Parêzerên doza Narîn Guranê: Nakokiyên heyî nehatin zelalkirin

  • rojane
  • 12:15 12 Mijdar 2024
  • |

AMED - Parêzerên doza Narîn Guranê şopandin diyar kirin ku nakokiyên heyî nehatine zelalkirin û ew ê pêvajoyê jinêzve bişopînin. 

Zaroka bi navê Narîn Guran a 8 salî di 21’ê tebaxê de li gundê Çulî yê navçeya Rezan a Amedê winda bû û cenazeyê wê di 8’ê îlonê de hate dîtin. Têkildarî qetilkirina Guranê lêpirsîn hate destpêkirin û 12 kes hatin girtin. Ji kesên hatine girtin dosyayên dayika Narînê, Yuksel Guran, kekê wê Enes Guran, mamê wê Salîm Guran û cîranê wan Nevzat Bahtiyar hate cudakirin û îdianame hate amadekirin. Her 4 kes jî bi sûcê “Bi awayekî hevpar zarok bi qesdî kuştine” hatin darizandin û cezayê muebbeta girankirî jê re hat xwestin. Danişîna ewil a dozê jî di 7-8-9’ê mijdarê de hate lidarxistin.
 
Di danişîna 3 rojan domiyayî de îfadeyên hevnegirtî yên şahidan bal kişand. Her wiha di îfadeyên bersûcan de jî îfadeyên hevnegirtî bal kişand. Gotinên bersûc û şahidan hev nedigirtin û piraniya wan jê îfadeyên xwe yên berê red kirin. Li hêla din gelek pirsên serokê dadgehê û parêzeran jî bi gotinên “Nizanim, nayê bîra min” hatin bersivandin. Bersûc û şahidan, nakokiyên heyî zelal nekirin. 
 
Endamê Komîsyona Şopandina Dosyaya Cînayetê ya Narîn Guranê ya Baroya Amedê parêzer Aydin Ozdemîr û hem endama komîsyonê hem jî Koordînatora Navenda Mafên Zarokan a Baroya Amedê Derya Yildirim, çavdêriyên xwe yên 3 rojên danişînê vegotin. 
 
‘NAKOKÎ NEHATIN ZELALKIRIN’ 
 
Aydin Ozdemîr, diyar kir ku gumanên wan ên mezin hene ku îfadeyên bersûc û şahidan li gorî ewraqên anîn danişînê guherîne. Ozdemîr, wiha got: “Ji ber ku bi rastî jî gelek nakokî hene û ev nakokî nehatin zelalkirin. Di mijarên weke awayê qewimîna bûyerê, Narîn saet di çendan de hatiye windakirin, agahiya windakirinê kengî bi hêzên ewlekariyê û saziyên cemaweriyê re hatiye parvekirin, malbatê kengî dest bi lêgerînê kir, xebatên lêgerînê hatine qutkirin an na, heke hatibin qutkirin ev yek ji hêla kê ve û bi kîjan armancê hatiye kirin, di van mijaran tevan de nakokî hene. Mixabin ji bo zelalkirina van mijaran pirsên me jê kirin jê re nebûn bersiv. Li gorî min amadekariyek hatiye kirin. Bi awayekî ev nakokî nehatin zelalkirin.” 
 
‘ÎFADEYÊN XWE LI GORÎ AGAHÎ Û BELGEYAN DIGUHERÎNIN’ 
 
Ozdemîr, diyar kir ku bersûcan ji bo piraniya pirsan bersivên hevnegirtî dane û wiha pê de çû: “Di lêpirsînên cezayê de îfadeyên ewil, îfadeyên herî zêde jêbawerin. Ji ber ku bûyer baş di bîrê de ye û hûrgiliyên wan nayên jibîrkirin. Meqamên darazê jî piranî van îfadeyan esas digirin. Lê îfadeyên piştî îfadeyên ewil hatine dayin pir cuda bûne û hev nagirin. Ev encam me ber bi vê encamê ve dibe; îxtîmaleke mezin e ku îfadeyên xwe li gorî agahî û daneyên tên ber destê me diguherînin û revîze dikin. Nakokiyên mezin hene lewma gumanên mezin hene ku gotinên wan rast nebin.” 
 
