Di danişîna Gun de daxwaza girtina cerdevanan nehate qebûlkirin

  • rojane
  • 17:01 5 Tîrmeh 2024
  • |
ŞIRNEX - Di danişîna têkildarî qetilkirina Ahmet Gun ê DEM Partiyî de daxwaza girtina cerdevanên bersûc nehate qebûlkirin. Parêzeran diyar kirin ku Fermandariya Cendermeyan a Bajêr delîl ji holê rakirine û xwest delîl jinûve bên komkirin. 
 
Gundê Taloka yê bi ser navçeya Qilebana Şirnexê ve rêveberê DEM Partiyê Ahmet Gun û lawê xwe Abdurrahîm Gun di 11’ê kanûna 2023'yan de bi êrişa çekdarî ya cerdevanan ve rû bi rû mabûn. Ahmet Gun di êrişê de jiyana xwe ji dest dabû û lawê wî Abdurrahîm jî birîndar bûbû. Danişîna doza derbarê cerdevanê teqawid Enver Babat û Omer Yarar û Siddik Babat û lawê wî Abûbekîr Babat de hatiye vekirin hate lidarxistin. Siddik Babat ê ji ber sûcê “kuştina bi qestî” tê darizandin ji Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê tev li danişîna li 3’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Şirnexê hate lidarxistin bû. Bersûcên negirtî Enver Babat, Omer Yarar û Abûbekîr Babat jî ji Edliyeya Qilebanê bi SEGBÎS’ê tev li bûn. 
 
Lawê Ahmet GUn ê ji bûyerê bi birîndarî xelas bû, Abdurrahîm Gun, xizmên wan, parêzerên malbatê Pîrozhan Karali Guler û Ozum Vûrgûn, endamê Komîsyona Hiqûqê yê DEM Partiyê Salîh Tekîn di danişînê de amade bûn. Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Ûysal û rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û DEM Partiyê danişîn şopandin. 
 
BERSÛCAN MAFÊ XWE YÊ BÊDENGIYÊ BIKARANÎN
 
Di danişînê de, dema têkildarî sûcê cerdevan Siddik Babat ê gule berda serê Gun û ew kuşt, pirs jê hate pirsîn, diyar kir ku dê mafê xwe yê bêdengiyê bikarbîne û parastinê nake. Bi heman awayî cerdevanê teqawîd Omer Yarar jî bi lêv kir ku dê mafê xwe yê bêdengiyê bikarbîne û parastin nekir. Pişt re yek ji cerdevanan Abûbekîr Babat parastin kir. Lê di dema parastinê de şandeya dadgehê diyar kir ku parêzer muwekîlê xwe araste dikin û hişyar kir ku mudaile nekin. 
 
‘JI BER NASNAMEYA XWE YA SIYASÎ HEDEF HATE GIRTIN’ 
 
Piştî parastina bersûcan Abdûrrahîm Gun ê ji bûyerê bi birîndarî xelas bû hate guhdarkirin. Gun, anî ziman ku ji bo pûş û palax kom bikin çûn nav erd lê Enver Babat, Siddik Babat û kesên pê re hatin cem me û gotin “Ev der êdî yê me ye, ne yê we ye”. Gun, bi lêv kir ku pişt re êriş li wan hatiye kirin, bavê wî ji ber sedemên siyasî hatiye girtin û xwest ku bersûcên negirtî tên darizandin bên girtin. 
 
Yek ji şahidan Mahmût Gun ê roja bûyerê li wir bû jî bi lêv kir ku apê wî Ahmet Gun ji aliyê Siddik Babat ve bi awayekî zanebûn hedef hate girtin û vegot ku Babat guleyek berdaye serê apê wî. Gun, destnîşan kir ku apê wî Ahmet Gun ji ber nasnameya xwe ya siyasî ji aliyê bersûcan ve hedef hatiye girtin. 
 
Piştî îfadeyên bersûc û şahidan parêzerê Omer Yarar daxwaza beraeta muwekîlê xwe kir. Parêzerên bersûcên din jî anîn ziman ku dê di danişîna ewil de parastinê nekin. 
 
