Di Doza Qontaxê de polîs hatibû girtin: Ji dozgerê Dadgeha Bilind daxwaza ‘awarte’

  • rojane
  • 09:36 15 Mijdar 2024
  • |
img

WAN - Di Doza Qontaxê de polîsê tîmên taybet hatibû girtin û Dozgerê Dadgeha Bilind “îtîraza awarte” ya li dijî girtinê hatibû kirin qebûl kir û xwest biryar were betalkirin. Parêzer Mûrat Tîmûr got ku divê polîsê behsa xeberê ji sûcê “kuştina mirovan” were darizandin lê ji bo tehliyekirina wî hewldanên awarte hene. 

Zarokê 14 salî Seyfûllah Turan dema di sala 23’yê nîsana 2009’an de li navenda Colemêrgê li qadeke vala bi hevalên xwe re futbolê dilîst, polîsê tîma taybet Bahadir Turan bi qontaxa tifinga xwe li serê wî xist û bi giranî birîndar kir. Ji ber sûcê “Birîndarkirina biwesf” 6 sal û 3 meh cezayê hefsê li polîs Turan hatibû birîn. Dadgeha Bilind di 9’ê îlonê de ceza erê kir. Bi erêkirina cezayê re polîs Turan di 21’ê cotmehê de hate girtin û şandin Girtîgeha Paşakapisi ya Uskudarê.
 
Parêzerê polîs Turan piştî biryara girtinê di 4’ê mijdarê de serî li “rêya qanûna îtîraza awarte” da û xwest înfaza miwekîlê wî were sekinandin. Di serlêdanê de parêzer îdia kir ku heke rewşa girtî bidome dê “zirarên jêneveger” pêk bên. 
 
DOZGERÊ DADGEHA BILIND BI LEZ Û BEZ BIRYAR DA 
 
Serdozgeriya Dadgeha Bilind a berê ji bo dosyayê biryara erêkirinê dabû, di 11’ê mijdarê de bi lez û bez biryar da û xwest ku biryara were betalkirin û sererastkirin. Dosya, ji 1’emîn Daîreya Cezayan a Dadgeha Bilind re hate şandin. 
 
PARÊZER TÎMÛR: LIV Û TEVGEREKE AWARTE HEYE 
 
 
Parêzerê Seyfûllah Turan, Mûrat Tîmûr ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî û bertek nîşan da. Tîmûr, got: “Dema bersûc peywirdarên cemaweriyê bin, hiqûqeke taybet dikeve meriyetê. Ev hefteyeke xuyaye ku hin kes pir xemgîn bûne ku bersûc hatiye girtin. Lewma di dosyayê de livûtevgereke awarte heye. Di vê dosyayê de kiriyara ji bo kuştina mirov heye. Tevî vê jî polîsê bersûc rojekê jî di bin çavan de nema. Darizandina wî pir dirêj kir. Piştî biryara AYM’ê jî jinûve hat darizandin. Aliyê daraz û siyasî yê necezakirinê heye. Dema faîl peywirdarê cemaweriyê be, hiqûqeke taybet dikeve meriyetê. Di dosyayên kurdan û muxalîfan de ji ber tiştên pir biçûk cezayên giran tên dayin. Divê ev polîs bi sûcê kuştinê bihata darizandin lê ji ewil ji ber birîndarkirina sivik hat darizandin. Piştî biryara AYM’ê, dosya ji Dadgeha Cezayan a Xarpêtê re hate şandin û wê jî dosya pir dirêj da sekinandin.” 
 
