ÎZMÎR - Li taxa Yenîkoy a girêdayî navçeya Foça ya Îzmîrê, agir bi daristanê ket. Bi tesîra bayê ve agir gur bû û avêt taxa Ilipinarê. Gerînendeya Herêrêmê ya Daristana Îzmîrê, 4 balafir, 6 helîkopter, 25 avreşok, 7 tankêrên avê, 4 dozer ji bo midexileya agir sewqî cihê şewatê kir.