Kurkçu banga berpirsyartiyê li sosyalîstan kir

img

STENBOL - Siyasetmedar Ertûgrûl Kurkçu bal kişand ser girîngiya hevdîtina li Îmraliyê û wiha got: “Divê sosyalîstên Tirkiyeyê li cem têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd cih bigirin û rola xwe ya pêşengtiyê bilîzin.” 

Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan di 23’yê Cotmehê de li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîtin kir. Piştre jî parlamenterên DEM Partiyê Pervîn Buldan û Sirri Sureyya Onder di 28’ê Kanûnê de bi Abdullah Ocalan re hevdîtin kirin. Abdullah Ocalan di hevdîtina ewil de diyar kir ku tecrîd didome û got: “Heke şert û merc bên avakirin, ez xwedî wê hêza teorîk û pratîkim ku pêvajoya pevçûn û tundiyê derbasî zemîna hiqûqî û siyasî bikim.” Di hevdîtina duyemîn de jî Abdullah Ocalan anî ziman ku xurtkirina biratiya Kurd-Tirkan berpirsyartiyeke dîrokî ye bang li partiyên muxalîf û rêxistinên civaka sivîl kir ku ji bo serkeftina pêvajoyê nekevin pey hesabên teng û demkî, çêker nêz bibin, înîsiyatîfê li xwe bigirin. 
 
Serokê Rûmetê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ertûgrûl Kurkçu, têkildarî pirsgirêka Kurd, hevdîtina bi Abdullah Ocalan re, rola wî ya di çareseriyê de û nêzikatiya îktîdara AKP-MHP’ê ya li hemberî “çareseriyê” nirxand. 
 
MAFÊ TAYÎNKIRINA QEDERA XWE
 
Kurkçu, diyar kir ku pirsgirêka Kurd, pirsgirêka tayînkirina qedera xwe ya mezintirîn gelê “bêdewlet” ê cîhanê ye. Kurkçu, wiha bal kişand ser rola Abdullah Ocalan a di pirsgirêka Kurd de: “Di dîrokê de carnan kêliyên wisa tên ku rola hin kesan her ku diçe mezintir dibe û belavî cihên din dibe. Dikeve pêşiya yên din û bandora wî ya siyasî, entelektuel û leşkerî şopa xwe li her qadê dike. Abdullah Ocalan, dişibe Fîdel Castro, Ho Chi Minh û Vladîmîr Lenîn. Lê bila tişta ku kir Ocalan wiha bibe, israra wî ya ji bo fikrên serbixwe bû. Weke mînak; fikrên Modernîteya Demokratîk û Konfederalîzma Demokratîk ên Ocalan, ne tam teqabûlî Marksîzma klasîk tên ne jî tam teqabûlî welatparêziya klasîk tên. Pêdivî û daxwazên her duyan jî di nava xwe de dihewîne. Ji bo arasteyî têkoşînê bike û birêve bibe pir bi aqilane ne. Ji ber ku hem parçeyên Kurdisanê bi hev re dibîne, hem wan parçeyan girêdayî hev nake, hem li her parçeyekê şirîkan çêdike hem jî derfetê dide ku dozeke civakî bimeşînin. Fikrekî pir nû ye.” 
 
‘KESEKÎ ÎSTÎSNAÎ YE’
 
Kurkçu, anî ziman ku Ocalan kesayetekî îstîsnaî ye û wiha pê de çû: “Heke ne ji fikrên Ocalan bûya, derdorên cuda yên li Tirkiye û Kurdistanê nedikariyan bên cem hev. Lewma jî Ocalan destkeftiyên şoreşgeriya Tirkiyeyê û şoreşgeriya Kurdistanê anî cem hev, pratîk bi wan da kirin. Ji vî alî ve jî kesekî îstîsnaî ye. Ji ber van taybetiyên xwe ev 25 sal in girtî ye. Tevî ewqas tecrîdê jî her carê bi fikrên pir baş û yên nû derdikeve holê. Ne tenê di nava tevgera siyasî ya Kurd de, di nava siyaseta Tirkiyeyê de jî tekane şexsiyet e. Deriyê çareseriyê yê di 2015’an de bi formulasyonên Ocalan vebû. Ji ber van sedeman, Ocalan kesekî îstîsnaî ye.” 
 
