Girtiyan name şandin: Sewqên me nayên kirin, gef li me tên xwarin

  • rojane
  • 12:58 13 Mijdar 2024
  • |
img

ENQERE - Girtiyên li Girtîgeha Tîpa S a Antalyayê ji parlamenterên DEM Partiyê re name şandin û gotin ku gef li wan tên xwarin û sewqên wan ên ji bo nexweşxaneyê nayên kirin. 

Girtiyên li Girtîgeha Tîpa S a Antalyayê têkildarî binpêkirinan ji Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî û parlamentera Şirnexê Newroz Uysal Aslan re name şandin. 
 
NAVENDA KEYFIYETÊ 
 
Girtiyê bi navê Mehmet Ayas di nameya xwe de got ku li girtîgehê ji mafên xwe yên qanûnî bêpar hatine hiştin. Ayas, diyar kir ku muameleyeke xerab li wan tê kirin, mafên wan ên bingehîn tên binpêkirin û serlêdanên li dijî vê dikin jî nayên bersivandin. Ayas, bal kişand ser binpêkirinên li girtîgehê û wiha got: “Êdî girtîgeh veguheriye navenda keyfiyetê.” Ayas, da zanîn ku Lijneyên Îdare û Çavdêriyê îdia dike ku puanan li gorî çalakiyên weke spor, qurs, atolye û hwd. dide lê tevî vê jî wan dernaxînin tu çalakiyan. Ayas, wiha domand: “Dibêjin ‘hûn beşdarî tu çalakiyan nebûne’ û bi vê hincetê tehliyeyan asteng dikin.” 
 
BERSIVA SERLÊDANAN NADIN
 
Bi domdarî Ayas destnîşan kir ku nexweşiya wî ya diranan heye lê ev 8 meh in sewqî ya nexweşxaneyê nayê kirin. Ayas, wiha pê de çû: “Li dijî vê rewşê min serî li Dadgeriya Înfazê, dozgeriyê, Wezareta Dadê û Wezareta Tenduristiyê da. Lê belê erênî yan jî neyînî tu bersiv nehatin dayin. Tevî hemû giliyên me jî hêj sewqa me ya ji bo nexweşxaneyê nehatiye kirin.” 
 
24 SAETAN DI HUCREYÊ DE TÊN RAGIRTIN
 
Ji girtiyan Resûl Ertaş jî di nameya xwe de anî ziman ku ev meheke nikarin mafê xwe yê sporê bi kar bînin û 24 saetan di hucreyê de tên ragirtin. Ertaş, wiha domand: “Me dernaxînin tu cihekî. Me li dijî vê îtîraz kir lê cezayên disiplînê didin me. Dema em ji bo guhertina odeyê serlêdanê dikin jî nayên qebûlkirin. Bi mehan bersivê nadin serlêdanên me. Mafên me yên tenduristiyê tên binpêkirin û dermanan dereng didin.” 
 
XWESERIYA XWE ÎLAN KIRINE
 
Girtî Eshet Dalkiliç jî wiha got: “Li Tirkiyeyê tekane cihê xweseriya xwe îlan kiriye, girtîgeh in. Di bin rêveberiya çendek kesan de ne. Rêveberên girtîgehê tekane kes in ku her tiştekî diyar dikin.” 
 
MIDÛR GEF XWAR: EZ Ê TEHLIYEYA TE 6 SALÊN DIN DIRÊJ BIKIM 
 
Harun Olmez jî di nameya xwe ji Temellî re şandî de ev agahî parve kir: “Sewqên me yên nexweşxaneyê nayên kirin û tehliyeyên me tên astengkirin. Tehliyeyên gelek girtiyan hatine astengkirin. Midûrê girtîgehê gefa; ‘Ez ê 6 salên din te di vir de bihêlim’ xwar.”
 
TEVÎ BIRYARÊN DADGEHAN JÎ NAYÊN DAYÎN 
 
Girtiyan da zanîn ku pirtûk, rojname û kovar ji wan re nayên dayin û kota hatiye diyarkirin. Girtiyan, diyar kirin ku pirtûk û kovarên weşandin û firotina wan qanûnî û bi biryarên dadgehan hatiye destnîşankirin ku dikare bên dayin jî nayên dayin. Girtiyan gotin ku taştêya wan di saetên şevê de tên anîn lewma nexweş dibin. 
 
WERIN SERDANÊ
 
Parlamenterên DEM Partiyî têkildarî van binpêkirinan serî li Komîsyona Lêkolînkirina Mafên Mirovan a Meclisê (ÎHÎK) dan. Di serlêdanan de hat xwestin ku ÎHÎK û Komîsyona Jêr van îdiayan lêkolîn bike û biçe serdana girtîgehê. Di serlêdanan de hat xwestin ku derheqê peywirdarên rê li ber van binpêkirinan vedikin lêpirsîn were destpêkirin. 
 

