Şaxa ÎHD’a Amedê rapora binpêkirinên 9 salan eşkere kir: Herî kêm 27 hezar kes hatin binçavkirin

  • rojane
  • 14:54 18 Cotmeh 2024
  • |
img
AMED - Şaxa ÎHD’a Amedê rapora têkildarî binpêkirinên 9 salan eşkere kir. Li gorî raporê; mudaxileyî 361 xwepêşandanan hate kirin, 570 hatin qedexekirin û herî kêm 27 hezar kes hatin binçavkirin. 
 
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê rapora “Binpêkirinên Têkildarî Mafên Civîn Xwepêşandan û Meşan û Azadî û Ewlehiya Şexsî” ya di navbera salên 2015-2024’an de eşkere kir. Daxuyanî, li avahiya Şaxa Komeleyê hate dayin. Serokê Rûmetê yê ÎHD’ê Akin Bîrdal û gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Serokê Şaxa ÎHD’a Amedê Ercan Yilmaz got ku ji 24’ê tîrmehê heta niha her tim banga guftûgo û muzakereyan li aliyan k irine û nobeta aştiyê girtine. Yilmaz, anî ziman ku wan hewl dan rewşa demokrasiyê ya li welêt nîşanî hemû cîhanê bidin. 
 
Yilmaz, got ku heke rapora wan were lêkolînkirin dê were dîtin ku binpêkirin gihiştine asteke “metirsîdar” û ev tişt anî ziman: “Em careke din bang li îktîdara siyasî dikin ku meseleya kurd bi rêyên aştiyane çareser bike.” 
 
Rapor, ji hêla Yilmaz ve hate xwendin. 
 
DI 6 MEHAN DE 60 QEDEXE, 36 MUDAXILE
 
Di beşa armanc û çarçoveyê ya raporê de hate gotin ku daneyên di navbera salên 2015-2024’an de, nîşan didin ku binpêkirinên mafên mirovan û zextên li ser mafên sivîlan gihiştine astekî xeternak û qada sivîl her ku diçe bêhtir teng dibe. Bi domdarî hate gotin ku “mafê xwepêşdandan û civînan” a di madeya 34’emîn a Destûra Bingehîn de, ji 24’ê tîrmeha 2015’an heta niha bi awayekî keyfî û derhiqûqî ji hêla walî û qeymeqaman ve tên qedexekirin, ev qedexeye li hinek bajaran bênavber û li hinek bajaran jî her 15 rojan carekê tên ragihandin. Di raporê de ev daneye hate parvekirin: “Tenê heta 24’ê tîrmeha 2024’an, meqamên îdarî ji bo 60 civîn û xwepêşandanan biryara qedexeyan dan û hêzên ewlekariyê mudaxiley3ı 36 xwepêşandanên civakî û civînên li derve kirin.” 
 
SAL BI SAL BINPÊKIRIN
 
Di raporê de binpêkirin sal bi sal wiha hatin rêzkirin: 
 
* “2015: Polîsan mudaxileyî 56 civîn û xwepêşdanan kirin, 2 hezar û 975 kes hatin binçavkirin, 857 kes hatin girtin, bi ser hezar û 931 malan de hate girtin, di encama mudaxileya hêzên ewlekariyê de 69 kes birîndar bûn. Piştî mudaxileya li dijî xwepêşandanên civakî, 20 kesan jiyana xwe ji dest dan. Bi giştî 5 hezar û 909 binpêkirin hatin kirin. 
 
* 2016: Mudaxileyî 78 civîn û xwepêşandan hate kirin, 6 hezar û 860 kes hatin binçavkirin, hezar û 724 kes hatin girtin, 3 hezar û 556 caran bi ser malan de hate girtin, 38 civîn û xwepêşandan hatin astengkirni, di encama mudaxilekirina xwepêşandanên civakî de 54 kes birîndar bûn û 4 kesan jiyana xwe ji dest dan, bi giştî 12 hezar û 314 binpêkirinên mafan hatin kirin. 
 
