AMED - “Hevdîtina Jinan a Ked, Çand û Hunerê ya Amedê” ku dê 3 rojan bidome, dest pê kir.
Hevdîtina Jinan a Ked, Çand û Hunerê ya Amedê ku di pêşengtiya Serokatiya Daîreya Xizmetên Malbat û Jinan a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê li Qada Şêx Seîd dest pê kir, wê sê rojan berdewam bike. Gelek kes tev li hevdîtina ku dê çand, ked û hunera jinan were nîşandayîn bûn û gelek şaredarî, sazî û dezgehan standên xwe di vê hevdîtinê de danîn.
Seroka Daîreya Xizmetên Malbat û Jinan a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Ozden Sumer Gurbuz ku di hevdîtinê de axivî, spasiyên xwe pêşkeşî kesên piştgiriya wan kirine kir û wiha got: “Em ê sê rojan gelek aktîvîteyên keda jinan, xizmetên şaredariyan û xebatên çand û hunerê yên jinan di nava xwe de dihewîne pêşkeş bikin. Dê xebatên me yên atolyeyan çêbibin û em ê serdana hemû standan bikin. Ev hevdîtin berhema xebatên şaredariyan û saziyên sivîl ên salekê ne. Hêvî dikim ku ev kevneşopî dê bidome.” Ozden Sumer Gurbuz bang li gel kir ku tev li hevdîtinê bibin.
ÇALAKIYÊN CIHÊRENG
Di çarçoveya hevdîtinê de dê di pêşengtiya Midûriyeta Xizmetên Malbat û Jinan a Şaredariya Peyasê de di navbera saet di 14.00-16.00an de Atolyeya Boyaxkirina Keviran, di navbera saet 16.00-18.00an jî ji aliyê Komeleya Wêje, Çand û Hunerê ya Jinan (KASED) dê atolyeya Kolajê bê lidarxistin. Her wiha saet di 19.00an de jî dê Koma Tenbûrê ya KASEDjinê û Eylul Nazlier konserek li dar bixin.