Sernavên din

21/11/2024
10:48 ‘Tirkiye yan dê Îmraliyê weke muxatab bibîne yan jî dê bikeve rewşa Îranê’
10:13 MYK’a DEM Partiyê dê bi rojeva tecrîd û qeyûm bicive
10:12 Mamosteyên kurdî bertek nîşanî qeyûm dan û îstîfa kirin
10:00 Ji bo Abdullah Ocalan 6 mehên din jî hevdîtina bi parêzeran re hat qedexekirin
09:42 Di hewayên sar de rawestgeha ewil dibe biharatfiroş
09:26 Hozan Aydin metirsiya jiyanî derbas kir
09:26 Ji AYM’ê biryara têkildarî ‘pasaportê’
09:25 Li girtîgehê axaftina bi tirkî li girtiyan tê ferzkirin
09:05 Siyasetzan Onal: Wê Trump helwesta xwe ya berê dubare neke
09:01 Ji jinên wanî banga meşê
09:00 Hinceta cezayê ku li Sûbaşî hatiye birîn: Xebatên kurdî
09:00 ROJEVA 21’Ê MIJDARA 2024’AN
20/11/2024
16:43 Li Xelfetiyê hevşaredar hatin astengkirin
16:28 DEM Partiyê bertek nîşanî cezayan da: Hûn ê weke derbekar bên bîranîn
16:22 Çalakiyên 25’ê Mijdarê: Banga tevlibûna meşa Taksîmê hate kirin
15:49 Hatîmogûllari: Divê tecrîd rabe û Abdullah Ocalan biaxive
15:33 Ji TUAY-DER’ê ji bo girtiyan kampanyeyeke nû
15:25 Roja Mafên Zarokan: Polîtîkaya necezakirinê biterikînin, peymanên navneteweyî pêk bînin
14:15 Rojnameger Namik Taranci li ser gora xwe hate bibîranîn
14:07 Tezkereyên parêzbendiyan şandin Komîsyona Têkel a Meclisê
13:41 6 sal û 3 meh cezayê hefsê dan Hevşaredarê Dêrsimê Konak
13:17 Li Hevşaredarê Colemêrgê Akiş 9 sal cezayê hefsê hate birîn
13:13 Nobeta li Xelfetiyê di roja 17’emîn de didome
13:07 Encama Pêşbirka Resman a Ceylan Onkolê diyar bû
13:04 DEM Partî li pêşiya wezaretê ye: Di her 10 deqeyan de jinek tê qetilkirin
12:49 Tora Mafên Zarokan a Amedê hat damezrandin
12:21 Li Wanê civîna ‘seferberiya xwerêxistinkirinê’
12:17 Li Amedê otobûs bi rengê binevşî hatin xemilandin
12:03 Hevserokên DEM Partiyê yên Êlihê: Berxwedana me dê bidome
11:28 Ji 5 hezar û 216 serlêdanên binpêkirinan tenê 22 jê di cih de hatine lêkolînkirin
11:11 Daxwaza ji bo di qada tenduristiyê de xizmeta wergêr were dayin hate redkirin
10:53 Helîn Umît: Tiştekî ji PKK’ê re hatiye nîne
10:36 'Gelê kurd nîşan da ku kesek nikare îradeya wan manîpule bike’
10:13 Dozgeriyê ji bo talankirina daristanên Şirnexê got 'li gorî hiqûqê ye'
09:44 Pirtûka ‘Sosyolojiya Azadiyê’ bi spanî hate weşandin
09:40 Hunermend Hozan Aydin krîza dil derbas kir
09:36 Hinceta cezayê dane rojnamegerên jin: Destûr negirtin, li hişyariyê guhdarî nekirin
09:26 Rojnameger Sonuk sewqî Girtîgeha Erzînganê hate kirin
09:25 Ji Qilebanê ber bi Mexmûrê ve çîroka têkoşînê
09:21 Serra Bûcak: Me pergala ku qeyûm hilweşand ji nû ve çalak kir
09:02 ‘Cezayên îdamê yên li Werîşe Mûradî û Pexşan Ezîziyê hatine birîn girêdayî pirsgirêka kurd in'
09:01 Înfaza wî hat şewitandin û ji bo dîroka berdana wî 'heta mirinê' hat nivîsandin
09:00 ROJEVA 20’Ê MIJDARA 2024’AN
19/11/2024
16:24 Di wesayîta çawişê pispor de 63 kîloyên tiryakê hatin girtin
16:19 Kekê Yuksekdag hate definkirin
16:15 Qeyûm şaredarî veguherand emniyetê
16:10 Şînên Bayar û Bozkurt bi girseyî hatin ziyaretkirin
16:06 TJA'yê li Amedê çalakiyên 25’ê Mijdarê li dar xist
15:44 Dayikên Aştiyê li Meclisê axivîn: Nifteya aştiyê di destê Ocalan de ye
15:33 ‘Çareserî ne li derve li hundir e’
