Ahmet Turk: Ji Rûsyayê jî hilbijêr veguhestin

img
MÊRDÎN - Namzetê DEM Partiyê Ahmet Turk, têkildarî leşker û polîsên weke hilbijêr veguhestin Mêrdînê wiha got: “Ji Yozgatê, Çorûmê ji cihên cuda heta ji Rûsyayê mirov veguhestine vê derê û hewl didin vîna gel xesp bikin.”
 
Leşker û polîsên weke hilbijêr hatine veguhestin li navçeyên Stewr û Kerboranê bi awayekî komî dengan didin. Li ser vê yekê namzetê Hevşaredariya Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk ji bo hilbijartinê bişopîne bi şandeyeke ji Fransayê hatiye re derbasî navçeya Stewrê bû. 
 
Şandeya fransî ku xwest li dibistanên li navçeyê lêkolînan bike ji aliyê polîsan ve hate astengkirin. Polîsên ku ji wan re ferman hatiye dayîn di koma telefonên xwe de bi nîşeya “Teqez destûr nayê dayîn ku bikevin dibistanan” re wêneyên endamên şandeyê û agahiyên wan ên pasaportan şandin. 
 
Di navbera polîsên ku destûr nedan şande bikeve dibistanê û DEM Partiyiyan de nîqaş derket. 
 
JI RÛSYAYÊ HILBIJÊR ANÎN 
 
Derket holê ku di lîsteyên hilbijêran ên bi Dibistana Navîn a Prof. Dr. Azîz Sancar ve hatin daliqandin de ji bilî bajarên weke Manîsa, Dîlok, Edene, Çorûm, Osmaniye, Mûgla û gelek cihên bajarên din ji Rûsyayê jî leşker û polîs veguhestine. 
 
Ahmet Turk û şandeya pê re bertek nîşanî veguhestina leşker û polîsan a li navçeyê dan. 
 
Turk, wiha got: “Li vî welatî beriya niha vîna gel hate îpotekkirin. Bi veguhestina leşker û polîsan li Stewr û Kerboranê hewl didin vîna gel bidizin. Tişteke ewqas ecêbe ku li kolana 125’emîn 250 hilbijêr hatine nivîsîn. Yek ji wan jî ne ji Stewrê ye. Li kolana ku 250 hilbijêr hatine nivîsîn jinek nîne. Ev vê yekê nîşan dide ku li wir ne malbat ne jî Stewrî hene. Lê ji Yozgatê, Çorûmê ji cihên cuda heta ji Rûsyayê mirovan dişînin û hewl didin vîna gel bidizin.”
 
Turk, anî ziman ku kesên serî li van rêyên antîdemokratîk didin ji bilî tarîkirina pêşeroja Tirkiyeyê bi kêrî tiştekî nayên û gotin: “Îro leşker û polîs bûne polîs û leşkerên desthilatê. Divê leşker û polîs nîşan bidin ku ne polîs û leşkerên dewletê ne. Em ji vir bang dikin; heke hûn hêzên ewlehiyê bin, divê hûn bizanin ku hûn ji pêkanîna ewlehiyê berpirsyar in. Heke ji bo desthilata hinekan, ji bo hinek bên hilbijartin helwestê nîşan bidin hûn ê xiyanetê li rewşa xwe bikin.”
 
ALTIN: VÎNA GEL DÊ SERBIKEVE
 
Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Berîtan Guneş Altin jî da zanîn ku ji 343 hilbijêrên di sindoqekê de cih digirin 251 ji bajarên cuda anîne û bi lêv kir ku hemû li kolanê hatine qeydkirin. Guneş, anî ziman ku çi bikin bila bikin, gelê Stewrê dê xwedî li vîna xwe derkeve û got: “Di dawiya rojê de ya ku dê serbikeve dê bibe vîna gel.”
 
 

