PARÎS - Koma Ma’yê di 4'emîn Mîhrîcana Çanda Kurd a Parîsê de konserek da û ji bo kampanyaya "Milyonek pirtûk, milyonek zarok" bang kir.
4’emîn Mîhrîcana Çanda Kurd ku li paytexta Fransa Parîsê hate lidarxistin bi konsera Koma Ma’yê bi dawî bû. Ji ber astengiyên 'vîzeyê' hemû endamên Koma Ma’yê tevlî nebûn. Di konserê de, xebatên di bin sîwana Akademiya Muzîkê ya Ma de hatin meşandin, ji Konservatuara Aram Tîgran destpê kir, hatin vegotin. Konsera Koma Ma’yê rastî eleqeyeke mezin hat.
Piştî konserê koordînatorê Ma Musicê Şêrko Kanîwar axivî û diyar kir ku kampanyaya wan a "Milyonek pirtûk, milyonek zarok" li Ewropayê jî dewam bike û banga piştgiriyê li hemû kesî kir.