* 2017: Mudaxileyî 17 civîn û xwepêşandanan hate kirin, 3 hezar û 878 kes hatin binçavkirin, 2 hezar û 900 caran bi ser malan de hate girtin, 19 xwepêşandan û meş hatin qedexekirin, di mudaxileya hêzên ewlekariyê de 65 kes birîndar bûn, kesekî jiyana xwe ji dest da û bi giştî 7 hezar û 668 binpêkirin hatin kirin. 
 
* 2018: Mudaxileyî 13 xwepêşandan û civînan hate kirin, 2 hezar û 837 kes hatin binçavkirin, 2 hezar û 368 caran bi ser malan de hate girtin, 26 xwepêşandan û civîn hatin qedexekirin, di mudaxileyan de 9 kes birîndar bû û bi giştî 5 hezar û 749 binpêkirinên mafan hatin jiyîn. 
 
* 2019: Mudaxileyî 58 xwepêşandan û civînan hate kirin, 2 hezar û 987 kes hatin binçavkirin, 511 kes hatin girtin, 2 hezar û 81 caran bi ser malan de hate girtin, 60 civîn û xwepêşandan hatin taloqkirin, di mudaxileya hêzên ewlekariyê de 167 kes birîndar bûn. Bi giştî 5 hezar û 864 kes birîndar bûn. 
 
* 2020: Mudaxileyî 19 civîn û xwepêşandan hate kirin, hezar û 550 kes hatin binçavkirin, 312 kes hatin girtin, hezar û 345 caran bi ser malan de hate girtin, 72 çalakî û xwepêşandan hatin taloqkirin û qedexekirin, di mudaxileya hêzên ewlekariyê de kesek birîndar bû û bi giştî 3 hezar û 299 binpêkirinên mafan hatin kirin. 
 
* 2021: Mudaxileyî 20 civîn û xwepêşandanan hate kirin, hezar û 741 kes hatin binçavkirin, 313 kes hatin girtin, hezar û 461 caran bi ser malan de hate girtin, 70 taloqkirin-qedexekirin, 5 birîndar û bi giştî 3 hezar û 610 binpêkirinên hatin kirin. 
 
* 2022: Mudaxileyî 19 xwepêşandanan hate kirin, 2 hezar û 143 kes hatin binçavkirin, bi ser hezar û 109 malan de hate girtin, 135 çalakî hatin taloqkirin û qedexekirin, di mudaxileya hêzên ewlekariyê de 7 kes birîndar bûn û bi giştî 3 hezar û 607 binpêkirin hatin kirin. 
 
* 2023: Mudaxileyî 45 xwepêşandan û civînan hate kirin, hezar û 809 kes hatin binçavkirin, 304 kes hatin girtin, bi ser 951 malan de hate girtin, 89 çalakî hatin qedexekirin, di mudaxileya hêzên ewlekariyê de 6 kes birîndar bûn û bi giştî 3 hezar û 204 binpêkirinên mafan hatin kirin. 
 
* 2024: Mudaxileyî 36 xwepêşandan û civînan hate kirin, hezar û 204 kes hatin binçavkirin, 178 kes hatin girtin, bi ser 546 malan de hate girtin, 60 çalakî hatin taloqkirin-qedexekirin, di mudaxileya hêzên ewlekariyê de 53 kes birîndar bûn û bi giştî 2 hezar û 77 binpêkirin hatin jiyîn.”
 
Di raporê de hate gotin ku li gorî şopandin û nirxandina komeleyê ya di navbera 24’ê tîrmeha 2015’an de, di vê pêvajoyê de hêzên ewlekariyê herî kêm mudaxileyî 361 xwepêşandan û meşan kiriye û herî kêm 570 jî hatine qedexekirin û taloqkirin. 
 
BINPÊKIRIN HERÎ ZÊDE DI NAVBERA 2015-2019’AN DE HATIN KIRIN
 
Di raporê de her wiha ÎHD’ê cih da binpêkirinên têkildarî “Azadî û Ewlehiya Şexsî”. Di raporê de hate gotin ku di nava 9 salan de herî kêm 27 hezar û 984 kes hatin binçavkirin, 5 hezar û 677 kes hatin girtin û bi ser herî kêm 18 hezar û 248 mal-kargehan de hate girtin. Di heman demê de hat destnîşankirin ku binçavkirin, girtin û serdegirtinên mal-kargehan herî zêde di navbera salên 2016-2019’an de hatine kirin. 
 
