Kane: Ger li Tirkiyeyê Kurd azad nebin, kes ne azad e

  • cîhan
  • 10:31 25 Gulan 2025
  • |
img

ENQERE - Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Karkeran Guîllermo Kane diyar kir ku li Tirkiye yan jî Rojhilata Navîn azadiya rasteqîn bêyî azadiya gelê Kurd nabe û got, "Eger Kurd azad nebin, azadî û demokrasî jî ne mimkun e.”

 
Têkildarî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di 27'ê Sibatê de kiribû, dengvedan dewam dikin. Endamê Komîteya Navendî ya Partido Obrero (Partiya Karkeran) ku tevgereke sosyalîst a bi bandor a li Arjantîn û Latîn Amerîkayê aktîf e Gûîllermo Kane, têkildarî pêvajoyê nirxandinên xwe kir.
 
Kane, diyar kir ku gelên li dijî kapîtalîzm û emperyalîzmê têdikoşin nabe ku ji hev qut bibin û di navbera berxwedana gelê Fîlîstînê û têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd de pêwendiyeke yekser heye. Kane bal kişand ser tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nîşaneyeke şênber e ku li Tirkiyeyê demokrasiyeke rasteqîn nîne.
 
BERTEKA LI HEMBERÎ MUXALEFETÊ  
 
Kane rewşa mûxalefeta li Tirkiyeyê rexne kir û bi taybetî bibîr xist ku CHP a ku xwe weke partiya mûxalefeta bingehîn nîşan dide, bernameyeke veguherîna civakî pêşkêş nekiriye ku wê mêtîngeriya kapîtalîst û zilma neteweyî ya li gelê Kurd bifetisîne. Kane wiha axivî: "Pêşengiyeke bi vî rengî ji bo hevgirtina hemû gelên bindest ên li Tirkiyeyê bi sînor e. Ji ber ku CHP tenê armanc dike ku cihê Erdogan bigire, di heman demê de dixwaze piraniya cûreyên zordariyê bidomîne. Di hefteyên dawî de me dît di nava nifşekî ciwan ê li dijî Erdogan de girseyeke krîtîk derket holê. Divê ev nifşê ciwanan bi çîna karker ku mutekîkek xwezayî ya gelê Kurd e, bibe yek. Ev pêşketin erênî ye û dikare rejîma zordar têk bibe. Heger muxalefet dikare bê zindanîkirin (Abdullah Ocalan yek ji mînakên herî demdirêj ên vê yekê ye), û eger encameke hilbijartinê ya ku Erdogan hezjê nake bi rêya darazê betal bibe, ev tê wê wateyê ku demokrasîyeke rasteqîn nîne. Ev tevgera ku li kolanan hêza xwe mezin dike, divê encamên rast ji çalakiyên xwe derbixe.”
 
'ÇALAKIYÊN BINDESTAN REWA NE'
 
Kane da zanîn ku tevî hikûmeta Serokdewletê Arjantînê Javîer Mîley ew heyetên ji tevgera Kurd di Kongreya Neteweyî de qebûl dikin û anî ziman ku ew azadiya Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî dixwazin. Kane bibîr xist, ku ji bo siyasetmedarên di mehên dawî de ji ber tevlî xwepêşandanên siyasî bûne hatine girtin wan li ber Sefaretxaneya Bilind a Tirkiyeyê ya li Bûenos Aîresê du çalakiyên protestoyî lidar xistine û got, "Em hemû daxwazên şoreşger ên ji aliyê gelên bindest ve li dijî van dewletên zordar hatine kirin, rewa dibînin."
 
SÎNORÊN TÊKOŞÎNÊ
 
Kane anî ziman ku divê sînorên têkoşînê bi sînorên siyasî neyên destnîşankirin û wiha got: “Em têkoşîna rizgariya gelê Kurd weke yek ji mînakên mezin ên serdema modern pênase dikin. Li Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriyeyê, zilma li gelê Kurd tê kirin, taybetmendiya dewletên zordar ên ji aliyê hêzên emperyalîst ve tên destekkirin e. Ev dewlet daxwazên rastî yên demokratîk ên çîna karker û gelan difetisînin. Têkoşîna gelê Kurd, bi taybetî têkoşîna azadî û wekheviyê ya bi pêşengiya jinê, li gelemperiya cîhanê deng vedide. Jinên Kurd ji bo azadiya jinên Rojhilata Navîn sekneke mînak nîşan didin. Ev yek radixe pêş çavan ku çima têkoşîna gelê Kurd ji bo hevgirtina navneteweyî ewçend girîng e. Ji ber vê yekê, di navbera xebatên me de çêkirina piran girîng e. Divê sînorên siyasî têkoşîna me sînordar neke. Em bi gelê Kurd ê ji Arjantîn û Latîn Amerîkayê re di nava piştevaniyê de ne. Ji ber ku têkoşîna gelê Kurd di heman demê de têkoşîna me ye jî.”
 
