‘Dixwazin bi olê qada giştî ji nû ve ava bikin'

  • rojane
  • 09:00 21 Çile 2024
  • |
img

AMED - Sekreterê Şaxa Hejmar 1 a Egîtîm Sen a Amedê Sînan Gunduz, anî ziman ku irsgirêka herî kûr a qada perwerdehiyê ew e ku desthilata siyasî qada giştî dike qadeke olî û hewl dide bi nêrîna bîrdoziya xwe wê ava bike. 

Şaxên Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen) yên Amedê, ji bo tespîtkirina pirsgirêk û kêmasiyên dibistanên bajêr, bi nêzî hezar mamosteyan re anketek çêkirin. Ji perwerdekarên ku beşdarî anketê bûn, pirsên wekî "Gelo dibistana we di warê alavan de çawa ye?", "Li gorî we dibistana we têra xwe paqij e?", "Gelo hûn di saziya xwe de rastî mobîngê tên?" û "Di pola we de çend xwendekar hene?" hat pirsîn.
 
Li gorî daneyên ku di encama bersivên pirsan de hatine bidestxistin, li bajêr ji sedî 87'ê dibistanan ji polên qelebalix pêk tên. Ji sedî 10,9 ê beşdaran dibistanên xwe di warê alavan de "têr", ji sedî 50,8'ê wan bi awayekî "qismî bes" û ji sedî 38,3'yê wan jî "kêmasî" dîtine.
 
Sekreterê Şaxa Hejmar 1 a Egîtîm Sen a Amedê Sînan Gunduz
 
Ji sedî 42,5'ê perwerdekaran diyar kirin ku dibistan ne paqij in, ji sedî 42,1'ê wan jî diyar kirin ku dibistan bi qismî paqij in, ji sedî 22'yê wan diyar kirin ku dibistan ne germ in û ji sedî 33'yê wan jî gotin ku dibistan bi qismî germ in.
 
MOBBÎNG
 
Ji sedî 50’yê beşdarên mêr ên diyar kirin ku li qadên giştî rastî mobbingê nayên û ji sedî 34’ê jinan jî diyar kirin ku rastî mobbîngê tên. 
 
Sekreterê Şaxa Hejmar 1 a Egîtîm Sen a Amedê Sînan Gunduz anketa hatiye çêkirin û pirsgirêkên di perwerdeyê de nirxandin.
 
Sînan Gunduz anî ziman ku ji bo pirsgirêkên di warê perwerdeyê de bi daneyên zanistî piştgirî bikin anketek çêkirine û got: “Bi rastî polên li Amedê ji bo perwerdeyê ne guncav in. Ev yek bi giranî bandoreke neyînî li perwerdehiyê dike. Pirseke din ev e: Ma hûn paqijiya dibistanan têr dibînin? Ev jî pir girîng e, bi taybetî jî ji ber zêdebûna nexweşiyên şewbê di van demên dawî de. Me dît ku encameke ku bandorek cidî li tenduristiya xebatkarên perwerdehiyê û xwendekaran dike." 
 
Gunduz da zanîn ku ji sedî 34’ê jinan bersiva ‘Erê’ û ji sedî 50’yê mêran jî bersiva ‘Na’ dane pirsa "Mobbîng tê sepandin yan na." 
 
Gunduz da zanîn ku bi bersivên ji bo pirsa "Tu der barê mobbîngê de çi qas xwedî agahî yî?" asta serwerxitiya di warê mobbîngê de fêm kirine. 
 
ASÎMÎLASYON
 
Gunduz da zanîn ku ji bilî van kêmasiyan, li dibistanan pêkanînên olperestiyê yên tund rû didin û got ku bi taybetî projeya "Ez ji bo hawirdora xwe re hesas im, nirxên xwe diparêzim (ÇEDES)" bû sedema wêraniyeke mezin. Gunduz anî ziman ku desthilat bi van projeyan dixwaze qadên giştî bike qadên olî û got: “Di encama protokolên bi gelek terîqatan re hatine çêkirin. Bi vê dixwazin qadên giştî bikin qadên dînî. Dema vê dikin, dixwazin civakeke homojen ava bikin. Bi paşguhkirina nasname û baweriyên cuda yên etnîkî yên li Tirkiyeyê, hewl didin ku avahiyeke yekreng a bîrdozî ava bikin. Hem li Tirkiyeyê hem jî li herêma me yek ji pirsgirêkên herî mezin ev e. Navê projeyekê ÇEDES, navê ya din jî 'Zarokên DÎrokê Dinivîsin' e. Em wisa difikirin ku ev projeya ku ji aliyê terîqetan ve tê meşandin, ne li derî polîtîkayên di warê perwerdehiyê û asîmîlasyona li herêma me tê meşandin de ne."
 
Gunduz diyar kir ku ji bo pêşîgirtina li olperestî û asîmîlasyona perwerdehiyê dê têkoşîna wan bidome. 

