Îdianameya duyemîn a Kobanê: ‘Sûcê kuştinan’ ku hat beraetkirin dîsa di dosyeyê de ye

  • rojane
  • 16:51 28 Gulan 2024
  • |
img
ENQERE - Bi hinceta çalakiyên Kobanê der barê 5 siyasetmedarên HDP’ê de îdianame hat amadekirin. Balkêş e her çiqas siyasetmedarên ji Doza Kobanê ya sereke ji kuştina Yasîn Boru û kuştinên din hatibin beraetkirin jî lê ev her pênc siyasetmedar ji heman kuştinan hatine sûcdarkirin. 
 
Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê bi hinceta çalakiyên Kobanê yên 6-8’ê Cotmeha 2014’an der barê parlamenterên HDP’ê yên berê Huda Kaya, Serpîl Kemalbay, Fatma Kurtulan, Garo Paylan û Pero Dundar de îdianame amade kir. Îdianame ango dozname di 22’yê gulanê de ji 22’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê re hatiye şandin. Dozname ji 298 rûpelan û du beşan pêk tê. Di 183 rûpelên beşa ewil de cih dane îdiayên “navên maktul û mexdûran.” Di beşa duyemîn de jî cih ji îdiayên der heqê çalakiyên Kobanê de hatiye veqetandin.
 
ÎDIAYÊN HATINE KIRIN 
 
29 îdiayên cuda hincet hatine nîşandan. Ji her siyasetmedarekî re 38 caran cezayê muebeda girankirî hat xwestin. Bi îdiayên wek, "Xerakirina yekitya dewlet û tevkariya welat”, “37 caran kuştina mirovan” û “31 caran hewldana kuştinê” û 29 îdiayên cuda ji siyasetmedaran re ceza tê xwestin. Bi hinceta van ‘sucan’ hat xwestin her siyasetmedarek bi 38 caran cezayê muebeda girankirî û 19 hezar û 680 sal werin cezakirin. 
 
Hat xwestin îdianameya her pênc siyasetmedaran bi dosyeya doza 72 kesên ji Doza Kobanê ya sereke ku hatiye tefrîkirin bibe yek. 
 
ÎDIAYA KU HATIYE BERAETKIRIN DÎSA DI ÎDIANAMEYÊ DE YE 
 
Di îdianameyê de carek din axaftinên Serokkomarê AKP’yî Erdogan û derdorên HUDA-PAR’ê ku behsa mirinên wê demê dikin, kirine mijara sûckirina siyasetmedaran. Her pênc siyasetmedar jî kirine berpirsiyarên mirina Yasîn Boru jî di nav de ya 37 kesên wê çaxê. 
 
Her wiha hêjayî bi bîr xistinê ye Hevserokên Giştî yên HDP’ê yên berê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag jî di nav de 36 siyasetmedar ji heman sûcan dihatin sûcdarkirin. Lê belê di danişîna biryarê ya Doza Kobanê ku 16’ê gulanê hat lidarxistin de her 36 siyasetmedaran jî ji wan sûcdariyan berat bûbûn. 
 
DI NAV MEXDÛRAN DE CHP JÎ HEYE!
 
Di îdianameyê de 2 hezar û 764 kes û saizî wek muştekî cih digirin. Di nav muştekiyan de Diyanet û Saziya Goşt û Masiyan û her wiha partiyên wek AKP, CHP, MHP, HUDA PAR jî cih digirin. Balkêş e ku şaredariyên bajarên mezin ên Stenbol, Edene, Dîlok û Îzmîrê jî di nav muştekiyan de cih digirin. 
 
SÛCDARKIRINA TWÎTÊ HÊ JÎ DIDOME 
 
Nûçeyên di ajansên cuda de hatine weşandin û parvekirina li ser hesabê HDP’ê ya Twitterê ku di 6’ê Cotmeha 2014’an de hatiye belavkirin, di îdianameyê de cih digirin. Di îdianameyê de ev îdia tê kirin; “Li ser van bangan, çalakiyên tundiyê zêde û berbelav bûn û berdewam kirin. Li kuçeyan sûcên ku bûne mijara lêpirsînê hatin kirin.” 
 
REXNEKIRINA QEYÛM Û BÎRANÎNA ROBOSKÊ SÛC E! 
 