‘DIXWAZIN NÊRÎNEKE DIJMINATIYÊ AVA BIKIN’ 
 
Ozdemîr, got ku hewl dan heye ku sedemeke qetilkirina Narînê were nîşandan û ev tişt anî ziman: “Endamên malbata Guranê dibêje ku Narîn ji hêla Nevzat Bahtiyar ve hatiye kuştin. Ji bo vê jî îdiaya ku di navbera Arîf Guran û Nevzat Bahtiyar de ji ber wesayîtê dijminatî hebû nîşan didin. Malbata Guranê û gelek şahidan qala vê yekê kir û dixwazin wisa nîşan bidin ku sedemeke heye ku Nevzat Bahtiyar Narîn kuştibe. Lê li gorî me ev jî rast nîne. Ji ber ku ji endamên malbatê tu kesan jê di îfadeyên berê de qala meseleya di navbera Nevzat û Arîf de nekirin. Me pirsa ‘gelo gumaneke we ya wiha heye, di navbera wan de çi dijminatî hebû?’ ji endamên malbatê kr. Wan jî got; ‘Na, dijminatiyek nebû, heta demekî nêz jî bi hev re hevdîtin dikirin.’ Arîf Guran jî got; ‘Heta demekî nêz jî ji bo Nevzat avê bide heywanên xwe min xortima malê dida wî.’ Lewma em dibêjin ku dijminatiyek nîne û tenê ‘dijminatiyeke çêker’ ava dikin. Tenê hewl didin sedemekê cînayetê nîşan bidin û Nevzat sûcdar bikin.” 
 
ÎDIAYÊN CIVÎNA MALBATÊ Û ‘ŞERÊ JINAN’ 
 
Di berdewamê de Ozdemîr anî ziman ku di danişînê de têkildarî civîna malbatê û şerê jinan de îfadeyên binakok hatine dayin. Ozdemîr, wiha derbirî: “Di girteka cendirmeyan de heye lê endamên malbatê înkar dikin. Li gorî me şer hatiye kirin. Îfadeyên ku civîna malbatê hatiye kirin jî hene. Li gorî me û komîsyonê; dibe ku malbat ketibe nava lêgerîneke ‘faîl kî ye.’ Tiştekî xwezayî ye ku malbateke keça xwe winda kirî bikeve nava lêpirsîneke wiha. Lê heke meqseda wê tenê ev be û di wê civînê de faîl nehatibe zanîn, divê malbat xwe nede paş ku bi cendirmeyan re parve bike. Li gorî mantiqê divê malbatê bigota ‘erê me civîneke wiha kir ji ber ku keça me winda bû. Me hewl dida wê bibînin lewma me civîn li dar xist.’ Lê piraniya malbatê got civîn nehatiye lidarxistin. Bi vê yekê re îdiaya ku civîn hatiye lidarxistin û tê veşartin xurtir bû.” 
 
‘EM Ê DEV JI PÊVAJOYÊ BERNEDIN’
 
Ozdemîr, daxuyand ku îdiayên cidî hene ku Narîn ji hêla malbata xwe ve hatiye qetilkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Pêvajoya darizandinê ya têkildarî vê mijarê didome. Bêguman heke rastiyeke ku Narîn ji hêla malbata xwe ve hatiye qetilkirin hebe, dê Baroya Amedê bêguman di nav avê pêvajoyê de be. Navenda Mafên Zarokan a Baroya Amedê bi sala ye di van dosyayan de cih digire. Dê Baroya Amedê berpirsyartiya xwe bi cih bîne, pêvajoyeke wiha bêxwedî nehêle û bi çalak tê de cih bigire.” 
 
