NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarên Herêma Egeyê bi deh hezaran karker û kedkar beşdarî mitîngên 1’ê Gulanê bûn û peyama têkoşîna li dijî faşîzm, olîgarşî û kedxwariyê dan.
Mitînga 1’ê Gulanê Roja Yekitî, Têkoşîn û Piştevaniyê ya Navneteweyî ya Îzmîrê ku ji hêla Komîteya Amadekar a 1’ê Gulanê ve hate organîzekirin, li Qada Gundogduyê ya Konakê hat lidarxistin. Sendîka, partiyên siyasî, rêxistinên ekolojiyê û rêxistinên civaka sivîl ji Qada Cumhuriyetê, Bendergeha Alsancakê û Qada Basmaneyê ber bi Qada Gundogduyê ve meş li dar xistin.
Di dema meşê de pankartên “Gotina ku em bikni, hêza me ya guhertinê heye”, “Rizgarî di têkoşîna sosyalîst de ye”, “Israra di sosyalîzmê de israra di azadiya keda jinê de ye” hatin hilgirtin û dirûşmên “Em ê nebin xulamên AKP û sermayeyê” û “Yên hildiberînin em in, yên birêve dibin jî dê em bin” hatin berzkirin. Wekîlên DEM Partiyê Burcu Gul Çubuk û Îbrahîm Akin, wekîlê CHP’ê Alî Mahîr Başarir û bi deh hezaran welatî tev li bûn.
Di mitîngê de ji ewil Nûnerê Turk-Îş’ê yê Egeyê Hayrettîn Çakmak axivî û got ku ew mercên xebatên yên însanî û mafên sendîkayî dixwazin.
'LI DIJÎ KEDXWARIYÊ DEMA BERXWEDANÊ YE’
Li ser navê Komîteya Amadekar jî Nûnerê DÎSK’ê yê Herêma Egeyê Memîş Sari axivî û got ku 1’ê Gulanê sedan sala ye bûye sembola têkoşînê. Sari, anî ziman ku ew ji bo avakirina pergaleke ku xweha eniyê biqîmet tê dîtin û kedxwarî nayê kirin li qadan e. Sari, got: “Li dijî faşîzmê, olîgarşiyê û kedxwariyê divê em bibin yek û dema berxwedanê ye.”
Piştî axaftinan, mitîng bi konsera Îlkkay Akkaya bi dawî bû.
MANÎSA
Platforma Ked Demokrasî û Aştiyê ya Manîsayê jî li Qada Cumhuriyetê ya li navçeya Yunusemre mitîng li dar xist. Bi hezaran kesên li pêşiya Mizgefta Sultanê kom bûn, bi pankart û dirûşman meşiyan. Di mitîngê de li gel bi hezaran welatiyan, her wiha şaredarên Bajarê Mezin ê Manîsayê û çavçeyên Şehzadeler û Yunusemreyê, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl jî tev li bûn.
Di axaftinên li qadê de axêveran bal kişandin ser têkoşîna mafan a karkeran û girîngiya piştevaniyê vegotin. Pîrozbahî, bi stranan û gerandina govendê bi dawî bûn.
AYDIN
Li Bazara Efekentê ya navçeya Efeler a Aydinê jî mitîng hate lidarxistin. Li gel bi hezaran karkeran, her wiha partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl jî tev li bûn. Mitîng, bi pêşengtiya Platforma Ked û Demokrasiyê ya Aydinê ve hat lidarxistin. Girse, ji ewil li Qada Malazgîrtê kom bû û ber bi qadê ve meşiya. Di meşê de dirûşmên “Ji bo azadiya kedê, aştî û civaka demokratîk” û “Pergaleke din a tenduristiyê pêkan e” hatin hilgirtin.