Sernavên din

02/04/2024
18:35 Arvasê AKP'î berî ku biryar bigihê Zeydan ji bo mazbatayê serlêdan kiriye
18:23 DEM Partiyê ji bo Şirnexê serî li Lijneya Hilbijartinê da
18:06 Di şewata li Stenbolê de 29 kesan jiyana xwe ji dest da
18:02 Li Curnê Reş berteka ji bo nûkirina hilbijartinê: Çi dibe bila bibe em ê li ber xwe bidin
17:58 Darbeya hilbijartinê li Kadikoyê tê protestokirin
17:41 Parêzera penaberê îşkence lê hat kirin: Li girtîgehê gef lê hatin xwarin
17:35 Di Nobeta Edaletê de bertek hat nîşandan: Tu hêz nikarin îradeya gel xesp bikin
16:57 DÎSK: Dê 1’ê Gulanê li Taksîmê were pîrozkirin
16:53 DEM Partiyê li Çêrmûgê ji bo dengên nederbasdar îtiraz kir
16:51 Li Amedê li ber YSK'ê daxuyanî: Li hemberî darbeyê bêdeng nemînin
16:34 Xelkê Şirnexê mudaxileya bi leşkerên ‘veguhestî’ protesto dike
16:30 Hejmara miriyên şewata Beşîktaşê derket 29'an
16:15 AKP’ê ji bo Bazarcixê îcar jî serî li Lijneya Hilbijartinê ya Bajar da
16:12 DEM Partî: Em ê li dijî darbeyê li YSK’ê îtîrazê bikin
16:08 Ozgur Ozel: Li dijî îradeya gel kemîn hat danîn
16:07 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Ev darbeyeke siyasî ye
15:58 Rojnameger Evîn Buldan li ser gora xwe hat bibîranîn
15:51 AKP hewl dide Bazarcixa ketibû destê DEM Partiyê xesp bike
15:46 Wan li dijî darbeya AKP’ê veguherî qada berxwedanê
15:33 Li Curnê Reş dê hilbijartin dîsa bê lidarxistin
15:24 Qeyûmê Mêrdînê dest bi revandina koliyên alîkariyê kir
15:23 Hiqûqnas: Tu aliyê hiqûqî ya biryara têkildarî Zeydan nîne
15:00 Dê darbeya AKP’ê li gelek bajaran bê protestokirin
14:50 Gunaydin ê CHP’î: Em hewldana li dijî îradeya gelê Wanê qebûl nakin
14:46 DEM Partiyê daxuyaniyeke nû da: Darbeya siyasî didome
14:23 Dê MYK’a DEM Partiyê li Wanê bicive
14:15 Li dijî îradeya gelê Wanê darbe hat kirin: Mazbata dan namzetê AKP’ê
13:56 19 baroyan bertek nîşanî leşkerên ‘veguhestî’ dan
13:48 Xelkê Wanê biryara têkildarî Zeydan protesto dike
13:45 Ji bo protestokirina biryara têkildarî Zeydan bang li xelkê Wanê hat kirin
13:43 Lijneya Hilbijartinê ya Bajar a Wanê ji dadgehê dosyaya Zeydan xwest
13:37 Li dijî hewldanên xespkirina îradeyê li Curnê Reş meş tê lidarxistin
13:18 Ocalan bang li xelkê Rihayê kir: Werin Curnê Reş
13:10 Turkdogan: Di 4’ê nîsana 2023’yan de hemû mafên qedexekirî yên Zeydan lê hatin vegerandin
13:04 Li Bedlîsê li dijî bêusiliyên hilbiajartinê îtîraz hate kirin
12:33 Jiyana Abdullah Ocalan bû xêzeroman
12:08 Bertek nîşanî xespkirina îradeya hilbijêran dan: Ev darbe ye
11:52 Gelê kurd qeyûm paş ve şand!
11:34 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:27 Li Curnê Reş piştî 45 salan serkeftineke dîrokî
11:06 Li Amedê daxuyaniya 4’ê Nîsanê
10:33 Mafê qedexeyê yê Zeydan li ser ‘telîmata’ Wezarata Dadê hat betalkirin
10:29 Hejmara şaredariyên DEM Partiyê bi dest xistî derket 78’an
10:28 Namzetên hevşaredariya spasiya xelkê Şirnexê kirin: Îtîrazên me didomin
10:07 Welatiyê digot ‘biaxive, tu ji ku yî?’: Bi ser neketin, îradeya gel dizîn
09:25 Li Îzmîrê tundiya mêr: Zarokek xwe kuşt yek jî birîndar kir
09:11 Asayîşa PDK’ê rojnameger Ehmed revand: Ev 161 roj in agahî jê nayên girtin
09:06 Greva birçîbûnê di roja 128’an de berdewam dike
