Banga ‘Bila Kurdî bibe zimanê fermî û yê perwerdehiyê’ kirin

img
NAVENDA NÛÇEYAN - DBP, DEM Partî û ÎHD’ê bi boneya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî daxuyanî dan û xwestin ku Kurdî bibe zimanê fermî û zimanê perwerdehiyê. 
 
Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) bi boneya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî daxuyaniyên nivîskî dan û xwestin Kurdî bibe zimanê fermî û zimanê perwerdehiyê. 
 
Daxuyaniya Lijneya Rêveberiya Navendî ya DBP’ê wiha ye: “Cejna Zimanê Kurdî, ne tenê di warê ziman de, di heman deme de di warê berxwedana çandî û siyasî de wek nîşaneya têkoşîna hebûnê di rojeva gelê Kurd de cih digre.  Lewre, ji destpêka sedsala yekemîn a komarê heya niha di bin siya feraseta yekperest de zimanê Kurdî tune hat hesibandin. Bi polîtîkayên bişavtin û înkarê li ser zimanê Kurdî qedexe, sansur, astengî bi rêk û pêk ketin meriyetê. Înkarkirin û dijminatiya ku li dijî zimanê Kurdî meşiya, di her kêliyên dîrokê de ji aliyê destilatdariyên siyasî ve wek polîtîkeyeke dewletê xwe gihand sedsalan duyemîn. Qebûlnekirina perwedeya bi zimanê dayikê jî nîşaneya herî berbiçav a vê konsepta înkarê ye. Ev konsept di heman demê nîşaneya dijmintiya li dijî nasnameya Kurd û nasnameya gelan e.
 
Li hember înkar û bişavtina sed salî, zimanê Kurdî xwe têkoşîna hebûnê heya îro meşand. Bêguman di bingeha vê têkoşînê de berdilên giran, dilsoziyeke netewî û helwesta azadiyê cih digre. Lê, em dibêjin ‘ne bes e.’ Divê ev têkoşîne pêl bi pêl mezin bibe da ku zimanê Kurdî û tevî zimanên gelan bibin xwedî pêşerojeke azad. Ji ber vê yekê wekî her demê em car din diyar dikin ku; ziman bîr e, çand e, dîrok û nişaneya hebûnê ye. Xwedîderketina zimanê dayikê, parastina nirxên hebûnê ye. Pêşerojeke hevpar, wekhev û azad bi naskirina zimanên dayikê yên gelan pêkan e. Têkoşîna ku îro gelê Kurd ji bo zimanê xwe dimeşîne, di heman demê de ji bo parastina tevî zimanên dayikê têkoşîneke hevpar e. Her wiha, axaftin û perwerdeya bi zimanê dayikê jî mafê herî jiyane ye. Em vê daxwaza rewa bi mabesta vê rojê wek bangeke civakî car din tînin ziman!
 
Ji bo avakirina pêşerojeke ku em bi zimanên xwe yên dayikê bijîn, divê ev têkoşîn pêl bi pêl li her parzemînên cîhanê belav bibe. Bi vê hêviyê em car din 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî pîroz dikin û ji heft salî heya heftê salî bang li her kesan dikin ku xwedî li zimanê xwe û pêşeroja xwe derbikevin.”
 
DEM PARTÎ
 
Hevberdevkên Komîsyona Ziman, Çand û Hunerê ya DEM Partiyê Cemîle Turhalli û Heval Dilbahar jî daxuyaniyeke nivîskî dan û gotin: “15’ê Gulana 1932’yan rewşenbîrê Kurd Celadet Alî Bedirxan û hevalên xwe li Şamê Kovara Hawarê weşandin. Ev roja dîrokî di sala 2006’an de weke Cejna Zimanê Kurdî hate îlankirin û ji wê salê ve ye tê pîrozkirin. Kurdên li çar aliyên cîhanê vê cejna xwe ya neteweyî bi coş û kelecaneke mezin, bi hişmendî û giyanê têkoşîna parastin û pêşvebirina zimanê Kurdî pîroz dikin.
 