Di beşda derheqê Huda Kaya de ku bi hinceta cezayeke din ji 1’ê mijdara 2023’yan ve girtî ye, naverokên 33 nûçeyên di navbera 2015-2020’an de hatine weşandin cih girtin. Di vê beşê de ji bo Kaya îdiaya “Di nava avadaniya rêxistina jinan de cih digirt lewma tev li bûye” hate ki rin. Di nava nûçeyan de li gel hevpeyvînan, her wiha bîranîna Komkujiya Roboskê ku HDP’a Stenbolê di kanûna 2017’an û 2016’an de li dar xistî jî weke delîla sûc hate nîşandan. Her wiha 9 parvekirinên medyaya dijîtal ên Kaya jî di îdianameyê de cih girt. Axaftina Kaya ya “Em qeyûman û tayînkirina wan qebûl nakin” ku di çalakiya Nobeta Demokrasiyê ya li dijî polîtîkaya tayînkirina qeyûman de kiribû jî weke “delîl” hate nîşandan. 
 
SÛCDARIYA CIVÎNA KOMÊ
 
Di beşa Kemalbay de 22 nûçeyên di navbera salên 2015-2020’an de hatine weşandin cih girtin. Nûçeyên têkildarî axaftinên Kemalbay ên di navbera 20’ê gulana 2017’an û 11’ê sibata 2018’an de ku wê demê Hevseroka Giştî ya HDP’ê bû, di îdianameyê de cih girtin. 10 parvekirinên Kemalbay ên li ser medyaya dijîtal jî weke “delîl” hatin nîşandan. 
 
SÛCDARIYA ZIMANÊ KURDÎ
 
Di beşa têkildarî Kurtalan de parvekirina strana “Bêjin Na” ya li ser medyaya dijîtal ku di dema referandûma guhertina destûra bingehîn a sala 2017’an de HDP’ê weke strana referandûmê bi kar anîbû weke “hêmayê sûc” hate nîşandan. 
 
Kurtulan, li ser hesaba xwe ya twîtterê têkildarî Mîhrîcana Zimanê Kurdî gotina; “Di Mîhrîcana Zimanê Kurdî de careke din banga mezinkirina têkoşîna ji bo zimanê kurdî û çanda kurdî dikin. Kurdî, zimanê bi milyonan kurdan e û divê bi awayekî fermî bê naskirin. Divê bê naskirin û qedexe û astengî bên rakirin.” parve kiribû. Ev parvekirin jî weke “Xwestiye hemwelatiyên bi eslê xwe kurd ji hev cuda bike û dubendiyê ava bike” hate şîrovekirin û weke sûc hat hesibandin. 
 
DOZGER ‘TUNDIYA LI DIJÎ JINÊ’ WEKE HINCET NIRXAND 
 
Tawanbariyên têkildarî parvekirinên parlamenteran tenê bi vê jî bisînor nînin. Parvekirina Kurtalan a “Li dijî hemû polîtîkayên tundiya li dijî jinan, tacîz û tecawizê rewa dikin, yên nahêlin jin bi nasnameya xwe hebûna xwe bidomîne, yên pişaftinê û xwezayê talan dikin dibêjin ‘Em Xwe Diparêzin.’” Kurtalan jî di îdianameyê de weke “tundiya li dijî jinê weke hincet tê nîşandan û li ser fermana rêxistinê civîn, çalakî û konferans hatine lidarxistin...” hate nirxandin. 
 
NÛÇE Û PARVEKIRINÊN LI SER MEDYAYA DIJÎTAL 
 
Di beşa Fatma Kurtalan, Pero Dundar û Garo Paylan de jî sûcdariyan bi heman rengî hatin kirin. Nûçe û parvekirinên li ser medyaya dijîtal weke sûc hatin nîşandan. Her wiha kesên parlamenteran li ser qeydên HTS’ê pê re hevdîtin kirin jî weke “kesên têkiliya wan bi rêxistinê re heye” hatin diyarkirin. 
 
Di 8’ê Adara 2019’an de li navçeya Qoserê ya Mêrdînê çalakiya Roja Jinan a Cîhanê hate lidarxistin û ANF’ê bi nûçeya bi sernavê “Jin dê faşîzmê têk bibin” weşandibû. Ev nûçeye jî di îdianameyê de cih girt. Tawanbarî li Dundar hate kirin û ev îdiaye hate kirin: “Weke ku di daxuyaniya koma qaşo bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê hatin gel hev de jî xuya dike, çalakî veguheriye çalakiya rêxistina terorê.” 
 
ÎDIAYA ‘HEVGIRTINA FIKIR Û ÇALAKIYÊ HEYE’ 
 
Di beşa encamê ya îdianameyê de jî derheqê 5 HDP’iyan de cuda cuda nirxandin hate kirin. Di îdianameyê de têkildarî lidarxistina çalakiyên 6-8’ê Cotmehê îdiaya “hevgirtina fikir û çalakiyê heye” hate kirin. 
 
Balkêş e ku tevahiya îfadeyên şahidên eşkere û nepen ên di Doza Kobanê de jî di îdianameyê de cih girtin. 
 