15:15 Taloqkirina tehliyeyan li pêşiya Girtîgeha Bakirkoyê hate protestokirin
14:45 Rapora ÎHD’ê: Di salekê de li bakurê Kurdistanê mafê jiyanê yê 36 zarokan hate binpêkirin
14:19 Li Dîlok û Agiriyê pêngava ‘seferberiya rêxistinbûnê’
13:42 Wêneyê muhîmeta di mala malbata Guranê de derketî holê
13:36 Şaredariya Cizîrê xeta ‘Alo Şîddet’ê vekir
13:33 Bakirhan: Firsendeke dîrokî heye, divê Ocalan biaxive û muzakere dest pê bikin
12:43 Tulay Hatîmogûllari: Felsefeya ‘jin, jiyan, azadî’ bi saya berxwedanê li cîhanê belav bû
12:30 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:35 Ji bo dayika Aklîme Hanas bi lezgînî xwîn lazim e
11:26 Qedexeya derketine derveyî welat a 20 rojnamegeran ranekirin
10:39 Dema bi kurdî axivî telefon qut kirin: Qede ye!
10:16 Li Tatosê projeyên ji bo jinan
09:52 Mutlu Çîvîroglû: Dibe ku li Rojhilata Navîn ji bo kurdan firsendên nû çêbibin
09:25 Meteorolojiyê ji ber barînan bakurê Kurdistanê hişyar kir
09:02 'Dawiya dawî dê vîna vî gelî bi ser bikeve'
09:01 Parlamenterên arjantînî: Em azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan diparêzin
09:01 Ji ber 'silavdayînê' der barê parêzerê girtî de lêpirsîn
09:00 Rewşa xwedîkirina qazan nebaş e
09:00 ROJEVA 19’Ê MIJDARA 2024’AN
18/11/2024
16:41 Hevserokên DEM Partiyê yên Esenyurtê hatin binçavkirin
16:37 Şîna Eser bi girseyî hate ziyaretkirin
16:01 Gulistan Kiliç Koçyîgît: Îktîdar hewl dide tayînkirina qeyûman hêsantir bike
15:40 Meclisa Jinan a DEM Partiyê ya Stenbolê: Bila GGM bên girtin
15:02 Cîhan Oral ê 3 kes qetil kirî bû 8 meh hêj nehatiye girtin
14:43 Berxwedana Xelfetiyê di roja 15’an de didome
14:23 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Em ê polîtîkayên şerê taybet teşhîr bikin
14:07 Zubeyde Zumrut: Heta Abdullah Ocalan azad dibe dê têkoşîn bidome
13:31 Meclisa Jinan a DBP’ê rapora atolyeya ‘Şerê taybet’ eşkere kir
12:03 Ji bo Ahmet Ozer dê serî li AYM’ê bidin
11:58 Polîsan bi ser avahiya DEM Partiyê ya Esenyurtê de girtin
10:52 Kesên tev li mitînga ‘Demokrasî û Azadiyê’ bûn: Muxatab Ocalan e
10:25 Şaredariya Peyasê dê 10 hezar şitlên darên fêkiyan belav bike
10:24 Jinên Wanî: Kolan biewle nînin, çima faîl nayên cezakirin?
09:58 Ji bo gelek bajarên bakurê Kurdistanê hişyarî hate kirin
09:46 Îsraîlê êrişî Lubnanê kir: 11 kes hatin kuştin
09:41 Sûlava Hewagê bi rengên payîzê xemilî
09:35 Li emniyetê gefa êrişa zayendî li binçavkiriyan xwarin
09:05 Xwebûn bi manşeta ‘Komara Qayûman’ derket
09:00 ROJEVA 18’Ê MIJDARA 2024’AN
17/11/2024
16:55 Li Esenyurtê çalakiya 25’ê Mijdarê: Bûdçeya ne ji bo şer, ji bo jinan
16:48 Kampanyaya li dijî qeyûman: 376 kes û saziyan piştgirî dan
16:27 Piştî mitîngê meş hat lidarxistin
16:00 Hatîmogûllari: Heke hûn jidil bin, ji ewil deriyên Îmraliyê vekin
15:29 Ayla Akat Ata: Gel dixwaze dengê Abdullah Ocalan bibihîse
14:57 Bayindir: Çareserî Abdullah Ocalan, navnîşan Îmrali ye
14:39 Davutoglû û Ahmet Turk hevdîtin kir: Pirên guftûgoyê ne hilweşînin
13:49 Botaniyan astengî nas nekirin û ber bi Êlihê ve dimeşin
13:40 Li Êlihê mitînga ‘Demokrasî û Azadiyê’ hat lidarxistin
13:31 Dayika Aklîme Hanas di qezaya trafîkê de birîndar bû
13:13 DEM Partiyê bertek nîşanî Tekîn de: Em ji mafê perwerdeya bi zimanê dayikê paşvegavê naavêjin