Bi hilbijêrên veguhestî nikarin bi ser kevin: Ev hilbijartin rewa nîne

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Dîmenên leşker û polîsên li bajarên Kurdistanê bi komî deng didin mohra xwe li hilbijartinê dan. Bertekên tund nîşanî hilbijêrên “gerok” ên di jiyana xwe de cara ewil e hatine bajarên Kurdistanê dan. 
 
Karûbarê dengdayînê yê li bajarên Kurdistanê ku dê saet di 16.00’ê de bi dawî bibe didome. Li gelek bajaran binpêkirin bûn rojev. Bi hezaran leşker û polîsên li bajarên Agirî, Çewlig, Bedlîs, Amed, Colemêrg, Qers, Mêrdîn, Mûş, Sêrt, Riha, Wan, Êlih, Şirnex û Îdirê bi otobûsan hatine veguhestin, di saetên serê sibehê de bi komî hatin dibistanan û dengên xwe bi komî dan. Dengdayîna leşkeran a komî mohra xwe  li hilbijartinan da. 
 
YSK’Ê RED KIRIBÛ
 
DEM Partiyê li dijî 55 hezar hilbijêrên sexte yên li bajarên Kurdistanê hatin veguhestin îtîraz kiribû lê YSK’ê ev îtîraz red kiribû. Van hilbijêrên sexte li bajarên lê hatine veguhestin dengê xwe dan. Ev kesên ku di jiyana xwe de cara ewil e tên bajarên Kurdistanê, li pêşiya dibistanan rûyê xwe girtin û gel bertek nîşan da. Parlamenterên DEM Partiyê û namzetan li gelek deveran dîmenên vê rewşê kişandin û li ser hesabên xwe yên medyaya dijîtal parve kirin. Di heman demê de gel jî diherike ser sindoqan. 
 
'EV HILBIJARTIN REWA NÎNE’
 
Îktîdara AKP-MHP’ê ku beriya niha bi rêya qeyûman îradeya gelê kurd xesp kiribû, niha jî hewl dide bi rêya leşker û polîsên “veguhestî” îradeya gelê kurd xesp bike. Îktîdara ku polîtîkaya wê ya qeyûman vala derket, niha jî hewl dide bi vê rêyê xwe rewa nîşan bide. Li hemberî dîmenên derketin holê, bertekên tund tên nîşandan. Welatî û DEM Partiyiyan çûn dengê xwe dan bertek nîşandan û wiha gotin: “Bi veguhestina dengan nikarin bi ser kevin. Ev hilbijartin, hilbijartineke rewa nîne.” 
 
WEKÎLAN GIRTIN Û TEŞHÎR KIRIN
 
Parlamenterê DEM Partiyê yê Agiriyê Sirri Sakik bertek nîşan da û wiha got: “Gelê Agiriyê xwedî li îradeya xwe derkeve. Îro roja rûmetê ye. Îradeya xwe teslîmî bi hezaran hilbijêrên sexte neke!” 
 
Parlamentera Mêrdînê Bêrîtan Guneş: “Ev lîsteya hilbijêrên li Dibistana Azîz Sancar a Stewrê dengê xwe dayîn e! Ji her devera Tirkiyeyê hilbijêrên bêusîl anîne. Tevî hemû bêusuliyan jî em ê bi ser kevin. Stewr a me ye!” 
 
Parlamenterê Şirnexê Zekî Îrmez: “Em teşhîr dikin! Vaye hûn hilbijêrên gerok ên di jiyana xwe de tenê yek carê Şirnex nedîtine! Îktîdar,bi veguhestina bi hezaran leşker û polîsan hewl dide encamên hilbijartinê biguherîne! Em îfşa dikin!! Binêrin bê ka çawa rûyê xwe vedişêrin! Em vê xespkirina îradeyê, vê dizî û bêexlaqiyê qebûl nakin!” 
 
Parlamentera Sêrtê Sabahat Erdogan Saritaş: “Vaye dizên anîne Sêrtê! Rûyê xwe digirin ji ber ku sûcdar in û li ser sûc hatine girtin. Em van dizên ji bo xespkirina îradeya gel hatine vê derê yek bi yek teşhîr dikin. Tevî we jî em ê bi ser kevin. Bila gelê me bê dengê xwe bide û rê nede van dizan.” 
 
Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît: “Em li bendê ne ku tevahiya gelê me xwedî li vîna xwe derkeve. Li dijî vê kompasê em biçin ser sindoqan û xwedî li vîna xwe derkevin.” 
 
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan: “Em dizanin hûn bihêrs in lê herin ser sindoqan, dengê xwe bidin û hêrsa xwe wisa derxînin. Dengê xwe bidin û xwedî li sindoqan derkevin. Da ku hêza îradeya me derkeve holê.” 
 