Sernavên din

13/02/2024
16:49 Dayikên di Nobeta Edaletê de li dijî komployê meşiyan
16:46 Meşvanên Azadiyê li ber Minareya Çar Ling in: Ji xeynî azadiyê tu rê rêyeke din tune ye
16:27 Li Erzinganê li madenê hezaz çêbû: Karker di bin axê de ne
16:18 Erdogan û Barzanî hevdîtin kir
15:50 MKG û DFG’ê bertek nîşan dan: Dev ji sûcî berdin û hevalên me tavilê berdin
15:43 Çiyayê Bagokê tê bombebarankirin
15:22 Komeleya Şêx Seîd: Tunehesibandina kurdan ji 1925’an cudatir nîn e
15:02 Di lehiya li Antalyayê de kesek mir
14:49 Li Geverê ajokarên servîsan kontak girtin: Bi hezaran xwendekaran mexdûr bûn
14:13 DAIŞ’iyê ku Înterpol lê digeriya li Santrala Akkûyûyê hate girtin
14:10 Bakirhan: Em fermanan ji qesran nagirin, ji gelê xwe digirin
13:56 Li Dîlokê tundiya mêr: Gulhan Korkmaz û kurê wê hatin qetilkirin
12:43 Li Mêrsînê 9 kes hatin binçavkirin
12:19 Ada ku ji ber îfadeyên Akbiyik dihat darizandin beraet kir
11:55 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:16 Li Stenbolê serdegirtinên malan: Gelek kes hatin binçavkirin
11:05 ‘Meşa Azadiyê’ li Amedê bi saetan dom kir û coşeke mezin hebû
10:40 Baskên Meşa Azadiyê piştî 13 rojan gihiştin hev
10:30 Li Antalyayê lêhî rabû: Perwerde hate taloqkirin
10:29 Abdullah Ocalan: Bi komployê xwestin dubendiya Îsraîl-Filistînê biafirînin
10:28 Li Îzmîrê rojnameger hatin binçavkirin
09:51 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 79’an de didome
09:41 112 roj derbas bûn, ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayê girtin
09:41 Gursel Tekîn ji partiya xwe îstîfa kir
09:40 Motorîn careke din hate zemkirin
09:35 Her du baskên ‘Meşa Azadiyê’ li Amedê digihijin hev
09:09 Mehmet Reşît Ocalan: Di 15'ê Sibatê de li qadan dengê xwe bilind bikin
09:07 Qeyûman ji bo ronîkirina pirê 6 milyon TL xerc kir
09:00 ROJEVA 13'Ê SIBATA 2024'AN
12/02/2024
22:10 Li Wanê posterê Abdullah Ocalan bi pirê ve hat daliqandin
22:07 Bi etîketa '#ÖzgürlükYürüyüşçüleriAmedde' banga beşdariyê
21:58 Civînên gel ên Meşvanên Azadiyê didomin
20:20 Cenazeyê Kizmazê hat definkirin
18:47 Rojnamevan Tûran hat girtin
17:07 Di doza êrişa bombeyî ya li Cadeya Îstîklalê de mutala hate aşkerekirin
17:05 Hevserokên SYKP’ê yên nû diyar bûn
16:56 Meşvanên Azadiyê çûn serdana Nobeta Edaletê
16:41 Girtiyên muayeneya bikelemçe red kirin hatin îşkencekirin
16:04 Meşvanên Azadiyê li kuçe û kolanên Bismilê meşiyan
16:00 Mehmet Sîncar li cihê hatiye qetilkirin hate bîranîn
15:58 Ji bo navenda Dêrsimê û 7 navçeyan tifaq hate avakirin
15:57 Şaxa ÎHD’a Îzmîrê belgeya helwestê ya hilbijartinê aşkere kir
15:28 Rojvelat Kizmaz dê li gundê Hermêsê bê definkirin
15:26 Girtiyên siyasî: Heke tecrîd bidome em ê çalakiya xwe derbasî qonaxeke nû bikin
14:52 Leşkerên li Mêrdînê di şer de birîndarbûne anîn nexweşxaneyê
14:49 Nameyên ku peyvên Ocalan û Îmrali tê de hene tên desteserkirin
14:37 Girtî Olbecî: Heke Kobanê têk biçûya dê ev doz nehata vekirin
14:36 Bertek nîşanî girtina parêzerên ÇHD’î dan
14:19 Li keleha dîrokî bi gotinên Abdullah Ocalan bang kirin
14:03 Koçyîgît: Azadiya Abdullah Ocalan dê bibe gava ewil a çareseriyê
12:45 Cenazeyê Rojvelat Kizmaz a winda bûbû hate dîtin
12:20 Ciwanên li Edeneyê hatibûn binçavkirin hatin berdan
12:11 Danişîna rojnamevanan hate taloqkirin
12:08 Bêkariya berfireh derket ji sedî 24,7’ê
