‘Abdullah Ocalan 26 sal in çareseriyê pêşniyar dike’

img

NAVENDA NÛÇEYAN - DEM Partiyê li bajarên Wan, Meletî, Îdir û Colemêrgê “Çalakiyên Aştiya Civakî û Azadiyê” li dar xist. Tayîp Temel di hevdîtina li Wanê de got ku Abdullah Ocalan 26 sal in pêşniyara çareseriyê dike. 

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li Wan, Meletî, Îdir û Colemêrgê di çarçoveya “Çalakiyên ji bo aştiya civakî û azadiyê” de bi gel re civiya. Di civînan de li ser peyamên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nîqaş hatin kirin û gel pêşniyarên xwe kir. 
 
WAN   
 
Çalakiya li Wanê li Eywana Konferansan a Tahir Elçî ya Baroya Wanê hat lidarxistin. Civîn, bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre jî Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Saliha Aydenîz axivî û got: “Gelê Kurd di qonaxeke dîrokî de ye. Şerê Sêyemîn ê Cîhanê li dilê Kurdan didome. Lewma berxwedan û têkoşîna Kurdan girîng e. Gelê Kurd li Rojhilata Navîn xwedî alternatîf û paradîgmayê ye. Xwediyê vê paradîgmayê jî birêz Ocalan e. Ev felsefe roj bi roj mezin dibe.” 
 
ROJHILATA NAVÎN Û SÛRIYE
 
Cîgirê Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tayîp Temel jî bal kişand ser geşedanên li Rojhilata Navîn û ev tişt anî ziman: “Rojhilata Navîn hêj jî qada sereke ya hevrikiya hêzên kûrewî ye. Bloka bi pêşengtiya DYA’yê ji bo Îsraîlê bike hêzeke sereke û mayinde, di nava tevgerê de ye. Li Rojhilata Navîn şer û krîz kûr dibe û bi şerê Îsraîl-Filistînê, rageşiyê di navbera Îran-Îsraîlê û hevsengiyên nû yên li Sûriyeyê derbasî qonaxeke nû dibe. Êrişa Hamasê ya di 7’ê Cotmehê de hevsengiyên li Rojhilata Navîn serûbin kir. Ji vê dîrokê ve Îsraîl ne tenê bi bersivê re bisînor ma, her wiha stratejiya herêmê bi temamî guherand. Tevî DYA û Ingilistanê ji bo bisînorkirina Îranê, ji bo hêza wê ya êrişê ya li herêmê bişikîne, polîtîkayeke sîstematîk meşandin. Qonaxa vê ya din jî dê bibe Iraq ku rageşiyeke bi heman rengî dê biqewime û herî dawî jî gavên li dijî Îranê dê zelal bibin. Pirs, ne ew e bê ka ev pêvajo dê biqewime yan na, pirsa esasî ew bê ka ev pêvajo kengî û dê çawa biqewime.” 
 
PIRSGIRÊKA KURD
 
Temel, anî ziman ku li Rojhilata Navîn pêvajoyeke mezin a veguherînê heye û wiha got: “Meseleya Kurd a li Tirkiyeyê rê li ber nîqaşên nû vekiriye. Daxuyaniyên Devlet Bahçelî û hevdîtinên bi birêz Ocalan re, ne tenê encama siyaseta navxweyî, her wiha encama geşedanên li herêmê jî ye. Zêdetirî 10 sal in tecrîdeke giran li ser birêz Ocalan heye. Guherîna vê polîtîkayê, encama têkoşîna gelê Kurd û hêzên demokrasiyê ye. Niha careke din hate dîtin ku dewlet nikare bi polîtîkayên tundiyê û zextan birêve bibe. Ev rewş dike ku îktîdar mecbûr bibe hinek gavan biavêje. Ya girîng ew e bê ka pêvajo dê çawa teşe bigire. Heke hevdîtinên bi birêz Ocalan re veguherin pêvajoyeke muzakereyan, heke daxwazeke wiha hebe, divê ev pêvajoyeke zelal be û derdorên civakî jî tev li bibin. Birêz Ocalan dixwaze ev hevdîtin li Meclisê bên domandin û yekser bi partiyên siyasî re were axaftin. Ev pêşniyar, ji bo pêvajo bi tendurist bidome pir girîng e. Êdî dema wê ye ku Tirkiye bi meseleyên xwe yên esasî re hevrû bibe. Di serî de meseleya Kurd, pêkan e ku çareseriyeke demokratîk a azadiya gelan, baweriyan û jinan esas digire çêbibe. Rêya vê jî mîna birêz Ocalan got, divê ji zemîna tundî û pevçûnan derbasî zemîna diyalog, muzakere û siyaseta demokratîk bibin.” 
 