Bi domdarî di raporê de hate gotin ku di pêvajoya 9 salan de herî kêm 436 welatî di mudaxilekirina meş, xwepêşandan û civînan de birîndar bûne û bi 167 birîndaran re sala herî zêde welatî hatin birîndarkirin 2019 e. 
 
Di berdewamê de ÎHD’ê di rapora xwe de diyar kir ku ji ber negirtina tevdîrên “ewlehiyê” û mudaxileya hêzên ewlekariyê, bi giştî 25 welatiyan jiyana xwe ji dest dane û bi 25 mirinan herî zêde kes di sala 2015’an de hatine kuştin û di 2016’an de jî 4 kes hatine kuştin. 
 
Rapor, wiha domiya: “Piştî dewletê dev ji fikra ku meseleya kurd bi rêyên guftûgo û muzakereyan çareser bike berda û pêvajoya şer dîsa dest pê kirî, mudaxileyên hêzên ewlekariyê yên li dijî çalakî û xwepêşandanên civakî jî zêdetir bûn. Di encama tespîtên me de derket holê ku sedema mirin û birîndarbûna welatiyan û qalikên gazê yên hêzên ewlekariyê diavêjin in.”
 
Di raporê de daxwaz û pêşniyar wiha hatin rêzkirin: 
 
“*Divê di her şert û mercî de rêz ji mafê ewlehiyê û azadiya kesan û xwepêşandan û civînan ku Destûra Bingehîn a Komara Tirkiyeyê, Peyaman Navnetewî ya Têkildarî Mafên Siyasî û Medenî û Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê di nav de ji aliyê peymanên navnetewî yên Tirkiyeyê ew pejirandine ve hatine parastin bê girtin û di vî warî de dewlet erkên xwe yên neyînî û erênî bi cih bîne.
 
* Divê hukmên qanûndanînê yên ku destûrê didin otorîteyên îdarî azadiya civîn û xwepêşandanê bi rengekî bêsînor qedexe bikin û qedexeyên din ên awarte di demên asayî de ferz bikin, bên rakirin;
 
* Divê hukmên ku derfetên sînordarkirinê yên nemaqûl ên têkildarî cih û rêya civînan a di qanûna bi hejmara 2911’an didin rayedarên cemaweriyê bên rakirin. 
 
* Divê hukmên ku destûrê didin bikaranîna hêza li dijî xwepêşandanên aştiyane û li dijî standartên navneteweyî bên betalkirin. 
 
* Divê polîtîkayên teşhîrkirin û marjînalkirina xwepêşandanên aştiyane yên ji aliyê rayedarên cemaweriyê ve bi rêya gotinên neyînî, kampanyayên reşkirinê, krîmînalîzekirin, zexta edlî û îdarî tên kirin bên terikandin.
 
* Divê polîtîkayên necezakirinê yên ku hêzên ewlehiyê yên faîl in diparêzin bi lêpirsînên bi bandor, zelal, bêalî, berfireh û bilez ên binpêkirinên ji ber bikaranîna zêde ya hêzên ewlehiyê derdikevin holê bên bidawîkirin. Divê ji ber van binpêkirinên xwe hesab ji faîlan bê pirsîn.
 
* Divê bi aktorên civaka sivîl û parêzvanên mafên mirovan re ji bo azadiya civîn û xwepêşandanan li Tirkiyeyê hevdîtinên bi rêk û pêk bên kirin. Divê beşdariyeke watedar a aktorên civakî yên sivîl û parêzvanên mafên mirovan li pêvajoyên biryardayînê yên pêwendîdar were ewlekirin.
 
* Divê meqamên îdarî li gorî rêgeza piraniyê ku rêgeza bingehîn a civaka demokratîk e tevbigere û azadiya ramanê ya civakî bê destekkirin û zextên li dijî civaka sivîl û kesên rexne dikin bên bidawîkirin. 
 
* Ji bo rakirina astengiyên li pêşiya bicihanîna mafê azadî û ewlekariya şexsekî, divê prensîba serxwebûna dadgeriyê bi rêbazên tund bê xebitandin.
 
