Karamûs: Abdullah Ocalan xwedî hêza çareserkirina pirsgirêkê ye

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Hevserokê KNK'ê Ahmet Karamûs destnîşan kir ku hêza Abdullah Ocalan a çareseriya pirsgirêka kurd heye û got ku eger desthilat gavên cidî ji bo çareseriyê biavêje, wê di warê çekdanînê de tu pirsgirêk nemîne. 

Gengeşeyên têkildarî çareserkirina meseleya kurd dest pê kirin, di bin siya tecrîda Îmraliyê, êrişên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, tayînkirina qeyûman, operasyonên leşkerî û binçavkirinan de dewam dikin. Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Sirri Sureyya Onder û Pervîn Buldan di 22’yê Çileyê de li Girtîgeha Girtî ya Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê cara duyemîn bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîtin kirin. Di daxuyaniya piştî hevdîtinê de hat ragihandin ku xebatên Abdullah Ocalan ên li ser pêvajoyê dewam dikin.
 
Ligel helwdanên çareseriyê yên Abdullah Ocalan, êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Bendava Tişrîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bênavber didomin. Rêveberiya Xweser ragihand ku ji 8’ê Çileyê heta niha 41 welatiyan di êrişên dewleta tirk de jiyana xwe ji dest dane. Li gel êrişan tayînkirina qeyûman jî bênavber didome. Herî dawî di 29'ê Çileyê de qeyûm tayînî Şaredariya Sêrtê ya di bin rêveberiya DEM Partiyê de hat kirin. 
 
Li hemberî van hemû geşedanan xebatên yekîtiyê yên rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewam dikin. Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî di 16'ê Çileyê de bi Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî re hevdîtin pêk anîbû. Di daxuyaniyên piştre hat dayin de, hat ragihandin ku dê ji bo xebatên yekîtiyê konferansek bê lidarxistin.
 
Hevserokê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Ahmet Karamûs geşedanên dawî yên li herêmê û gengeşeyên li ser çareseriya pirsgirêka kurd ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re nirxand.
 
'HEVDÎTINA EBDÎ Û BARZANÎ ERÊNÎ YE'
 
Ahmet Karamûs anî ziman ku hevdîtina Ebdî û Barzanî erênî derbas bûye û got ku divê partî û rêxistinên kurdan bibin yek deng. Karamûs got: "Li Rojhilata Navînê em dibin şahidê geşedanên nû, ji ber vê yekê diyalog girîng e. Divê partiyên siyasî berjewendiyên her çar parçeyên Kurdistanê li ber çavan bigirin. Divê em firsend û derfetên îro me sivik nekin." 
 
Karamûs got: "Derfetên ku ji me re tên pêşkêşkirin, hem di warê muzakere û diyalogê de, hem jî ji bo çareserkirina pirsgirêkên ku em di nava xwe de dijîn, xwedî girîngiyeke mezin in. Hêvî û daxwaz ew e ku ji van danûstandinan encameke baş derkeve holê û îro hemû cîhan bi hebûna kurdan bi taybetî li Rojavayê haydar e û bawer dike ku wê hebûna xwe û nasnameya we biparêzin. Divê hêzên siyasî û rêveberiya xweser li herêmê bi stratejiyeke hevpar ji bo ku bi muzakere û diyalogê çareseriyeke siyasî pêk bînin, divê daxwazên xwe ragihînin hêzên karbidest. Hevdîtina birêz Ebdî û Barzanî bû sedema hêvî, moral û motîvasyona gelê kurd. Em bi hêvî ne ku ev hevdîtin berdewam bin."
 
'ARMANCA TIRKIYEYÊ DAGIRKIRIN E'
 
Karamûs anî ziman ku hin rayedarên li Tirkiyeyê hewl didin pêvajoyê xera bikin û pêşî li statuya kurdan bigirin. Karamûs got: "Di daxuyaniyên dewleta tirk de em nikarin helwesteke jidil bibînin. Piştî hilweşîna rejîma BAAS'ê ya li Sûriyeyê, êrişên dewleta tirk ên li ser Rojavayê dewam kirin. Der barê çareseriya pirsgirêkên li Sûriyeyê bi rêya diyalog û muzakereyê de tu daxuyanî nedan. Ev êrişan zêde dike û berfireh dike."
 
