Li Herêma Federe ya Kurdistanê banga çûna ser sindoqan hate kirin

  • rojane
  • 12:50 20 Cotmeh 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Siyasetmedar û rêveberan ji bo hilbijartinên Parlamentoya Herêma Federe ya Kurdistanê diyar kirin ku pêdivî bi guherînê heye û banga çûna ser sindoqan li gel kirin. 
 
Hilbijartinên serdema şeşemîn ên Parlamentoya Herêma Federe ya Kurdistanê berdewam in. Tê payin ku li bajarên Dihok, Hewlêr û Silêmaniyeyê zêdetirî 3 milyon kes biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin. Rayedar û siyasetmedarên li herêmê banga çûna ser sindoqan li gel kirin. 
 
Serokê YNK’ê Bafel Talabanî li Dibistana Rewşanê ya li Silêmaniyeyê dengê xwe da û piştre bang li gel kir ku biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin. 
 
BANG LI HILBIJÊRAN KIRIN
 
Waliyê Silêmaniyeyê Heval Ebûbekir piştî dengê xwe dayî daxuyanî da û xwest ku welatî tavilê biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin. Ebûbekir, wiha got: “Dê Komîsyona Hilbijartinê bi tu awayî dema dengdayînê dirêj neke. Dengdayîn dê saet di 18.00’ê de bi dawî bibe. Divê her kes dengê xwe bide.” 
 
‘DÊ ÎKTÎDAR BI DENGÊ GEL BIGUHERE’ 
 
Rêveberê Sekreteriya Mam Celal, Qubad Talabanî piştî ku li dibistana Rewşen a li Silêmaniyê deng da, ji çapemeniyê re axivî û got: “Ez pîrozbahiyê li xelkê Kurdistanê dikim ji bo vê roja pîroz. Hêvîdarim welatî jî wek çapemeniyê bi germî nêz bibin û çarenûsa xwe diyar bikin. Herêma Kurdistanê 129 pirsgirêkên wê hene. Hêvîdarim welatî deng bibin ji bo rastkirina wan. Bê guman wê bi dengdana welatiyan hikûmranî were li ser rêya rast.”
 
Talebanî diyarkir ku piştî dengdan bi dawî hat û encam eşkere bûn, ew ê vê rojê wek cejin pîroz bikin.
 
‘PÊDIVÎ BI GUHERÎNÊ HEYE’
 
Emîndarê Giştî yê Yekgirtûya Îslamî Selahedîn Behadîn li Silêmaniyê dengê xwe bikaranî. Behadîn piştî karanîna dengê xwe daxuyaniyek da û wiha got: “Rojeke girîng e û mijarek çarenûsê ye, pêwîstiya gelê me, hikûmranî û desthilatê jî bi nûkirina rewşek cûda heye, ji ber ku gelek tişt hatine guhertin û gelek tişt jî pêwîstiya wan bi guherînê heye. Em li bendêne ku piştî hilbijartinan, encam bên pejirandin û ji bo pêkanîna parlamentoyê bi awayek zû gav bên avêtin û piştre jî ji bo pêkanîna hikumetê gav bê avêtin. Divê ji bo avakirina hikûmetê weke berê salek pêve neçe.” 
 
Serokê Encûmena Bilind a Berjewendiyên Siyasî ya YNK’ê Cehfer Şêx Mistefa piştî ku li Silêmaniyê dengê xwe da, ji çapemeniyê re axivî û ev tişt anî ziman: “Wek YNK em li dijî hemû binpêkirinên ku di hilbijartinê de bên kirine. Pêwîste hilbijartinek demokratîk û azad pêk were. Em di wê baweriyê de ne wê dengên YNK’ê li gorî carên din çend qat zêdetir bike û wê tu aliyek nikaribe bêyî YNK’ê hikûmetê ava bike.”
 
REŞÎT DENGÊ XWE DA
 
Serokkomarê Iraqê Letîf Reşîd ku li Bexdayê dengê xwe bikaranî got; “Hêvîdarim pêvajo bi serkeftî birêve biçe û birayên xwe pîroz dikim. Hêviya min ewe piştî hilbijartinê parlamento û hikumetek çalak û xizmetkar bê avakirin.”

