Dayikên ku Meşvanên Azadiyê pêşwazî kirin: Yekane çare berxwedan e

  • jin
  • 09:38 8 Sibat 2024
  • |
img

ŞIRNEX - Jinên Botanê yên ku Meşvanên Azadiyê bi coşeke mezin pêşwazî kirin gotin: "Li dijî tecrîdê yekane çare berxwedan e. Encama berxwedana me dê bi heybet be." 

 
“Meşa Mezin a Azadiyê” ku bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêyên demokratîk di 1'ê û 3'ê sibatê de li Wan û Qersê hatibû destpêkirin didome. Meşvanên azadiyê li her bajarê ku diçinê, ji hêla gel ve bi coşeke mezin tên pêşwazîkirin. Yek ji navendên ku Meşvanên Azadiyê xwe gihandinê jî herêma Botanê bû. Dayikên Botanê yên ku meşvanên azadiyê pêşwazî kirin, têkîldarî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka kurd axivîn. 
 
'NETIRSIN RABIN SER PIYAN'
 
Yek ji Dayikên Aşitiyê Emîne Alkiş, daxwaz kir ku herkes li cihê ku lê ye li dijî tecrîdê berteka xwe nişan bide û wiha axivî: "Ev meşa ku hatiye destpêkirin ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û azadiya gelê kurd hatiye destpêkirin. Divê ku em tecrîda ser birêz Ocalan bişkînin. Li dijî tecrîdê di girtîgehan de jî grevên birçîbûnê hatine destpêkirin. Heta ku ew negihijin armanca xwe, gelê kurd dê li ser piyan be. Banga min ji hemû dayikan re ew e ku bila netirsin, bila rabin ser piyan. Pêwîst e ku em vê çalakiyê bigihijînin serkeftinê."
 
'BILA DESTÊ XWE BIDIN ME'
 
Dayika Taybet Tatli jî bi lêv kir ku yekane sedema aloziyên li Tirkiyeyê û Kurdistanê girankirina tecrîdê ye û got: "Ev serkeftina meşvanên ku ji bo aşitiyê qesta vê derê kirine dixwazin. Em dixwazin ku ev tecrîda ser birêz Ocalan û girtîgehan bi dawî bibe. Bila dayikên girtiyan, dayikên polîsan, dayikên cerdevanan bên, destê xwe bidin destê me û bi hev re em bimeşin û aştiyê binîn welatê xwe. Em dixwazin ku ev tecrîd bi dawî bibe. Em aştiyeke mayînde dixwazin." 
 
'HETA TECRÎD RANEBE EM Ê NESEKININ'
 
Ji jinan Ayşe Nergîz, bi lêv kir ku li dijî tişta pêwîst tifaqiya gelê kurde û ev tişt anî ziman: "Li dijî tecrîdê divê ku gelê kurd nesekine û serhildana ku daye destpêkirin berdewam bike. Divê ku çalakiyên li dijî tecrîdê li girtîgehan, li kolanan bidomînin. Heta ku tecrîd ranebe em jî ne azad in. Heke ku ev tecrîd bi dawî bibe em hemû jî dê azad bibin. Mifteya azadiyê li Îmraliyê ye. Heta ku birêz Ocalan azad nebe û ev tecrîde bi dawî nebe em jî dê nesekînin. Dê li dijî tecrîdê serhildana me jî hebe. Di navbera me kurdan de bêtifaqiyeke heye, lê heke ku li dijî tecrîdê tifaqiya me hebe em ê bikaribin tecrîdê bişkînin. Banga min ji jinan re û gelê kurd re ew e ku li dijî tecrîdê têbikoşin. Bila kesek mala xwe nerûne û deng bidin daxwaza rakirina tecrîdê."
 