Karamûs diyar kir ku Tirkiye ji Kobanê heta Reqayê û her wiha Tişrînê, dixwaze hemû herêman dagir bike û wiha got: "Dixwaze hemû Rojavayê dagir bike û serdest bike. Dixwaze demildest kurdan tasfiye bike. Ji aliyê siyasî, leşkerî û dîplomatîk ve. Ev li ser redkirin û înkarê ye." 
 
Karamûs bal kişand ku Tirkiye dixwaze diyaloga di navbera HTŞ û Rêveberiya Xweser de asteng bike û got: "Rêveberiya Rojavayê helwesta xwe ya 'Em bi hikûmeta Şamê re ji muzakereyan re amade ne. Em dikarin pirsgirêkên xwe bi diyalogê çareser bikin' da der. Lê Tirkiye, bi hemû hêza xwe hewl dide ku HTŞ’ê ji danûstandinên bi kurdan re dûr bixe. Çawa ku hebûna kurdan înkar dike, Tirkiye dixwaze ku HTŞ’ê bi heman helwestê bi hêzên di bin kontrola xwe de li Sûriyê ava bike û bi pêkanîna nîjadperestî, redkirin û înkarê re bikeve nava tevgerê, li dijî kurdan. Dixwaze polîtîkayên xwe yên li wir bi pergal bike. Ev yek ne di berjewendiya gelê kurd û ne jî gelên li wir dijîn de ye."
 
Karamûs diyar kir ku Tirkiye ya ku êrişên xwe yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomîne, ji bo pirsgirêka kurd ya di hundir de nexşerêyeke wê tüne ye. Karamûs bal kişand ser hevdîtinên bi Rêberê PKK'ê Ocalan re û got: "Birêz Ocalan bi awayekî zelal diyar kir ku çawa dikarin pirsgirêkan çareser bikin. Lê desthilat di vê mijarê de xwedî projeyek berbiçav nîne. Wekî ku ji daxuyaniyên wan jî tê fêmkirin, armanca wan ew e ku gelê kurd tasfiye bikin, hebûna civaka kurd ji holê rakin. Ji bo tasfiyekirina saziyên siyasî û hêza leşkerî bi israr in. Bê şik gelê kurd alîgirê muzakere û diyalogê ye. Dema em li hevdîtinên wan dinêrin, diyar dibe ku ew ê vê pirsgirêkê bi rêyên aştiyane çareser nekin. Guherîna hevsengiyên çerxa li Rojhilata Navînê dibe ku dewlet û rayedarên tirk bitirsîne. Li gorî min dewleta tirk di paradoksekê de ye, dema dor tê çareserkirina pirsgirêkê."
 
'OCALAN XWEDÎ HÊZA ÇARESERIYÊ YE'
 
Karamûs diyar kir ku divê AKP ji bo çareseriyê gavên jidil û şênber biavêje û got: "Tevî ku detayên hevdîtinan bi tevahî neyên zanîn jî, em baş dizanin ku armanca birêz Ocalan ew e ku gelê kurd li her çar parçeyên Kurdistanê bi mafên xwe bijî. Hemû kurd li pişt birêz Abdullah Ocalan in. Ger desthilat di warê çareserkirina pirsgirêkê de gavên cidî bên avêtin, bawer nakim ku wê di warê çekdanînê de pirsgirêkek çêbibe. Heman rewş ji bo Rojavayê jî dikare were gengeşekirin. Helwesta Mazlûm Ebdî ya di vî warî de eşkere ye. Dibêje ger li Rojavayê meseleya kurd bê çareserkirin û bi awayekî hiqûqî bê misgogerkirin û peymaneke bigarantor bê çêkirin ew amade ne bibin parçeyeke ji Artêşa Sûriyeyê. Ji bo çareseriyê divê em bi hemû reng û dengê xwe piştgiriyê bidin hewldanên birêz Abdullah Ocalan û xwedî lê derkevin." 
 