‘MUMKIN NÎNE KU NEYÊ ZANÎN’ 
 
Parêzer Derya Yildirim jî bi lêv kir ku îfadeyên şahidan û delîlên teknîkî hev nagirin û wiha got: “Pirsa ‘We çima Narîn kuşt’ nehat bersivandin. Liv û tevgerên hêrsok ên bersûcan ên di dema danişînê de, her cara ku di tengijîn bersiva ‘Nizanim, nayê bîra min, ez radizam’ didan û ev yek ne tiştekî asayî ye. Em tevek xelkê vê xakê ne. Rastiyeke xaka me heye. Ne mumkin e li gundekî cînayetek bê kirin û haya kesekî jê nebe. Her kesên li gund ji rewşê agahdar dibe.”
 
‘EM Ê HETA DAWIYÊ BIŞOPÎNIN’
 
Yildirim, da zanîn ku ji bo cenazeyê Narînê neyê dîtin û rastî dernekeve holê gelek delîl hatine tunekirin û axaftina xwe wiha qedand: “Hin kesên Narîn qet nedîtin lê digotin ‘Min Narîn dît’ hebûn. Heyf û mixabin ku Narînê xerabiyeke herî mezin jiya. Dema li cem malbata xwe ya ku jê bawer dikir, li gundê xwe hate qetilkirin. Mixabin bi çîçekên plastîk, bûkanî, bîbloyê piştî mirina wê danîn ser gora wê jî ev wehşet hate domandin. Heta darizandin xelas nebe em rast nabînin derheqê naveroka dosyayê de biaxivin. Lê belê weke Baroya Amedê em ê vê dosyayê bişopînin. Ji bo rastî derkeve holê çi pêwîst be em ê bikin. Ji bo parastina zarokek a 8 salî ku mafê wê yê jiyanê hatiye binpêkirin çi hewce bike em ê bikin.” 
 