'JI BO EM DOZÊ NEŞOPÎNIN HER TIŞTEK KIRIN’ 
 
Tîmûr, diyar kir ku dosyayên bersûcên wan yek kes herî zêde di 2 salan de biencam dibin û ev tişt anî ziman: “Sedema ewqas dirêj ajotina vê dosyayê, polîtîkaya necezakirinê ye. Di vê dosyayê de ji bo ceza neyê dayin hemû rêbaz bi kar anîn. Dosya ji ewil li Colemêrgê hat vekirin. Tu pirsgirêk tune bûn lê ji bo bersûc bi rehetî tevbigere dosya birin Ispartayê. Çûna mexdûr û parêzerê wî ya Ispartayê jî pir zor bû. Anku ji bo em neçin dozê her tiştek kirin. Doz 3 salan li wir domiya û piştre şandin Xarpêtê. Li her du bajaran jî darizandineke adilane çênebû. Diviyabû ev polîs ji ber sûcên îşkence û kuştina mirovan bihata cezakirin.” 
 
'HEWL DIDIN POLÎSÎ JI GIRTÎGEHÊ DERXÎNIN’ 
 
Tîmûr, got ku Dozgerê Komarê yê Dadgeha Bilind piştî girtina polîsî ketiye nava hewldaneke awarte û axaftina xwe wiha qedand: “Ji bo bersûc tavilê were berdan her tiştî dikin. Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind ji bo vê dosyayê nêrîna xwe parve kiribû û xwestibû biryar were erêkirin. Lê niha jî tiştên cuda dibêje. Di nava 11 mehan de çi guherî? Em dibînin ku niha hiqûqeke awarte xistine meriyetê. Sedema vê jî hiqûqa taybet e. Girtina kesekê sûcê hewldana kuştina mirovekî kirî dozger aciz kiriye. Hewl didin bi hev re û bi rêya hiqûqa taybet vî polîsî derxînin. Dema em ji bo betalkirina biryaran serlêdanan dikin, Dozgerê Komarê yê Dadgeha Bilind carnan 6-7 mehan bersivê nadin. Lê di vê dosyayê de di hefteyekê de biryar dan û şandin daîreya cezayan. Lê di dosyayên wiha de heta çendek salan jî biryar nayên dayin.” 
 