HIŞYARIYÊ BALDARBÛNÊ 
 
Kurkçu, anî ziman ku divê bi hişyarî nêzî nîqaşên têkildarî “pêvajoya nû” bibin û wiha got: “Ji ber ku îdiaya çareseriyê ya berê yekser hikûmetê bi xwe propagandaya wê dikir. Îro jî berdevkên qesrê qala çareserî û demokrasiyê nakin, tenê qala aştiyê dikin. Tişta ku ji aştiyê fêm dikin jî bidawîbûna ‘terorê’ ye. Lewma dema mirov li rewşê dinêre, xuyaye ku bi têgehên serdema berê nafikirin. Lê dîsa jî ji bo bidawîbûna pevçûnan, hewcehî bi pratîka aştiyê ya avaker heye û em nizanin ka dê hikûmet li ber vê were yan na. Ocalan, di peyama xwe ya ewil de got ku daxwaza wî ji çarçoveya teng a tê ferzkirin berfirehtir e. Qala çareserî, demokrasî û aştiyê kir. Bahçelî û Erdogan jî qala çareserî û demokrasiyê nakin. Ew, zêdetir aştiyê di wateya ‘dij-terorîzmê’ fêm dikin û dibêjin. Ocalan, aştiyê berfireh dinirxîne ku hem Sûriyeyê hem jî Xeze û herêmê digire nav xwe.” 
 
‘TÊKOŞÎN LI HER DEVERA KURDISTANÊ BELAV BÛ’ 
 
Kurkçu, têkildarî mijara “berdana çekan” ku Devlet Bahçelî û medyaya îktîdarê her tim di rojevê de digire jî wiha got: “Beşekê nifûsê li dijî serdestiya îktîdarê têkoşîna çekdarî dimeşîne û ev jî îktîdarê diwestîne. Îktîdar dixwaze çareseriyekê ji vê re bibîne. Dewlet, hewl dide têkoşîna li Bakurê Kurdistanê têk bibe. Lê têkoşîn li her devera Kurdistanê belav bû. Tirkiyeyê jî îcar şer li herêmeke berfirehtir belav kir. Ev jî bi xwe re lêçûnên leşkerî yên pir mezin tîne. Niha ketine nava lêgerîna ‘gelo em ê bikarin bisînor bikin.’ Dewlet dema li derveyî sînorên xwe şer dike, hewl dide nakokiyên di nava sînorên xwe de bi dawî bike. Li gorî min dewlet di mijara reqabeta herêmî de tengijiye û hewl dide bi rêkûpêkkirina mercên navxweyî xwe komî ser hev bike û lewma dixwaze bêyî nav lê bike çareseriyekê biafirîne.” 
 
DU HÊMAYÊN SEREKE
 
Bi domdarî Kurkçu, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tirkiye ji bo aştiyê pêk bîne hewcehî du bi hêmayên sereke heye. Ya yekemîn; mexdûrên rejîmê anku karker, jin, Kurd, Elewî û Ereb in. Yên herî zêde dê ji aştiyê sûdê bigirin ev derdor in. Ji ber ku şer, zayendperestiyê, nîjadperestiyê û dijminatiya li karkeran sor dike. Divê ji ewil derdorên civakî bên gel hev û têkoşîneke hevpar ava bikin. Hêmaya duyemîn jî; divê li şûna rejîma otokratîk rejîmeke demokratîk, pirçandî, pirnetewî were avakirin û tifaqek li dora wê bê avakirin. Kesên dixwazin CHP xwe nêzî krîterên Kopenhagê bikin jî di nav de ne. Divê mirov lîberalên partiya wan tune ne jî tev li bike. Lê li vir beriya her kesî pêşengtî û berpirsyartî dikeve ser milê DEM Partî û HDK’ê. Banga Ocalan, di esasê xwe de van tîne bîra siyaseta Kurd. Daxwaza aştiya civakî heye. Bahçelî ev rol li xwe girt û pêşî li reaksiyonên mezin ên derdorên nîjadperest girt. Lê zemîna wê hêj jî gelek sist e. Lewma divê bi baldarî bimeşe.” 
 
BERPIRSYARTIYA SOSYALÎSTAN 
 
Kurkçu, anî ziman ku sosyalîstên Tirkiyeyê mecbûr in di doza azadiyê ya Kurdan de cih bigirin û axaftina xwe wiha qedand: “Ji ber ku heta mafê tayînkirina qedera xwe ya Kurdan pêk neyê, nikarin xwe bigihînin qonaxa demokrasiyê ku gava ewil a ber bi sosyalîzmê ve ye. Ji salên 1965-68'an heta niha nifşên em tê de cih digirin ji bo çareseriyê hewl dan. Yên ku li vir dê biryarê bidin, Kurd bi xwe ne. Ya ku dikeve ser milê me ew e ku em tifaqê bi rêhevalên xwe yên Kurd re ava bikin. Zemîna siyasetê ya niha bi DEM Partiyê didome, zemîna me ya mişterek e. Dibe ku pêvajo vêcarê jî têk biçe lê divê ne ji ber xeletî, bêkêriya me û nezaniya me be. Xuyaye ku têkoşîna azadiyê ya Kurdan di rizgariya herêmê de xwedî rolekî diyarker e. Bêguman divê gelên din jî bi rola xwe rabin. Divê ev rewş tenê ji Kurdan re neyê hiştin. Lê rolekî wiha yê pêşeng jî derketiye hol3e. Parvekirina vê bila ji bo min rûmetek be.” 
 