Dozgerê ku têkildarî girtinê mutala pêşkeş kir, xwest ku girtina bersûc Siddik Babat berdewam bike û şertên kontrola edlî yên derbarê bersûcên din de jî berdewam bikin. 
 
‘DELÎL JI HOLÊ HATIN RAKIRIN’ 
 
Parêzerên mexdûran axivîn û diyar kirin ku delîlên bûyerê ji holê hatine rakirin û delîlên heyî jî kêm hatine lêkolînkirin. Parêzeran da zanîn ku bersûc piştî bûyerê bi fermandariya leşkeriyê ya ku bi berhevkirina delîlan re wezîfedare re ketine diyalogê û gotine, “em tên” û ev jî nîşan dide ku delîl ji holê hatine rakirin. Parêzeran diyar kir ku raporên nexweşxaneyê yên Abdurrahîm Gun daxilî dosyeyê nehatine kirin, her wiha nehatiye tespîtkirin ku Gun bi sîlehê hatiye birîndakirin û xwestin delîl ji nû ve bên berhevkirin û nirxandin leşkerên bajarek din bên wezîfedarkirin. 
 
Parêzeran destnîşan kir ku cînayet bi hevkarî hatiye kirin û xwestin bersûcên ne girtî bên girtin. 
 
Dadgeha ku der barê Siddik Babat de biryara berdewamiya girtinê da, daxwaza girtinê ya bersûcên din red kir. Dadgehê biryar da ku li şivanê nêzî cihê bûyerê were guhdarîkirin, temamkirina kêmasiyên di dosyeyê de û rapora balîstîkê ya Saziya Tiba Edlî ku der barê bûyerê de amade kiriye bê sererastkirin. Dadgehê danişînê taloqî 4’ê cotmehê kir. 
 
'NAXWAZIN KU HEQÎQET DERKEVE HOLÊ’ 
 
Piştî danişînê li ber edliyeyê daxuyanî hat dayîn. Parlamenter Newroz Ûysal got: “Ji roja Ahmet Gun hatiye qetilkirin heta îro lêpirsînek bi bandor nehatiye kirin. Îro jî bersûc li danişînê bi destê darazê hatin parastin. Nexwestin bersûcan bînin eywana danişînê û heqîqet derkeve holê. Divê hemû bersûc bên girtin. Em ê nehêlin ku ev doz di tariyê de bimîne û heta hemû bersûcên tiliya wan di vê bûyerê de heye bên cezakirin, em ê dozê bişopînin.” 
 
'MUDAXILEYÎ DOSYEYÊ HATIYE KIRIN’ 
 
Ji parêzerên mexdûran, Ozum Vurgun jî da zanîn ku der barê bûyerê de lêpirsînek bi bandor nehatiye kirin û ji ber ku malbata Babat di nava pergala cerdevaniyê ya dewletê de cih digire û şirîkê dewletê ye mudaxile li dosyeya di asta lêpirsînê de bû hatiye kirin. Vurgun got ew ê destûrê nedin ku doz bi bêcezahiştinê encam bide. 
 
Hevjîna Ahmet Gun, Dorî Gun û lawê Abdurrahîm Gun jî xwestin bersûc bên girtin û cezakirin. 
 
 