MA / Zeynep Durgut

Sernavên din

04/02/2025
09:15 Fermandarê qereqolê: Me nehişt Zeydan biçe herêma qedexe
09:08 Ji Platforma DGD'ê banga ji bo kampanyaya 'ji bo aştiyê milyonek îmze'
09:07 Dosye ya cînayetê ye, biryar eşyayê qaçax ê gumrukê
09:06 ‘Krîz dê bi bidawîbûna şer ji holê rabe'
09:01 Tevî emrê xwe yê mezin jî çanda tevnê dide jiyîn: Bila ev çand nemire
09:00 ROJEVA 4’Ê SIBATA 2025’AN
03/02/2025
16:48 Li Kobanê ji bo ‘Azadiya Ocalan’ bang
16:26 Biryara Dadgeha Bilind a der barê Pinar Gultekîn de hat protestokirin
15:58 Ji bo berxwedana li Tişrînê ji sê bajaran bi rê ketin
15:44 Temellî: Sermuzakerevan Ocalan e û em piştgiriyê didin her gava diavêje
15:21 Dewleta tirk stasyonê avê ya li Kobanê bombebaran kir
14:20 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Gava herî girîng azadiya Ocalan e
13:18 DFG’ê rapora meha Çileyê eşkere kir: Li 42 rojnamegeran lêpirsîn hate destpêkirin
13:08 Li Hezexê zarokekî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
13:08 Li dijî mala Babat ê DEM Partiyî êriş hate kirin
12:50 Aydar: Heta Ocalan bi awayekî azad xebatên xwe nemeşîne çareserî pêk nayê
12:31 Meclisa Şaredariya Sêrtê civiya: Em biryara tayînkirina qeyûm nas nakin
11:30 Dayikên Aştiyê: Çareserî bi azadiya Ocalan pêkan e
11:13 Li Amedê ji bo mitînga ‘azadiyê’ bang hate kirin
11:09 ENAG: Enflasyon ji sedî 81 e
TUÎK: Enflasyon ji sedî 42 ye
11:02 Nîqaşên ser çareseriyê: Îktîdar baweriyê nade
10:53 Alî Bozan: Ji bo şandina qeyûm em ê li benda hilbijartinê nemînin
10:40 Şandeya li Enqereyê hevdîtin kir: Divê pêvajo civakî bibe
10:00 Ji bo qeyûman dibêjin ‘demkî ne’ lê mayinde dikin
09:32 Xelkê Sêrtê bibiryare ku qeyûm bişîne
09:16 Platforma Gelan a Ewropayê wê li Viyanayê bicive
09:00 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Gavên şênber lazim in’ derket
09:00 ROJEVA 3’YÊ SIBATA 2025’AN
02/02/2025
16:22 ‘Yên çareseriyê dixwazin bila êrişan bidin sekinandin’
15:53 Berdan Ozturk: Hêviya me Abdullah Ocalan e
15:05 Ji bo Werîşê Mûradî û Pexşan Ezîzî ji NY’ê re name hate şandin
14:29 FÎSA: Di 2024’an de 77 zarok ji ber sedemên dikariyan pêşî lê were girtin mirin
14:28 ‘Abdullah Ocalan 26 sal in çareseriyê pêşniyar dike’
13:56 Tulay Hatîmogûllari: Birêz Ocalan gav avêt, dora dewlet û îktîdarê ye
13:43 Rêxistina Navçeya Navendî ya DEM Partiyê ya Şirnexê kongreya awarte lidar xist
13:37 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Bila dewlet gavan biavêje
12:22 HSD: Herî kêm 4 çete hatin kuştin
11:42 Hêzên Ewlekariya Hundirîn: Di êrişa li dijî Aşmê de 10 sivîl birîndar bûn
11:30 Nobeta li Bendava Tişrînê di roja 26’an de didome
11:06 Kovara Jinê bi manşeta ‘Jin û Veguherîna Civakî’ derket
11:05 Di 2 salan de li Hatayê tenê dem guherî
10:30 Hevalê Bavê Teyar: Bû stêrkek û rê nîşanî me dide
09:49 Hevserokê Meclisa Ermenan: Em di pergala neteweya demokratîk de azad dijîn
09:41 Rojbîn Bor: Em li Rojava xwedî derkevin
09:28 Welatiyên Enqereyê: Navnîşana çareseriyê Meclis e
09:09 Termînala hîmê wê 18 sal berê hatiye danîn hêj nehatiye vekirin!
09:00 ROJEVA 2’YÊ SIBATA 2025’AN