DOZA KOBANÊ YA SEREKE 
 
Hêjayî bibîrxistinê ye ku di 16’ê Gulanê de danişîna biryarê ya Doza Kobanê hate lidarxistin ku 18 girtî bi giştî 108 siyasetmedar dihatin darizandin. Di dozê de li Hevserokê Giştî yê Berê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş 42 sal, li Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag 30 sal û 3 meh cezayê hefsê birî. Dadgehê derheqê 24 kesan de bi giştî 407 sal û 7 meh ceza birî. 36 siyasetmedar ji tawanbariyên mirina Yasîn Boru û îdiayên din beraet kirin. 
 
MA / Firat Can Arslan
 

Sernavên din

27/06/2024
20:15 Li Semsûrê ji ber têlên ceyranê şewat derket
18:46 Bêyî birînên wî bên pêçandin cenazeyê girtiyê nexweş radestî malbatê hat kirin
18:39 Denîz Poyraz hat bibîranîn
18:16 Şewata li Farqînê hat tefandin
16:56 Li Girê Spî zarokek hate qetilkirin
16:53 Li ber wezaretê ‘cînayetên jinan’ protesto kirin
16:35 OHD’ê ji bo tecrîdê serî li Baroya Rihayê da
16:31 Cenazeyê endamê HPG’ê 24 roj in li morgê tê sekinandin
16:02 Grûba duyemîn nobeda ‘rêzgirtina ji îradeyê re’ dewr girt
16:00 Ji ber têlên ceyranê yên DEDAŞ'ê li Mêrdînê dîsa şewat derket
15:56 CPT: Dewleta tirk 300 tank sewqî Herêma Kurdistanê kirin
15:04 Li Aldûşê şewata daristanê
14:58 Dikandarên senayiyê ji walîtiyê re gotin: Ji xetayê vegerin
14:42 Girtî Esen jiyana xwe ji dest da
14:41 Bariş Kiliç piştî 30 salan hat berdan
14:25 Li Îranê du namzetan xwe ji hilbijartinê vekişandin
13:58 Şewata li Mêrdînê ber bi gundan ve pêş dikeve
13:52 Jin: Em ê li djiî feraseta qirker têbikoşin
13:41 Berdana girtiyê ku dibêje ‘ez nepoşman im’ cara 3’yemîn hat taloqkirin
13:32 Doza kovara Modernîteya Demokratîk hat lidarxistin
13:25 Rojnameger Durgut û 17 jinên din beraet kirin
13:07 Qeyûman herî kêm 86 mirovên Ensarîoglû di şaredariyê de girtine kar
12:59 Kuştina jinan ji Wezîra Malbatan pirs kir
12:59 Gezîcî yê di binçavan de hatibû îşkencekirin nehat berdan
12:58 Rojnameger Elîf Akgul ji ‘propagandayê’ beraet kir
12:57 Doza Ozgur Gundemê hat taloqkirin
12:41 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
12:18 Li 4 kesên ji doza DÎAYDER’ê tên darizandin lêpirsîneke nû hat vekirin
12:10 Endamê OHD'ê Çelîk: Tişta li Colemêrgê hatiye kirin xesp e
11:54 Li Dîlokê di qezayê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan
11:46 Ji ber têlên ceyranê şewatekî din derket
11:36 Li Pakistanê ji ber germê di 6 rojan de 568 kes mirin
11:33 Li Qereyaziyê kesek hate binçavkirin
11:32 Hewldana darbeya Bolîvyayê têk çû: Bijî demokrasî
11:17 Eren ê DEDAŞ’ê hedef girtî: Dixwazin min bêdeng bikin
10:58 Ji karesata ku 61 kesan jiyana xwe ji dest dan ders nehat girtin
10:52 Hejmara parlamenterên 7 bajaran guherî
10:24 Cenazeyê Cîn piştî heftiyekî hate veşartin
10:21 Li ber DEDAŞ’ê daxuyanî: Divê hesab ji berpirsiyaran bê xwestin
10:08 SODAP: Em ê dengê xwe yê li dijî qeyûm bilind bikin
Tevgera Şoreşger: Em ê li dijî faşîzmê li Kartalê bin
10:07 Meteorolojiyê ji bo Kurdistanê hişyariya bahozê kir
09:46 Li Bahçelîevlerê avahiyeke 7 qat hilweşiya
09:24 Bi 'kuştinê' gef li gundiyên Herêma Mawayê tê xwarin
09:23 Ozel: Dê salek û nîv piştre pêşhilbijartin bê lidarxistin
09:05 Dayika Medenî Yildirim: Kesên fermana kuştinê dan bûn şahid, em jî bûn mehkûm!
09:02 Çalakiya girtiyên siyasî di roja 214’an de berdewam dike
