jin jiyan azadî'
11:43 Di doza ‘mala biewle’ de biryara beraetê
11:42 Li Îranê 3 rojnamegerên jin hatin binçavkirin: Aqûbeta wan nayê zanîn
11:38 Meşa DÎSK’ê ya Enqereyê di roja 2’yemîn de ye
11:29 Di hevdîtinên bûdçeya MEB’ê de protestoya zimanê dayikê
11:20 Ji 3 zarokên di şewatê de birîndar bûn yekî jê jiyana xwe ji dest da
11:10 Di êrişa li Sinunê de 2 şervanên YBŞ’ê jiyana xwe ji dest dan
09:42 Dayikên Aştiyê ji bo ‘Meşa Azadiyê’ bang kirin
09:38 86 sal in cihê gora Seyîd Riza nayê eşkerekirin
09:31 Ji rojnameger Ehmed 21 roj in agahî nayên girtin
09:12 'Heke li dijî tecrîdê bertekên xurt hebûna dê nekariyan bêhiqûqtiyê bikin'
09:09 Dadgehê sedema biryara beraetê eşkere kir: Divê delîl xwe bisipêrin îspatan
09:08 Hejmara zarokên di êrişên ser Filistînê de hatin qetilkirin derket 4 hezar 630'an
09:01 Germiyanî: PDK'ê 158 gund vala kirine
09:00 ROJEVA 14'Ê MIJDARA 2023'YAN