AMED - Di danişîna doza qetilkirina Narîn Guranê de ku xizmên wê tên darizandin, biryara berdewamkirina rewşa girtî hate dayin û doz taloqî 30’ê Gulanê hate kirin.
Zaroka 8 salî Narîn Guran di 21’ê Tebaxa 2024’an de li gundê Çûlî yê navçeya Sûrê ya Amedê winda bû û 19 roj piştre cenazeyê wê hate dîtin. Danişîna 3’yan a doza duyemîn a cînayeta Narîn Guranê, li 17’emîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Amedê hat lidarxistin.
Di dozê de dotmama Narîn Guranê ya bi navê Bîrsen Guran, mamê wê Fûat Guran, jinmama wê Maşallah Guran, hevjînê meta wê Mehmet Şevket Kaya, kurmetê wê Muhammed Kaya û karkerê Salîm Guran ê bi navê Mehmet Selîm Atasoy weke gumanbarên girtî; keçmeta Narîn Guranê ya bi navê Şeyma Kaya, jinmama wê Hediye Guran, mamên wê Îbrahîm Halîl, Bariş, Kurtuluş û Omer Faruk Guran û zarokên bi navên R.A. (16), M.G. (16) û Î.K. (17) jî weke bersûcên negirtî tên darizandin.
Ji bilî bersûcan û parêzer û xizmên bersûcan destûr nehat dayin tu kes têkeve eywana danişînê. Danişîn, bi tespîtkirina nasnameyan dest pê kir.
Dozger, mutalaaya xwe ya di 29’ê Nîsanê de dabû dîsa dubare kir û 6 jê girtî û 3 jê zarok bi giştî ji bo 15 faîlan ji 6 mehan heta 5 salan cezayê hefsê xwest. Dozger, xwest ku rewşa girtî ya bersûcan bidome.
Li bendê bû ku parêzerên bersûcan li dijî mutalaayê parastinê bikin lê hincet nîşan dan. Parêzeran, li dijî rewşa girtî parastin kirin.
Şandeya dadgehê piştî parastinan biryara xwe da. Şandeyê biryar da ku rewşa girtî ya bersûcan bidome û doz taloqî 30’ê Gulanê kir.