* Divê biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ku Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê ya Tirkiye alîgirê wê ye û rayeya darazê qebûl kiriye, di hiqûqa navxweyî de were bicihanîn. Daxuyaniyên nûnerê desthilata siyasî yên li ser nebicihanîna van biryaran ne tenê zirarê didin prensîba serxwebûna dadgeriyê, di heman demê de bi awayekî aşkere mafê azadî û ewlehiyê yê kesekî binpê dike. Divê ev pêkanînên ku em weke mudaxilekirina darazê dihesibînin bên terikandin.”
 
BÎRDAL: FIRSEND HATIN HEBAKIRIN
 
Serokê Rûmetî yê ÎHD’ê Akin Bîrdal ê piştî aşkerekirina raporê axivî, diyar kir ku encamên ku nebûna çareseriya demokratîk û aştiyane ya pirsgirêka kurd di raporê de cih digirin. Bîrdal, anî ziman ku wan rapora Tirkiyeyê ya di neh salan de çawa ji demokrasiyê, mafên mirovan û aştiyê dûrketi ye aşkere kirine û got: “Tirkiye li xaçerêyeke girîng e. Ji bo çareseriya demokratîk û aştiyane ya pirsgirêka Kurd heta roja îro derfetên girîng hebûn ku ji bo her kesên li vê erdnîgariyê dijîn bi mafên xwe yên ji mirovbûnê derketine holê bijîn. Ev yek jî bi mûxatabên li Meclisê û rêveberiyên herêmî pêk hat. Hêzên desthilatdar ev firsendên hatin afirandin ji heba kirin.”
 
‘DIVÊ JI BO AŞTIYÊ VÎNA KOLEKTÎF DERKEVE HOLÊ’ 
 
Bîrdal, bi lêv kir ku mijara çareseriya pirsgirêka kurd û aştî careke din hatin rojevê û wiha domand: “Heke li welatekê aştî nebe ne hêsane mirov behsa demokrasiyê, mafên mirovan, kar û nan bike. Ji bo çareseriya aştiyane ya pirsgirêka kurd divê firsendên îro bên nirxandin û gelek nediyarî ji holê bên rakirin. Divê ewilî daxuyanî bên dayîn ku ‘çi bû çi dibe, wê çi bibe?’ Parazvanên maf, edalet û aştiyê dikarin li Enqereyê konferansa aştiyê li dar bixin. Divê ji bo aştiyê vîneke kolektîf derkeve holê. Bi vê vînê komîsyonek dikare were avakirin. Di navbera mûxataban de piren navbeynkariyê dikarin bên çêkirin. Bi dayîna daxuyaniyeke fermî re divê pêvajo were rewakirin. Divê ev pêvajo ber bi aştiyê ve biçe. Çi bikeve berê me em ê wê bi cih bînin. Divê tecrîd ji holê bê rakirin. Divê were zanîn ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan çi dibêje. Divê ewilî ev derfêt bê avakirin. Ya duyemîn divê hemû girtiyên siyasî û girtiyên nexweş bên berdan. Divê girtiyên zêdetirî 30 sal in girtî ne û înfaza wan tê şewitandin bên berdan. Divê têkildarî aştiyê îşaretek were dayîn. Em hêvî dikin ku ev pêvajo bi neyînî encam negire. Em bêjin aştî a niha.”
 