MA / Melîk Çelîk
 

Sernavên din

08/01/2025
15:18 HSD’ê ji ber bombebarankirina Bendava Tişrînê hişyarî da
15:02 Dozgerî ji bo rojnamegeran ‘kontrola edlî’ xwest
14:54 Ji bo danişîna doza rojnameger Topaloglû bang
14:53 Ji bo cenazeyên rojnamegeran bang li rêxistinên hiqûqê hate kirin
14:41 Nexweşê penceşêrê Hadî Elçîçek cara duyemîn hate girtin
14:10 Li gelek bajaran çalakiyên nobetê tên destpêkirin
14:04 Metîn Goktepe li ser gora xwe hat bibîranîn
13:49 Gel ber bi Bendava Tişrînê ve diçe
13:12 Jinên li Parîs û Silopiyayê hatin qetilkirin hatin bibîranîn
13:06 Dewleta tirk li Kobanê wesayîtek kir hedef
13:05 Astengkirina şandeya dixwaze biçe cenazeyan wergire didome
12:47 Girtî ji ber zexta lêgerîna tazî neçûn hevdîtinê
12:44 Li Sîncanê girtiyên jin xistine qawîşên bi ritûbet
12:10 Stran û klîba ji bo Sakîne Cansizê hate weşandin
12:08 Rojnamegerên binçavkirî sewqî edliyeyê hatin kirin
11:59 ‘Astengkirina anîna cenazeyan zilm e’
11:58 DEM Partî: Cînayeta Goktepe ne cînayeta ewil ne jî ya dawî bû
11:28 Aslan ê 94 salî her roj ji Kerboranê tê ser sînor û tev li berxwedanê dibe
11:04 Bendava Tişrînê tê bombebarankirin
10:58 Bi hezaran kes ber bi Bendava Tişrînê ve diçin
10:54 Tehliyeya Erden ê 30 sal in girtî ye ji bo 6 mehan hate taloqkirin
10:50 Li gorî Abdullah Ocalan rol û girîngiya Meclisê
09:58 Midûrê emniyetê ji şandeyê re got: Em li benda agahiya Enqereyê ne
09:57 Piştî benzînê îcar jî li motorînê zem hate kirin
09:56 Li ser sînor lêpirsîna înfazê: Serpelê gule reşandî piştre îstirhet kiriye!
09:31 ‘Sakîne Cansiz yek ji jinên herî bibandor bû'
09:05 Têkoşîneke 40 salan ya bêwestan: Ahmet Baysoy
09:01 Rêveberiya girtîgehê 2 salin kincên zivistanê yê girtiyê nexweş nadinê
09:00 ROJEVA 8’Ê ÇILEYA 2025’AN
08:48 Li Erziromê bi mezinahiya 4.5’ê erdhej çêbû
07/01/2025
20:06 DYE û YE ji bo Sûriyeyê bicivin
20:02 Nûçegîhana JINNEWS’ê Derya Ren hat binçavkirin
19:53 Malbatên ku li sînor tên sekinandin: Em cenazeyên xwe dixwazin
16:48 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Partiya Yenîden Refahê dest pê kir
15:42 TJA’yê kesên li Parîs û Silopiyayê hatin qetilkirin bi bîr anî
15:39 Sirri Sureyya Onder: Dê Ahmet Turk jî di şandeya nû ya Îmraliyê de cih bigire
15:34 Berxwedana li ser sînor didome: Cenazeyên rojnamegeran teslîm bikin
15:21 Xwestin Tunela Yenîkopruyê bê vekirin
15:15 Mûçeyê herî kêm ê teqawidan bû 14 hezar û 469 TL
15:14 Şandeya KNK’ê bi PDK-Î’yê re civiya
14:54 MKG'ê rapora 2024’an eşkere kir: 8 rojnamegerên jin girtî ne
14:25 Xelkê Kobanê li ser sînor çalakî li dar xist: Kurdistan yek e
14:24 Ji bo Prof. Dr. Ekîncî biryara beraet û tehliyeyê
13:48 Zeynep Celaliyan ji bo kampanyaya ‘Ji Ocalan re azadî’ bang kir
13:41 Hejmara karkerên qeyûm ji kar derxistî derket 154’an
13:39 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û Partiya DEVA’yê dest pê kir
13:38 PDK û YNK ji bo hevdîtinên hikûmetê civiyan
13:30 Ji Ozgur Ozel pêşniyara ‘komîsyonê’
13:15 Li Erdîşê 3 rojnameger hatin binçavkirin
13:08 Rêveberên Baroya Stenbolê îfade dan: Lêpirsîn li dijî prosedurê ye
13:07 Şandeya ji bo wergirtina cenazeyê rojnamegeran çû: Tenê nahêlin em derbas bibin
12:54 DFG: Dayina cenazeyên rojnamegeran bi keyfî tê astengkirin
12:46 DBP’ê bertek nîşanî astengkirina cenazeyên rojnamegeran da