TÊKOŞÎNA YPJ’Ê
 
Kane diyar kir ku Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) li Bakur û Rojhilatê Sûriyê şêwazeke şer a ku ji tevgerên jinan ên cîhanê re dibe mînak û diyar kir ku jinên Kurd dikarin di pêvajoyên şoreşê de bi rola pêşengiyê radibin û ji bo azadiya xwe dikarin li dijî serdestiya mêr têbikoşin. Kane wiha axivî: “Em di wê baweriyê de ne ku şoreşa jinê ya li Rojava parçeyek ji têkoşîna gerdûnî ya wekheviya zayendî ye. Ji ber vê yekê, tevî tevgera jinê ya li Arjantînê em hewl didin destekê bidin têkoşîna mafdar a jinên Kurd.”
 
Kane destnîşan kir ku ji bilî berxwedanê tu rê tû wiha got: “Bêyî azadiya gelê Kurd li Tirkiye yan jî Rojhilata Navîn azadiya rastîn nabe. Eger li Tirkiyeyê Kurd azad nebin, hingî li Tirkiyeyê ti kes azad nîne. Lê ne tenê kurd in; jin jî ne azad in. Eger jin azad nebe, hingî kes ne azad e. Eger li Tirkiyeyê gelê Kurd azad nebe, hingî li Tirkiyeyê demokrasî nabe.”
 
GUÎLLERMO KANE KÎ YE? 
 
Partido Obrero (PO) ku di salên 1960'î de li Arjantînê bi meyla Troçkîst ava bû, partiyeke sosyalîst e ku bi armanca bilindkirina têkoşîna şoreşgerî ya çîna karker a li Latîn Amerîkayê ye. Ji roja destpêkê ve li dijî krîzên binyadî yên kapîtalîzmê xwest xeta siyasî ya serbixwe ya çîna karker ava bike û bi xeta ku têkoşîna parlamenteriyê bi tevgerên kolanan ên milîtan re dike yek, bi pêş bikeve. Li gorî çavkaniyên fermî di sala 2021 'an de 26 hezar û 301 endamên wê hebûn. Yek ji lîderên PO Guîllermo Kane, hem bi nasnameya xwe ya akademîk hem jî bi têkoşîna xwe ya milîtanî tê naskirin. Kane di salên 2015 û 2021'an de jî weke endamê Meclîsa Eyaletê ya Bûenos Aîresê wezîfe kir.
 

