NAVEND NÛÇEYAN – Rêberê rûhanî yê Civata Durzan Şêx Hîkmet El Hicrî, di daxuyaniya xwe ya bidîmen de ragihand ku belavoka hatiye belav kirin ku destûrê didin hêzên hikumeta demkî ya li Şamê derbasî nava Suwêdayê bibin, di bin mercên tund de hatiye amadekirin û îradeya wan temsil nake.
Rêberê Ruhanî yê Misilmanên Miwehidîn (Durzan) Şêx Hîkmet El Hicrî, di daxuyaniya xwe ya bidîmen a ji bo gelê Suwêdayê de daxuyand ku belavoka hatiye belav kirin ku destûrê didin hêzên hikumeta demkî ya li Şamê derbasî nava Suwêdayê bibin, di bin mercên tundiyê de hatiye amadekirin û îradeya wan temsil nake.
‘EM Ê ÎXANETÊ LI ZAROKÊN XWE NEKIN’
Şêx El Hicrî, rûdanên li Suwêdayê wek “bi fikar û bi xeter” pênase kir û destnîşan kir ku qebûl nakin ku bajar bibe qada şer. El Hicrî wiha axivî: “Xwîna ku li kolanan tê rijandin tu dîn û wicdan qebûl nake.” El Hicrî, bangî gelê Suwêdayê kir û ev tişt got: “Bi hişmendî tevbigerin, dev ji rûmeta xwe bernedin. Belavoka ku li ser navê me hatiye belavkirin û tiştên ku em jê nebawer in em qebûl nakin. Belavoka ku hatiye weşandin di bin mercên tundiyê de hatiye amadekirin. Ji vir û şûn de êdî tiştên ku helwesta me ya rastîn temîl neke em nasnakin.”
El Hicrî, di berdewamiya axaftina xwe diyar kir ku çareseriya Suwêdayê ne bi tundiyê bi gufûgoyên rast û li ser esasê rêza li dijî welatiyan ve çareser dibe û got: “Em ê îxanetê li zarokên xwe nekin, em ê bezara azadiya xwe nekin. Her kî çaverê ye ku dê çiya serî bitewîne, xeyal dibîne.”
Di nava rojê de li ser navê Rêhbertiya Rûhanî ya Misilmanên Miwehidîn, daxuyaniyeke fermî hate weşandin û tê hate diyarkirin ku destûrê didin hêzên hikumeta demkî ya li Şamê derbasî nava Suwêdayê bibin û bang li komên Durzan kirin ku çekên xwe radestî Wezareta Karên Hundir a Sûriyeyê bikin. Lêbelê piştî vê daxuyaniyê welatiyên bajêr bertekên tund nîşan da.