Xelîl: Zimanê kurdî zimanekî qedîm û şirîne, divê em xwedî lê derkevin

AMED - Zimanzan û mamosteyê MED-DER’ê Îbrahîm Xelîl diyar kir ku kurdî yek ji zimanên herî dewlemend e û got: “Lewma divê em zimanê xwe biçûk nebînin. Zimanê me zimanekî qedîm e, xweş e û şirîn e. Divê em lê xwedî derkevin.” 
 
15'ê Gulanê ji bo weşangerî û zimanê kurdî rojeke taybet û girîng e. Di 15’ê Gulana 1932’yan de Celadet Elî Bedirxan û çend hevalên wî li paytexta Sûriyeyê Şamê bi alfabeya latînî “Kovara Hawarê” derxistin. Ev roj di sala 2006’an de ji hêla Platforma Zimanê Kurdî ve weke “Cejna Zimanê Kurdî” hate ragihandin. 
 
Zimanzan û mamosteyê Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER) Îbrahîm Xelîl têkildarî 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî û girîngiya bikaranîna alfabeya kurdî ji ajansa me re axivî. 
 
GIRÎNGIYA ALFABEYA LATÎNÎ
 
Îbrahîm Xelîl, bi bîr xist ku Celadet Elî Bedirxan û hevalên wî di 15’ê gulana 1932’yan de Kovara Hawarê bi tîpên latînî derxistin lewma ev roj weke Cejna Zimanê Kurdî tê pîrozkirin. Xelîl, anî ziman ku rola Mîr Celadet û rêhevalên wî ya di ziman de gelek mezin û girîng e û wiha domand: “Bi avabûna Komara Tirkiyeyê re polîtîkayên pişaftinê ketin meriyetê û girêdayî vê zimanê kurdî her ku diçû qels dibû. Wan pêşiya zimanê kurdî yê nivîskî vekir û wan nivîsandin hêsan kirin. Lewma kurd vê rojê girîng dibînin û pîroz dikin.”
 
‘ZARGOTINA KURDÎ RÊ LI BER QELSBÛNÊ GIRT’
 
Bi domdarî Xelîl xebata Mîr Celadet û rêhevalên wî weke şoreşekê pênase kir û da zanîn ku wê çaxê di nava civaka kurd de xwendin û nivîsandin gelek kêm bû. Xelîl, destnîşan kir ku piştî alfabeya latînî kurdan dest bi xwendin, nivîsandin û afirandinê kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Pêşiya alfabeya latînî zargotina kurdan ku hêj jî pir dewlemend e hebû û vê yekê rê li ber qelsbûnê digirt. Tirkiye li ser unîteriyê anku yekperestiyê hatiye avakirin. Berê bi kurdî re gelek zimanên din jî hebûn lê ji ber polîtîkayên dewletê tev hatin jibîrkirin. Lê kurdan gelek siûd ji Kovara Hawarê girt û zimanê xwe pêş xist.”
 
‘JI BO PÊŞKETINÊ DERFETÊN SIYASÎ Û CIVAKÎ HEWCE NE’
 
Di berdewamê de Xelîl diyar kir ku ji bo pêşketina zimanekî derfetên siyasî û civakî hewce ne. Xelîl, bi lêv kir ku tevî dewlemendiya ziman jî heke derfetên siyasî û civakî nebin zimên pêş nakeve û wiha pê de çû: “Teknolojî pêş ketiye û êdî ji ber pergala perwerdehiyê ziman nikare li ber xwe bide. Weke mînak, berê wêjeya tirkî, makedonî û endonezî nebû. Lê derfetên siyasî ji wan re çêbûn û niha di nava zimanên cîhanê de cih girtine. Lê zimanên mîna pehlewî, sumerî, latinî hwd. tên jibîrkirin. Mesela latinî tenê di terîmên tenduristiyê de tê bikaranîn. Êdî tu kes latinî naaxive. Ji bo kurdî jî divê dewlet peywira xwe bi cih bîne û derfetên siyasî bên afirandin. Heke mirovek tenê jî zimanekî biaxive ew ziman zindî ye û divê piştgiriya vî zimanî bê kirin. Lê mixabin di pergala Tirkiyeyê de hêj jî ev yek nayê qebûl kirin û polîtîkayên bişaftinê berdewam dikin.”
 
