ENQERE - Li gorî rêza “Îndeksa Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê” ya RSF’ê, Tirkiye di kategoriya “Pir xeternak” de cih digire.
Rojnamegerên Sînornenas ên Navneteweyî (RSF) rêza “Îndeksa Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê” aşkera kir. Li gorî vê yekê; di nava 180 welatan de Tirkiye di rêza 159’emîn de cih digire. Tirkiyeyê di sala 2024’an de di rêza 158’emîn de cih digirt û îsal rêzekê paş ket.
Li gorî RSF’ê Tirkiye jî di nava kategoriya “Pir xeternak” de cih digire. Ev kategorî, ji bo 42 welatên ku azadiya çapemeniyê hema hema qet lê tune ye û karê rojnamegeriyê lê xeternak e. Tirkiye jî di vê kategoriyê de cih digire.
Di rêza “Îndeksa Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê” de Norweç di rêza 1’emîn de, Estonya di rêza 2’yemîn, Hollanda di rêza 3’yemîn, Swêd di rêza 4’emîn û Fînlandiya jî di rêza 5’emîn de cih digire.
Daxuyaniya RSF’ê wiha ye: https://rsf.org/en/index