12:44 Tulay Hatîmogûllari: Nêzikatiya rast a li dijî pirsgirêka Kurd dê her kesî mezin bike
11:59 ÎHD: Bersiva serlêdana ji bo wergirtina cenazeyên rojnamegeran nehate dayin
11:39 Mesrûr Barzanî ji bo hevdîtina bi Erdogan re hate Enqereyê
11:33 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:30 Parêzer dê li dijî necezakirina di doza Elçî de têkoşîna xwe bidomînin
11:06 Li dijî sewqkirina girtiyan bertek: Armanc tunekirina delîlan e
10:50 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û Ozgur Ozel dest pê kir
10:44 Karasu: Rêber Apo dibêje ‘em pirsgirêkê dûrî şer çareser bikin’
10:19 Qeyûmê Êlihê neguhêzbarên şaredariyê da ber firotinê
10:17 Pekoz: Ocalan çareseriya demokratîk, hikûmet 'tasfiyeyê' esas digire
09:54 Berxwedana li dijî êrişan didome
09:53 Êş û têkoşîna edaletê ya 9 sal in didome
09:33 Di ser mirina biguman a Rojîn Kabaîşê re 84 roj derbas bûn: Midûra wargehê pirs nebersivand
09:29 'Ne tenê muxalif, divê hemû derdor aştiya civakî xurt bikin'
09:21 Li Girtîgeha Kiriklarê girtî dîsa ji ber xurekan jehrî bûn
09:01 Nivîskar Îmrek: Aştî wekî nênûk û goşt e
09:01 Bavê Leyla Şaylemez: Heya komkujî eşkere nebe sûcdar Fransa ye
09:00 ROJEVA 7'Ê ÇILEYA 2025'AN
08:55 Li Çînê bi pileya 7.1 erdhej çêbû
08:47 Şandeya ku dixwaze cenazeyên rojnamevanan werbigire 16 saetin tê sekinandin
06/01/2025
16:24 10 baroyan daxuyanî dan: Biryara sînorkirinê ya li ser dosyaya Rojîn Kabaîşê rakin
15:59 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya bi Partiya Saadetê re dest pê kir
15:35 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û AKP’ê bi dawî bû
15:31 Saliha Aydenîz: Divê Ocalan azad bibe ku aştî çêbibe
15:28 Nobeta li ser sînorê Kobanê didome: Dê piştgiriya me ya ji bo Kobanê bidome
14:52 Mûstafa Karatepe ku nexweşê penceşêrê ye piştî 30 salan hate berdan
14:47 Malbata Gulistan Doku bi dozger re hevdîtin kir
14:41 Xwendekar ji bo Gulistan Doku û Rojîn Kabaîş meşiyan
14:05 Ekolojîst: Em ê xwedî li Şoreşa Rojava derkevin
13:39 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û AKP’ê dest pê kir
13:36 Tulay Hatîmogûllari têkildarî gotinên wê yên hatine berevajîkirin daxuyanî da
13:22 Girtiyên jin ên hatin derbkirin sewqî girtîgehên cuda kirin
12:44 Ji bo edîtorê Rojnewsê Ehmed biryara tehliyeyê hate dayin
12:44 Ji 80 baroyan ji bo Tahîr Elçî daxuyanî
12:41 Dayika Aştiyê Bedriye Demîr hat bibîranîn
12:36 Onder: Piştî serdana Demîrtaş em ê daxuyaniyeke berfireh bidin
12:18 Ji bo rojnamegerên hatin qetilkirin merasîma cenazeyê hat lidarxistin
12:13 Li Amedê nexşerêya ‘çareseriyê’: Divê zemîna qanûnî amade bikin û Ocalan azad bibe
12:06 'Ne Erdogan ne jî Bahçelî, baweriya me bi Abdullah Ocalan heye'
11:35 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û Davûtoglû dest pê kir
11:31 Parêzer Tamur: Bi hedefgirtina rojnamegeran re Peymana Cinevê binpê kirin
11:02 DEM Partî ji bo nirxandina peyamên Ocalan civiya
10:55 Celal Firat: Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo Elewiyan referanseke
10:54 Remzî Kartal: Ji bo baweriyê divê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk were
10:34 Abdullah Ocalan: Azadbûna jinê têkoşîna Sakîneyê ye
09:47 Serokê TOD-DER’ê Kan: Divê guh bidin peyamên Ocalan
09:30 Li Wanê rêyên 493 gundan hatin girtin