AMED - Hevberdevka Komîsyona Zarokan a DEM Partiyê Bêrîtan Guneş piştî danişîna doza qetilkirina Narîn Guranê axivî û got: “Avakirina civaka demokratîk, rêya çareseriya sûcên li dijî jin û zarokan e.”
Zaroka 8 salî Narîn Guran di 21’ê Tebaxa 2024’an de li gundê Çûlî yê navçeya Sûrê ya Amedê winda bû û 19 roj piştre cenazeyê wê hate dîtin. Danişîna 3’yan a doza duyemîn a cînayeta Narîn Guranê, li 17’emîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Amedê hat lidarxistin. Di danişînê de ji bo bersûcên girtî biryar hate dayin ku rewşa wan a girtî bidome û doz taloqî 30’ê Gulanê hate kirin.
Piştî danişîna dozê, Hevberdevka Komîsyona Zarokan a DEM Partiyê BÊrîtan Guneş li pêşiya edliyeyê daxuyanî da. Bêrîtan Guneş, got ku danişîn pir lez pêş dikeve û got: “Di du danişînan de me şahid û bersûc li hundir guhdarî dikir lê îro serokê dadgehê em ji eywanê derxistin. Di danişînan de pirsgirêk nebû lê belê bi hinceta ‘zaroka hene’ nehiştin em ev danişînê bişopînin. Ev nakokî ye. Lê dîsa ji ber ku yên tên darizandin zarok in, em rêzê ji bo vê biryarê digirin.”
‘CIVAKA DEMOKRATÎK ÇARESERIYA PIRSGIRÊKÊ YE’
Bêrîtan Guneş, bi bîr xist ku li Şirnexê mamosteyek ji ber sûcê tacîzkirina 43 zarokan tê darizandin û got: “Di doza tacîzkirina 43 zarokan a li Şirnexê de cezayê bersûc hate betalkirin. Ev biryar, encamên zirxê necezakirinê yê di sûcên li dijî zarokan de ne. Heta ku di sûcên li dijî zarok û jinan de darizandina pêwîst neyê kirin, civak ji vê bandor dibe. Avakirina civaka demokratîk, li dijî sûcên li dijî zarok û jinan rêya çareseriyê ye. Weke DEM Partiyê em ê civaka demokratîk li gel zarokan ava bikin.”