ENQERE - Hevserokên DEM Partiyê daxuyandin ku merasîma îmhakirina çekan a PKK'ê vexwendinek ji bo jiyaneke demokratîk û azad e û wiha axivîn: "Niha dem hatiye ku em bi hev re qanûnan çêbikin û bi siyaseta demokratîk ber bi Tirkiyeyeke demokratîk ve gavan bavêjin."
Hevserokên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan derbarê merasîma îmhakirina çekan a PKKê de daxuyanî dan. Tulay Hatîmogullari û Bakirhan diyar kirin ku serdema nû ya ku bi banga dîrokî ya aştiyê ya ji Îmraliyê dest pê kir, ji bo gelên Tirkiye û Rojhilata Navîn rêya çareseriyeke demokratîk, wekhevî û azadiyê vekiriye û gotin, "Merasîma xatirxwestina çekan ji bo gelê me vexwendina jiyaneke demokratîk, dadwerî û azad e."
Di daxuyaniya ku li ser navê herdu hevserokan hate dayin de ev tişt hatin parvekirin: "Îro yek ji xalên werçerxê ya dîroka sedsalî ya Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê pêk tê. Ji Îmraliyê 26 sal şûnde banga bi dîmen a ji bo aştiyê hat, îfadeya herî xurt a banga ji bo ruhê kevnar ê van axan e. Piştî banga Îmraliyê bi merasîma şewitandina çekan a PKK’ê re serdemeke nû ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û avakirina Tirkiyeyek demokratîk dest pê dike. Biryara xatirxwestina çekan a PKK’ê, ne tenê ji bo pirsgirêka Kurd e, misogeriya ji bo hemû pirsgirêkên Tirkiyeyê bi rêbazên demokratîk werin çareserkirin derxist holê."
‘VEXWENDINA JI BO JIYANA AZAD'
Merasîma xatirxwestina çekan a endamên PKK'ê vexwendinek ji bo jiyaneke demokratîk, dadwerî, wekhev û azad e. Vê merasîmê hêviya gelê me ji bo pêşerojê xurt kiriye. Hêviya me ya ku sedsalek bi êş bi dawî bibe û xwişk û biratî bi ser bikeve zêde bûye. Aştî destketiya me ya hevpar e. Em ê di vê rêwîtiya pîroz de tu kesî yan jî beşek ji civakê li paş nehêlin. Ji erdên berhemdar ên Anatoliyê bigire heya deştên berhemdar ên Trakyayê, ji peravên pêlên Deryaya Reş bigire heya bajarên kevnar ên Mezopotamyayê, her kes wê bibin şahid û şirîkê vê veguherîna demokratîk.
'EM Ê VÊ PÊVAJOYÊ BI SERFIRAZÎ BIPARÊZIN'
Gel wê bi ser bikeve. Ya ku bi ser bikeve wekhevî, demokrasî û aştî ye. Em ê vê pêvajoyê bi serfirazî, sebir û israr biparêzin. Bi van hestan, em bi dil û can pêngava bêçekkirin û veguherîna ji bo siyaseta demokratîk a ku di 11’ê Tîrmeha 2025’an de bi biryardariyeke dîrokî ji hêla Koma Aştî û Civaka Demokratîk ve dest pê kir, silav dikin. Ji ber ku ev gav ne tenê ji bo têkoşîna rewa ya gelê Kurd a ji bo azadiyê ye, di heman demê de di lêgerîna Tirkiye û tevahiya Rojhilata Navîn a ji bo aştî, wekhevî û veguherîna demokratîk de jî serdemeke nû dide destpêkirin. Niha dem hatiye ku em bi hev re qanûnan çêbikin û bi siyaseta demokratîk ber bi Tirkiyeyeke demokratîk ve gavan bavêjin û têkoşîna siyaseta demokratîk mezin bikin.”