Di sedsala 21’emîn de ji ber polîtîkayên yekparêz û netew-dewletê, gelek welatên cîhanê veguherîne goristana zimanan. Pergala netew-dewletê ya ku neyarê demokrasiyê ye, bi polîtîkayên qirkirina çand û zimanan jiyana yekzimanî li ser gelan ferz kiriye. Bêguman Kurdan bi tu awayî destûr nedane ku ev polîtîkayên yekzimanî pêk bên û zimanê Kurdî ji holê bê rakirin. Gelê Kurd her tim ji bo parastina zimanê xwe li ber xwe daye û tu car nehiştiye ku zimanê Kurdî were jibîrkirin. Li hember hemû polîtîkayên tunekirinê, gelê Kurd, bi daxwaza azadiya çand, ziman û nasnameya xwe têkoşîna parastin û pêşvebirina nirxên xwe yên neteweyî kiriye û vê têkoşînê hîna jî didomîne.
 
Birêz Abdullah Ocalan jî bi taybetî diyar dike ku ‘Meseleya zimanê dayikê qasî nan û avê girîng e. Tu zimanê dayikê hîn nebî, perwerdeya wê nebînî tu nikarî rast û baş bifikirî, nikarî hilberînî, wisa li te tê wek ku mejiyê te miriye. Ziman veguhezêrê destpêkê û sereke yê civakîbûyînê ye. Xwedîlêderketina ziman û çanda xwe, pêşvebirina wan pêwistiyeke mirovbûnê ye. Yên ku nikaribin li zimanê xwe xwedî derkevin nikarin li tu tiştî xwedî derkevin. Yên ku zimanê xwe nezanibin û bi pêş ve nebin nîvmirov dimînin; nikarin bi tu kesan re rast û durist têkiliyan jî daynin û bi pêş bixin. Ji ber ku ziman û çanda me hatine qedexekirin me têkoşîneke mezin meşand. Xwedîlêderketina li ziman û çanda xwe peywira hemû kesan e.’
 
Îro bi milyonan zarokên Kurd ên ku li vî welatî dijîn, ji mafê xwe yê perwerdeya bi zimanê dayikê bêpar in. Halbûkî ev maf, mafê bingehîn û gerdûnî ye û bi gelek peymanên navnetewî hatiye misogerkirin. Ji ber ku dewleta Tirkiyeyê li gorî peymanên gerdûnî yên ku imze kiriye tevnagere, ev helwesta rayedarên Tirkiyeyê dibe sedema pirsgirêk û aloziyên civakî. Heta ku hemû maf û azadiyên gelê Kurd ên çandî, zimanî û nasnameyî ku mafên herî rewa û bingehîn in, bi zagonan neyên mîsogerkirin, gelê Kurd dê li hemû qadên jiyanê di têkoşîna xwe ya çand, ziman û nasnameya azad de biryardar be. 
 
Ziman nîşaneya nasname û statuya sîyasî ya gelan e. Ji ber vê jî, pêwist e zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û perwerdeyê. Gelê me dê ji bo ku qedexeyên li ser zimanê Kurdî bi dawî bikin û perwerdeya bi zimanê dayikê bi zagonan were mîsogerkirin têkoşîna xwe xurt bike, pêşî li xwebişaftinê bigire û rê nede polîtîkayên bişaftinê.
 
Cejna Zimanê Kurdî dê li hemberî polîtîkayên bişaftinê û qirkirinên çandî, zimanî û civakî, bibe destpêka gavên şoreşgerî û çavkaniya hişmendî, hebûn û xwebûnê. Bi diruşma; ‘Statuya Kurdî, Perwerdehiya Kurdî’ em Cejna Zimanê Kurdî li Celadet Alî Bedirxan û hemû heval û hogirên wî û hemû xîretkêş û xebatkarên zimanê Kurdî pîroz dikin.” 
 
ÎHD
 
ÎHD’ê jî di daxuyaniya xwe de diyar kir ku divê Kurdî xwedî statuyeke fermî be û got: “Hewceye astengiyên li pêşiya Kurdî bên rakirin. Em li gel wê ne ku her kes zimanê xwe bi awayekî azad biaxive, bi zimanê dayika xwe perwerde bibin û hemû astengiyên li pêşiya zimanê dayikê bên rakirin. Em ji bo vê têdikoşin. Cejna Zimanê Kurdî pîroz be.” 
 