09:02 Hevseroka KCDK-E'yê Zumrut: Xeta têkoşîna ya li dijî tecrîdê mezin dibe
09:01 Nefta li Gabarê kaniyên avê ziwa dike
09:00 ROJEVA 27'Ê HEZÎRANA 2024'AN
08:09 Li Elkê bi destê cerdevanan dar tên birîn
26/06/2024
23:09 Li Colemêrgê nobeta li dijî qeyûm dest pê kir
22:06 5 hezar û 890 name ji CPT’yê re hatin şandin
22:03 Ji Leyla Guvenê ji bo Îmraliyê ji 16 balyozxaneyan re name
21:59 Li Cenevreyê li dijî tecrîdê meş
18:57 Der barê 9 ciwanan de biryara tehliyekirinê
18:54 Di Doza Komkujiya Garê de biryar nehat dayîn
18:31 Li Cizîrê ji ber trafo şewat çêbû
16:58 Doza 10’ê Cotmehê: Heke komkujî neyên ronîkirin teqez têkiliya wê bi dewletê re heye
16:54 OHD: Di girtîgehên li Herêma Marmarayê de tecrît û tundî zêde bû
16:42 Di navbera Kercews û Mîdyadê şewat derket
16:28 ‘Qeyûmê veşarî’ dê li ser kursiya walîtiyê ya bajar rûnê!
16:15 Ji bo qanûna qeyûm were betalkirin pêşniyazqanûn pêşkeşkirin
15:52 Dîroka hilbijartina Başûrê Kurdistanê diyar bû
15:21 Li pêşiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ‘rojên gel’ dest pê dike
15:08 Şêniyê gund AKP’î û walî derewand: Gotinên min li gorî xwe wergerandine
15:06 3 sal û 9 meh cezayê hefsê li Balûken birîn
14:52 Di daristana li Çermûgê de şewat derket
14:36 Tevî astengkirinan jî li pêşiya Wezareta Dadê bang kirin
14:20 Li ser giliyê polîsê doz li Emîne Şenyaşar hate vekirin
14:14 Doza Komkujiya Garê: Hevkara komkujiyê AKP ye
14:09 Şewatekî din a ji xetên ceyranê derketiye ji hêla kamerayan ve hate qeydkirin
13:25 Bû 4 roj ji Afşîn a 15 salî agahî nayên girtin
13:24 Artêşa tirk û komên paramîlîter li Efrînê 6 kes revandin
13:24 Di 12’ê Îlonê de îşkence dît: Îro jî tiştek neguheriye
12:43 Di salên 2023-2024’an de ji ber îşkenceyê bi hezaran serlêdan hatin kirin
12:32 Di doza Komkujiya Garê de roja biryarê: Parêzeran cibeyên xwe derxistin
12:28 Dayika jina hate qetilkirin: Tevî giliyan hate berdan
12:07 NATO’yê sekreterê xwe yê nû diyar kir
12:02 Şaredariyê îdiayên Ensarîoglû derewand
11:56 Dr. Ekîncî: Heke beşên şewitînê hebûna ewqas kes nedimirin
11:41 Ji bo mitînga li dijî qeyûm dê beşdarvan ji 39 navçeyan bi wesayîtan bên veguhestin
11:29 MYK’a DEM Partiyê civiya
11:28 Di doza GOÇÎZDER’ê de cara duyemîn rapora MASAK’ê hat xwestin
11:04 Turkoglû: Dixwazin ji bo kujerên jinan efûyê derxînin
10:55 Di hevdîtina xizmên girtiyan û Wezîrê Edalatê de çi hate axaftin?
10:54 Mirina biguman bi gotina ‘psîkolojiya wî xerab e’ veşartin
10:39 Li Sêrtê Dîlan S. ya 27 salî bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da.
10:33 Ahmet Turk: Em li sê wezaretan geriyan gotin ‘helîkoptera me ya bi şev dibîne nîne’
09:59 Hevserokê Şaxa EMO’ya Amedê: DEDAŞ hişyariyên me piştguh kir
09:45 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:44 Cenazeyên Temel û Sala hatin definkirin
09:15 Li Wanê hejmara kesên tiryakê bi kar tînin nayê zanîn: Emniyet û Wezareta Dadê daneyan parve nakin
09:05 Li ser rêya TEM’ê rêzeqeza: Birîndar hene
09:03 Canpolat: Heta tecrîd bi dawî bibe wê çalakî bidomin
09:00 ROJEVA 26'Ê HEZÎRANA 2024'AN
08:59 Li Kanîreşê erdhej çêbû
25/06/2024
21:42 Rapor berpêşî Tûnçê ku tecrîdê red kir kirin
21:38 Huda Kaya hat tahliyekirin
19:39 Li Xarpêtê jinek hat qetilkirin
18:12 Li Colemêrgê nobeta li dijî desteserkirina vîna gel