Sernavên din

26/07/2024
09:07 Bang li rêxistinên ekolojiyê kirin: Em bi hev re dikarin pêşiya qirkirine bigirin
09:06 Rojnameger Oremar: Divê banga yekitiya neteweyî ya Ocalan pêk were
09:00 ROJEVA 26'Ê TÎRMEHA 2024'AN
25/07/2024
22:54 Di nobeta qeyûm de bang li PDK hate kirin: Dest ji xeta xiyanetê berde
22:36 6 kesên li ber stranên kurdî govend gerandin hatin binçavkirin
22:25 Hatîmogûllari: Em ê ji bo aştî û edaletê bajêr bajêr navçe navçe bigerin
21:18 DEM Partiyê giliyê Gulsever û Toktaş kir
21:06 Li Mêrdînê ji ber erd şer kirin: 2 kes mirin
20:42 Kesên li Wanê hatin binçavkirin hatin berdan
20:32 Ûçar: Em destûrê nadin ku sedsala 2’yemîn bibe sedsala şer
20:26 Ahmet Zenger piştî 31 salan hate berdan
20:17 Li mîhrîcanê li dijî desteserkirina îradeyê meş
20:07 Li Çewligê bertek nîşanî polîtîkayên şerê taybet dan
19:39 Li Mîhrîcana Mûnzûrê panela ‘Ji Xorasanê heta Dêrsimê, ji Dêrsimê heta Xorasanê’
18:57 Kesên ne di govendê de jî hatine girtin: Ferman hatiye dayîn
17:24 DEM Partî û HDP’ê serdana Hewlêrê kirin
17:12 Li Wêranşarê Konseya Bajar tê avakirin
17:11 'Qeyûm, hewldana xespkirina vîna hemû gelên Tirkiyeyê ye’
16:05 9 ciwanên govend gerandin hatin girtin
15:38 Rejîma Îranê girtiyekî kurd îdam kir
15:30 Hatîmogûllari li Deriyê Sînor ê Gurbûlakê axivî: Armanca wan ew e ku gel xizan bikin
14:37 Kaya: Li Amedê çeteyên qeyûm di dewrê de ne
14:20 Parlamenter ji civîna Komîsyona Karên Derve hatin derxistin
14:18 Derheqê rojnameger Akin de lêpirsîn hate destpêkirin
13:59 Di konteynerên mexdûrên erdhejê de şewat derket
13:49 AYM'ê ji bo birîndarkirina Aydenîz biryara binpêkirinê da
13:48 AYM’ê di 3 mehan de 529 biryarên binpêkirina mafan da
13:23 Li Mêrsînê tundiya mêr: 3 kes hatin kuştin
13:15 Pûtîn û Esad li Moskovê civiyan
12:37 Danezana 'Komxebata Plana Stratejîk a Jinê’ hat eşkerekirin
12:03 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:00 Nûçeyên 8 rojnamegeran weke hinceta cezayê hatin nîşandan
12:00 Komxebata Plana Stratejîk a 5 salan a Wanê dest pê kir
11:32 22’yemîn Mîhrîcana Çand û Xwezayê ya Munzurê dest pê kir
11:27 Hevjîna girtiyê nexweş: Dibe ku gurçikên xwe winda bike
10:39 Li Çewligê hejmara miriyan derket 4’an
10:11 Atkîvîstên mafên ajalan hatin berdan
10:01 Li Muglayê jinek hate qetilkirin
10:01 Amedî li dijî şer in: Ji vê xeletiyê vegerin
09:47 Derhêner û kameraman ên binçavkirî hatin berdan
09:38 Li Jîn Artê serdema nû: Qeyd destpêkirin, bernameya tebaxê diyar bû
09:12 Qeyûm di berdela deynê xwe yê bacê de park dewr kiriye
09:11 Baro dê li dijî qirqirina daristanan dozê li wezaretê veke
09:11 Midûr hate guhertin binpêkirin zêde bûn
09:09 Tecrîda Îmraliyê di meha 41’emîn de ye: 574 serlêdan bêbersiv man
09:06 Li dijî tecrîdê plana çalakiyê ya nû
09:00 ROJEVA 25'Ê TÎRMEHA 2024'AN
24/07/2024
23:41 Ji derhêner Leventoglû û kameraman Alturk agahî nayê wergirtin
22:30 Di nobeta qeyûm de bang li desthilatê kirin: Şaredariyê bide yên bi ser ketî
22:01 Duzenê di encama teqîna cismekî jiyana xwe ji dest da hate veşartin
