STENBOL - Endama Platforma Mafên Penaberan Dr. Yildiz Onen diyar kir ku koçber ji ber provokasyona hin partiyan û krîza aboriyê rastî nîjadperestiyê hatine û got, "Penaberî mafekî însanî ye. Divê mafê penaberan bê dayîn ku weke penaber bên qebûlkirin."
Li gorî rapora Gulana 2024'an a Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR), li gelemperiya cîhanê herî kêm 120 mîlyon mirov ji ber zilm, pevçûn, şîdet an jî binpêkirina mafên mirovan hatine koçberkirin. Di nav wan de 43,4 milyon penaber, 63,3 milyon kesên di hundir de koçber in û 6,9 milyon jî miltecî ne Dema ku di rêgehên koçberiyê de û li welatên ku digihêjin wan gelek binpêkirinên mafên mirovan rû didin, ji bo ku rewşa wan hişyar bibe rojên cuda hatin avakirin. Di vê çarçoveyê de 14-21'ê Hezîranê weke "Hefteya Koçberiyê" hat binavkirin û 20'ê Hezîranê ji aliyê Neteweyên Yekbûyî (NY) ve di sala 2000'î de weke "Roja Penaberan a Cîhanê" hat îlankirin.
Endama Platforma Mafên Penaberan Dr. Yildiz Onen, têkildarî mijara penaberiyê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî û wiha got: "Têgeha penaberan li gor peymana Neteweyên Yekbûyî ya sala 1951ê statûyeke qanûnî ye. Kesên ku vê statûyê di destê xwe de digirin, divê li welatê ku weke penaber tên qebûlkirin mafên pêwîst bên dayîn. Mafê ku em ji bo hemû penaxwazan diparêzin jî mafê penaberan e. Li gorî NY'yê penaberek ew kes e ku ji ber sedemên siyasî, ziwabûn an jî şer neçar maye welatê xwe biterikîne û nikaribe li wir bicih bibe û li welatekî dî jî derfetên jiyanî tê peydakirin. Koçberî konsepteke giştîtir e; Wek mînak, hûn dikarin li nava heman welatî koç bikin, an jî hûn dikarin bibin koçber ji ber ku hûn li derfetên kar, derfetên perwerdeyê digerin an jî dixwazin li welatekî din bijîn. Statuyeke wê ya hiqûqî nîne."
CUDAHIYA NAVBERA ROJAVA Û ROJHILAT
Yildiz Onen diyar kir ku Tirkiye di peymana Neteweyên Yekbûyî ya 1951’an de şerh kiriye û got, "Li gorî vê şerhe kesên ji Rojava tên dikarin serlêdana penaberiyê bikin, yên ji Rojhilat tên jî nikarin serlêdana penaberiyê bikin.”
Yildiz Onen diyar kir ku li welatên wek Sûdan, Sûriye û Afganîstanê krîza herî mezin a koçberan heye û got ku koçberî bi sedemên wekî şer, birçîbûn û faktorên aborî tên meşandin. Yildiz Onen bal kişand ku di rêyên koçberiyê de zehmetiyên cuda hene û yek ji wan jî têgeha "paşvekişandinê" ye û wiha got: "Ev pêvajoyeke ku polîs û leşkeran 20 heta 30 salan koçber li sînoran paşde xistin. Ev yek li ser sînorê navbera Yewnanîstan û Tirkiyeyê gelekî qewimî. Kesên cilên wan ji destê wan girtin, yên pasaporta wan hebû dest danîn ser. Rewşa koçberên îlegal jî xwedî pirsgirêkên pir cidî ne. Tu dibêjî qey tu bi awayekî neqanûnî ji bo pereyan koç dikî, lê belê li şûna Yewnanistan, Almanya an jî Fransayê te li her derê Tirkiyeyê dihêlin. Li sînoran çeper û mayîn hene, dîwar tên lêkirin. Ev hemû mafê we yê penaberiyê li welatekî din asteng dike. Yên ji sermayê dimirin hene, yên bi giranî tacîz li wan tê kirin û gelek kes li ser rêyan bûyerên tirsnak rû didin. Deryaya Spî niha weke deryaya mirinê tê binavkirin. Bi deh hezaran kes ji Derya Spî derbasî Îtalya, Yewnanîstanê bûn.”