‘DIVÊ EWLEHIYA ZIMAN YA ZAGONÎ HEBE’
 
Xelîl, bal kişand ser tevdîrên li dijî polîtîkayên bişaftinê û ev nirxandin kir: “Divê kurd jî weke serdestên xwe teknolojiyê bi kar bînin. Divê ziman di qada perwerdehiyê de bê bikaranîn. Pergala perwerdehiyê bandoreke gelekî mezin li ziman dike. Divê ziman di zagonan de bê bicihkirin û ewlehiya ziman ya zagonî hebe. Divê siyaseta kurdan û ya giştî li hemberî zimanê kurdî erênî be. Her wiha divê pirtûkek gramerê û ferhengek zimanekî jî hebin ku ew ziman bi pêş bikeve. Nebûna van materyalan bandoreke neyînî li ziman dike. Divê gelê kurd jî zimanê xwe di her qadên jiyanê de biaxivin û bi kar bînin. Em weke sazî pêşengiya vî karî dikin, lê têr nake. Ziman zimanê me hemûyan e û divê civak xwedî li zimanê xwe derbikeve. Ya herî girîng, divê zarok hînî kurdî bibin. Pêşiya zimanê ku zarok naaxivin tarî ye û ew ziman di xetereyê de ye.”
 
‘DIVÊ KURD JI BO ZIMANÊ XWE TÊBIKOŞIN’
 
Di berdewamê de Xelîl got ku nêzikatiya dewletê ya li dijî zimanê kurdî diyar e û da zanîn ku ji bo xapandinê çend gavên biçûk avêtine. Xelîl, destnîşan kir ku zarokên kurdan bi waneyên hilbijartî hînî kurdî nabin û bi lêv kir ku pergala pedogojiyê diyar e. Xelîl, diyar kir ku divê kurd xwedî fikreke neteweyî bin û divê kurd ji bo çand û zimanê xwe biînad têbikoşin.
 
‘DIVÊ TIRKIYE LI GORÎ PEYMANÊN NAVNETEWEYÎ TEVBIGERE’ 
 
Xelîl, bi bîr xist ku her tişt li ser esasê wekheviyê çareser dibin û got: “Gelek caran rayedarên tirkan dibêjin ‘êdî kurd û tirk bûne neynûk û goşt, em birayên hev in’ û hwd. Ev yek xapandin e û em qebûl nakin. Rewşa tirkan çi be, divê ya kurdan jî wisa be. Li gorî peymanên navneteweyî mafê zarokên kurdan ê hînbûna zimanê dayikê heye. Tirkiye jî divê li gorî peymanên navneteweyî tevbigere. Em behsa mafê 30 milyon kurdan dikin, divê êdî tirk mafê kurdan bidin. Ev yek jî di pergalên demokratîk de tên çêkirin û di pergalên demokratîk de hêsantir çareser dibe.”
 
BANDORA TEKOŞÎNA AZADIYÊ YA LI SER ÇAND Û ZIMAN
 
Xelîl, anî ziman ku kurd êdî ne kurdên berê ne û wiha derbirî: “Lê sekn û helwesta tirkan a li dijî kurdan û zimanê kurdî hêj jî neyînî ye. Li hêla din siyaseta kurd beriya niha zimanê xwe hinek paşguh kir. Divê ji îro û şûnde siyaseta kurd kar û barên xwe bi kurdî bike. Ziman navgîna ji hev fêmkirinê û ragihandinê ye. Gelek peywirên ziman ên weke ragihandinê, neteweyiyê, nasnameyê hwd. hene. Lewma ji bo kurdan ziman gelek girîng e. Niha em weke MED-DER’ê behsa tekoşîna xwe dikin lê pêşiya me KURDÎ-DER, Akademiya Ehmedê Xanî hebû û tekoşîna azadiyê heye. Kurdan ji bo çand û ziman gelek bedel dan. Divê em jî van bedelan tu caran ji bîr nekin. Heke ji tekoşîna azadiyê nebûya, kurdî îro tune bû. Her çiqas ked û rola Celadet û rêhevalên wî ji bo kurdî hebe jî, bi qasî wan tekoşîna azadiyê jî rol û rista xwe lîst.”
 
‘DIVÊ EM XWE JI FIKRA XWEBIÇÛKDÎTINÊ DÛR BIXIN’
 
Xelîl, da zanîn ku zimanê kurdî di hemû cîhanê de weke zimanekî dewlemend tê zanîn û diyar kir ku heke kurd bikevin di nava kûrahiya zimanê kurdî de dê vê dewlemendiyê bibînin. Xelîl, bal kişand ser reseniya kurdî û axaftina xwe wiha qedand. “Heta niha tu mudexale li gramera kurdî nehatiye kirin û resen maye. Di tê de tewang, ergatîvî hwd. gelek tiştên balkêş tê de hene. Lewma divê em zimanê xwe biçûk nebînin, zimanê me zimanekî qedîm e, xweş e, şirîn e. Divê em xwe ji fikra xwebiçûkdîtinê dûr bixin û em xwe bispêrin stran, floklor, wêjeya xwe ya devkî. Divê em li dijî bişaftinê xwedî li zimanê xwe derbikevin.”
 