09:02 Amara li benda mevananên xwe ye
09:01 ROJEVA 2’YÊ NÎSANA 2024’AN
08:59 Pasûriyan serkeftina xwe pîroz kirin: Xwediyên vê axê em in
01/04/2024
23:32 Li Cizîrê pîrozbahiya serkeftinê
20:47 DEM Partî li dijî encamên li Hezroyê îtîraz kir
16:56 DEM Partiyê ji Yarkaya yê AKP’î re got: Di dîrokê de dê weke ‘diz’ bê zanîn
16:56 Bihevşaredariyê temsîliyeta jinan zêde bû
16:33 Namzetê hevşaredariyê yê Gêlê: AKP li vir bi ser neketiye
16:32 Li Agiriyê serkeftin hate pîrozkirin
16:31 Koçyîgît: Li Qersê qeyûm tayînî sindoqan hatin kirin
16:11 Ji bo mafê sewqê û tendirûstiyê 37 roj in di greva birçîbûnê de ne
16:10 Leşkerên ‘veguhestî’ ji Qersê derdikevin
16:10 Li Çermûgê DEM Partiyê li dijî encaman îtîraz kir
16:08 MYK’a DEM Partiyê dê di 3’yê nîsanê de bicive
15:54 Di Nobeta Edaletê de 4’ê Nîsanê hat pîrozkirin
15:41 Li Qilebanê îtîrazî encaman kirin: Gel li dijî nelirêtiyan meşiya
15:08 Li Wanê bi deh hezaran serkeftina 14 şaredariyan pîroz kirin
14:54 Bi ser koça dawî ya rojnameger Evîn Buldan re 7 sal derbas bûn
14:19 Encamên Dibistana Seretayî ya Tumgeneral Omer Keçecîoglû ya Şirnexê
13:58 Li Wan û Agiriyê pîrozbahiya hilbijartinê
13:56 Bakirhan: Şirnex, Bedlîs û Qersê gel bi ser ket
13:53 Kadîr Înanir ji beşa çavdêriya awarte hate derxistin
13:26 Serokê YSK’ê Yener: Rêjeya tevlibûna hilbijartinê ji sedî 78,11 e
13:25 Li Amedê ji sindoqê berteka li dijî cînayetên jinan derket
12:35 ‘Hilbijêrên’ veguhestî yên li Bedlîsê parve kir
12:33 Prz. Seydaoglû ji dosyaya KCD’ê beraet kir
12:32 Bajarên bakurê Kurdistanê bi rengên DEM Partiyê xemilîn
11:45 Şandeya ewropî: Li Kurdistanê hilbijartin di şertên demokratîk de nehat kirin
11:22 Şaredariyên bi rêya leşker û polîsên ‘veguhestî’ hatin xespkirin
11:01 Tevî 'hilbijêrên' veguhestî jî DEM Partî li Pasûrê bi ferqekî mezin bi ser ket
10:56 Navçeyên Kurdistanê yên DEM Partiyê bi ser ji sedî 70’ê deng standî
10:45 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Rêwîtiya ber bi Rojê ve’ derket
10:22 Namzetên hevşaredariyê yên bi ser ketin: Me tişta aydê xwe stand
10:08 Li Mêrsîn û Toroslarê ‘Lihevkirina Bajar’ bi ser ket
09:53 Şaredariyên DEM Partiyê bi dest xistî
09:24 Ji DEM Partiyê li Wanê serkeftina dîrokî: Her 14 şaredarî jî bi dest xist
09:15 Girtiyên siyasî ji bo azadiya Abdullah Ocalan 127 roj in di greva birçîbûnê de ne
09:13 Ji rojnameger Silêman Ehmed 160 roj in agahî nayên girtin
09:01 Her kes di 4'ê Nîsanê de vexwend Amarayê
09:00 ROJEVA 1’Ê NÎSANA 2024’AN
08:46 Li Xelfetiyê serkeftina hilbijartinê: Em diyarî Ocalan dikin
08:43 DEM Partî dê li Bedlîsê li dijî dengên nederbasdar îtîraz bike
08:41 Li Esenyurtê ‘lihevkirina bajar’ bi ser ket
08:38 DEM Partiyê 77 şaredarî bi dest xist
08:15 Li kolanên Îdirê serkeftina hilbijartinê: Bijî Serok Apo
02:53 Ji Bayindir berteka Şirnexê: Em rê nadin faşîzma AKP'ê û MHP’ê
02:32 Gel li Colemêrg û Geverê ji bo pîrozbahiyan daket kolanan
02:23 Li Rihayê bayê DEM Partiyê
01:37 Ji Temellî daxuyaniya Bedlîsê: Em ê destûra xespkirinê nedin
01:37 Li Sêrta di bin rêveberiya qeyûm de ferqeke dîrokî
01:19 Rêxistina DEM Partiyê ya Wanê: Me her 14 şaredarî jî bi dest xistin
01:10 Manşeta Hilbijartinê ya Yenî Yaşamê: Serkeftina gel, têkçûna şer