Sernavên din

04/11/2024
10:42 Li Mêrdînê protestoya qeyûm: Dê gel serî netewîne
10:38 Hevşaredar Sonuk: Em ê bajarê xwe ji rejîma mêtinger rizgar bikin
10:37 Omer Ocalan: Bi heman rêbazan li benda encamên cuda ne, ev xwexapandin e
10:14 Îmamoglû: Îktîdarê êdî kontrola xwe winda kir, bêcidiyet tevdigere
10:05 Ozel bertek nîşanî tayînkirina qeyûman da: Ez îktîdarê hişyar dikim, êdî dema gotinê diqede
10:00 Ahmet Turk ê li şûna wî cara 3’yemîne qeyûm tê tayînkirin: Mînakeke wiha li cîhanê nîne
09:51 DEM Partî: Gelên Tirkiyeyê dê li dijî vê zordestiyê serî netewînin
09:39 Xwebûn bi manşeta ‘Dizdê îradeyî’ derket
09:29 Hevşaredara Bajarê Mezin a Mêrdînê Demîr: Li dijî îradeya gel derbe hat kirin
09:26 Li Êlihê berteka ewil dayika Îpek Er nîşan da: Ma qet şerefa we tune ye
09:07 Di salvegera darbeya siyasî de li 3 şaredariyan qeyûm hatin tayînkirin
09:06 'Li Girtîgeha Tîpa S a Îdirê polîtîkayek taybet tê meşandin'
09:05 Hunermendên kurd nerazîbûn nîşanî tawanbariya konserên kurdî dan
09:05 Endama DÎB'ê Goz: Cihên Lihevkirina Bajêr di hedefê de ne
09:00 ROJEVA 4’Ê MIJDARA 2024’AN
08:39 Li pêşiya şaredariyê bertek nîşanî qeyûm dan: Em ê bi ser kevin
08:32 Hevşaredarê Xelfetiyê Karayilan: Em ê paşvegav neavêjin
08:27 Hevşaredara Êlihê Sonuk: Em ê vê rejîma xespkar qebûl nekin
08:26 Wezareta Karên Hundir têkildarî tayînkirina qeyûman daxuyanî da
07:54 Ahmet Turk: Em ê paşvegavê neavêjin
07:28 Li 3 şaredariyên DEM Partiyê qeyûm hate tayînkirin
03/11/2024
19:50 Li Çorûmê di avahiyekî de teqîn: Kesek mir, 33 kes birîndar bûn
17:39 Beştaş û Kenanoglû ji bo Hevberdevkiya HDK'ê hatin bijartin
17:03 Dogan ji rayedaran re got: Heke bernameyeke we hebe, navnîşan Abdullah Ocalan e
16:51 Mihrîcana Zarok û Ciwanan a Komirê bi stranên kurdî bi dawî bû
16:51 Sakik di 32’yemîn salvegera qetilkirina xwe de hate bibîranîn
15:10 CHP li dijî qeyûm ‘Nobeta Esenyurtê’ dide destpêkirin
15:05 ‘Ji Geziyê heta Rojava HDK pêngava têkoşîna yekbûyî ye’
14:50 Li zanîngeheke Îranê protesto
14:49 Bayindir: Ji bo krîzên li cîhanê tenê Ocalan xwedî çareserî ye
13:56 Bakirhan: Divê birêz Ocalan bikare bi hevalên xwe re biaxive
12:28 Dêrsimî li dijî talana ekolojîk civiyan
11:26 13’emîn Lijneya Giştî ya HDK’ê: Tecrîd li dijî yekitiya gelan e
09:58 Dermanfiroş Baransel: Tirkiye di mijara dermanan de ji sedî 90 girêdayî derve ye
09:33 Kovara Jinê bi manşeta ‘Şoreşa Jinê’ derket
09:00 Esenyûrtiyan bertek nîşanî qeyûm dan: Bêhiqûqîtî û bêedaletî ye
09:00 ROJEVA 3’YÊ MIJDARA 2024’AN
08:38 Meteoroliyê ji ber barîna zêde xelkê bakurê Kurdistanê hişyar kir
08:00 Li Meletiyê bi mezinahiya 4,2’yê erdhej çêbû
02/11/2024
21:42 Li Cenevre û Lozanê çalakiyên 'Roja Kobanê'
21:14 Li Stockholm û Malmoyê çalakî: Serkeftin nêzîk e, em têkoşînê mezin bikin
21:07 Li Londonê di çalakiya ji bo Abdullah Ocalan de banga têkoşînê
21:01 EŞÎK:Berpirsan peywira xwe bianiya cih wê îro Şîrîn bijiya
16:56 Kişanakê pirtûka xwe îmze kir: Demokrasî yan heye yan jî nîne
16:53 Zarokan ‘Pîrê û Rovî’ pêşkeş kirin
16:28 Tûncel: Divê kesên ji pergalê re bêjin ‘raweste’ bên bahev
15:46 Li Rihayê qeyûm hate protestokirin
15:36 ‘Ronahiya bi berxwedana Kobanê hat afirandin wê tu carî venemire’
15:26 Li Stenbolê 4 kes hatin girtin