'SERKEFTIN YA GELÊ KURD E'
 
Akide Şayik, jî got ku divê ku her kurdek piştgiriyê bide meşa azadiyê û got: "Em ji bo aşitiyê hatine vê derê. Em dixwazin ku birêz Ocalan bê berdan. Bila vê zilma tecrîdê li ser birêz Ocalan û girtîgehan rakin. Em daxwaz dikin ku gelê kurd hemû piştgiriyê bidin vê meşê. Heke ku tifaqiya me hebe dê tecrîd jî rabe û aşitî jî çêbibe. Divê ku em bi hev re rabin ser piyan û li dijî tecrîdê bi hev re bertek nişan bidin. Wê berxwedana me encam bigire û serkeftin dê ya gelê kurd be." 
 
'YEKANE ÇARE BERXWEDAN E'
 
Ayşe Kiran, da zanîn ku ji berxwedanê pêvetir çare nema ye û wiha axivî: "Em dixwazin ku aşitiyek bikeve cîhanê. Em jî dixwazin ku cîhan xweş bibe. Yekane çareserî rakirina tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan e. Heke ku tecrîd rabe dê wekhevî çêbibe û aşitiyek çêbibe. Ev çend roj in parlamenterên me di riyan de ne. Ji bo aşitiyê di rê de ne. Divê ku gelê kurd piştgiriyê bide vê meşa azadiyê. Yekane çareya me kurdan berxwedan e."
 
'ENCAM DÊ BI HEYBET BE'
 
Ji jinan Gule Deger jî diyar kir ku ew bi hêvî ne ku berxwedana ku li dijî tecrîdê encam bigir e û ev tişt anî ziman: "Ez ji bo aşitiyê li vir im. Em dixwazin ku ev tecrîda li ser birêz Ocalan û girtiyan rabe. Em jî weke her gelekî mafê xwe dixwazin. Pêwîste ku gelê kurd ji 7 salî heta 70 salî li ber xwe bide. Vê tecrîdê heta niha her tim bi xwe re şer aniye lê em bi hêvî ne ku azadî nêz e. Divê ku em bi hevre li ber xwe bidin da ku em serbikevin. Em bi bawer in û bi hêvî ne ku dê encam bi heybet be." 
 
'DIVÊ KU EM TIRSÊ BIŞKÎNIN'
 
Dexile Atmiş jî bal kişand li ser tecrîdê û got ku gelê kurd di mala xwe de jî di bin tecrîtê de ye û got: "Ev laçika spî ya aşitiyê ye. Gelê kurd ê bindest aşitiyê dixwaze. Divê ku serokê gelê kurd ji bin vê tecrîdê derbikeve. Ev 6 roj in ku ev hevalên me ji bo azadiyê dimeşin. Pêwîste ku gelê kurd weke salên destpêkê rabin ser piyan û li ber xwe bide. Yan mirin ya mayîn. Heta kengî em ê bindest bin? Divê ku dayikên kurd hemû dest bidin hev û vê tirsê bişkînin. Ha tu li mala xwe di zindanê de yî û ha jî em di zindanê de ferq nake. Ji ber wê divê ku em li ber xwe bidin." 
 