Sernavên din

16:39 Li Sêrtê kesek di êrişa çekdarî de hate kuştin
16:04 Li Xozatê li dijî madenan meş hat lidarxistin
15:44 Çelîk ê piştî 30 salan hate berdan li Amedê bi coş hat pêşwazîkirin
14:19 Midaxileya Îsraîlê ya li dijî Madleenê sûcê li dijî mirovahiyê ye’
13:33 Di qezaya trafîkê ya li Îzmîrê de 5 kes mirin
12:42 Fîlozof Lowy: Fikrên Ocalan ên têkildarî dîrok û civakê pir xurt in
11:49 Der barê şewata li Amedê de geşedaneke nû
11:21 Ji Iraqê piştgiriya bo kampanyaya ‘Dixwazim bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikim’
10:48 Ocalan pênûs diyarî zarokan kir: Em jiyana nû ava dikin
10:32 Gel dixwazin bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin
10:02 'Behsa aştiyê dikin lê em hêj jî nikarin biçin gundên xwe'
09:54 Xwebûn bi manşeta ‘Perspektîfa serkeftinê’ derket
09:22 Roja Têkoşîna li Dijî Karkeriya Zarokan: Bila MESEM bên girtin
09:00 Parêzer Rihan Gok: 10'emîn Pakêta Darazê hewcedariyan bi cih nayne
09:00 Endamê SYKP Tûrgan: Pêwîstiya rêxistinên çep bi nûbûnê heye
09:00 ROJEVA 9’Ê HEZÎRANA 2025’AN
08:55 Ji Îmraliyê bo Akademiya Jineolojiyê name: Projeya min a nîvco maye, bi Jineolojiyê re meşiya
08/06/2025
17:29 Îsraîl ji bo keştiya alîkarî dibir Xazeyê kete nava tevgerê
16:54 Dayikên Aştiyê: Ji bo aştiya civakî em ê derî bi derî bigerin
16:07 Bakirhan li Qersê cejna welatiyan pîroz kir
15:45 Ji Ocalan peyama cejnê: Ez Cejna Qurbanê bêyî qurban li gelê me pîroz dikim
15:26 Dayikên Aştiyê: Dora gavavêtinê ya dewletê ye
14:45 Abdullah Ocalan piştî 26 salan cara yekemîn bi zarokan re hevdîtin pêk anî
14:41 Bîlançoya qezayên di 3 rojên cejnê de:26 mirî, 3 hezar û 590 birîndar
14:38 Malbatan ji bo cejnê serdana Îmraliyê kir
13:35 Berdana girtiyê 30 salî bi hinceta "rewşa wî ne baş e" hate astengkirin
09:03 Hejmara 119’emîn a kovara Jin weşiya
09:02 Doza êrîşa li dijî HDP'ê hat redkirin: Çek heye, lê gef nîn e
09:02 Bihuşta veşartî: Şikefta xwê
09:01 Li Wanê rez û baxçeyên 20 gundan ji ber nebûna avê ziwa bûn
09:01 Di xizmeta tenduristiyê de sîstemeke din pêkan e!
09:00 Alîkara Serokê Giştî yê EMEP'ê: Ti hinceteke hikûmetê nemaye
09:00 Li Mûşê dê Meclisa Jinê ya Bajar bê avakirin
09:00 ROJEVA 8'Ê HEZÎRANA 2025'AN
08:50 Li Deryaya Marmarayê erdhej
08:33 Li Kolombiyayê, di êrîşa çekdarî de namzetê Serokkomariyê bi giranî birîndar bû
07/06/2025
16:53 Meclisa Jinan a DEM Partiyê çû serdana Dayikên Aştiyê
16:36 Ji bo girtiyên nexweş Ruzgar û Boran banga tehliyeyê
15:27 Pervîn Bûldan: Em ji pêvajoyê bawer in, ji ber ku Ocalan heye
15:16 Xizmên windayan: Bila hestiyên me bidin, bila goreke me hebe
15:16 Li Amedê hejmara kesên ji ber şewatê hatine binçavkirin derket 5'an
14:52 Hafiz Akdemîr dê li cihê ku hatiye qetilkirin bê bibîranîn
14:52 Dayikên Şemiyê: Me qet cejn pîroz nekir
14:41 AKP'ê DEM Partî ziyaret kir: Wê hiqûqa xwîşk/biratiyê bi hev re ava bibe
13:57 Li Dîlokê mirina bi guman a jin û zarokekê
11:29 Pîrozbahiya cejnê ya DEM Partî û MHP'ê: Cihê çareseriyê meclis e
10:31 33 sal derbas bûn: Kujerên Hafiz Akdemîr hê jî nehatine aşkerakirin
10:19 Destdirêjî li 3 xwendekaran kir: Ji ber sûcekî din hate girtin
09:57 Rêxistinên hiqûqî dê ji bo 'mafê hêviyê' serî li Konseya Ewropayê bidin