DI SIYASETÊ DE NÎJADPERESTÎ
Yildiz Onen da zanîn ku yek ji hedefên bingehîn ên nîjadperestiya ji sala 2008'an û vir ve mezin bûye koçber in û bibîr xist ku li Tirkiye, DYA, Japonya û welatên Ewropayê partiyên nîjadperest zêde bûne. Yildiz Onen aşkere kir ku di hilbijartinên dawî de ji sedî 5’ê dengan ji hêla Partiya Zaferê ve hatiye standin, nîşana nijadperestiyê ye û wiha pê de çû: "Ev ne tenê bi partiyên nijadperest ve sînordar e. Herî dawî tişta ku li DYA'yê diqewime pir balkêş e. Di hilbijartina dawî de pankarta Kemal Kiliçdaroglu hebû û di binê pankartê de nivîsa; dê Sûriyeyê ji vir biçin nivîsandibû. Soza herî mezin a Serokê DYA'yê Donald Trûmp, soza wî ya 'dersînorkirina karkerên koçber ên ji çîna karker a Amerîkayê kar stendine' bû. Niha jî hewl dide vê sozê bi cih bîne. Daîreya Bicihanîna Koçberan rojane ji bo dersînorkirina 3 hezar koçberan dixebite. Di nava vê de serdegirtina li gelek cihên kar û pirsgirêkên cidî yên li herêmê hene. Herî dawî li Los Angelesê ji ber ku Waliyê Kalîforniyayê qebûl nekir ku rojê 3 hezar koçber werin dersînorkirin, muhafiz ji derve hatin şandin û li wir jî pevçûnên giran rû dan. Lê belê hem li DYA hem jî li Ewropayê li dijî dersînorkirina koçberan xwepêşandanên mezin tên lidarxistin. Ji aliyekî ve nîjadperestî zêde dibe, lê li aliyê din di hejmara mirovên bi koçberan re hevgiriyê nîşan didin de jî zêdebûneke girîng heye.”
‘SEDEMA NÎJADPERESTIYÊ KRÎZA ABORÎ YE’
Yildiz Onen anî ziman ku li cîhanê bilindbûna nîjadperestiyê ji ber krîza aborî ye û wiha got: "Krîza aboriyê ya yekemîn, piştî Şerê Yekemîn ê Cîhanê û piştî Şerê Duyemîn ê Cîhanê rê li ber faşîzmê vekir. Nîjadperestî hem li DYA hem jî li Tirkiyeyê bi dirûşma 'Karê me dikin' tê karakterîzekirin. Mesela li Tirkiyeyê îdîayên ne rast ên weke 'Bê ezmûn diçin dibistanê, ji xizmeta tendûristî ya bê pere sûd werdigirin, Heyva Sor bi hezaran pere dide, mehane alîkariyê distînin' ku mirov şaş dike ku koçber sedema vê krîza aboriyê ne û dema koçber derkevin wê krîza aboriyê çareser bibe. Dema ku di salên 1990'î de li Tirkiyeyê koçberiya navxweyî rû da, dema ku Kurdan koçî Rojavayê Tirkiyey3e kirin, me hewldanên lînçê yên bi heman rengî jiyan. Êrîşên li dijî karkerên demsalî, dîsa karkerên Kurd hedef digirin, dewam dikin."
PEYMANA PENABERAN
Yildiz Onen destnîşan kir ku daxwaza penaberiyê mafekî bingehîn ê mirovan e û divê Peymana Penaberan a di sala 1951'an de ji aliyê Neteweyîn Yekbûyî ve hat dayîn, li gelemperiya cîhanê bê naskirin û wiha got: "Ji bo penaberan divê hemû şert û mercên pêwîst bên peydakirin. Têkoşîna li dijî koçberiya bê rêk û pêk, bi dersînorkirina koçberan nayê çareserkirin, lê belê bi dayîna mafên rast ên penaberan re çareser nabe. Ya ku tê kirin, hejmara koçberan zêde dike. Ji ber ku eger hûn mafên pêwîst pêşkêş nekin, wê weke koçberên bê rêk û pêk werin."
MA / Omer Îbrahîmoglu