‘OCALAN EV 26 SAL IN ÇARESERIYÊ PÊŞNIYAR DIKE’ 
 
Temel, axaftina xwe wiha domand: “Hinek derdor û nivîskarên li Tirkiyeyê bi zanebûn rastiya birêz Ocalan di çarçoveya çek û tundiyê de digirin dest. Weke ku tekane rol û muxatabiya birêz Ocalan ev be. Ev ne nirxandineke rast e. Nirxandineke pir kêm e. Birêz Ocalan, rexneyên pir dilwêrek li feraseta îktîdarê ya dewletperest a klasîk û li reel sosyalîzmê kiriye û li dijî vê teoriyeke civakî pêşniyar kiriye. Pêşengek e. Civaka demokratîk weke modêleke wekheviyê pênase kiriye û ev fikr di nava gelê Kurd de hate qebûlkirin. Bi rêya pirtûk û fikrên xwe çareseriya pirsgirêkên li Tirkiye û Rojhilata Navîn nîşan daye. Birêz Ocalan 26 sal in girtî ye û li giravekê di tecrîdê de ye lê dîsa jî tu caran ji gotina xwe nehat xwarê û pêşniyarên çareseriyê yên nûjen kir. 
 
Niha jî ji bo azadiya gelê Kurd û gelên binpdest projeyeke çareseriyê pêş dixe. Bi vê modêlê re tola gelên bindest ji pergala kapîtalîst distîne. Ya girîng û sereke jî, gavê îktîdar û dewlet dê biavêje ye. Di vê mijarê de helwest û bizava hêzên demokratîk, siyasî û civakî girîng e. Ji 7 salî heta 70’ê salî gelê Kurd bi birêz Ocalan bawer e û li pişt îradeya çareseriyê ye. Ev, di heman demê de pêvajoyeke têkoşînê ye.”
 
Piştî axaftinan, civîn ji çapemeniyê re girtî domiya. 
 
MELETΠ
 
Rêxistina DEM Partiyê ya Meletiyê jî bi gel re civîn li dar xist. Civîn, di bin konteynira ku weke avahiya rêxistina bajar tê bikaranîn de hat lidarxistin. Endama MYK’a DEM Partiyê Hamîde Yuksel, endama PM’ê Sabuha Akdag, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, nûnerên rêxistinên civaka sivîl û welatî tev li bûn. 
 
Li eywana civînê pankarta “Bi civaka rêxistinkirî ber bi jiyana azad ve” hat daliqandin. Ji ewil deqeyek rêz hate kirin û piştre jî Hevserokê DEM Partiyê yê Meletiyê Ahmet Ercan axivî. Ercan, got ku ji bo civakîbûna aştiyê ev hevdîtin girîng in. 
 
Civîn, bi nirxandinên têkildarî pêvajoya siyasî, pêşniyarên beşdaran û rexneyên wan bi dawî bû. 
 
ÎDIR
 
Li Eywana Konferansan a li avahiya Rêxistina DBP’ê ya Îdirê jî civîn hat lidarxistin. Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît, ji Meclisa Jinan a DEM Partiyê Şîrvan Goçer, endamê MYK’a DEM Partiyê Necmettîn Basçi, Hevşaredarên Îdirê, endamên meclisa şaredariyê û gelek kes tev li bûn. Li eywanê pankarta “Çalakiyên Aştiya Civakî û Azadiyê” hat daliqandin. 
 
Civîn, bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre jî Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît axivî û wiha got: “Birêz Ocalan di hevdîtinan de bi eşkereyî got ku heke şert û merc bên avakirin, dikare pirsgirêka Kurd ji zemîna tundî û pevçûnan derbasî zemîna hiqûqî bike. Got ku xwedî vê hêza teorîk û pratîk e. Em dizanin ku mesele ne tenê bi AKP û MHP’ê, bi beşdariya hemû partiyên siyasî yên li Meclisê û tevlibûneke berfireh a civakî dikare rast û mayinde were çareserkirin. Li pêşiya me salvegera komploya navneteweyî heye. Ji bo azadiya birêz Ocalan divê em tevek bi hev re bixebitin.” 
 
Piştî axaftinan, civîn ji çapemeniyê re girtî domiya. 
 
COLEMÊRG 
 
Li navçeya Geverê ya Colemêrgê jî li eywaneke dawetan civîn hat lidarxistin. Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir, nûnerên rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî û gelek kes tev li bûn. Di civînê de dîwan hate hilbijartin û piştre jî deqeyek rêz hate girtin. 
 
Piştre jî Hevserokê DEM Partiyê yê Colemêrgê Kadîr Şahîn têkildarî pêvajoyê axivî û got ku ji bo avêtina gavên şênber dê têkoşîna wan bidome. 
 