Sernavên din

02/04/2024
18:35 Arvasê AKP'î berî ku biryar bigihê Zeydan ji bo mazbatayê serlêdan kiriye
18:23 DEM Partiyê ji bo Şirnexê serî li Lijneya Hilbijartinê da
18:06 Di şewata li Stenbolê de 29 kesan jiyana xwe ji dest da
18:02 Li Curnê Reş berteka ji bo nûkirina hilbijartinê: Çi dibe bila bibe em ê li ber xwe bidin
17:58 Darbeya hilbijartinê li Kadikoyê tê protestokirin
17:41 Parêzera penaberê îşkence lê hat kirin: Li girtîgehê gef lê hatin xwarin
17:35 Di Nobeta Edaletê de bertek hat nîşandan: Tu hêz nikarin îradeya gel xesp bikin
16:57 DÎSK: Dê 1’ê Gulanê li Taksîmê were pîrozkirin
16:53 DEM Partiyê li Çêrmûgê ji bo dengên nederbasdar îtiraz kir
16:51 Li Amedê li ber YSK'ê daxuyanî: Li hemberî darbeyê bêdeng nemînin
16:34 Xelkê Şirnexê mudaxileya bi leşkerên ‘veguhestî’ protesto dike
16:30 Hejmara miriyên şewata Beşîktaşê derket 29'an
16:15 AKP’ê ji bo Bazarcixê îcar jî serî li Lijneya Hilbijartinê ya Bajar da
16:12 DEM Partî: Em ê li dijî darbeyê li YSK’ê îtîrazê bikin
16:08 Ozgur Ozel: Li dijî îradeya gel kemîn hat danîn
16:07 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Ev darbeyeke siyasî ye
15:58 Rojnameger Evîn Buldan li ser gora xwe hat bibîranîn
15:51 AKP hewl dide Bazarcixa ketibû destê DEM Partiyê xesp bike
15:46 Wan li dijî darbeya AKP’ê veguherî qada berxwedanê
15:33 Li Curnê Reş dê hilbijartin dîsa bê lidarxistin
15:24 Qeyûmê Mêrdînê dest bi revandina koliyên alîkariyê kir
15:23 Hiqûqnas: Tu aliyê hiqûqî ya biryara têkildarî Zeydan nîne
15:00 Dê darbeya AKP’ê li gelek bajaran bê protestokirin
14:50 Gunaydin ê CHP’î: Em hewldana li dijî îradeya gelê Wanê qebûl nakin
14:46 DEM Partiyê daxuyaniyeke nû da: Darbeya siyasî didome
14:23 Dê MYK’a DEM Partiyê li Wanê bicive
14:15 Li dijî îradeya gelê Wanê darbe hat kirin: Mazbata dan namzetê AKP’ê
13:56 19 baroyan bertek nîşanî leşkerên ‘veguhestî’ dan
13:48 Xelkê Wanê biryara têkildarî Zeydan protesto dike
13:45 Ji bo protestokirina biryara têkildarî Zeydan bang li xelkê Wanê hat kirin
13:43 Lijneya Hilbijartinê ya Bajar a Wanê ji dadgehê dosyaya Zeydan xwest
13:37 Li dijî hewldanên xespkirina îradeyê li Curnê Reş meş tê lidarxistin
13:18 Ocalan bang li xelkê Rihayê kir: Werin Curnê Reş
13:10 Turkdogan: Di 4’ê nîsana 2023’yan de hemû mafên qedexekirî yên Zeydan lê hatin vegerandin
13:04 Li Bedlîsê li dijî bêusiliyên hilbiajartinê îtîraz hate kirin
12:33 Jiyana Abdullah Ocalan bû xêzeroman
12:08 Bertek nîşanî xespkirina îradeya hilbijêran dan: Ev darbe ye
11:52 Gelê kurd qeyûm paş ve şand!
11:34 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:27 Li Curnê Reş piştî 45 salan serkeftineke dîrokî
11:06 Li Amedê daxuyaniya 4’ê Nîsanê
10:33 Mafê qedexeyê yê Zeydan li ser ‘telîmata’ Wezarata Dadê hat betalkirin
10:29 Hejmara şaredariyên DEM Partiyê bi dest xistî derket 78’an
10:28 Namzetên hevşaredariya spasiya xelkê Şirnexê kirin: Îtîrazên me didomin
10:07 Welatiyê digot ‘biaxive, tu ji ku yî?’: Bi ser neketin, îradeya gel dizîn
09:25 Li Îzmîrê tundiya mêr: Zarokek xwe kuşt yek jî birîndar kir
09:11 Asayîşa PDK’ê rojnameger Ehmed revand: Ev 161 roj in agahî jê nayên girtin
09:06 Greva birçîbûnê di roja 128’an de berdewam dike
