STENBOL- Hevseroka Giştî ya DEM'ê Tulay Hatîmogullari di civîna Enternasyonala Sosyalîst de peyama Abdullah Ocalan parve kir û wiha got: "Ev bang hem ji bo Tirkiyeyê ye, hem jî ji bo mezinkirina têkoşînê bi perspektîfeke enternasyonala sosyalîst a li seranserê cîhanê ye."
Civîna Konseya Enternasyonala Sosyalîst li Stenbolê dewam dike. Tulay Hatîmogullari di civînê de endamê Komîteya Îmraliyê DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder ku di 3 'ê Gulanê de jiyana xwe ji dest da bi bîr anî û wiha got: "Ez Sirri Sureyya Onder ku yek ji kesayetên girîng ên têkoşîna sosyalîst û sembola têkoşîna aştiyê ya Tirkiyeyê ye, bi bîr tînim."
HIŞYARIYA RISKA MEZIN
Tulay Hatîmogullari bal kişand ser şer û pevçûnên li herêmê û wiha axivî: "Em hemû bi giranî hîs dikin ku rîsk û dînamîkên karesatê yên mezin çiqasî nêzî hev in û lezgîn in. Bi rêya mîrasa xedar a mêtîngeriyê ku ji sedsala 20'an derbasî sedsala 21'an bûye, Ûkrayna, Rûsya, Sûriye, Lubnan, Gazze, Fîlîstîn û gelek welatên herêmê di bin bandora şer û pevçûnan de ne û di encamê de bi milyonan mirovan xwe neçar dîtin ku koçber bibin."
Hatîmogullari da zanîn ku HTŞ li Sûriyeyê erîşî bawerî û netewên din dike û wiha got: “Li Sûriyeyê rejim guherî, HTŞ ku berdewama El Nûsra û El Qaîdeyê ye rêveberiya Şamê bi destxist. Ev hikûmet nikare ewlehiya Sûriyeyê û demokrasiyê pêk bîne. Durzî û Erebên Elewî hatin qetilkirin. Erebên Elewî hatin rewandin û di bazarên koleyan de hatin firotin. Êrîşî xristiyanan û cihên wan pîroz kirin.”
Hatîmogullari qetlîamên li Filistinê tên jiyîn bi bîrxist û diyar kir ku li Filistinê trajediyeke mezin tê jiyîn.
PEYAMA OCALAN
Tulay Hatîmogullari bal kişand ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a 27’ê Sibatê kiribû û destnîşan kir ku tu ji bilî demokratîkbûyîna Tirkiyeyê tu alternatîf nîne û wiha got: Tulay Hatimogulları diyar kir ku Ocalan dixwaze hemû gel û baweriyên cuda yên li Tirkiyeyê dijîn, li ser bingeha welatîbûna wekhev bibin xwedî mafên xwe. Tulay Hatimogullari wiha got: "Dema ez çûm Îmraliyê bi awayekî zelal bi me re parve kir, ji aliyekî ve jî ev bang ew e ku bi perspektîfeke enternasyonala sosyalîst li cîhanê têkoşînê mezin bikin."
BIRYARÊN KONGREYA PKK'Ê
Tulay Hatîmogullari bi bîr xist ku PKK'ê piştî bangê kongreya xwe pêk anî û wiha got: "Em xwedî baweriyeke bê hempa ne ku ev noqteya dîrokî dê ne tenê Tirkiyeyê di heman demê de hemû herêmê rehet bike. Ji ber vê yekê, ez bi taybetî dixwazim balê bikişînim ser wê yekê ku em di vê mijarê da hêvîya piştgirî û piştgirîyeke pir xurt ji we dikin. Em di wê baweriyê de ne ku Tirkiyeyeke demokratîkbûyînê ku beşeke girîng a pirsgirêkên xwe yên navxweyî çareser kiriye, wê bi destekeke xurttir ji krîzên li herêmê rû didin re pêşengiyê bike. Di heman demê de gaveke ku wê siyaseta navneteweyî gelekî rehet bike ye.
JINÛVE KEVNEŞOPIYA PIŞTEVANIYÊ
Krîzên piralî yên global her ku diçe kûrtir dibin. Diyar e ku cîhaneke ku ji aliyê rastgiriya dûr û şovenîzmê ve hatiye avakirin, wê krîzên gelekî kûrtir derxe holê. Ji ber vê yekê divê em li hemberî van krîzên kûrbûyî bi modelên çareseriyê yên kûr û hevgirtî, her wiha rêbazên têkoşînê bi pêş ve biçin. Em di têkoşîna xwe ya li dijî rejîmên totalîter an jî neheqiyên civakî de li her platformê bi hev re disekinin; Em mil bi mil bi hevgiriyê ne. Di têkoşîna dijî kapîtalîzma karesatê, mêtingerî, dîktatorî, faşîzm û emperyalîzmê de em dikarin kevneşopiyeke du sed salî ya piştevaniyê ji nû ve şîn bikin; pêdiviya me bi vê heye.
BLOKA AŞTIYA NAVNETEWEYÎ
Em di pêvajoyeke welê re derbas dibin ku divê li dora bernameya maf û edaletê ya bindestan û kedxwaran têkoşîna aştiyê bilind bike. Hemû axaftvanan diyar kirin ku em di asta gerdûnî de bi rîskên şer re rû bi rû ne. Werin em bibin yek û bi hev re têkoşîna enternasyonalîst a ji bo aştiyê li her çar aliyên cîhanê bi rêxistin bikin. Pêwîstiya me hemûyan bi blokeke aştiyê ya navneteweyî ya li ser bingeha wekheviya gelên di şeran de herî zêde zerarê dibînin, ji Fîlîstînê heta Kurdistanê, ji Kongo heta Ûkraynayê heye.”