MA / Rûkiye Adiguzel

Sernavên din

21/11/2024
10:48 ‘Tirkiye yan dê Îmraliyê weke muxatab bibîne yan jî dê bikeve rewşa Îranê’
10:13 MYK’a DEM Partiyê dê bi rojeva tecrîd û qeyûm bicive
10:12 Mamosteyên kurdî bertek nîşanî qeyûm dan û îstîfa kirin
10:00 Ji bo Abdullah Ocalan 6 mehên din jî hevdîtina bi parêzeran re hat qedexekirin
09:42 Di hewayên sar de rawestgeha ewil dibe biharatfiroş
09:26 Hozan Aydin metirsiya jiyanî derbas kir
09:26 Ji AYM’ê biryara têkildarî ‘pasaportê’
09:25 Li girtîgehê axaftina bi tirkî li girtiyan tê ferzkirin
09:05 Siyasetzan Onal: Wê Trump helwesta xwe ya berê dubare neke
09:01 Ji jinên wanî banga meşê
09:00 Hinceta cezayê ku li Sûbaşî hatiye birîn: Xebatên kurdî
09:00 ROJEVA 21’Ê MIJDARA 2024’AN
20/11/2024
16:43 Li Xelfetiyê hevşaredar hatin astengkirin
16:28 DEM Partiyê bertek nîşanî cezayan da: Hûn ê weke derbekar bên bîranîn
16:22 Çalakiyên 25’ê Mijdarê: Banga tevlibûna meşa Taksîmê hate kirin
15:49 Hatîmogûllari: Divê tecrîd rabe û Abdullah Ocalan biaxive
15:33 Ji TUAY-DER’ê ji bo girtiyan kampanyeyeke nû
15:25 Roja Mafên Zarokan: Polîtîkaya necezakirinê biterikînin, peymanên navneteweyî pêk bînin
14:15 Rojnameger Namik Taranci li ser gora xwe hate bibîranîn
14:07 Tezkereyên parêzbendiyan şandin Komîsyona Têkel a Meclisê
13:41 6 sal û 3 meh cezayê hefsê dan Hevşaredarê Dêrsimê Konak
13:17 Li Hevşaredarê Colemêrgê Akiş 9 sal cezayê hefsê hate birîn
13:13 Nobeta li Xelfetiyê di roja 17’emîn de didome
13:07 Encama Pêşbirka Resman a Ceylan Onkolê diyar bû
13:04 DEM Partî li pêşiya wezaretê ye: Di her 10 deqeyan de jinek tê qetilkirin
12:49 Tora Mafên Zarokan a Amedê hat damezrandin
12:21 Li Wanê civîna ‘seferberiya xwerêxistinkirinê’
12:17 Li Amedê otobûs bi rengê binevşî hatin xemilandin
12:03 Hevserokên DEM Partiyê yên Êlihê: Berxwedana me dê bidome
11:28 Ji 5 hezar û 216 serlêdanên binpêkirinan tenê 22 jê di cih de hatine lêkolînkirin
11:11 Daxwaza ji bo di qada tenduristiyê de xizmeta wergêr were dayin hate redkirin
10:53 Helîn Umît: Tiştekî ji PKK’ê re hatiye nîne
10:36 'Gelê kurd nîşan da ku kesek nikare îradeya wan manîpule bike’
10:13 Dozgeriyê ji bo talankirina daristanên Şirnexê got 'li gorî hiqûqê ye'
09:44 Pirtûka ‘Sosyolojiya Azadiyê’ bi spanî hate weşandin
09:40 Hunermend Hozan Aydin krîza dil derbas kir
09:36 Hinceta cezayê dane rojnamegerên jin: Destûr negirtin, li hişyariyê guhdarî nekirin
09:26 Rojnameger Sonuk sewqî Girtîgeha Erzînganê hate kirin
09:25 Ji Qilebanê ber bi Mexmûrê ve çîroka têkoşînê
09:21 Serra Bûcak: Me pergala ku qeyûm hilweşand ji nû ve çalak kir
09:02 ‘Cezayên îdamê yên li Werîşe Mûradî û Pexşan Ezîziyê hatine birîn girêdayî pirsgirêka kurd in'
09:01 Înfaza wî hat şewitandin û ji bo dîroka berdana wî 'heta mirinê' hat nivîsandin
09:00 ROJEVA 20’Ê MIJDARA 2024’AN
19/11/2024
16:24 Di wesayîta çawişê pispor de 63 kîloyên tiryakê hatin girtin
16:19 Kekê Yuksekdag hate definkirin
16:15 Qeyûm şaredarî veguherand emniyetê
16:10 Şînên Bayar û Bozkurt bi girseyî hatin ziyaretkirin
16:06 TJA'yê li Amedê çalakiyên 25’ê Mijdarê li dar xist
15:44 Dayikên Aştiyê li Meclisê axivîn: Nifteya aştiyê di destê Ocalan de ye
15:33 ‘Çareserî ne li derve li hundir e’