MA / Adnan Bîlen - Ozlem Yacan 

Sernavên din

21/11/2024
10:48 ‘Tirkiye yan dê Îmraliyê weke muxatab bibîne yan jî dê bikeve rewşa Îranê’
10:13 MYK’a DEM Partiyê dê bi rojeva tecrîd û qeyûm bicive
10:12 Mamosteyên kurdî bertek nîşanî qeyûm dan û îstîfa kirin
10:00 Ji bo Abdullah Ocalan 6 mehên din jî hevdîtina bi parêzeran re hat qedexekirin
09:42 Di hewayên sar de rawestgeha ewil dibe biharatfiroş
09:26 Hozan Aydin metirsiya jiyanî derbas kir
09:26 Ji AYM’ê biryara têkildarî ‘pasaportê’
09:25 Li girtîgehê axaftina bi tirkî li girtiyan tê ferzkirin
09:05 Siyasetzan Onal: Wê Trump helwesta xwe ya berê dubare neke
09:01 Ji jinên wanî banga meşê
09:00 Hinceta cezayê ku li Sûbaşî hatiye birîn: Xebatên kurdî
09:00 ROJEVA 21’Ê MIJDARA 2024’AN
20/11/2024
16:43 Li Xelfetiyê hevşaredar hatin astengkirin
16:28 DEM Partiyê bertek nîşanî cezayan da: Hûn ê weke derbekar bên bîranîn
16:22 Çalakiyên 25’ê Mijdarê: Banga tevlibûna meşa Taksîmê hate kirin
15:49 Hatîmogûllari: Divê tecrîd rabe û Abdullah Ocalan biaxive
15:33 Ji TUAY-DER’ê ji bo girtiyan kampanyeyeke nû
15:25 Roja Mafên Zarokan: Polîtîkaya necezakirinê biterikînin, peymanên navneteweyî pêk bînin
14:15 Rojnameger Namik Taranci li ser gora xwe hate bibîranîn
14:07 Tezkereyên parêzbendiyan şandin Komîsyona Têkel a Meclisê
13:41 6 sal û 3 meh cezayê hefsê dan Hevşaredarê Dêrsimê Konak
13:17 Li Hevşaredarê Colemêrgê Akiş 9 sal cezayê hefsê hate birîn
13:13 Nobeta li Xelfetiyê di roja 17’emîn de didome
13:07 Encama Pêşbirka Resman a Ceylan Onkolê diyar bû
13:04 DEM Partî li pêşiya wezaretê ye: Di her 10 deqeyan de jinek tê qetilkirin
12:49 Tora Mafên Zarokan a Amedê hat damezrandin
12:21 Li Wanê civîna ‘seferberiya xwerêxistinkirinê’
12:17 Li Amedê otobûs bi rengê binevşî hatin xemilandin
12:03 Hevserokên DEM Partiyê yên Êlihê: Berxwedana me dê bidome
11:28 Ji 5 hezar û 216 serlêdanên binpêkirinan tenê 22 jê di cih de hatine lêkolînkirin
11:11 Daxwaza ji bo di qada tenduristiyê de xizmeta wergêr were dayin hate redkirin
10:53 Helîn Umît: Tiştekî ji PKK’ê re hatiye nîne
10:36 'Gelê kurd nîşan da ku kesek nikare îradeya wan manîpule bike’
10:13 Dozgeriyê ji bo talankirina daristanên Şirnexê got 'li gorî hiqûqê ye'
09:44 Pirtûka ‘Sosyolojiya Azadiyê’ bi spanî hate weşandin
09:40 Hunermend Hozan Aydin krîza dil derbas kir
09:36 Hinceta cezayê dane rojnamegerên jin: Destûr negirtin, li hişyariyê guhdarî nekirin
09:26 Rojnameger Sonuk sewqî Girtîgeha Erzînganê hate kirin
09:25 Ji Qilebanê ber bi Mexmûrê ve çîroka têkoşînê
09:21 Serra Bûcak: Me pergala ku qeyûm hilweşand ji nû ve çalak kir
09:02 ‘Cezayên îdamê yên li Werîşe Mûradî û Pexşan Ezîziyê hatine birîn girêdayî pirsgirêka kurd in'
09:01 Înfaza wî hat şewitandin û ji bo dîroka berdana wî 'heta mirinê' hat nivîsandin
09:00 ROJEVA 20’Ê MIJDARA 2024’AN
19/11/2024
16:24 Di wesayîta çawişê pispor de 63 kîloyên tiryakê hatin girtin
16:19 Kekê Yuksekdag hate definkirin
16:15 Qeyûm şaredarî veguherand emniyetê
16:10 Şînên Bayar û Bozkurt bi girseyî hatin ziyaretkirin
16:06 TJA'yê li Amedê çalakiyên 25’ê Mijdarê li dar xist
15:44 Dayikên Aştiyê li Meclisê axivîn: Nifteya aştiyê di destê Ocalan de ye
15:33 ‘Çareserî ne li derve li hundir e’