Sernavên din

30/10/2024
19:54 'Nobeta Azadiyê' di hefteya 645’an de ye
18:20 Kaplan ê ku emeliyat bû bi îşkenceyê hat binçavkirin
16:24 Mele Reşît Irgat jiyana xwe ji dest da
16:16 Parêzerê Ahmet Ozer: Tevî biryara sînordarkirinê jî agahî li çapemeniyê hatin belavkirin
16:00 Li ber Şaredariya Esenyûrtê binçavkirina Ozer hat protestokirin
15:29 Bakirhan: Divê ‘Mafê hêviyê’ were pêkanîn
14:54 Ji bo Hatîce Onaran a girtî banga ‘bikevin nava liv û tevgerê’ hate kirin
14:18 Erdogan û Tunç pirsa ‘mafê hêviyê’ bêbersiv hiştin
14:07 Li Cizîrê qezaya trafîkê: Kesek mir
13:34 Encamên fermî yên hilbijartina Herêma Kurdistanê hatin aşkerekirin
13:32 Helbestvan Arjen Arî li ser gora xwe hat bibîranîn
13:23 AYM’ê ji bo girtiyan biryara ‘binpêkirina azadiya derbirînê’ da
13:21 Li Cizîrê 5 kes bi lêdanê binçavkirin
13:09 Bakirhan: Tecrîdê rakin bila birêz Ocalan bi awayek azad tevbigere
12:52 Şewata li Çiyayê Gabarê vemirî
12:42 Cenazeyê girtiyê bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest dabû dan malbata wî
11:37 DEM Partiyê û CHP’ê bertek nîşanî binçavkirina Ahmet Ozer dan
11:33 Medenî Ferho: Aqilê marjînal nikare pirsa kurd çareser bike
10:48 Li Şirnexê 3 kes hatin binçavkirin
10:33 Weqfa Mezopotamyayê kursa folklor û edebîyata gelêrî li dar dixe
09:57 Ji bo girtina 19 kesan îdiaya ‘îstîhbarî’ kirine hincet
09:49 Cûdî, Gabar û Besta ji şîrketan re tê pêşkeşkirin
09:24 Bi vegotina Abdullah Ocalan pergala 'îşkenceyê' ya Îmraliyê
09:20 Jin dê di 25'ê Mijdarê de li qadan bin
09:18 Gulseren Yolerî: ‘Mafê hêviyê’ bi guhertina qanûnî pêkan e
09:16 Rojnamevan Mehmûd: Bi êrişan jiyana hevpar hedef tê girtin
09:15 Şêniyên Wanê: Şer were sekinandin dê krîza aborî jî çareser bibe
09:02 ROJEVA 30'YÊ COTMEHA 2024'AN
08:52 Şaredarê Esenyûrtê Ahmet Ozer jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin
29/10/2024
16:53 Girtiyê gotibû ‘Dê min bikujin’ bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da
15:53 Werîşe Mûradî çalakiya xwe ya greva birçîbûnê bi dawî kir
15:53 Dayikên Aştiyê serdana Emîne Şenyaşarê kirin
15:28 Li Çiyayê Gabarê şewat derket
15:15 Kesê dê bibe serokê Hîzbullahê hate diyarkirin
15:08 259 koçber vegeriyan Mûsilê
13:24 Ji DEM Partiyê banga ‘komara demokratîk’
13:14 Leşkeran bi ser zozanê de girtin: Koçer û şivan hatin binçavkirin
13:13 Çapemeniya Azad mamoste Kaya bi bîr anî
12:29 Baroya Stenbolê bertek nîşanî girtina parêzer Sarsilmaz da
12:27 350 mîtroyan dûrî nexweşxaneyê ji ber windakirina xwînê jiyana xwe ji dest da
11:45 Jina sporvan bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
11:44 Rewşa girtiyê nexweş Gemîcîoglû giran bû
11:25 Êrişkarên nijadperest ji xwediyên dawetê lêborînê xwestin
11:18 Koma Hevrayê bertek nîşanî girtina solîstê xwe da
11:14 Rohilat Efrîn: Divê Tirkiye ji ber sûcên şer were darizandin
10:51 HDK ji Lijneya Giştî re amade ye: Avakirina jinûve û rêxistinbûyîneke xurt
10:42 Temîzer vegot: Serî li ber zilm û neheqiyê netewand
10:22 Mamosteyê Çapemeniya Azad: Bi tecrûbe û pratîka xwe rê nîşan da
10:21 Abdullah Ocalan: Tekane rê komara demokratîk e
10:05 247 pêşniyazên qanûnî yên DEM Partiyê û 673 pêşniyazpirsên lêkolînê yên DEM Partiyê hatin redkirin