15:15 Taloqkirina tehliyeyan li pêşiya Girtîgeha Bakirkoyê hate protestokirin
14:45 Rapora ÎHD’ê: Di salekê de li bakurê Kurdistanê mafê jiyanê yê 36 zarokan hate binpêkirin
14:19 Li Dîlok û Agiriyê pêngava ‘seferberiya rêxistinbûnê’
13:42 Wêneyê muhîmeta di mala malbata Guranê de derketî holê
13:36 Şaredariya Cizîrê xeta ‘Alo Şîddet’ê vekir
13:33 Bakirhan: Firsendeke dîrokî heye, divê Ocalan biaxive û muzakere dest pê bikin
12:43 Tulay Hatîmogûllari: Felsefeya ‘jin, jiyan, azadî’ bi saya berxwedanê li cîhanê belav bû
12:30 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:35 Ji bo dayika Aklîme Hanas bi lezgînî xwîn lazim e
11:26 Qedexeya derketine derveyî welat a 20 rojnamegeran ranekirin
10:39 Dema bi kurdî axivî telefon qut kirin: Qede ye!
10:16 Li Tatosê projeyên ji bo jinan
09:52 Mutlu Çîvîroglû: Dibe ku li Rojhilata Navîn ji bo kurdan firsendên nû çêbibin
09:25 Meteorolojiyê ji ber barînan bakurê Kurdistanê hişyar kir
09:02 'Dawiya dawî dê vîna vî gelî bi ser bikeve'
09:01 Parlamenterên arjantînî: Em azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan diparêzin
09:01 Ji ber 'silavdayînê' der barê parêzerê girtî de lêpirsîn
09:00 Rewşa xwedîkirina qazan nebaş e
09:00 ROJEVA 19’Ê MIJDARA 2024’AN
18/11/2024
16:41 Hevserokên DEM Partiyê yên Esenyurtê hatin binçavkirin
16:37 Şîna Eser bi girseyî hate ziyaretkirin
16:01 Gulistan Kiliç Koçyîgît: Îktîdar hewl dide tayînkirina qeyûman hêsantir bike
15:40 Meclisa Jinan a DEM Partiyê ya Stenbolê: Bila GGM bên girtin
15:02 Cîhan Oral ê 3 kes qetil kirî bû 8 meh hêj nehatiye girtin
14:43 Berxwedana Xelfetiyê di roja 15’an de didome
14:23 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Em ê polîtîkayên şerê taybet teşhîr bikin
14:07 Zubeyde Zumrut: Heta Abdullah Ocalan azad dibe dê têkoşîn bidome
13:31 Meclisa Jinan a DBP’ê rapora atolyeya ‘Şerê taybet’ eşkere kir
12:03 Ji bo Ahmet Ozer dê serî li AYM’ê bidin
11:58 Polîsan bi ser avahiya DEM Partiyê ya Esenyurtê de girtin
10:52 Kesên tev li mitînga ‘Demokrasî û Azadiyê’ bûn: Muxatab Ocalan e
10:25 Şaredariya Peyasê dê 10 hezar şitlên darên fêkiyan belav bike
10:24 Jinên Wanî: Kolan biewle nînin, çima faîl nayên cezakirin?
09:58 Ji bo gelek bajarên bakurê Kurdistanê hişyarî hate kirin
09:46 Îsraîlê êrişî Lubnanê kir: 11 kes hatin kuştin
09:41 Sûlava Hewagê bi rengên payîzê xemilî
09:35 Li emniyetê gefa êrişa zayendî li binçavkiriyan xwarin
09:05 Xwebûn bi manşeta ‘Komara Qayûman’ derket
09:00 ROJEVA 18’Ê MIJDARA 2024’AN
17/11/2024
16:55 Li Esenyurtê çalakiya 25’ê Mijdarê: Bûdçeya ne ji bo şer, ji bo jinan
16:48 Kampanyaya li dijî qeyûman: 376 kes û saziyan piştgirî dan
16:27 Piştî mitîngê meş hat lidarxistin
16:00 Hatîmogûllari: Heke hûn jidil bin, ji ewil deriyên Îmraliyê vekin
15:29 Ayla Akat Ata: Gel dixwaze dengê Abdullah Ocalan bibihîse
14:57 Bayindir: Çareserî Abdullah Ocalan, navnîşan Îmrali ye
14:39 Davutoglû û Ahmet Turk hevdîtin kir: Pirên guftûgoyê ne hilweşînin
13:49 Botaniyan astengî nas nekirin û ber bi Êlihê ve dimeşin
13:40 Li Êlihê mitînga ‘Demokrasî û Azadiyê’ hat lidarxistin
13:31 Dayika Aklîme Hanas di qezaya trafîkê de birîndar bû
13:13 DEM Partiyê bertek nîşanî Tekîn de: Em ji mafê perwerdeya bi zimanê dayikê paşvegavê naavêjin