Hevdîtin, piştî axaftinan ji çapemeniyê re girtî domiya. 

Sernavên din

04/02/2025
09:15 Fermandarê qereqolê: Me nehişt Zeydan biçe herêma qedexe
09:08 Ji Platforma DGD'ê banga ji bo kampanyaya 'ji bo aştiyê milyonek îmze'
09:07 Dosye ya cînayetê ye, biryar eşyayê qaçax ê gumrukê
09:06 ‘Krîz dê bi bidawîbûna şer ji holê rabe'
09:01 Tevî emrê xwe yê mezin jî çanda tevnê dide jiyîn: Bila ev çand nemire
09:00 ROJEVA 4’Ê SIBATA 2025’AN
03/02/2025
16:48 Li Kobanê ji bo ‘Azadiya Ocalan’ bang
16:26 Biryara Dadgeha Bilind a der barê Pinar Gultekîn de hat protestokirin
15:58 Ji bo berxwedana li Tişrînê ji sê bajaran bi rê ketin
15:44 Temellî: Sermuzakerevan Ocalan e û em piştgiriyê didin her gava diavêje
15:21 Dewleta tirk stasyonê avê ya li Kobanê bombebaran kir
14:20 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Gava herî girîng azadiya Ocalan e
13:18 DFG’ê rapora meha Çileyê eşkere kir: Li 42 rojnamegeran lêpirsîn hate destpêkirin
13:08 Li Hezexê zarokekî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
13:08 Li dijî mala Babat ê DEM Partiyî êriş hate kirin
12:50 Aydar: Heta Ocalan bi awayekî azad xebatên xwe nemeşîne çareserî pêk nayê
12:31 Meclisa Şaredariya Sêrtê civiya: Em biryara tayînkirina qeyûm nas nakin
11:30 Dayikên Aştiyê: Çareserî bi azadiya Ocalan pêkan e
11:13 Li Amedê ji bo mitînga ‘azadiyê’ bang hate kirin
11:09 ENAG: Enflasyon ji sedî 81 e
TUÎK: Enflasyon ji sedî 42 ye
11:02 Nîqaşên ser çareseriyê: Îktîdar baweriyê nade
10:53 Alî Bozan: Ji bo şandina qeyûm em ê li benda hilbijartinê nemînin
10:40 Şandeya li Enqereyê hevdîtin kir: Divê pêvajo civakî bibe
10:00 Ji bo qeyûman dibêjin ‘demkî ne’ lê mayinde dikin
09:32 Xelkê Sêrtê bibiryare ku qeyûm bişîne
09:16 Platforma Gelan a Ewropayê wê li Viyanayê bicive
09:00 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Gavên şênber lazim in’ derket
09:00 ROJEVA 3’YÊ SIBATA 2025’AN
02/02/2025
16:22 ‘Yên çareseriyê dixwazin bila êrişan bidin sekinandin’
15:53 Berdan Ozturk: Hêviya me Abdullah Ocalan e
15:05 Ji bo Werîşê Mûradî û Pexşan Ezîzî ji NY’ê re name hate şandin
14:29 FÎSA: Di 2024’an de 77 zarok ji ber sedemên dikariyan pêşî lê were girtin mirin
14:28 ‘Abdullah Ocalan 26 sal in çareseriyê pêşniyar dike’
13:56 Tulay Hatîmogûllari: Birêz Ocalan gav avêt, dora dewlet û îktîdarê ye
13:43 Rêxistina Navçeya Navendî ya DEM Partiyê ya Şirnexê kongreya awarte lidar xist
13:37 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Bila dewlet gavan biavêje
12:22 HSD: Herî kêm 4 çete hatin kuştin
11:42 Hêzên Ewlekariya Hundirîn: Di êrişa li dijî Aşmê de 10 sivîl birîndar bûn
11:30 Nobeta li Bendava Tişrînê di roja 26’an de didome
11:06 Kovara Jinê bi manşeta ‘Jin û Veguherîna Civakî’ derket
11:05 Di 2 salan de li Hatayê tenê dem guherî
10:30 Hevalê Bavê Teyar: Bû stêrkek û rê nîşanî me dide
09:49 Hevserokê Meclisa Ermenan: Em di pergala neteweya demokratîk de azad dijîn
09:41 Rojbîn Bor: Em li Rojava xwedî derkevin
09:28 Welatiyên Enqereyê: Navnîşana çareseriyê Meclis e
09:09 Termînala hîmê wê 18 sal berê hatiye danîn hêj nehatiye vekirin!
09:00 ROJEVA 2’YÊ SIBATA 2025’AN