11:52 Baskê Qersê li Êlihê bi coş hate pêşwazîkirin: Nirxên gelê kurd hene û ew nirx jî Ocalan e
11:32 Meşvanên Azadiyê: Jin pêşengtiya têkoşînê dikin
11:11 Li Wanê bi ser malan de girtin: 5 kes hatin binçavkirin
11:05 Her ku Meşvanên Azadiyê nêzî Amarayê dibin kelecana wan zêdetir dibe
10:55 Meşvanên Azadiyê li Şemrexê ne: Dem dema azadiyê ye
09:38 Dayikên Aştiyê yên Sêrtê: Heke Serok derkeve dê aştî ji bo me jî ji bo tirkan jî pêk were
09:12 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 78’an de didome
09:11 Ji rojnameger Silêman Ehmed 111 roj in tu agahî nayên girtin
09:10 Îsraîlê êrişî Refahê kir: Bi dehan kes hatin qetilkirin
09:08 Zêdetirî 3 mehan e agahî ji Ehmed nayên girtin: Destûr nayê dayîn ku hevdîtinê bike
09:07 Girtiyên di greva birçîbûnê de di bin zextan de ne
09:05 Ji Tokatê tev li Nobeta Edaletê bû: Şerê birakujiyê dikare bi azadiya Ocalan bi dawî bibe
09:04 Rojnamevan Campbell: Welatên kapîtalîst Ocalan weke gefekê dibînin
09:02 Muslim: Heta ku Ocalan azad nebe em çi bikin jî kêm dimîne
09:00 ROJEVA 12'Ê SIBATA 2024'AN
08:05 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Ev dem ew dem e’ derket
11/02/2024
22:28 Ciwanên Minbicê: Em ê têkoşîna ji bo azadiya fizîkî ya Rêbertiyê bilind bikin
21:19 DEM Partiyê li Stenbolê bi rojeva tecrîdê civînên gel li dar xistin
20:11 Meşvanên Azadiyê Eşref Anyik li ser gora wî bi bîr anîn
19:44 Konferansa Demokrasiya Herêmî: Divê tevgera hemwelatîbûnê were avakirin
18:38 Li Amedê ‘Di wêjeyê de dengê jinê’ hate nîqaşkirin
17:45 TDÎ: Bila girtîgehên tîpên S û Y bên girtin
16:45 Îfadeya rojnameger Evren a li emniyetê temam bû
16:44 Amedsporê li sehaya xwe Uşakspor bi 8 golan têk bir
16:18 Namzetên DEM Partiyê yên Dêrsimê diyar bûn
16:10 Girtiyan ji dayikên di Nobeta Edaletê de name şandin: Em şanaz û bextewar in ku xwedî dayikên mîna we ne
15:32 Lijneya Bajar a HDK’a Stenbolê hat lidarxistin
15:23 Meşvan li Misircê bi girseyî hatin pêşwazîkirin: Ji bo kurdan statû, ji Abdullah Ocalan re azadî
15:06 Bakirhan: Yên ku pirsgirêka kurd çareser nekin dijminên vî welatî ne
14:37 Li Wêranşarê coşa ‘Meşa Azadiyê’
14:33 Tura duyemîn a pêşhilbijartinê ya li Dêrsimê bi dawî bû
13:23 Rojnameger Kîbriye Evren 3 roj in binçavkirî ye
13:02 ‘Meşa Azadiyê’ li Sêrtê bi coş hate pêşwazîkirin
12:08 Bayindir bang li Amediyan kir: Em xwedî li meşa dîrokî derkevin
12:02 DEM Partî: Divê zimanê kurdî bibe xwedî statuyeke fermî
11:45 Li Serêkaniyê bang kirin: Werin em li ser çareseriya aştiyane ya pirsgirêka kurd biaxivin
11:21 Dadgeh ket etra 'siberoja' kiryarê destdirêjiyê û cezayê wî kêm kir
11:19 ‘Krîza aborî dê bi pergaleke nû çareser bibe'
11:14 Hevberdevka HDK’ê Demîr: Divê Abdullah Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad bibe
10:46 Tura duyemîn a pêşhilbijartinê ya li Dêrsimê dest pê kir
10:44 Hatîmogûllari: Em dixwazin ne tenê hilbijartinê, demokrasiyê jî qezenc bikin
10:40 Dayikan mohra xwe li roja 10’an a Meşa Azadiyê dan
10:30 Kovara Jînê bi manşeta ‘Berxwedana li dijî tecrîdê’ derket
10:18 Di lêpirsîna JÎTEM a Midyadê de biryara demborînê: Delîl nehatin dîtin!
09:13 Girtiyên siyasî 77 roj in ji bo azadiya Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne
09:12 110 roj in tu agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin