Li mêrgan kanên xîzî tên çêkirin

ÊLIH - Birayên hev Hasan û Hakan Ataş ên li ber Çemê Dîcleyê ewlekariyê dikin, diyar kirin ku ji ber kanên xîzî mêrg nemane. 

Li Êlihê koçerên ku bi sewalkariyê re mijûl dibûn, ji ber mesrefan zehmetiyê dikişînin. Di sala nû de fiyetê derman, êm, ka, ceh û kapekê jî biha bûn. Li gel vê her diçe mêrg jî ku heywan lê diçirên kêm dibin. Koçerên ku li ber Çemê Dîcleyê konên xwe vedidin saloqat heywanên xwe li vê herêmê diçêrînin, lê belê ji ber ocaxên qûmê êdî nikarin li van deran bimînin. 
 
JI ZAROKATIYA XWE VE SEWALKARIYÊ DIKE
 
Hasan Ataş (40) ê ku ji zarokatiya xwe ve bi sewalkariyê re mijûl dibe, diyar kir ku hewl tê dayîn bi awayekî sîstematîk sewalkarî bê qedandin. Ataş anî ziman ku sewalkarî awayekî jiyanê ye û got ku zivistanê saet di 6'ê sibê de dest bi karê xwe dikin û heta derengiya şevê dixebitin. Ataş bilêv kir ku di mehên bihar û havînê de 24 saetan li deştê ne û wiha got: “Hûn 24 saetan wextê xwe didin, lê ji ber bihabûnê ne kêf û ne jî qezenc namîne. Heqê 10 heywanan bi zorê fiyetê tonek êm dike. Dermanê heywanekê 2 hezar TL ye. Ji bilî xwedîkirina sewalan tu alternatîfa me nîn e."
 
‘QADÊN HEYWANAN TÊN TUNEKIRIN'
 
Ataş diyar kir ku Êlih bajarê koçeriyê bû, lê bi betonkirinê re koçertî bi dawî bûye û wiha got: “Em wekî sê bira 12 sal in li Çemê Dîcleyê sewalkariyê dikin. Lêbelê li vir her tim kanên xîzî tên vekirin. Qada çêrê ya heywanan dikin qurbana xîzî. Di van du salên dawî de gelek kanên hatin vekirin. Jixwe bajar bûye bajarekî beton. Li ser sewalkariyê di her warî de zext heye. Çandinî û sewalkarî rasterast li gorî hev in. Li vir jî li ser çandiniyê zexteke giran heye. Cotkar di bin zêdebûna bihayan de perçiqîne." 
 
WEKÎ DIN TU ALTERNATÎFEKE WAN TUNE YE
 
Ataş anî ziman ku ji bilî sewalkariyê tu alternatîfeke wan nîn e û got: “Eger 150 sewalên we hebin, lêçûna salane digihêje 200 hezar TL’yî. Di nav de derman, xwarin, ceh û gelek lêçûnên din hene. Wekî din, em ji bo cihê xwe yê niha em lê ne heqê kirê didin. Ger em gavekê bavêjin em pereyan didin. Niha dema em heywanan dibin cihekî din dewlet dibêje divê em wan bi wesayîtan bibin, nexwe dê ceza bidin. Divê em erebeyekê kirê bikin û bigirin, bi hezaran TL xerc bikin. Bi ser de jî nexweşî di nav heywanan de çêdibin. Di hefteyekê de 7 sewalên me mirin. Di zivistanê de em nikarin şîr û tiştên din hilberînin."
 
Hakan Ataş (38) destnîşan kir ku heywan di zivistanê de piraniya dema xwe di axuran de derbas dikin û got ku di vê heyamê de tu debara wan tune. Ataş anî ziman ku koçerî karekî zehmet e û got ku ew wekî malbat bi vî karî re mijûl in. Ataş diyar kir ku bihayê ka, derman, ceh û gelek tiştên din zêde bûye û wiha got: “Em zehmetiyê dikişînin, lê dîs ajî em dest ji sewalkariyê bernadin. Me berê dest jê berdsa, lê dîsa em hatin me û koçertiya xwe domand. Em li vir 3 malbat heywanan xwedî dikin. Lê ocaxa qûmê ya li vir em qedandin."
 
MA / Fethî Balaman 
 

Sernavên din

23/01/2025
12:05 Ji kesên li Kadikoyê hatin binçavkirin 35 jê hatin berdan
11:41 HSD’ê bîlançoya 24 saetên dawî eşkere kir
11:22 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:09 Wezareta Dadê: Di şewatê de 78 kesan jiyana xwe ji dest dan
11:09 Ji DBP’ê danezana ‘xeta têkoşînê’
10:52 Li belavkarê rojnameyê Aslan 10 meh cezayê hefsê hate birîn
10:49 Tirkiye biryara DMME’yê ya têkildarî ‘Taniş û Denîz’ bicih nayîne
10:31 Jineke ku ji aliyê hevserê xwe rastî tundiyê hat xwîn çû ser mêjiyê wê
10:24 Niştecihên Kadikoyê têkildarî nîqaşên ‘çareseriyê’ çi dibêjin?
10:10 HDK’ê ji muxalefetê re got: Em bi xwe qadên azadiyê ava bikin
09:50 Saziyên ragihandinê: Dixwazin rojnamegeran bitirsînin
09:37 'Binpêkirinên li girtîgehan girêdayî tecrîda li Îmraliyê ye’
09:10 ‘Divê Erdogan hay ji zimanê xwe û pratîkên xwe hebe'
09:06 Rojnameger Cîhan: Gel paş de gav navêje, li ber xwe dide
09:05 Guldane Kiliç a ÎHD'î: Divê tecrîd bê rakirin, rêya muzakereyê bê vekirin
09:02 Rewşa girtiyê ku gardiyanan parxan û diranên wî şikandin xerab dibe
09:01 ROJEVA 23’YÊ ÇILEYA 2025’AN
22/01/2025
16:57 Şandeya Îmraliyê vegeriya: Hevdîtin 4 saetan dewam kir
16:45 Dewleta tirk gundên Zirgan û Kobanê bombebaran kir
16:20 Nivîskar Leyla Saraç bi xwîneran re hate gel hev
16:11 Ji rojnamegera binçavkirî peyam
16:03 Platforma Çandiniyê ya Wanê hat avakirin
15:13 Tehliyeya Çelebî careke din hate taloqkirin
14:50 Li Dêrsim û Edeneyê binçavkirin hatin protestokirin
14:30 Li Rojhilat li dijî biryarên darvekirinê greva giştî hat destpêkirin
14:15 ÎHD’ê ji bo Rojîn Kabaîşê daxuyanî da: Rapor kêm e, pirs bêbersiv in
14:10 40 endamên ESP, SKM û SGDF’ê 2 roj in binçavkirî ne
13:57 Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Şeybanî bang li Kurdan kir
13:49 Li Îmraliyê 144 binpêkirin hatin tespîtkirin
13:27 Jinan got: Qeyûm xesp e, rewa nîne
13:27 Ji ewil desteser kirin 37 roj piştre jî biryara komkirinê dan
12:39 Navên 45 kesên di şewata hotêlê de mirin diyar bûn
12:38 Duran Kalkan: Heke hûn cidî bin wê demê gavan biavêjin
11:37 Ciwanê polîsan bi wesayîta zirxî dabû ser: Hatim derbkirin lê bijîşk muayene nekir
11:18 Rojnameger Eylem Babayîgît hate binçavkirin
10:56 Şandeya DEM Partiyê li Îmraliyê ye
10:54 Nameya binpêkirin vedigot weke ‘xerakirina yekitî û yekparetiya dewletê’ hat hesibandin!
10:33 Ji ber bêdengiyê bertek nîşanî rojnameger û rêxistinên pîşeyî dan
10:03 Rojnameger Koyluoglû: Du kes nahêlin hikûmeta nû were avakirin
09:37 Jina filistînî gihişt pitika xwe ya ‘dîl’ hatibû girtin
09:23 Xizmên girtiyan: Pirsgirêk li ser maseyê çareser dibe
09:22 Raphaëlle Primet: Di çareserkirina meseleya Kurd de Ocalan kesayeteke bêhempa ye
09:17 Şandeya DEM Partiyê îro diçe Îmraliyê
09:03 Iraqê guherîna di ‘Qanûna statûya şexsî’ de erê kir
09:02 Xizmên windayan ji bo gengeşeyên meseleya kurd çi dibêjin?
09:01 Parêzer Mizrak: Divê êrişên ku mafê jiyanê binpê dikin bên rawestandin
09:00 ROJEVA 22’YÊ ÇILEYA 2025’AN
08:47 Di 2 hefteyan de 240 kes hatin binçavkirin
08:21 Polîsan îşkence li ciwanê bi wesayîta zirxî dabûn ser kirin
21/01/2025
20:28 3 sal ceza li Aysel Tûglûkê hat birîn
19:26 Li Wanê qetilkirina sivîlên li Bendava Tişrînê hat protestokirin
16:39 Nobeta Azadiyê ya li Strasbourgê di hefteya 657’an de didome
16:37 Kesên li Tişrînê hatin qetilkirin hatin oxirkirin
16:09 Girtiyên rojhilatî banga tevlibûna grevê kirin
16:08 HSD’ê bîlançoya têkoşîna li dijî DAIŞ’ê ya 2024’an eşkere kir
15:58 Hilbijartiyên Bask û Katalan ji bo Abdullah Ocalan name ji Konseya Ewropayê re şandin
15:57 Hejmara kesên di şewatê de jiyana xwe ji dest dayin derket 66’an
15:56 ÎHD’ê ji bo Sûriyeyê bang kir: Mekanîzmaya pêşîlêgirtina komkujiyên sivîlan ava bikin
15:15 Di êrişa Tişrînê de 2 sivîl hatin qetilkirin û 20 jî birîndar bûn
15:14 Keça Bavê Teyar a di girtîgehê de peyam şand
14:22 Dewleta tirk careke din sivîlên li Tişrînê bombebaran kir
14:05 Komeleya Wêjekarên Kurd dê serdegirtina ‘bi korsanî’ ji dozger bipirse
13:31 Li Akdenîzê tayînkirina qeyûm hat protestokirin
13:11 Şandeya kesên pispor hat avakirin: Derenceya şewatê tune bû
12:56 Wekîla AKP’î deriyê şaredariyê şikand û civîn li dar xist
12:22 Meclisa Jinan a DBP’ê: Divê Ocalan azad bibe
11:46 Hejmara karkerên qeyûm ji kar derxistî derket 236’an
11:45 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:44 Rewşenbîran ji bo Abdullah Ocalan name ji Konseya Ewropayê re şandin
10:54 Ji bo girtiyê ku sewq kirin 5 hezar TL mesrefên lêçûnê xwestin
10:43 Hejmara binçavkiriyên li Stenbolê zêde bû
10:18 Bi ser BEKSAV’ê de hate girtin: Derî hatin şikandin, dest danîn ser enstrumanan
10:09 Parêzerên rojnamegerên hatine girtin: Biryar ji berê ve hatibû dayin
09:51 Li Kolombiyayê di navbera ELN û EMCB’ê de şer derket: 80 kes mirin
09:50 Kes serdagirtina ‘korsan’ a Komeleya Wêjekarên Kurd nagire ser xwe!
09:32 Gelek endam û rêveberên ESP û SGDF'ê hatin binçavkirin
09:18 Girtiyê ku kelepçe qebûl nekir nehat tedawîkirin
09:16 'Heta Abdullah Ocalan azad nebe aştî nabe’
09:05 Piştî 'Qanûna Komkujiyê' tundiya li heywanan û kuştina wan zêde bûye
09:00 ROJEVA 21’Ê ÇILEYA 2025’AN
08:53 Li navenda liyanê şewat derket: 10 kes mirin, 32 kes birîndar bûn
20/01/2025
16:32 Ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê banga ‘seferberiyê’
16:24 6 rojnameger hatin girtin
16:21 Rojnameger Silêman Ehmed hate berdan
16:15 Êrişên ser Tişrînê li 3 navendan hatin şermezarkirin
15:50 Rojnamegerên serî netewandin hatin derbkirin
15:33 Li pêşiya Konsolosxaneya Îranê protestoya Pexşan Ezîzî
15:30 Li Akdenîzê qeyûm hate prostekirin: Polîs dizên mezin diparêzin
15:18 Rapora Girtîgeha Panosê: Di bin kontrola dozger de êriş li girtiyan kirin
14:48 Jin ji bo ‘aştiyê’ civiyan: Têkoşîna me ji bo jiyaneke azad e
14:36 Rojnameger li dadgehê îfadeyê didin
14:29 Doza ‘Meşa Azadiyê’ hat taloqkirin
13:55 Der heqê Îmamoglû de lêpirsîn hat destpêkirin
13:50 Dewleta tirk depoya avê bombebaran kir
13:22 Ji 12 baroyan ji bo Tişrînê daxuyanî dan: Binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye
12:22 Dozgerî bêyî îfadeya rojnamegeran bigire bi daxwaza girtinê sewq kir
12:20 Jin ji bo kampanyaya ‘Ji bo aştiyê milyonek îmze’ civiyan
12:04 HSD: 29 çete hatin kuştin û 15 jî birîndar bûn
12:00 Şandeya Îmraliyê serî li Wezareta Dadê da
11:52 Li dijî darvekirinan li Rojhilat biryara greva giştî hat dayin