21:54 Şewata li Depê hate kontrolkirin
21:22 Jinên li Girtîgeha Evinê ji bo Pexşan Ezîzî dest bi çalakiyê kirin
20:14 Li Girtîgeha Denîzliyê girtî jehrî bûn: Malbat nayên agahdarkirin
19:20 Li Meclisê bi kulman êrişî Bozan ê DEM Partiyî kirin
18:43 Polîtîkayên şerê taybet: Fihûş û bengîtiya hişbirê zêde bûye
18:27 Îfadeyên ciwanên ku govend gerandibûn hatin wergirtin
16:29 Li Efrînê 3 kes hatin revandin
16:07 DEM Partiyê li dijî girtina Ozperçîn îtîraz kir
15:46 Li Çewligê êriş: 2 kes mirin, 7 kes birîndar bûn
15:23 Li Pasûrê protestoya madenan
14:19 Îpek Bakirhan hate definkirin
12:38 Rejîma Îranê cezayê îdamê da rojnamegera kurd
12:33 Bozan biryarên darazê rêz kir: Gotina ‘Bijî Serok Apo’ sûc nîne
12:19 Li Girava Axtamarayê mirina çêlikên qaqlîbazan
12:00 DEM Partî: Serokatiya Ragihandinê rola Goebbels didomîne
11:30 Tehliyeya girtiyê got ‘Ez ê ji bo azadiya gel siyasetê bikim’ cara 3’yan hat taloqkirin
11:23 Ji bo ‘azadiya’ rojnameger Karakoç bangawazî hat kirin
11:06 Li devera balafirên şer bombebaran kirî şewat derket
11:01 Li Nepalê balafir ket: 18 kes mirin
10:59 Parêzer Erol: Têkoşîna li dijî tecrîdê têkoşîna israra di çareseriyê de ye
10:14 Li Îzmîrê mirina biguman a jinekê
09:58 Hatîp Dîcle: Çareserî nûjenkirina Destûra Bingehîn a 1921’ê ye
09:38 Strana ‘Olurum Turkiyem’ li ciwanên binçavkirî dan guhdarkirin
09:30 Taxên lêhiyê lê xistine li benda piştevaniyê ne
09:27 22’yemîn Mîhrîcana Munzurê sibê dest pê dike
09:21 Qeyûmê Êlihê 16 hezar pirtûkên Azîz Sancar kiriye
09:09 Yekitiya Ekolojiyê bang kir: Divê hemû ekolojîst di 28’ê tîrmehê de li Şirnexê bin
09:06 3 girtiyên ku ji hev du re bûne dest û ling
09:02 Roja ku rojnamevan weke ‘cejnê’ pîroz nakin: 24’ê tîrmehê
09:01 Rojnameger Koyluoglû: Armanca Tirkiyeyê ji holê rakirina deskeftiyên kurdan e
09:00 ROJEVA 24'Ê TÎRMEHA 2024'AN
08:56 Navenda Belgekirinê: 300 çete şandin Kurdistanê
23/07/2024
23:12 Qanûna ‘kuştina’ heywanan ji komîsyonê derbas bû
22:20 Nobeta qeyûm di roja 42’yemîn de ye: Kurdistanê bibînin
20:32 TJA’yê li Silopiyayê aktîvîteya xwendinê li dar xist
20:24 ‘Em bi rûhê yekitiya neteweyî banga hevgirtinê dikin’
19:57 Li Amedê jin li ser polîtîkayên şerê taybet axivîn
19:05 Li dijî qeyûm ‘Jinên ji bo Demokrasiyê’ hate avakirin
17:45 Trabzonsporê parvekirina xwe ya ‘Zimanê Kurdî’ rakir
17:15 Li Cizîrê qeza çêbû: Kesek mir
16:55 Hevdîtina ‘Xizmetên herêmî û aqilê hevpar’: Amed dikare bibe bajarekî mînak
16:55 DEM Partiyê li dijî qirkirina daristanan serlêdan kir
16:25 Girtiyê nexweş Tîryakî: Bû 3 meh nahêlin ez biçim revîrê
16:23 Şaredarî ‘provakatorên çopê’ gilî kir
15:56 Ozel: Tenê fikrekî MHP’ê heye ew jî parastina AKP’ê ye
15:48 Girtiyê tehliyeya wî 5 caran hatibû taloqkirin hate berdan
15:47 Ji zaroka 13 salî ya li Mêrsînê winda bûyî agahî nayên girtin
15:37 Komên filistînî ji bo hikûmeta ‘yekitiya neteweyî’ li hev kirin
15:36 Nîjadperestên Tirk êrişî zarokekî sûriyeyî kirin
15:07 Di qenala avdanê de cenazeyê jinekê hate dîtin