08:54 Li Kobanê malek hat bombebarankirin: 7 jê zarok 10 kes birîndar bûn
01/02/2025
16:06 Çalakiya nobedê ya li dijî qeyûm didome
15:27 Xizmên Windayan: Em ê dest ji edaletê bernedin
15:14 Hamasê 2 dîlgirtiyên Îsraîlî yên din jî berdan
15:07 MSD ji bo jinûveavakirina Sûriyeyê civiya
15:03 Rozerîn Kûrt a infaza wê hatibû taloqkirin hat tahliyekirin
13:54 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Bedirhan Tuysuz pirsîn
13:51 Li Sêrtê qeyûm hat protestokirin
12:06 Qeyûmê Êlihê 19 kesên din jî ji kar derxistin
10:38 Li Amerîkayê helîkopterek ket xwarê
10:33 Li Behra Egeyê li ser hev erdhej çêbûn
10:30 Li Cizîrê zarokek hat kuştin
10:22 Sabrî Ok: Ger şert û merc neguherin wê gav neyên avêtin
10:15 Karamûs: Abdullah Ocalan xwedî hêza çareserkirina pirsgirêkê ye
09:11 Li Gabarê lêgerîna li petrolê kaniya hezar salî ziwa kir
09:03 Li Iraqê di nava 4 mehan de 7 partî û saziyê kurd hatin girtin
09:01 ROJEVA 1'Ê SIBATA 2025'AN
31/01/2025
20:49 Der barê rojnamevanan de biryara tehliyeyê
19:53 Êrişî gundên Bakur û Rojhilata Sûriyeyê tê kirin
18:38 Gulistan Kiliç Koçyîgît: Ger hûn çareseriyê dixwazin, dest ji sepandinên faşîst berdin
16:13 Gundên Zirganê tên bombebarankirin
16:09 65 rewşenbîrên Sûriyeyî banga ‘pergala nenavendî’ kirin
15:43 ‘Çalakiyên Aştiya Civakî û Azadiyê’ sibe dest pê dikin
15:24 Ji Şandeya Îmraliyê Pervîn Buldan bi girtiyên jin ên siyasî re hevdîtin kir
14:43 Serokwekîla Koma DEM Partiyê li Sêrtê diaxive
14:10 Li dijî xespkirina îradeyê banga têkoşîna hevpar
13:41 Şîna Zehra Sebatê bi girseyî hate ziyaretkirin
13:41 Li Edeneyê ji bo kampanyaya ‘Ji bo aştiyê mîlyonek îmze’ bangewazî
13:39 Li Sêrtê li dijî qeyûm meş hat lidarxistin
13:15 Pispor: Îdia rast nîne, Zeydan 13 km’an dûrî cihê herêma qedexe bû
12:22 Îfadeya Îmamoglû bi dawî bû
12:20 Li Miksê protestoya rê: Esnafan dikanên xwe venekirin
12:17 Ji 7 bajaran welatiyan berê xwe dan Bendava Tişrînê
12:16 Li Sêrtê 6 binçavkirî hatin berdan
12:03 Malbatên xizmên xwe di şer de winda kirin ji bo pêvajoyê çi dibêjin?
11:01 Ji Elewiyan panela ‘aştiyê’: Peyama Abdullah Ocalan hate parvekirin
11:00 Rêveberê payebilind ê El Qaîdeyê li Sûriyeyê hate kuştin
11:00 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
10:59 Daxwaza girtiyê nexweş Guler a erebeya astengdaran hat redkirin
10:16 Nêrgiz Mihemedî: Têkoşîna li dijî darvekirinê berpirsyartiyeke exlaqî ye
10:11 Hevserokê KNK’ê Karamus: Yekitî ji bo Kurdan mecbûriyete
10:01 Remzî Kartal: Heta sedemên çekdarbûnê ji holê neyên rakirin çek nayên berdan
09:40 'Meseleya kurd ne ew meseleye ku mirov wê daxîne asta çekê'
09:05 Prosedurên fermî yên ji bo 'Stargeha Jinan' temam bûn
09:02 Beriya bimire navê kiryar got: Kiryar serbest e, lê îdianame nehatiye amadekirin
09:01 Banga ji bo konsera 34'emîn salvegera NÇM'ê
09:00 ROJEVA 31’Ê ÇILEYA 2025’AN
30/01/2025
19:57 Li Wanê li dijî êrîşan daxuyanî
19:25 Meşa Dirêj di roja 10’an de gihîşt Parîsê
19:18 Li Sêrtê qeyûm bi meşeke girseyî hat protestokirin
18:34 Dersîm Dag serbest hat berdan
16:37 Ayşegul Dogan ji berdevkê AKP’ê re got: Bila tecrîd rabe
16:13 Ji bo Tişrînê li ser sînorê Nisêbînê nobet tê girtin