08:54 Li Kobanê malek hat bombebarankirin: 7 jê zarok 10 kes birîndar bûn
01/02/2025
16:06 Çalakiya nobedê ya li dijî qeyûm didome
15:27 Xizmên Windayan: Em ê dest ji edaletê bernedin
15:14 Hamasê 2 dîlgirtiyên Îsraîlî yên din jî berdan
15:07 MSD ji bo jinûveavakirina Sûriyeyê civiya
15:03 Rozerîn Kûrt a infaza wê hatibû taloqkirin hat tahliyekirin
13:54 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Bedirhan Tuysuz pirsîn
13:51 Li Sêrtê qeyûm hat protestokirin
12:06 Qeyûmê Êlihê 19 kesên din jî ji kar derxistin
10:38 Li Amerîkayê helîkopterek ket xwarê
10:33 Li Behra Egeyê li ser hev erdhej çêbûn
10:30 Li Cizîrê zarokek hat kuştin
10:22 Sabrî Ok: Ger şert û merc neguherin wê gav neyên avêtin
10:15 Karamûs: Abdullah Ocalan xwedî hêza çareserkirina pirsgirêkê ye
09:11 Li Gabarê lêgerîna li petrolê kaniya hezar salî ziwa kir
09:03 Li Iraqê di nava 4 mehan de 7 partî û saziyê kurd hatin girtin
09:01 ROJEVA 1'Ê SIBATA 2025'AN
31/01/2025
20:49 Der barê rojnamevanan de biryara tehliyeyê
19:53 Êrişî gundên Bakur û Rojhilata Sûriyeyê tê kirin
18:38 Gulistan Kiliç Koçyîgît: Ger hûn çareseriyê dixwazin, dest ji sepandinên faşîst berdin
16:13 Gundên Zirganê tên bombebarankirin
16:09 65 rewşenbîrên Sûriyeyî banga ‘pergala nenavendî’ kirin
15:43 ‘Çalakiyên Aştiya Civakî û Azadiyê’ sibe dest pê dikin
15:24 Ji Şandeya Îmraliyê Pervîn Buldan bi girtiyên jin ên siyasî re hevdîtin kir
14:43 Serokwekîla Koma DEM Partiyê li Sêrtê diaxive
14:10 Li dijî xespkirina îradeyê banga têkoşîna hevpar
13:41 Şîna Zehra Sebatê bi girseyî hate ziyaretkirin
13:41 Li Edeneyê ji bo kampanyaya ‘Ji bo aştiyê mîlyonek îmze’ bangewazî
13:39 Li Sêrtê li dijî qeyûm meş hat lidarxistin
13:15 Pispor: Îdia rast nîne, Zeydan 13 km’an dûrî cihê herêma qedexe bû
12:22 Îfadeya Îmamoglû bi dawî bû
12:20 Li Miksê protestoya rê: Esnafan dikanên xwe venekirin
12:17 Ji 7 bajaran welatiyan berê xwe dan Bendava Tişrînê
12:16 Li Sêrtê 6 binçavkirî hatin berdan
12:03 Malbatên xizmên xwe di şer de winda kirin ji bo pêvajoyê çi dibêjin?
11:01 Ji Elewiyan panela ‘aştiyê’: Peyama Abdullah Ocalan hate parvekirin
11:00 Rêveberê payebilind ê El Qaîdeyê li Sûriyeyê hate kuştin
11:00 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
10:59 Daxwaza girtiyê nexweş Guler a erebeya astengdaran hat redkirin
10:16 Nêrgiz Mihemedî: Têkoşîna li dijî darvekirinê berpirsyartiyeke exlaqî ye
10:11 Hevserokê KNK’ê Karamus: Yekitî ji bo Kurdan mecbûriyete
10:01 Remzî Kartal: Heta sedemên çekdarbûnê ji holê neyên rakirin çek nayên berdan
09:40 'Meseleya kurd ne ew meseleye ku mirov wê daxîne asta çekê'
09:05 Prosedurên fermî yên ji bo 'Stargeha Jinan' temam bûn
09:02 Beriya bimire navê kiryar got: Kiryar serbest e, lê îdianame nehatiye amadekirin
09:01 Banga ji bo konsera 34'emîn salvegera NÇM'ê
09:00 ROJEVA 31’Ê ÇILEYA 2025’AN
30/01/2025
19:57 Li Wanê li dijî êrîşan daxuyanî
19:25 Meşa Dirêj di roja 10’an de gihîşt Parîsê
19:18 Li Sêrtê qeyûm bi meşeke girseyî hat protestokirin
18:34 Dersîm Dag serbest hat berdan
16:37 Ayşegul Dogan ji berdevkê AKP’ê re got: Bila tecrîd rabe
16:13 Ji bo Tişrînê li ser sînorê Nisêbînê nobet tê girtin