MA / Bazîd Evren
 
 

Sernavên din

07/06/2024
16:45 Xizmên Windayan dê sibê cara 800’emîn bên ba hev
16:36 Protestoyên li dijî xespkirina îradeyê di roja 5’an de domiyan
16:34 Leşkerên ku diçûn Colemêrgê qeza kirin: 4 leşker birîndar bûn
16:24 Bozan: Heta ku tecrîd rabe dê têkoşîn bidome
16:00 Li dijî qeyûm hevdîtina bi gel re û serdana dikandaran
15:47 ÎHD’ê banga ‘betalkirina biryara tayînkirina qeyûm’ li îktîdarê kir
15:46 Navê Hafiz Akdemîr jinûve dan parkê
15:45 Dema CHP û MHP dadixînin pirsgirêk nîne, dema DEM Partî dadixîne lêpirsîn tê destpêkirin
15:29 Di behrê de cenazeyê jinekê hate dîtin
14:38 Operasyona leşkerî ya li Liceyê didome
14:00 Fadil Şenyaşar dîsa nehat berdan
13:54 MKG’ê rapora meha gulanê eşkere kir: 24 rojnameger hatin darizandin
13:38 Hafiz Akdemîr dê li kolana lê hate qetilkirin bê bibîranîn
12:52 61 kesan bang li CPT’yê kirin: Şandeyekê bişîne Îmraliyê
12:31 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
12:14 Doza êrişa li dijî DEM Partiyê: Bersûcê got ‘serxweş bûm’ hat tehliyekirin
12:09 Encumenên şaredariyê: Em qeyûm red dikin, em ê di xizmeta gelê xwe de bin
11:35 Ji Şivan Perwer banga piştevaniya ji bo Dayikên Şemiyê
11:28 Navê rêveberê rêxistina sûc Çatli li qadekê hate kirin
11:00 Bakirhan: Divê çi kurdên xwedî rûmet ji pêşiya avahiya AKP’ê re jî derbas nebin
10:47 Dadgehan îdianameya hevserokên HDP’ê qebûl nekirin
10:45 JINNEWS: Di gulanê de 34 jin hatin qetilkirin
10:44 Ahmet Kaya: Hiqûqa mêtingeriyê tê ferzkirin
09:54 Li Îzmîrê jinek hate qetilkirin
09:53 Parlamentera CHP’î: Divê em li dijî feraseta qeyûma têbikoşin
09:17 Li Êlihê bi şev qeyûm hate protestokirin
09:12 IHR: Biryara darvekirina Ozdemîr bi zexta civakî dikare bê sekinandin
09:09 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:06 Partiyên siyasî bertek nîşanî qeyûm dan: Pirsgirêk a her kesî ye, dema têkoşîna hevpar e
09:03 ‘Em ji bo Amedeke paqij tev li kampanyayê bibin’
09:02 Sêrtiyan bertek nîşanî tayinkirina qeyûm dan: Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin
09:01 Nameyên wan neşandin Îmraliyê: Hincet 'dilsoziya ji bo Abdullah Ocalan'
09:00 ROJEVA 7'Ê HEZÎRANA 2024'AN
06/06/2024
22:48 Li Kadikoyê desteserkirina vînê hat protestokirin
19:50 Çalakiyên nobedê didomin: Em ê rê nedin xespê
18:23 Hevserokên giştî çûn serdana malbata Akiş
18:08 Der barê Hevşaredarê Tetwanê de lêpirsîn
17:45 Şandeya KESK'ê li Colemêrgê ye: Rêzê li vîna gel bigirin
16:07 Nobeta Edaletê ya Şenyaşar di roja 124’an de ye
15:36 Ji TMMOB’ê berteka qeyûm: Li dijî vîna gel darbeya îdarî ye
15:01 Piştî 32 salan hatin berdan: Em ê rojên xweş bi hev re ava bikin
14:59 Ji bo protestokirina qeyûm bang kir
14:54 Hevserokê HDP’a Bûcayê hate berdan
14:41 Ozel û Erdogan dê di 11’ê hezîranê de hevdîtinê bikin
14:30 Hempîşeyên wî xwestin rojnamevan Karakoç were berdan
14:29 Wezaretê daxwaza lêpirsîna derheqê Baroya Amedê de red kir
14:19 33 rêxistinên hiqûqî yên navneteweyî ji bo Doza Elçî daxuyanî dan
14:06 Şewata li Mêrdînê hate kontrolkirin
13:58 DEM Partiyiyan pankarta ‘Bicehnime qeyûm’ bi Pira Bogazîçiyê ve daliqandin