09:02 Amara li benda mevananên xwe ye
09:01 ROJEVA 2’YÊ NÎSANA 2024’AN
08:59 Pasûriyan serkeftina xwe pîroz kirin: Xwediyên vê axê em in
01/04/2024
23:32 Li Cizîrê pîrozbahiya serkeftinê
20:47 DEM Partî li dijî encamên li Hezroyê îtîraz kir
16:56 DEM Partiyê ji Yarkaya yê AKP’î re got: Di dîrokê de dê weke ‘diz’ bê zanîn
16:56 Bihevşaredariyê temsîliyeta jinan zêde bû
16:33 Namzetê hevşaredariyê yê Gêlê: AKP li vir bi ser neketiye
16:32 Li Agiriyê serkeftin hate pîrozkirin
16:31 Koçyîgît: Li Qersê qeyûm tayînî sindoqan hatin kirin
16:11 Ji bo mafê sewqê û tendirûstiyê 37 roj in di greva birçîbûnê de ne
16:10 Leşkerên ‘veguhestî’ ji Qersê derdikevin
16:10 Li Çermûgê DEM Partiyê li dijî encaman îtîraz kir
16:08 MYK’a DEM Partiyê dê di 3’yê nîsanê de bicive
15:54 Di Nobeta Edaletê de 4’ê Nîsanê hat pîrozkirin
15:41 Li Qilebanê îtîrazî encaman kirin: Gel li dijî nelirêtiyan meşiya
15:08 Li Wanê bi deh hezaran serkeftina 14 şaredariyan pîroz kirin
14:54 Bi ser koça dawî ya rojnameger Evîn Buldan re 7 sal derbas bûn
14:19 Encamên Dibistana Seretayî ya Tumgeneral Omer Keçecîoglû ya Şirnexê
13:58 Li Wan û Agiriyê pîrozbahiya hilbijartinê
13:56 Bakirhan: Şirnex, Bedlîs û Qersê gel bi ser ket
13:53 Kadîr Înanir ji beşa çavdêriya awarte hate derxistin
13:26 Serokê YSK’ê Yener: Rêjeya tevlibûna hilbijartinê ji sedî 78,11 e
13:25 Li Amedê ji sindoqê berteka li dijî cînayetên jinan derket
12:35 ‘Hilbijêrên’ veguhestî yên li Bedlîsê parve kir
12:33 Prz. Seydaoglû ji dosyaya KCD’ê beraet kir
12:32 Bajarên bakurê Kurdistanê bi rengên DEM Partiyê xemilîn
11:45 Şandeya ewropî: Li Kurdistanê hilbijartin di şertên demokratîk de nehat kirin
11:22 Şaredariyên bi rêya leşker û polîsên ‘veguhestî’ hatin xespkirin
11:01 Tevî 'hilbijêrên' veguhestî jî DEM Partî li Pasûrê bi ferqekî mezin bi ser ket
10:56 Navçeyên Kurdistanê yên DEM Partiyê bi ser ji sedî 70’ê deng standî
10:45 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Rêwîtiya ber bi Rojê ve’ derket
10:22 Namzetên hevşaredariyê yên bi ser ketin: Me tişta aydê xwe stand
10:08 Li Mêrsîn û Toroslarê ‘Lihevkirina Bajar’ bi ser ket
09:53 Şaredariyên DEM Partiyê bi dest xistî
09:24 Ji DEM Partiyê li Wanê serkeftina dîrokî: Her 14 şaredarî jî bi dest xist
09:15 Girtiyên siyasî ji bo azadiya Abdullah Ocalan 127 roj in di greva birçîbûnê de ne
09:13 Ji rojnameger Silêman Ehmed 160 roj in agahî nayên girtin
09:01 Her kes di 4'ê Nîsanê de vexwend Amarayê
09:00 ROJEVA 1’Ê NÎSANA 2024’AN
08:46 Li Xelfetiyê serkeftina hilbijartinê: Em diyarî Ocalan dikin
08:43 DEM Partî dê li Bedlîsê li dijî dengên nederbasdar îtîraz bike
08:41 Li Esenyurtê ‘lihevkirina bajar’ bi ser ket
08:38 DEM Partiyê 77 şaredarî bi dest xist
08:15 Li kolanên Îdirê serkeftina hilbijartinê: Bijî Serok Apo
02:53 Ji Bayindir berteka Şirnexê: Em rê nadin faşîzma AKP'ê û MHP’ê
02:32 Gel li Colemêrg û Geverê ji bo pîrozbahiyan daket kolanan
02:23 Li Rihayê bayê DEM Partiyê
01:37 Ji Temellî daxuyaniya Bedlîsê: Em ê destûra xespkirinê nedin
01:37 Li Sêrta di bin rêveberiya qeyûm de ferqeke dîrokî
01:19 Rêxistina DEM Partiyê ya Wanê: Me her 14 şaredarî jî bi dest xistin
01:10 Manşeta Hilbijartinê ya Yenî Yaşamê: Serkeftina gel, têkçûna şer