09:45 'Plana Çokşikandinê' di sala 9'an de ye: Plan bi ser neket, meseleya kurd çareseriyê ferz dike
09:30 Li Şirnexê gelek herêm hatin qedexekirin
09:29 Dayika emrê xwe bi têkoşîna aştiyê derbas kir: Kumrî Oner
09:27 Ji bo zarokan kargehên 'hînkirina azad'
09:00 ROJEVA 29’Ê COTMEHA 2024’AN
28/10/2024
19:34 Li Îranê di mehekê de 150 kes hatin bidarvekirin
19:31 Li Hezexê 9 kes serbest hatin berdan
16:12 Îdianameya Çeteya Yenîdoganê hate qebûlkirin
15:55 Hêrsa li dijî êrişan mezin dibe: Bi bombekirinê aştiya navxweyî pêk nayê
15:40 Li Mûşê qezaya trênê: Kesek mir, 2 kes birîndar bûn
15:34 10 baroyan bertek nîşanî êrişan dan: Êriş dibin sedema neçareseriyê
15:12 Berxwedana edaletê ya ji bo Roboskê di meha 154’an de ye
15:08 Faîlê ku Evîn Demîrtaş qetil kiribû hate girtin
14:21 DEM Partî: Me komkujiya madenê ya li Ermenekê ji bîr nekir
14:20 Li Amedê bertek nîşanî êrişan dan: Sûcê şer tê kirin
14:08 Jinan nerazîbûn nîşanî kuştina Evîn Demîrtaş dan
13:22 Çiyayê Bagokê tê bombebarankirin
13:05 Hunermendê di çalakiya ‘Jin, jiyan, azadî’ de hatibû girtin tehliye bû
12:05 Şîna Aktaş bi girseyî hate ziyaretkirin
11:54 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
11:37 Jinek li Qoserê bi awayekî guman mir
11:10 Piştgirî dan parêzerê di danişînê de hatibû binçavkirin: Parastin dê serî netewîne
10:48 HDK dê lijneya giştî li dar bixe: Bi hev re ber bi azadiyê ve
10:21 Xemla payîzê û dermanê bapêşê: Şîlan
10:19 Hevdîtina bi Abdullah Ocalan re: Îdia û rastî
10:12 Li Çiyayê Bagokê operasyona leşkerî hat destpêkirin
10:09 Nijadperestan êrişî daweta kurdan kir: Em li vir muzîka kurdî û kurdan naxwazin
09:31 Ji Şaredariya Êlihê kreşa pirzimanî
09:25 Ji OGK'ê kargehên xweparastinê: Jiyaneke din pêkan e
09:02 Sûc tune be jî dikare bê afirandin: Hevdîtina nûçeyê ya li gor armancên rêxistinê
09:00 Parêzer Coşacak: Divê mafê hêviyê nebe qurbana siyasetê
09:00 ROJEVA 28'Ê COTMEHA 2024'AN
27/10/2024
21:23 Êrişî Garê hat kirin
19:55 Hevserokên giştî yên nû yên ESP’ê diyar bûn
16:48 Xelkê Dêrik û Amûdê li dijî êrişan daketin qadan
16:20 Komeleya Ekolojiyê ji bo zarokan çalakî li dar xist
16:19 ‘Bila qada hewayî ya Rojava ji balafirên dewleta tirk re bê girtin’
15:28 Silha malbatên Şenyaşar û Yildiz hate kirin
14:06 Hesabên medyaya dijîtal ên hunermend Rotînda hatin girtin
13:59 DEM Partiyê li Rihayê silha du malbata kir
13:51 Bakirhan: Sermuzakerevan birêz Ocalan e
13:28 Li Îsraîlê kamyonê li rawestgeha otobûsan xist: 35 kes birîndar bûn
12:48 Rêveberiya Xweser: Dewleta tirk hezar û 31 caran êriş kir û 17 kes hatin qetilkirin
11:56 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 30 navend ji xizmetê derketin
11:22 Encamnameya civîna PM’a DEM Partiyê: Divê mercên azadiyê yên Ocalan bên avakirin
11:21 Parlamentoya Iraqê dê cara dawî ji bo ‘Qanûna Statûya Şexsî’ bicive
10:56 Li Wanê ajokar nikarin debara xwe bikin: Heya pergal neguhere wê wiha be
10:54 Hejmara nû ya Kovara Jinê derçû
10:52 Bertekên li dijî êrişan: Îktîdara siyasî pêvajoyeke durû dimeşîne
09:58 Cînayeta Narîn Guran: Îdianame ji tespîtkirina faîlê rast dûr e