13:45 Li dijî qeyûm meş hat lidarxistin: Bijî berxwedana Colemêrgê
13:20 Li Wanê 9 kes hatin binçavkirin
13:19 Mexdûrên erdhejê yên li dijî qada rezerve derketin hatin derbkirin
13:08 Îdianameya têkildarî şewata Kuluba Şevê: 22 sal û 6 meh cezayê hefsê hat xwestin
13:05 Parlamenterên DEM Partiyê li pêşiya Wezareta Karên Hundir in
12:41 Di 2 rojan de 17 caran çekên qedexe hatin bikaranîn
12:08 Doza Ozgur Gundemê hate taloqkirin
11:46 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:46 ‘Ji bo polîs ji sûcê îşkenceyê bên darizandin em ê têbikoşin’
11:30 Hilbijartinên şaredariyan ên Rêveberiya Xweser hatin taloqkirin
11:22 Qeyûmê berê mexdûrên erdhejê xapand: 160 sal ceza jê re tê xwestin
11:01 Doza Sîncar hate taloqkirin
10:54 Hevserokên giştî bi rêxistinên civaka sivîl re civiyan: Banga hilbijartina pêşwext
10:32 Berdana girtiyê nexweş ê 30 sal in girtî ye cara duyemîn hate taloqkirin
10:24 Sêrtiyan li dijî qeyûman banga têkoşîna hevpar kirin
09:49 Bahçecî: Dixwazin bi şerê taybet re jinan bêvîn bihêlin
09:34 Xelkê Îzmîrê bertek nîşanî tayinkirina qeyûm dan: Nayê qebûlkirin
09:24 Îtîrazî cezayê darvekirinê yê Hatem Ozdemîr hat kirin
09:22 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:21 Dîlmek: Heta pirsgirêka kurd çareser nebe destûra bingehîn a nû nabe
09:02 Hew maye ku çanda tevnê ji navê rabe
09:01 Li 33 jinên girtî cezayê hucreyê hat birîn
09:00 ROJEVA 6’Ê HEZÎRANA 2024’AN
05/06/2024
22:21 Ji bo kesên li Qada Stasyonê hatin qetilkirin meşa bimeşale
21:17 Leyla Zana: Ji niha û şûnde nebêjin ‘kurd çi dixwazin?’
20:14 Hatîmogûllari: Hûn ê nikaribin qeyûman mayinde bikin
19:11 Çalakiya li ber şaredariyan di roja duyemîn de ye
18:58 Ozel serdana Emîne Şenyaşarê kir
18:53 Banga qebûlkirina daxwazên di greva birçîbûnê de
17:17 Li Mêrsînê 6 kes hatin girtin
17:11 Akiş û siyasetmedarên din bi dehan sal hatin cezakirin
16:36 Hevseroka HDP’a Amedê ya berê Alokmen hat tehliyekirin
16:28 TAYAD’iyên tecrîda li girtîgehan şermezar kirin hatin binçavkirin
16:13 Bakirhan û Zana gihîştin Colemêrgê
15:54 Du girtî ji Girtîgeha Sîncanê hatin berdan
15:07 Di hilbijartina Yekitiya Şaredariyên Tirkiyeyê de nerazîbûna li dijî qeyûm
14:51 Bi sedan leşker û polîs li Edliyeya Colemêrgê ne!
14:30 Dikandarên Colemêrgê derabe girtin
14:21 Li Wan û Konyayê nerazîbûn: Hevşaredar Akiş îradeya bi milyonan gelê kurd e
14:12 Li Colemêrgê piştî biryara ceza protestoyan dest pê kir: Qesrê li dijî gel şer îlan kir!
14:05 Li Amedê ji şaredariyan kampanyaya paqijiyê
13:49 19 sal û 6 meh cezayê hepsê li Siddik Akiş hat birîn
13:32 Di doza îşkenceya li Licê de li her polîsekî 8 sal ceza hat birîn
13:17 Serkeftina Curnê Reş diyarî berxwedana Colemêrgê kirin
13:11 Nivîskar û ramangerên îslamî ji bo Huda Kaya kampanya îmzeyan dan destpêkirin
12:17 Li ser daxwaza welatiyan ji şaredariyê otobusa bêpere
11:52 Vaye îfadeyên 'Oyun Bozan' ku kirin hinceta tayînkirina qeyûm
11:15 Partiyên siyasî li dijî qeyûm li cem berxwedana colemêrgiyan e
11:08 Hevşaredarê Colemêrgê Akiş: Ez serbilind im, ez ê her têbikoşim
10:54 Di edliyeya dorpêçkirî de danişîna Akiş dest pê kir
10:53 Bakirhan û Zana diçin Colemêrgê