NAVENDA NÛÇEYAN - Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê ragihand ku kolberekî Kurd ê ji bajarê Bane yê Rojhilat ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatiye kuştin.
Li gorî daxuyaniya Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê, roja 25'ê Tîrmehê kolberê Kurd ê bi navê Berzan Salihî (38) li herêma sînor a Seyranbend ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hate kuştin. Di daxuyaniyê de bal hat kişand ku hêzên rejîmê bêyî hişyariyek beriya niha gule li kolberan reşandiye û di encama vê êrîşê de Berzan Salihî yê bavê 3 kesan jiyana xwe ji dest daye.
Di daxuyaniyê de her wiha hat destnîşankirin ku ji ber polîtîkayên hejarkirinê û bêkariyê yên rejîma Îranê tên meşandin, welatiyên li Rojhilat neçar man weke kolberan bixebitin. Li gorî daneyan tenê sala borî li Rojhilat 52 kolber hatine kuştin û 131 kolber jî birîndar bûne.