15:20 Ji bo girtî Gemîcîoglû yê di beşa lênerîna awarte de banga berdanê hate kirin
14:57 Rapora DFG’ê ya meha cotmehê: Ji 11 rojnamevanan re 19 sal û 8 meh ceza
14:49 Hevseroka Giştî ya DBP’ê Ûçar: Divê li dijî tecrîda li Îmraliyê bibin dengê hevpar
14:37 Çawişê Pispor hevjîna xwe qetil kir
14:36 Li Erdîşê du malbatan şer kirin: 2 kes mirin
14:27 Dayikên Şemiyê ji bo Kerboranê edalet xwestin
13:50 Aqûbeta kesên di salên 90’î de hatine windakirin hate pirsîn
13:23 Li Komirê Mihrîcana Zarok û Ciwanan hate lidarxistin
13:07 Li Şirnexê atolyeya zayendî ya civakî
11:50 Konferansa Jinan a HDK’ê: Bi berxwedanê em bi ser dikevin
11:30 Qeyûm qebûl nekir û îstîfa kir: Divê têkoşîn bê dayîn
11:20 Şirîn Elmas a winda bi awayekî qetilkirî hate dîtin
11:13 Li Wanê komxebata avê: Çavkanî pêşkeşî sermayeyê tên kirin
11:08 Bakirhan: Ocalan dixwaze mesele bi diyalog û muzakereyê were çareserkirin
10:52 Parlamenterên Partiya Çep a Swêdê: Ji bo aştiya li Rojhilata Navîn ji Ocalan re azadî
10:43 Mîhrîcana Şanoyê ya Jinan a Amedê di 5'ê Mijdarê de dest pê dike
10:05 Li Girtîgeha Îdirê mirinên biguman: Dikujin, paşê wekî xwekuştinê nîşan didin
09:52 Gotin 'çareserî' ye, lê kirin; kuştin, zext, binçavkirin, tayinkirina qeyûm e
09:35 Dîsa hevdîtina bi malbatê re li Abdullah Ocalan qedexe kirin
09:00 Keçecî yê ÎHD’î: Mafê jiyanê yê girtiyan tune tê hesibandin
09:00 ROJEVA 2'YÊ MIJDARA 2024'AN
08:53 Îsraîlê êrişî Xezayê kir 50 jê zarok 84 kes qetil kirin
01/11/2024
22:45 Li Kobanê peyama mezinkirina têkoşîna ji bo azadiya Abdullah Ocalan
22:32 Cendirmeyan bi ser mala rojnamevanan de girt
22:25 Ji Piştevaniya Morê çalakiya ‘di paşnav de mafê wekheviyê’
21:01 Li Sêrtê 10 kes hatin girtin
20:57 DEM Partiyê serdana welatî û esnafên Esenyurtê kir
18:26 Li Cizîrê 4 kes hatin girtin
17:31 Cenazeyê Bedira HPG'yî piştî 4 mehan radestî malbatê hat kirin
17:03 Li Qoserê ciwanekî întîhar kir
16:37 Kuçukbalaban: Em ê ji bo afirandina şert û mercên Ocalan ên hevdîtina bi civakê re hewl bidin
16:01 Amadekariyên 13’emîn Lijneya Giştî ya HDK’ê bi dawî bûn
15:44 Roja Kobanê ya Cîhanê: Berxwedana wê ji bo gelên cîhanê bû hêvî
14:36 Li ser sînorê Kobanê pîrozbahiya 1’ê Mijdarê: Kobanê ji bo gelan bû hêvî
13:50 Peyamên Roja Kobanê: Berxwedana dîrokî didome
13:48 Li girtîgehan di 5 salan de 2 hezar û 258 kesan jiyana xwe ji dest da
13:28 Ji bo 2 pirtûkên Weşanên Aryenê çap kiribû biryara komkirinê hate dayin
13:20 Alim, Dayik û Pîr: Divê dewlet destê xwe ji baweriyan bikişîne
12:31 Gemîcîoglû 26 caran rakirine nexweşxaneyê: Divê demildest bê berdan
12:00 Bakirhan: Abdullah Ocalan got ‘ruhê muzakereyan mezin bikin’
11:52 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:21 Berteka li dijî qeyûm: Berdewama polîtîkaya neçareseriyê
11:09 Li Sûltangaziyê jinek hate qetilkirin
10:41 Pirsgirêka kurd a carnan heye carnan nîne!
10:30 Piştî biryara AYM’ê 4 girtî hatin berdan
10:10 Dê li Avzêmên Mûnzûrê keşif bê kirin: Em ê destûrê nedin talanê
09:36 Rojnameger ji ber çêkirina nûçeyan hatin sûcdarkirin!
09:20 Serokê ÎHD'ê Yilmaz: Astengiya li ber çareseriyê tecrîd e
09:00 Li ser Çemê Hêzilê HES'eke din jî tê çêkirin
09:00 ROJEVA 1'Ê MIJDARA 2024'AN
07:53 Xebatkara Rojnameya Yenî Yaşamê hate berdan