Sernavên din

09:05 Li Edeneyê posterê Abdullah Ocalan hate hilayistin
09:03 ‘Divê dewlet bi lezgînî gav bavêje’
09:02 Di dema agirbestê de birayê wî jiyana xwe ji dest da: Êrîş baweriyê kêm dike
09:01 ROJEVA 15’Ê HEZÎRANA 2025’AN
14/06/2025
16:53 Êrişên Îsraîlê berdewam in: 3 zanyar hatin kuştin
16:35 PJAK’ê der barê Îranê de daxuyanî da: Azadî di têkoşîna demokratîk a gel de ye
16:01 Li Pirsûsê ji bo Altûn û Kaytan merasîma bibîranînê li dar ket
15:32 Bayindir: Bila dewlet dev ji helwestên êrişkar berde
14:46 Li Îzmîrê agir bi daristanê ket
14:27 Dayikên Şemiyê aqûbeta Nûrettîn Çûr pirsîn
14:21 Girtiyê ku tehliyeya wî 5 caran hatibû taloqkirin tehliye bû
14:17 Ji bo jinên girtî kartên piştgiriyê
14:06 Çalakiya KHK: Divê li welat aştî pêk were
13:54 Ji xizmên windayan banga ‘rûbirûbûnê’
13:09 Îran: Beşdariya me ya guftûgoyan ne diyar e
13:01 Şenyaşar hatin bibîranîn: Divê ji bo aştiyê gav bên avêtin
12:51 Di êrîşa li dijî Tebrîzê de 2 fermandarên Îranê hatin kuştin
12:42 Bakirhan: Hevdîtina Ocalan a bi lîderên Kurd re dê pêvajoyê xurt bike
11:56 Serokê komeleyê di êrişa bi çek de jiyana xwe ji dest da
11:44 Li Îranê Serfermandarê Giştî yê Artêşê hate tayînkirin
11:38 Li Şirnexê li hemberî îstîsmara zayendî bertekên hevpar: Bila kiryar bên cezakirin
11:20 Îranê Tengava Hurmuzê girt
11:18 Serokên Baroyên 15 bajaran ji bo rojevê dê biçin Enqereyê
10:59 Gerry Adams piştgirî da Ocalan: Azadiya wî mijareke jiyanî ye
10:41 Dê Xelatên Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz bê lidarxistin
10:32 Welatiyên Tirkmen pêvajo nirxandin: Em bi Abdullah Ocalan bawer in
10:30 Dr. Yildiz Onen: Divê mafên penaberan bên qebûlkirin
09:41 Wesayîta karkeran qeza kir: 20 karker birîndar bûn
09:34 Welatiyên Mexmûrê piştgirî dan banga Ocalan: Divê firsend ji dest neçe
09:34 Îranê bi fuzeyan êrîşî Îsraîlê kir
09:02 Welatiyên Dêrsimê: Bila êrîş rawestin, meclîs komîsyonê ava bike
09:01 Di vê pêvajoyê de azmûna desthilatdariyê: Rêveberiyên herêmî
09:00 ROJEVA 14'Ê HEZÎRANA 2025'AN
13/06/2025
22:49 7’emîn Rojên Ma Musicê di roja 2’yan de domiya
22:34 Îranê bi fuzeyan êrişî Îsraîlê kir
22:25 Netanyahu: Êriş dê bidomin, Îran dê bersivê bide
22:12 Êrişên Îsraîlê didomin: Li Tehranê dengê teqînan
22:02 Reyhan Hacioglû ji girtîgehê derket: Dê li cihê min hiştibû bidomînim
21:53 DEM Partî: Êrişên Îsraîlê zirarê didin gel û sivîlên herêmê
21:48 Netanyahu bi Trump û Putîn re hevdîtin kir
21:41 Enqere bi rojeva êrişên Îsraîlê civiya
21:33 Ekîncî ku piştî 30 salan hatibû berdan, jiyana xwe ji dest da
21:18 Konseya Ewlekariyê ya NY’ê li ser daxwaza Îranê dê îro bicive
17:59 Êrişên li dijî Îranê: 78 kes mir û 329 kes birîndar bûn
17:55 KCK’ê têkildarî êrişên Îsraîlê daxuyanî da
16:06 Li Pirsûsê hevdîtina DEM Partiyê ya bi cotkaran re: Em bi berhemdêran re ne
16:05 Bakirhan dê biçe serdana partiyên siyasî
16:04 Bexdayê hemû rêyên ber bi Herêma Kesk ve diçin girt
15:54 Erdogan: Îsraîl, herêmê ber bi felaketê ve dibe