09:01 Jin dê vê havînê li dijî 'Sala Malbatê' xwe birêxistin bikin
09:01 Sezîn Ûçar a ESP'î: Ji bo pêvajo bi pêş ve biçe divê 'mafê hêviyê' pêk were
09:01 Dîmenên xweşik ên Çiyayê Gilîdaxê: Yên ku dibînin heyran dimînin
09:01 Bi dawîbûnek bû destpêka azadiya aboriya wê
09:00 Azmûn nêz dibin: Derfet wekhev nîn in, xeyalên ji bo çûyîna derveyî welat
09:00 Kana madena Olmez ê AKP'î zirarê dide tenduristiya welatiyan
09:00 ROJEVA 07'Ê HEZÎRANA 2025'AN
08:55 Şaredarê ku bi elektrîkê ket bi giranî birîndar bû
06/06/2025
16:57 Taziyeya kesên ku di şewatê de jiyana xwe ji dest dan tê ziyaretkirin
16:35 Di arefeya cejnê de 10 kesan jiyana xwe ji dest dan
15:55 Girtiyê 30 salî Kar hat berdan
15:09 Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê têkildarî şewatê lêpirsîn da destpêkirin
13:15 Tuncer Bakirhan û Tulay Hatimogullari pîrozbahiyên cejnê
12:11 Dr. Miley: Ji bo azadiya Ocalan divê pêşketin hebe
11:48 Li Colemêrgê goristan hatin ziyaretkirin
11:47 Li Eskişehirê ji bo xwendekaran lêpirsîna 'Îmamoglu'
11:35 Kesên di şewatê de jiyana xwe ji dest dan hatin definkirin
11:35 Ji bo teqawitan cejn nîn e!
11:34 Welatiyên li Rihayê: Bi mafên wekhev jiyana bi hev re pêkan e
10:47 'Di Pakêta Darazê de wekhevî nîn e'
10:27 Ji ber zextên psîkolojîk ên şaredariyê civaknas nexweş ket
09:20 Bi navê 'malbata pîroz' êrîşên li ser mafên jinan
09:07 Ji Alain Baiou ji Ocalan re name: Em heta dawiyê li cem te ne
09:01 Girtiyên nexweş ên li Edene û Osmaniyeyê li ber mirinê ne
09:01 Soydan Akay: Divê berdêla çekdanînê aştî û avakarina civaka demokratîk be
09:00 ROJEVA 06'Ê HEZÎRANA 2025'AN
08:11 Vedat Aydin li ser gora xwe hat bibîranîn
07:51 Hejmara kesên di şewata li Amedê de jiyana xwe ji dest dan derket 4'an
05/06/2025
17:44 Kesên ku di 5'ê Hezîranê de hatin qetilkirin hatin bibîranîn: Em dê aştî û demokrasiyê bînin
16:38 Li gelek bajaran serdana goristanan: Em ê têkoşîna xwe bidomînin
16:21 Der barê nexweşê şîzofrenî yê ku polîsan lê da bû û wî gilî kiribûn de biryar
16:14 Li Ebexê 'Bostanê Bajar a Jinan' hat vekirin
15:44 Di êrîşa Îsraîlê de 3 rojnamevan jiyana xwe ji dest dan
15:38 Di êrîşên Tirkiyeyê de 2 HPG'yiyan jiyana xwe ji dest dan
15:32 Kampanyaya 'Ez dixwazim bi Ocalan re hevdîtinê bikim' hat destpêkirin
15:25 Li Basayê nexweşiya tebekê
15:22 DEM Partî: Parastina xwezayê û civaka demokratîk hev temam dikin
14:48 Welatiyên teqawid: Aborî bi aştiyê baş dibe
12:50 5 şaredarên CHP'î ji peywirê hatin dûrxistin
12:09 Dîwana Kongreya 12'emîn a PKK'ê : Ji bo bicihatina biryaran pêwîstî bi siyaseta demokratîk û misogeriya qanûnî heye
10:47 Ji DEM Partiyê biryara '1950 civîn'
10:30 Ji DBP'ê têkildarî Qetlîama 5'ê Hezîranê daxuyanî
10:27 Li Çanakkaleyê bi pîleya 4.8 erdhej
09:07 31 sal in girtî ye ji ber ku negot 'ez bêalî me' serbestberdana wî 8 mehan hat taloqkirin
09:06 'Eger kiryar neyê cezakirin, wê sibe rê li ber mirinên mezintir veke'
09:05 Qeyrana aboriyê li mazata ajalan bandor kir: Dê aborî tenê bi aştiyê ve baş dibe
09:03 Roja Hawirdorê ya Cîhanê: Krîza avhewayê mezin dibe
09:02 ‘Ji ber ku hevjînê wê dadgêr e, qanûn nayê binpêkirin’
09:00 ROJEVA 5'Ê HEZÎRANA 2025'AN
04/06/2025
16:40 Li Licê û Pîran serdana goristanan
15:31 Li Îzmîrê greva karkeran bi dawî bû