15:15 Taloqkirina tehliyeyan li pêşiya Girtîgeha Bakirkoyê hate protestokirin
14:45 Rapora ÎHD’ê: Di salekê de li bakurê Kurdistanê mafê jiyanê yê 36 zarokan hate binpêkirin
14:19 Li Dîlok û Agiriyê pêngava ‘seferberiya rêxistinbûnê’
13:42 Wêneyê muhîmeta di mala malbata Guranê de derketî holê
13:36 Şaredariya Cizîrê xeta ‘Alo Şîddet’ê vekir
13:33 Bakirhan: Firsendeke dîrokî heye, divê Ocalan biaxive û muzakere dest pê bikin
12:43 Tulay Hatîmogûllari: Felsefeya ‘jin, jiyan, azadî’ bi saya berxwedanê li cîhanê belav bû
12:30 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:35 Ji bo dayika Aklîme Hanas bi lezgînî xwîn lazim e
11:26 Qedexeya derketine derveyî welat a 20 rojnamegeran ranekirin
10:39 Dema bi kurdî axivî telefon qut kirin: Qede ye!
10:16 Li Tatosê projeyên ji bo jinan
09:52 Mutlu Çîvîroglû: Dibe ku li Rojhilata Navîn ji bo kurdan firsendên nû çêbibin
09:25 Meteorolojiyê ji ber barînan bakurê Kurdistanê hişyar kir
09:02 'Dawiya dawî dê vîna vî gelî bi ser bikeve'
09:01 Parlamenterên arjantînî: Em azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan diparêzin
09:01 Ji ber 'silavdayînê' der barê parêzerê girtî de lêpirsîn
09:00 Rewşa xwedîkirina qazan nebaş e
09:00 ROJEVA 19’Ê MIJDARA 2024’AN
18/11/2024
16:41 Hevserokên DEM Partiyê yên Esenyurtê hatin binçavkirin
16:37 Şîna Eser bi girseyî hate ziyaretkirin
16:01 Gulistan Kiliç Koçyîgît: Îktîdar hewl dide tayînkirina qeyûman hêsantir bike
15:40 Meclisa Jinan a DEM Partiyê ya Stenbolê: Bila GGM bên girtin
15:02 Cîhan Oral ê 3 kes qetil kirî bû 8 meh hêj nehatiye girtin
14:43 Berxwedana Xelfetiyê di roja 15’an de didome
14:23 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Em ê polîtîkayên şerê taybet teşhîr bikin
14:07 Zubeyde Zumrut: Heta Abdullah Ocalan azad dibe dê têkoşîn bidome
13:31 Meclisa Jinan a DBP’ê rapora atolyeya ‘Şerê taybet’ eşkere kir
12:03 Ji bo Ahmet Ozer dê serî li AYM’ê bidin
11:58 Polîsan bi ser avahiya DEM Partiyê ya Esenyurtê de girtin
10:52 Kesên tev li mitînga ‘Demokrasî û Azadiyê’ bûn: Muxatab Ocalan e
10:25 Şaredariya Peyasê dê 10 hezar şitlên darên fêkiyan belav bike
10:24 Jinên Wanî: Kolan biewle nînin, çima faîl nayên cezakirin?
09:58 Ji bo gelek bajarên bakurê Kurdistanê hişyarî hate kirin
09:46 Îsraîlê êrişî Lubnanê kir: 11 kes hatin kuştin
09:41 Sûlava Hewagê bi rengên payîzê xemilî
09:35 Li emniyetê gefa êrişa zayendî li binçavkiriyan xwarin
09:05 Xwebûn bi manşeta ‘Komara Qayûman’ derket
09:00 ROJEVA 18’Ê MIJDARA 2024’AN
17/11/2024
16:55 Li Esenyurtê çalakiya 25’ê Mijdarê: Bûdçeya ne ji bo şer, ji bo jinan
16:48 Kampanyaya li dijî qeyûman: 376 kes û saziyan piştgirî dan
16:27 Piştî mitîngê meş hat lidarxistin
16:00 Hatîmogûllari: Heke hûn jidil bin, ji ewil deriyên Îmraliyê vekin
15:29 Ayla Akat Ata: Gel dixwaze dengê Abdullah Ocalan bibihîse
14:57 Bayindir: Çareserî Abdullah Ocalan, navnîşan Îmrali ye
14:39 Davutoglû û Ahmet Turk hevdîtin kir: Pirên guftûgoyê ne hilweşînin
13:49 Botaniyan astengî nas nekirin û ber bi Êlihê ve dimeşin
13:40 Li Êlihê mitînga ‘Demokrasî û Azadiyê’ hat lidarxistin
13:31 Dayika Aklîme Hanas di qezaya trafîkê de birîndar bû
13:13 DEM Partiyê bertek nîşanî Tekîn de: Em ji mafê perwerdeya bi zimanê dayikê paşvegavê naavêjin