15:48 Ji bo mexdûrên şewatê komîsyona piştevaniyê hate avakirin
15:43 Lîderên 3 welatan bi rojeva Îranê hevdîtin kirin
15:27 Pezeşkiyan: Em ê bersiveke xurt û dijwar bidin
15:06 Bernameya Hefteya Koçberiyê aşkera bû: Vegerin xaka xwe
14:57 Kakşar Oremar: Ev êriş ji bo Îran dev ji hilberandina çekên nukleerî berde hate kirin
14:26 Li Şirnexê şewat derket
14:24 Li Şemrexê şewat: Li cihekî hate tefandin li cihekî dîtir derket
14:05 Ji Trump daxuyaniyeke nû: Êrişên din dê bêrehmtir bin
13:51 Li Sûriyeyê çi diqewime?
13:50 Der heqê girtiyên li Herêma Federe ya Kurdistanê agahî hatin xwestin
13:27 Îsraîl: Qonaxa ewil a êrişan temam bû
13:26 Rojnameger Reyhan Hacioglû tehliye bû
12:45 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
12:45 Îranê banga civîna lezgîn li NY’ê kir
12:43 NATO: Êrişa Îsraîlê ya li dijî Îranê yekalî ye
12:21 Prof. Kotharî: Divê berê me li Abdullah Ocalan be
12:03 Ji bo tundiya li rojnamegerên jin hatiye kirin biryara neşopandinê hat dayin
11:48 Li Îranê li şûna kesên hatin kuştin hin kesên nû hatin wezîfedarkirin
11:23 Tirsa desthilatan mafên bingehîn ên gelan e: Zimanê dayikê
11:13 Li Şemrexê agir bi daristanê ket
11:12 Li Miksê zarokekî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
11:07 Li Sêwasê erdhej çêbû
11:06 Tirkiyeyê bertek nîşanî êrişên Îsraîlê da
11:06 Qeyûmî civaknas ji bo paqijkirina daşiran peywirdar kir!
10:36 Îranê muzakereyên bi DYA’yê re da sekinandin
10:32 Michael Hardt: Ez biryara Ocalan pîroz dikim û piştgiriyê didim
10:31 Rêveberê Odeya Bazirganiyê ya Rihayê: Ji bo pêşeroja xwe em piştgiriyê didin pêvajoyê
09:57 Dayikên 3 jinên li Silopiyayê hatine qetilkirin: Divê Abdullah Ocalan azad bibe
09:36 Dê ciwan di konferansa ‘Civaka Demokratîk’ de bicivin
09:30 Îsraîl: Îranê ji bo êrişê zêdetirî 100 balafirên bêmirov ên biçek şand
09:04 Trump: Heke bersiv were dayin em ê Îsraîlê biparêzin
09:04 Iraqê qada xwe ya hewayî ji hemû balafiran re girt
09:02 4 rojnameger hatin binçavkirin
09:01 ‘Li gorî nêrîna çep modela herî zêde hêviyê dide Rêveberiya Xweser e’
09:00 Welatiyên Enqereyê têkildarî pêvajoyê çi difikirin?
09:00 ROJEVA 13'Ê HEZÎRANA 2025'AN
08:48 Kesên di êrişa Îsraîlê de hatine kuştin
08:38 Ji DYA’yê daxuyaniya ewil: Di operasyonê de rola me tune ye
08:37 Netenyahu: Heta gef ji holê tê rakirin dê operasyon bidome
08:34 Li Îsraîlê rewşa awarte hate ragihandin
08:33 Îran: Îsraîlê ji bo xwe dawiyeke biêş amade kir
08:19 Îsraîlê êrişê Îranê kir: Serfermandarê Giştî Bakirî hate kuştin
12/06/2025
16:41 Li Xelfeliyê rojên pirtûkan dest pê kir
16:24 Ahmet Tekîn piştî 31 salan hate berdan
16:14 Li Qoserê trafo teqiya: 115 gund bê ceyran man
16:09 BÎSAM: Sînorê xizaniyê 81 hezar û 686 TL ye
16:00 Navê Onder li Stenbolê li parkekê hate kirin
15:47 Komîsyona Zarokan a DEM Partiyê ya Amedê hat avakirin
15:31 ÎHD’a Colemêrgê banga berdana girtiyên nexweş kir
14:25 Ji bo endamê HPG’ê Kocaman şîn hate danîn
14:06 Ji HPG'ê daxuyaniyeke girîng: Artêşa Tirk bi hemû cureyên çekan êrişên xwe didomîne