ENQERE - ANKA-DER’ê ji bo xêzeromana bi Kurdî Gêncoyê çalakî li dar xist û nivîskarê romanê Alî Kemal Çinar tev li bû.
Komeleya Ziman Çand Hunerê (ANKA-DER) têkildarî xêzeromana bi Kurdî û Gênco û fîlmê wê, li Yekitiya Mulkiyeyiyan çalakî li dar xist. Nivîskarê romanê Alî Kemal Çinar, Hevseroka ANKA-DER’ê Ferîde Akturan, rêveberên komeleyê û gelek kes tev li bûn.
Alî Kemal Çinar di çalakiyê de pêvajoya nivîsandina Gêncoyê û taybetiyên karekterên wê vegot û got ku karekterê xwedî derfetên bisînor hewl dide gelek tiştan bike. Çinar, got ku karekterê Gênco bi taybet jî ji bo alîkariyê bide mirovan tevdigere û li hêla din jî pirsgirêkên hebûnê dijî. Çinar, da zanîn ku fîlmê xêzeromana Gênco jî hatiye çêkirin û karekterên tê de dilîzin jî piranî ji endamên malbatê û kesên derdora wan pêk tên. Çinar, got ku ev rewş ji ber bêderfetiyên madî qewimiye û got ku dê berdewamiya xêzeromanê bê nivîsandin.
Çalakî, bi beşa pirs û bersivan bi dawî bû.
ALÎ KEMAL ÇINAR KÎ YE?
Alî Kemal Çinar, yekemîn kurtefîlmê xwe di sala 2004’an de kişand. Bi giştî senarîstî û derhinêriya 10 kurtefîlman kir. Di sala 2013’an de yekemîn fîlmê xwe yê dirêj ê bi navê “Kurtefîlm” kişand. Fîlmê Çinar ê “Veşartî” ku di sala 2015’an de kişand, di 15’emîn Mihrîcana Fîlman a Stenbolê de Xelata Fîlmê Herî Baş û Xelata Fîlmê Herî Baş SÎYAD’ê wergirt û di 28’emîn Mihrîcana Fîlman a Hamgurg Kuîrê de jî Xelata Mezin a Juriyê wergirt. Di sala 2017’an de sêyemîn fîlmê xwe yê dirêj kişand û di 28’emîn Mihrîcana Fîlman a Navneteweyî ya Enqereyê de Xelata Fîlmê Herî Baş wergirt. Her wiha di sala 2018’an de bi fîlmê “Di Navberê De” di Pêşbirka Neteweyî ya 2018’an de Xelata Taybet a Juriyê û di Mihrîcana Fîlman a Navneteweyî ya Dihokê de jî xelata FIPRESCI wergirt. Di sala 2021’ê de jî fîlmê wî yê “Beriya Şevê” li Mihrîcana Fîlman a Stenbolê hate nîşandan.