MA / Zeynep Dûrgût - Rûkiye Adiguzel

Sernavên din

02/03/2024
09:48 Namzetên Depê yên DEM Partiyê: Em tên ku tişta ya me ye wergirin
09:23 130 roj in agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:20 Qeyûm îhaleya bi 16 milyon lîreyî bi 'usûla bazariyê' çêkir
09:19 Girtiyên siyasî 97 roj in ji bo azadiya Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne
09:10 Çîroka Nazîme Arvas: Zext bi têkoşînê tên şikandin
09:04 Endama Baroya Stockholmê: Divê tecrîd veneguhere 'metodekê'
09:00 ROJEVA 2'YÊ ADARA 2023'YAN
01/03/2024
21:35 Li girtîgehên Espiye û Bafrayê bi tecrîdê gef li girtiyan tên xwarin
21:23 Turk piştî 30 salan ji girtîgehê derket
19:44 Bayindir: Divê ti kes zilm û zordariyê qebûl neke
19:35 Hevdîtinên Stenbolê yên Delegasyona Li Dijî Tecrîdê bi dawî bûn
18:46 Parêzer Çîçek hat berdan
18:18 Nûnertiya HDP’ê ya li Hewlêrê: Heya niha 7 endamên me li Silêmaniyê hatine qetilkirin
17:21 DEM Partî tax bi tax digere
17:09 Çalakvanên Nobeta Edaletê: Têkoşîna me dê bidome
16:34 Alîgirên Amedsporê amedî vexwendin maçê
16:33 Li pêşiya girtîgehê bang kirin: Jin dê ji azadiya xwe tawîzê nedin
16:09 ÎHD: Jin aştiyê dixwazin
16:08 Berdana Atsiz ê 30 sal in girtî ye hate taloqkirin
15:56 Destê endamê Meclisa DEM Partiyê Gungor ji cih derket
15:39 Li her derê 8’ê Adarê: Em ê her qadê ji aqilê zilam paqij bikin
15:38 Di doza Ûgur Kûrt de cezayekî weke xelat dan polîsî
15:38 Qonaxa duyemîn a pêngava 'Ji Abdullah Ocalan re azadî' dest pê kir
15:12 Ergulê ESP’î hate girtin
15:12 Daxwaza astengkirina firotina F-16’an a Tirkiyeyê hate redkirin
15:11 Bûcak û Hatûn bi nûnerên rêxistinên sivîl re hatin bahev
14:48 Axaftina ewil a Kişanak a têkildarî hilbijartinê: Me ji bo vekirina rêyeke rast ev berpirsyartî li xwe girt
14:27 Li Kelarê malek hate bombebaran kirin
14:05 Jinên hatin qetilkirin hatin bibîranîn: Em jiyana li me tê ferzkirin qebûl nakin
13:39 Ji DEM Partiyê xebata ‘Hûn bipirsin bila hevşaredar bibersivînin’
12:47 Tedawiya Mûhlîse Karaguzel a înfaza wê hate taloqkirin didome
12:29 Malbata Ocalan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kir
12:25 Ji cînayeta Dr. Toprak AKP berpirsyar e: We çima ew kuşt?
12:15 Rojnamegerên li Wanê hatibûn binçavkirin hatin berdan
12:15 Delegasyona Hiqûqnasên Navneteweyî çû serdana parêzerên Abdullah Ocalan
12:04 Pêşnûmeya DEM Partiyê ya ji bo ewlehiya hilbijartinê bi dengên AKP û MHP’ê hate redkirin
11:28 AYM’ê ji bo nedayîna pirtûkên neqedexe got ‘binpêkirina maf e’
10:54 Qeyûm beriya hilbjijartinê park da kirê
10:31 Jinên girtî: Em li Îmraliyê azadiyê pêk bînin
10:27 Peywirdarên cemaweriyê ji bo AKP’ê xebatên hilbijartinê dikin
10:22 Karamûs: Têkiliya PDK’ê û Tirkiyeyê li ser dijberiya kurdan e
10:18 Îfadeyên rojnamegerên binçavkirî yên li emniyetê bi dawî bûn
10:17 Parêzer Çîçek hate binçavkirin
10:13 Koçyîgît: Em ê dengê Kişanakê li her derê bilind bikin
10:00 Çirokeke xweparastinê: Parastina cewherî xurt dike
09:53 Guh neda astengiyan û li quntarê Çiyayê Cûdî ruh dide gundê xwe
09:05 Namzetên navçeya ku AKP'ê ew daye jibîrkirin: Em ê vê çerxê bi hev re biguherînin
09:04 Girtiyên siyasî 96 roj in ji bo azadiya Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne
09:03 129 roj in agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:02 Namzetên DEM Partiyê yên Milazgirê: Em ê ruhekî nû ava bikin
09:00 ROJEVA 1'Ê ADARA 2024'AN
08:43 Bayindir: Qeyûm înkara gelê kurd e û em ê wan bişînin
29/02/2024
22:27 Kesên ku endamê DEM Partiyê Gun kuştin hatin berdan
22:19 Rojnamevan Muftuoglû ji girtîgehê derket
21:55 Bakirhan: Em ê di 31'ê Adarê de hesab bipirsin
19:33 Li Fransayê mafê kurtajê li Senatoyê hat qebûlkirin
19:15 Li Silêmaniyê kesek hat qetilkirin
19:09 Li Senegalê keştî noq bû: Herî kêm 24 kes mirin
17:18 Zaroka ku mîdîbusa polîs tê de bûn lê da jiyana xwe ji dest da
17:08 Hatîmogûllari tev li Nobeta Edaletê bû
16:46 Di vekirinên buroyan de eleqeyeke zêde nîşanî namzetên DEM Partiyê hate dayîn
16:13 15 binçavkiriyên li Stenbolê dê sibe sewqî edliyeyê bên kirin
15:46 Hiqûq nasên Navneteweyî çûn serdana Baroya Amedê
15:38 Li Stenbol û Îzmîrê bertek nîşanî binçavkirinan dan
15:37 Girtina rojnameger Keser li Dêrsimê hat protestokirin
15:27 Berdevka Giştî ya SKM’ê û endama wê hatin girtin
15:27 KESK’ê bernameya xwe ya 8’ê Adarê eşkere kir
15:26 Ji jinên girtî re qertên 8’ê Adarê hatin şandin
15:25 Şîna Gulsun Sîlgîr bi girseyî hat ziyaretkirin
14:41 Rojnameger Karakaş hate berdan
14:07 Berdevka DEM Partiyê Dogan: Tekane derdê me serkeftin e
13:46 Çiyayê Bagokê tê bombekirin, şivan şandin malên wan
13:36 Îtîrazên rojnamevanan bi şertê kontrola edlî hatibûn berdan hatin redkirin
12:44 Rojnameger Muftuoglû hate berdan
12:24 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:19 Li Dêrsimê dê li dijî bişaftin û bêesilkirina çandî bisekinin
12:06 Hatîmogûllari: Hîzbûlkontra, navnîşana qetilkirina rewşenbîrên kurd e
11:30 Delegasyona Navneteweyî bi DFG û MKG’ê re hevdîtin kir
11:29 17 saziyan bang kirin: Rojnameger Muftuoglû berdin
11:11 Dê îfadeyên rojnamegerên binçavkirî îro bên girtin
11:10 Di dema sirgunê de îşkence li girtiyan kirin: Dest, ling û çavên wan hatin girêdan
10:41 Parêzerê rojnameger Keser: Biryara girtinê êrişa li dijî azadiya xweîfadekirinê ye
10:28 Li Stenbolê dê konferansa tecrîdê were lidarxistin
10:26 Edîtorê MA’yê Sedat Yilmaz beraet kir
10:12 Li Filistînê 'jinbûn' bi xwe têkoşîn e
10:11 Parêzer Yelboga ji ber parêzertiyê hat sûcdarkirin!
10:10 Namzeta hevşaredariyê ya suryan: Em ê vê derê veguherînin baxçeyê Mezopotamyayê
09:25 Giliyê planên ‘diziyê’ yên qeyûm hate kirin
09:24 Parêzera CÎSST'ê Akyuz: Girtîgeh ew navend in ku baviksalarî lê kûrtir dibe
09:22 Dayikên Aştiyê: CPT berpirsê serekê yê bêhiqûqiyê ye
09:21 Welatiyên Şirnexê ji xwe bawerin: Em ê rê nedin ku diz careke din vîna me desteser bikin
09:20 Ji rojnameger Silêman Ehmed 128 roj in agahî nayên girtin
09:20 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan kete roja 95’an
09:03 Li Colemêrgê bayê hilbijartinê: Olmez ê AKP’î heya îro li ku bû?
09:03 Parêzer Acûn: Bi biryara DMME'yê binesaziya hiqûqî ya azadiya Ocalan çêbûye
09:03 Li Agiriyê çav li DEM Partiyê ne
09:02 Berdevka DEM Partiyê Dogan: Baweriya bi saziyên edlî nemaye
09:02 Şoreşgerekî dilovan: Reşo
09:00 ROJEVA 29'Ê SIBATA 2024'AN
28/02/2024
22:46 Girtiyê nexweş Çardak bi sandalyeya biteker ji girtşgehê derket